NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê anîn ziman ku ew biryara Prensîbên Etîka Çapemeniyê red dikin û gotin: “Destê xwe ji pênûsa me vekişînin.“
Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê daxuyaniyek nivîskî weşandin û gotin: “Em biryara Asasên Exlaq ên Çapemeniyê ya bi kêfî ya Saziya Ragihandin û Çapemeniyê ku pê erkeke bi berferehî ya sansorê tê anîn red dikin.“
Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tevî îtîraza rojnamevanên endamên Desteya Giştî ya Saziya Çapemenî û Ragihandinê Biryara Desteya Giştî ya li Ser Asasên Exlaq ên Çapemeniyê ku 27’ê Gulana 2022’yan hat qebûlkirin îro (6’ê Tîrmeha 2022’yan) di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin û ketiye meriyetê.“
Bi daxuyaniyê ev tişt jî hatin destnîşankirin:
“Ev biryara Desteya Giştî ya beriya gotûbêjên Meclîsê dest pê bibin hat dayîn, amadekariya ji pêş re ya li dijî vekişandina qanûna sansorê bi hinceta dezenformasyonê ye. Em biryarê red dikin .
Saziya Çapemenî û Ragihandinê saziyeke giring e. Ew saziyê ne bi ceberûdî û ji bo hilanîna heyfê lê bi biryarên bi hevparî bi rê ve bibin. Rojnamevanî ne sûc e. Çapemenî ne dijminê we ye. Dest nedin pênûsa me!“
KOMELE Û RÊXISTINÊN DAXUYANÎ ÎMZE KIRINE
Konseya Çapemeniyê
Komeleya Rojnamevanên Hevdem
Komeleya Nûçegihanên Dîplomasiyê
DÎSK Basin-Îş
Komeleya Nûçegihanên Aboriyê
Cemiyeta Rojnamevanan
Cemiyeta Rojnamevanan a Îzmîrê
KESK Haber-Sen
Komeleya Nûçegihanên Parlamentoyê
Cemiyeta Rojnamevanan a Tirkiyeyê
Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê.