ENQERE - Serokê Enstîtuya Kurdî ya Washingtonê Sîrwan Nejmeddîn Kerîm peyamek pîrozbahiyê bo Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar şand û kongreyê li gelê kurd û dostên wan pîroz kir.
Serokê Enstîtuya Kurdî li Washingtonê Sîrwan Nejmeddîn Kerîm, pîrozbahî li Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ku ji nû ve ji bo hevserokatiyê hatin bijartin û li endam û rêveberên HDP’ê kir.
Daxuyaniya Serokê Enstîtuya Kurdiya Washingtonê Kerîm wiha ye:
“Ez bi helkefta encamdana kongreya 5’emîn û serkeftina bernameyên kongreya partiya we pîrozbahiyê li hevserok û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dikim.
Kongreya HDP’ê di vê demê de girîng e, bi taybetî ku cîhan jî di nav de hemû parçeyên Kurdistanê bi guhertinên mezin re rû bi rû ne û xeterî zêde bûne.
Kongreya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di vê rewşê de ji bo amadekirina van guhertinên çaverêkirî girîng e, bi taybetî ku HDP partiyeke ku ji êşên civaka Kurd li Bakurê Kurdistanê û pirsgirêkên Tirkiyê dertê. Mafê hemû neteweyan û civakên etnîkî xwedî rol û bandora xwe bûn.
Û herdem siyaset û nerînên wê ji bo pirsa aştiyê li Tirkiye û navçeyê u desteberkirina mafên tev gel û pêkhateyên netewî, xwedî rol û bandora xwe bûn. Serkeftin bo gelê kurd.”