Tunç: Biryara AYM’ê jî parçeyek qetlîamê ye

  • rojane
  • 10:30 8 Tîrmeh 2022
  • |
ŞIRNEX - Guler Tunç a ku di qedexeya derketina derve ya Cizîrê de hevjîn û tiyê wê hatin kuştin, bal kişand ser biryara AYM’ê ya ji bo binpêkirina mafê jiyanê û got: “Biryar parçeyek qetlîamê ye. Birînên me dîsa der bûn. Vê biryarê hêrsa me rakir.” 
 
Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) duh serlêdana ji bo qedexeya derketina derve ya li Cizîrê û binpêkirina mafê jiyanê ya kesên hatibûn qetilkirin biryar da. AYM’ê ji bo qurbaniyên li Cizîrê biryara mafê jiyanê nehatiye binpêkirin da û serlêdanê wek “nayê qebûlkirin” dît. 
TIŞTÊN DI WÊ DEMÊ DE QEWIMÎN 
 
Guler Tunç a ku di qedexeya derketina derve de hevjînê wê Orhan Tunç û tiye wê Mehmet Tunç di jêrzemînan de asê man û hatin kuştin, biryara AYM’ê nirxand. 
 
Tunç bi bîr xist ku di qedexeyên heyama 2015-2016’an de hatin ragihandin 288 kesan jiyana xwe ji desat da û got: “Di wê heyamê de gelek sivîl hatin qetilkirin. Mirov li hundirên malê xwe, li ser nimêjê ji aliyê sekvanan ve hatin qetilkirin. Di wê pêvajoyê de 3 jêrzemînên ku hovîtî lê qewimî hebûn. Di van jêrzemînan de Mehmet Tunç, Asya Yuksel, Berjîn Demîrkaya, Mehmet Yavûzel jî di nav de 177 kes hatin qetilkirin.” 
 
Guler Tunç da zanîn ku li Cizîrê mirovahî hatiye qetilkirin û cenaze bi rojan li kolanan mane û wiha axivî: “Beriya hovîtiya li jêrzemînan pêk were, ji bo Orhan Tunç min û bavê wî bi hev re serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Me xwest ji bo ku mirovîn sivîl dikaribin derkevin, vekirina korîdorekê daxwaz kir. Lê belê ne Waliyê Şirnexê, ne Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala, ne jî Serokwezîrê wê deme Ahmet Davutoglu bersiv nedan daxwazên me. DMME’yê jî bersiv neda daxwaza me. Di demek ku wê qedexe bi dawî bibûya bersiva daxwaza me hat. Ji bo ku birîndar werin derxistin hat gotin ku wê koridor vebibe. Di korîdora hat vekirin de kes nikaribû derbas bûya. Çimkî êriş li ser sivîlan hebû.” 
 
BERTEK NÎŞANÎ BIRYARA AYM’Ê DA 
 
Tunç destnîşan kir ku wan ji bo mirinên qewimîne serî li DMME’yê dane, li DMME’yê di sala 2018’an de danişîn hatin kirin û piştî lêpirsîna li ser 35 serlêdanan bi hêceta “rêyên hiqûqa navxweyî nehatiye qedandin” red kir. Tunç anî ziman ku biryara AYM’ê da nîşaneya nebûna edaleta li welat e û wiha got: “Jixwe AYM girêdayî AKP-MHP’ê ye. Heke ne girêdayî AKP-MHP’ê bûya, wê ji bo qetlîamên Roboskî, Pirsûs, Cizîrê biryarên li gorî hiqûqê bida. Divê AYM’ê qanûnan li ber çavan bigirta, lê mixabin tiştek wiha li Tirkiyeyê nîne. Yên ku îro hiqûqê bi rê ve dibin, AKP-MHP ye. Biryarên ku ji AYM’ê tên dayîn beriya wê ev biryar ji aliyê Erdogan û Devlet Bahçelî ve tên diyarkirin. AYM ne serbixwe ye. Heke serixwe bûya wê vê biryarê nedaba. Ji ber girêdayî AKP-MHP’ê ye qetlîaman red dike. Me vê di Doza Roboskî de jî dît. Gotin, ‘bi şaşîtî çêbûye’. Em ê rojek bibînin ku wê ji bo Cizîrê jî bejin, ‘me bi xeletî kiriye’.” 
 
‘BIRYARA AYM’Ê PARÇEYEK QETLÎAMÊ YE’ 
 
Tunç destnîşan kir ku wan berê jî serî li AYM’ê dane û serlêdanên wan hatine redkirin û wiha bertek nîşanî biryara AYM’ê da: “AYM’ê gotiye ku mafê jiyanê yê li Cizîrê hatine qetilkirin, binpê nebûye. Qey meriv dibêje hovîtî û qetlîam li Cizîrê neqewimiye û wisa bersiv dide. Vê biryarê me şaş nekir. Li vê dewletê hiqûq û edalet nîne. Heke edalet hebûya wê ew qetlîam pêk nehatana. Li gelek bajaran çalakiyên bicihanîna edaletê hene. Dewlet xwe li hember daxwaza edaletê ker, kor û lal dike. Em ne xerîbî vê yekê ne. Ev biryara AYM’ê jî parçeyek qetlîamên ku pêk hatine ye. Bi vê biryarê carek din birîna me der bû. Vê biryarê hêrs û kîna me rakir.” 
 
Tunç destnîşan kir ku wê têkoşîna wan a ji bo edaletê berdewam bike. 
 

