KONYA - Li Konyayê, di encama qûlipîna şerampolê ya mînîbusa ku karkên demsalî tê de bûn, 2 kesan jiyana xwe ji dest da 17 kes birîndar bûn.
Li nêzî Taxa Buyukoba ya navçeya Ilgin a Konyayê mînîbusa ku karkerên demsalî tê de bûn, qulipî şerampolê. Li ser kesên agahdarkirina kesên di cihê bûyerê re derbas bûn gelek ambûlans û tîmên cendermeyan sewqî wir hatin kirin. Tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, piştî mudaxileya ewil birîndar rakirin nexweşxaneyên li navçeyên Yûnak, İlgin û Akşehîrê.
2 karkerên rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. Dermankirina 17 karkeran jî berdewam dike.