Ferît Şenyaşar: Heta bêedaletî xelas nebe dê Tirkiye jî aram nebe

  • rojane
  • 10:27 7 Tîrmeh 2022
  • |
RIHA - Ferît Şenyaşar li gel dayika xwe Emîne Şenyaşar li pêşiya Edliyeya Rihayê nobeta xwe ya edaletê didomîne. Şenyaşar, anî ziman ku sedema gelek krîzên li Tirkiyeyê bêedaletî ye û wiha got: “Heta ku bêedaletî xelas nebe dê Tirkiye jî aram nebe.” 
 
Li Tirkiyeyê ji bo ku welatî mafên xwe yên di qanûnan de hatine destnîşankirin bikarin bi kar bînin, edliye anku “saziyên dewletê yên peywira hiqûq û edaletê bi cih tînin” weke avadaniyên fermî hatine diyarkirin. Ji ber ku li eywanên dadgehan ên nivîsa “Edalet bingeha milkiyetê ye” lê hatiye nivîsandin daxwaza wan a edaletê pêk nehat, welatî bi çalakî û xwepêşandanên cuda hewl didin dengê xwe bi raya giştî bidin bihîstin.
 
Dayikên Şemiyê bi têkoşîna xwe ya domdirêj a 900 hefteyan bangî wijdana raya giştî dikin, malbatên 33 kesên di 20’ê tîrmeha 2015’an de li Pirsûsê hatine qetilkirin ev 83 meh in di 20’ê her mehê de, 19 jê zarok bi giştî ji bo qetilkirina 34 kesên di 28’ê kanûna 2011’an de bi balafirên artêşa tirk li Roboskê hatine qetilkirin Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê ev 126 meh in di 28’ê her mehê de, ji bo 104 kesên di 10’ê Cotmeha 2015’an de li Gara Enqereyê ji hêla DAIŞ’ê ve hatine qetilkirin jî ev 80 meh in têkoşîna edaletê tê meşandin. 
ROJ BI ROJ LÎSTE DIRÊJTIR DIBE
 
Malbatên Geziyê, malbata Medenî Yildirim ê ji hêla leşkeran ve hatiye qetilkirin, malbata Denîz Poyraz a li avahiya Rêxistina HDP’a Îzmîrê hatiye qetilkirin, malbata Servet Turgut ê li Wanê ji helîkopterê hatiye avêtin û qetilkirin, malbata Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê rastî êrişa zayendî ya sîstematîk hatî, malbata Haci Lokman Bîrlîk ê li Şirnexê cenazeyê wî li pey panzerê hatiye girêdan û kaşkirin, malbata Dedeogûllari ku li Konyayê di encama êrişa faîst de hatibûn qetilkirin û hêj gelek malbatên din ev bi sala ye li edaletê digerin. 
 
BI ÇALAKIYA XWE BÛN HÊVÎ
 
Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kir û ji malbatê 3 kes qetilkirin. Dayika Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû ev nêzî 4 sal in bi têkoşîna xwe ya edaletê bûn sembol. Li gel astengiyên demsalî û fîzîkî jî ev 485 roj in li pêşiya Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê dikirin. Bi vê têkoşîna xwe bo malbatên girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û yên nexweş jî bûn hêvî. Malbatên girtiyan ên li Amed, Wan, Stenbol û Îzmîrê Nobeta Edaletê digirin, bi çalakiya xwe balê dikişînin ser rewşa girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin û yên nexweş. Yek ji malbatên din ên ji têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar cisaret girtî jî malbata Doku ye. Ji 5’ê çileya 2020’an heta niha ji xwendekara Zanîngeha Dêrsimê Gulistan Doku agahî nayên girtin. Ji bo vê jî malbata wê gelek caran li Dêrsim û deverên cuda Nobeta Edaletê girtin û hewl dan dengê xwe bi raya giştî re parve bikin. 
 
‘EDALET, BIWIJDANBÛN E’
 
Ferît Şenyaşar ku li gel dayika xwe Emîne Şenyaşar bênavber Nobeta Edaletê didomîne, têkildarî bêhiqûqiyê bi destê darazê li Tirkiyeyê tên kirin û lêgerîna wan a ji bo edaletê bi ajansa me re axivî. Şenyaşar, pirsa “Edalet çi ye?” wiha dibersivîne: “Edalet, mirovbûn e. Edalet, xwedîwijdanbûn e. Edalet ew e ku mirov insaniyeta xwe ji bîr neke. Beriya komkujiyê ev têgeh bo me têgehekî ji rêzê bû. Beriya komkujiyê tu carî rêya me bi edliye û qereqolan neketibû. Lê piştî komkujiyê, pêşiya edliyeyê bû mala me ya yekemîn. Hem li kargeha meû hem jî li nexweşxaneya dewletê li ber kamerayên ewlekariyê komkujî li me hate kirin. Bi sedan şahidên vê komkujiyê hene. Dema mirovek gava xwe diavêje nexweşxaneyê êdî dikeve bin mîsogeriya ewlekariya dewletê. Êrişa parlamenter (Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’î) û malbata wî ya li dijî me, di heman demê de êrişeke li dijî îradeya dewletê ye. Bi ser re 4 sal derbas bû lê hêj jî biryara nepeniyê ya li ser dosyayê berdewam dike.” 
 
‘DEWLETA BÊEDALET’
 
Bi domdarî Şenyaşar pirsên “Di bûyereke ku bi sedan şahidên wê hene de çima hêj jî biryara nepeniyê heye? Kî dikare vê rewşê rave bike? Gelo zimanê hiqûqê dikare vê rewşê vebêje?” kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li vê derê tenê ferman û hiqûqa serdestan derbasdar in. Daxwaza edaletê ya hemû hemwelatiyan çi be ya me jî ew e. Em, ji bilî vê tiştekî din naxwazin. Hevsengiya cîhanê li ser edaletê hatiye avakirin. Gotinek heye ku dibêjin, ola dewletê edalet e. Heke teraziya edaletê ya welatekî xerab bibe, li wê dewletê bêaramî û alozî dest pê dike. Nebaşî lê zêde dibe. Heke edalet nebe wê demê sûcdar li nava civakê digerin û ji necezakirinê sûd digirin û sûcên xwe didomînin. Heke li dewletekê edalet tune be,  kesên ew edalet ji holê rakirine dê zû yan jî dereng êşa wê bikişînin. Di dîrokê de mînakên vê pir in. Heta edalet nebe pergal nabe û dewleteke ne bi edalet jî neçarî hilweşînê ye.” 
 
‘GELEK BÊEDALETÎ HENE’ 
 
Di berdewamê de Şenyaşar da zanîn ku carnan nobeta xwe ya li pêşiya Edliyeya Rihayê li derveyî bajêr jî berdewam kirine û ev tişt anî ziman: “Bêedaletiya heyî niha bandor li gelek derdorên civakê kiriye. Çalakiya me jî bo gelek malbatan bû hêviyek. Bêedaletî ne tenê li hemberî me lê gelek bêedaletiyên vî rengî hene. Di Doza Pinar Gultekîn de li dijî biryara daxistina cezayê faîl Cemal Metîn Avci ya bi îdiaya ‘tehrîkkirina nerewa’ çalakiya Nobeta Edaletê hate destpêkirin. Malbata Gulistan Doku dest bi nobetê kir. Biryarên dadger û dozgeran ên li deverên cuda yên Tirkiyeyê wijdana civakê diêşînin. Ev yek jî berê civakê dide têkoşîna edaletê.” 
 
‘JI BO BAWERIYA ABORIYÊ HEWCEHÎ BI EDALETÊ HEYE’
 
Şenyaşar, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê gelek krîz bi hev re tên jiyîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qala qeyrana aboriyê tê kirin. Her çend ku qeyrana aboriyê jî be, mîna vê krîzê di bingeha gelek krîzên din ên li Tirkiyeyê de bêedaletî heye. Heta bêedaletî bi dawî nebe dê Tirkiye biaram nebe. Ji bo baweriya bi aboriyê jî hewcehî bi edaletê heye. Heta ku ev dayik (Emîne Şenyaşar) li pêşiya edliyeyêr ûne, dê aramî neyê vî welatî. Di 20’ê tîrmehê de betlaneya dadî dest pê dike. Dê dadger û dozgerên edliyeya ku em li pêşiya wê nobetê digirin biçin betlaneyê. Dozger her roj vê bêedaletiyê dibînin û wisa dikevin edliyeyê. Malbatên van dadger û dozgeran jî hene. Gelo dadger û dozgerên ku bûna şirîkên vê zilmê dê çawa betlaneyê bikin?” 
 
‘TÊKOŞÎNEKE MIROVÎ YE’ 
 
Herî dawî jî Şenyaşar bang li parastvanên mafên mirovan kir û axaftina xwe wiha qedand: “Li her deverê pêdivî bi edaletê heye. Em têkoşîneke mirovî didin. Di serî de rêxistinên hiqûqî, banga me ji bo hemû saziyên demokratîk ev e; divê em têkoşîna xwe ya li dijî vê bêdaletiyê mezintir bikin. Her kesê ku ji bo Tirkiyeyê pêşerojeke baş hêvî dike divê xwe ji vê têkoşînê negire. Tişta ku bi serê me hatiye dibe ku sibe dusibe bi serê her kesî were. Hêj bi serê we nehatî jî hewceye hûn li cem mazluman cih bigirin. Birayê me ev 4 sal in bi awayekî derhiqûqî girtî ye. Dayika min her roj li pêşiya vê avahiya edliyeyê digirî. Heta ku ev zilm bidome, dê Tirkiye tu carî biaram nebe.” 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

