ENQERE - Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di merasîma cenazeyê Dr. Ekrem Karakaya de hate protestokirin.
Pisporê Kardiyolojiyê Dr. Ekrem Karakaya li Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê di encama êrişa çekdarî de hate qetilkirin. Ji bo definkirinê jî cenazeyê Karakaya birin bajarê wî Kayseriyê. Haci Mehmet Akçay ê ku Karakaya qetil kiribû, bi heman çekê jî xwe kuştibû.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca jî tev li merasîma cenazeyê Karakaya bû. Lê belê beşdaran bertek nîşan dan. Beşdaran bi hiryohan û çepikan Koca protesto kirin.