08/07/2022
19:08 Li Amedê gor hatin ziyaretkirin
18:36 Ciwanê kurd bi daxwaza Tirkiyeyê hat girtin
16:11 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Divê berpirsyarên cînayeta li Wanê bên darizandin
16:00 Waliyê Amedê nehêla malbat biçin serdana goristanan
14:58 Ersoya xwest ku derheqê Midûrê Şaxa Ewlehiyê Hanîfî Zengîn de lêpirsîn bê destpêkirin
14:44 Bertek nîşanî girtina Hevseroka Giştî ya SES’ê Atabey dan
14:33 Hişyariya parêzbendiyê dan muxalefetê: Erêkirina îşkenceyê ye
14:04 Qûrbaniyên qetlîamên Pirsûs û Enqereyê hatin bibîranîn
14:03 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
13:58 Meclisa Federel a Almanyayê qirkirina êzidiyan nas kir
13:56 Qelacî: Êrişên Tirkiyeyê li dijî tevahiya Sûriyeyê ne
13:55 Baroya Sêrtê tabelaya sê zimanî daliqand
13:55 Li Êlihê heqê rê hat biharkirin
13:45 Malbata Şenyaşar dê sibê cejnê li ber edliyeyê pêşwazî bike
13:41 Îtîraza dozger a ji bo kesên li Edeneyê hatibûn berdan hate redkirin
12:55 TGC’ê xelat da 16 rojnamevanên kurd
12:53 Zilamê ku parêzer Tekîn û keça wê revandî hate girtin
12:36 28 ciwanên li Çiyayê Bêzar hatibûn kuştin hatin bibîranîn
12:30 Li çoltera Şaxê şer dijwar bû
12:30 Doza Kobanê dê di betlaneya dadî de jî bidome
12:00 Ji sedî 25 zem li dermanan hat kirin
11:58 Ji Buldan û Sancar peyama cejnê
11:58 Çelebî îtîrazî biryara Emîn Ozkan ‘bila girtî bê darizandin’ kir
11:36 Bê şekir û qûrban cejnê pêşwazî dikin
11:32 Berxwedana Xizmên Windakiriyan dikeve hefteya 700’an
11:15 Dorpêçkirina avahiya şirketên produksiyonan mehek li pey xwe hişt
10:30 Tunç: Biryara AYM’ê jî parçeyek qetlîamê ye
10:21 Dermanên girtî bi hinceta “krîz heye” nedanê
10:15 Parlamenterê Partiya Karkeran a Ingilistanê: Divê Ocalan azad bibe
10:03 Tê gotin ku gelek cenazeyên leşkeran li nexweşxaneyên Colemêrgê ne
09:03 Li gundên Çiyayê Cûdî sepana salên 90’î: Xwarin û xurekên gundiyan hatin sînordarkirin
09:02 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Îdiayên têkildarî Ocalan parçeyeke şerê taybet in
09:02 Rojnamevan Ozdemîr: Tirkiye bi mehan jî hewl bide dê negihê mexseda xwe
09:01 Emîne Şenyaşar: Gava edalet bê dê cejn jî bê
09:00 Sewalên wî di dest de mane: Ê ezyetê dikişîne em, yê qezenc dikin hinekî din
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
07/07/2022
19:10 Ji 16 rojnamevanên girtî 12 jê hatin sewqkirin
17:04 Komîsyona Edalet ji bo Êzdiyan: Di qirkirinê de tiliya Tirkiyeyê heye
17:01 Enstîtuya Kurdî ya Washingtonê, Bûldan û Sancar pîroz kir
16:44 Di Nobeta Edaletê de banga ‘dawî li polîtîkaya şer bînin’ kirin
16:25 Temel ê HDP’î xwest ku êrişa li dijî penaberan a li Wanê bê lêkolînkirin
16:12 AYM’ê qetilkirina welatiyên li Cizîrê wek ‘binpêkirina maf’ nedît
16:05 Hêrsa li dijî biryara Aydenîz: Têkoşîna me wê bidome
15:30 Di merasîma cenazeyê Dr. Karakaya de bertek nîşanî wezîr Koca dan
15:26 Jin û zaroka ku hatibûn revandin hatin dîtin
15:11 Serokwezîrê Brîtanyayê Johnson îstîfa kir
15:04 Doza Fatma Altinmakas: Kujer ne tenê kesek e
15:01 Polîsan li Stenbolê dîsa malbatên girtiyan binçav kirin
15:01 Tuncel: Pirsgirêka kurd li eywanên dadgehan çareser nabe
14:23 AYM ji bo Qetlîama Enqereyê biryara ‘binpêkirina mafê jiyanê’ da
13:57 Qetilkirina parêzer Bakirtaş hate protestokirin: Parastin dê bêdeng nemîne
13:48 Bi hinceta ‘Dibe ku bên Elmanyayê û paşve venegerin’ vîzeya nivîskarên kurd betal kirin
13:30 Malbatên girtiyên nexweş: Siyasetmedar li betlaneyê û em jî li kolanan e
13:29 Nobeda Malbata Şenyaşar di roja 486'emîn de berdewam dike
12:46 Li Girtîgeha Xarpêtê şewb: Girtiyan dernaxînin revîrê
12:40 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Serlêdana girtiyê terkî mirinê hatiye kirin, 3 sal in li AYM’ê disekine
12:28 Xebatkarên tenduristiyê dest ji kar berdan û banga îstîfayê li wezîr Koca kirin
12:21 Rastî destdirêjiya polîs hat û li qereqolê jî tundiya psîkolojîk lê kirin
12:01 Li Zapê leşkerek hate kuştin
12:00 Hevşaredarê Bedlîsê yê berê Olan hat berdan
11:43 Rojnamegerên rastî êrişa polîsan hatin: Divê hemû kes piştevaniya hev bike
11:23 Park û baxçeyên Cizîrê veguherîne cihê çopê
10:46 Rojnameger Demîr giliyê parêzera êrişkar kir
10:41 Li çoltera Şaxê şer derket
10:37 Qeyûmê Amedê ku li ber çûndinê bûye jî pere daye dostên xwe!
10:27 Ferît Şenyaşar: Heta bêedaletî xelas nebe dê Tirkiye jî aram nebe
10:13 Dayik û keça xwe, ji aliyê zilamê ku dikir hev berdin ve hat revandin
10:13 Pirtûka Nivîskar Adil Qazî ya bi navê ‘Çend Kêlî ji Zindanê’ piştî 14 salan derket
09:54 Têkoşîna dayikek mînak û têr û tije: Sarê Demîr
09:53 Ocalan: AKP di polîtîkayên NATO'yê de amûrek e
09:26 Ji 37 kesên hatibûn binçavkirin 4 jê hatin girtin
09:18 'Îsal dê zexîre bêtir bê îthalkirin'
09:01 'Dixwazin qebûl bikin dixwazin qebûl nekin Ocalan rêberê kurdan e'
09:01 Dayika girtiya nexweş: Keça min nikare di girtîgehê de bimîne
09:00 Êzidiyan ji Viyan Dexîl pirsî: Ew kesên ku tu rizgar kiribûn kî bûn?
09:00 ROJEVA 7'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:58 PDK li Metînayê ji bo TSK’ê baregehê ava dike
06/07/2022
19:29 Parêzer di dema şopandina nûçeyê de êriş bir ser nûçegihanê me Demîr
19:14 Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê: Dest nedin pênûsa me!
19:07 Têkildarî birîna darên Şirnexê rapor hat amadekirin
17:18 Ozer a ku di girtîgehê de ji ser hişê xwe ve çû, milê wê şikest
17:03 Ji zava û 13 kesan re doz vekirin: Ji kefiya bireng ‘endamtiya rêxistinê’ derket
16:40 Nobeta Edaletê didome: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:34 Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa awarte ragihand
16:19 Li Geverê li gelek deveran fotokapan û teqemenî hatine bicihkirin
15:39 Ji xala 301’ê ji bo Onder ceza hat xwestin
15:37 Platfoma Tenduristiyê ya Mêrdînê: Sedema tundiyê têkçûna pergala tenduristiyê ye
14:53 ÎSÎG: Di 6 mehan de herî kêm 842 karker canê xwe ji dest dane
14:13 Ji Komîsyona Amadekar biryara rakirina parêzbendiya Aydenîz derket
14:00 Binçavkiriyên li Edeneyê îfade dan dozgeriyê
13:44 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 485’an de ye
13:33 Li Hevserokên HDP’a Turgutluyê ceza hat birîn
13:29 Wesayîta ku karkerên demsalî tê de bûn qûlipî: 2 mirî 17 birîndar
13:12 Li Girtîgeha Xarpêtê îdiaya nexweşiya şewbê
12:50 Malbatên girtiyên nexweş: Werin em mafên zarokên xwe biparêzin
12:39 ‘HDP wê siyaseta komploger pûç bike’
12:38 Ozsoy: Êdî li Swêd û Fînlandiyayê jî pirsgirêka kurd heye
12:05 Li Enqereyê 46 kes hatin berdan
11:44 Cenazeyê Olmez piştî 8 mehan radestî malbata wî kirin