Sernavên din

08/07/2022
19:08 Li Amedê gor hatin ziyaretkirin
18:36 Ciwanê kurd bi daxwaza Tirkiyeyê hat girtin
16:11 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Divê berpirsyarên cînayeta li Wanê bên darizandin
16:00 Waliyê Amedê nehêla malbat biçin serdana goristanan
14:58 Ersoya xwest ku derheqê Midûrê Şaxa Ewlehiyê Hanîfî Zengîn de lêpirsîn bê destpêkirin
14:44 Bertek nîşanî girtina Hevseroka Giştî ya SES’ê Atabey dan
14:33 Hişyariya parêzbendiyê dan muxalefetê: Erêkirina îşkenceyê ye
14:04 Qûrbaniyên qetlîamên Pirsûs û Enqereyê hatin bibîranîn
14:03 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
13:58 Meclisa Federel a Almanyayê qirkirina êzidiyan nas kir
13:56 Qelacî: Êrişên Tirkiyeyê li dijî tevahiya Sûriyeyê ne
13:55 Baroya Sêrtê tabelaya sê zimanî daliqand
13:55 Li Êlihê heqê rê hat biharkirin
13:45 Malbata Şenyaşar dê sibê cejnê li ber edliyeyê pêşwazî bike
13:41 Îtîraza dozger a ji bo kesên li Edeneyê hatibûn berdan hate redkirin
12:55 TGC’ê xelat da 16 rojnamevanên kurd
12:53 Zilamê ku parêzer Tekîn û keça wê revandî hate girtin
12:36 28 ciwanên li Çiyayê Bêzar hatibûn kuştin hatin bibîranîn
12:30 Li çoltera Şaxê şer dijwar bû
12:30 Doza Kobanê dê di betlaneya dadî de jî bidome
12:00 Ji sedî 25 zem li dermanan hat kirin
11:58 Ji Buldan û Sancar peyama cejnê
11:58 Çelebî îtîrazî biryara Emîn Ozkan ‘bila girtî bê darizandin’ kir
11:36 Bê şekir û qûrban cejnê pêşwazî dikin
11:32 Berxwedana Xizmên Windakiriyan dikeve hefteya 700’an
11:15 Dorpêçkirina avahiya şirketên produksiyonan mehek li pey xwe hişt
10:30 Tunç: Biryara AYM’ê jî parçeyek qetlîamê ye
10:21 Dermanên girtî bi hinceta “krîz heye” nedanê
10:15 Parlamenterê Partiya Karkeran a Ingilistanê: Divê Ocalan azad bibe
10:03 Tê gotin ku gelek cenazeyên leşkeran li nexweşxaneyên Colemêrgê ne
09:03 Li gundên Çiyayê Cûdî sepana salên 90’î: Xwarin û xurekên gundiyan hatin sînordarkirin
09:02 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Îdiayên têkildarî Ocalan parçeyeke şerê taybet in
09:02 Rojnamevan Ozdemîr: Tirkiye bi mehan jî hewl bide dê negihê mexseda xwe
09:01 Emîne Şenyaşar: Gava edalet bê dê cejn jî bê
09:00 Sewalên wî di dest de mane: Ê ezyetê dikişîne em, yê qezenc dikin hinekî din
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
07/07/2022
19:10 Ji 16 rojnamevanên girtî 12 jê hatin sewqkirin
17:04 Komîsyona Edalet ji bo Êzdiyan: Di qirkirinê de tiliya Tirkiyeyê heye
17:01 Enstîtuya Kurdî ya Washingtonê, Bûldan û Sancar pîroz kir
16:44 Di Nobeta Edaletê de banga ‘dawî li polîtîkaya şer bînin’ kirin
16:25 Temel ê HDP’î xwest ku êrişa li dijî penaberan a li Wanê bê lêkolînkirin
16:12 AYM’ê qetilkirina welatiyên li Cizîrê wek ‘binpêkirina maf’ nedît
16:05 Hêrsa li dijî biryara Aydenîz: Têkoşîna me wê bidome
15:30 Di merasîma cenazeyê Dr. Karakaya de bertek nîşanî wezîr Koca dan
15:26 Jin û zaroka ku hatibûn revandin hatin dîtin
15:11 Serokwezîrê Brîtanyayê Johnson îstîfa kir
15:04 Doza Fatma Altinmakas: Kujer ne tenê kesek e
15:01 Polîsan li Stenbolê dîsa malbatên girtiyan binçav kirin
15:01 Tuncel: Pirsgirêka kurd li eywanên dadgehan çareser nabe
14:23 AYM ji bo Qetlîama Enqereyê biryara ‘binpêkirina mafê jiyanê’ da
13:57 Qetilkirina parêzer Bakirtaş hate protestokirin: Parastin dê bêdeng nemîne
13:48 Bi hinceta ‘Dibe ku bên Elmanyayê û paşve venegerin’ vîzeya nivîskarên kurd betal kirin
13:30 Malbatên girtiyên nexweş: Siyasetmedar li betlaneyê û em jî li kolanan e
13:29 Nobeda Malbata Şenyaşar di roja 486'emîn de berdewam dike
12:46 Li Girtîgeha Xarpêtê şewb: Girtiyan dernaxînin revîrê
12:40 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Serlêdana girtiyê terkî mirinê hatiye kirin, 3 sal in li AYM’ê disekine
12:28 Xebatkarên tenduristiyê dest ji kar berdan û banga îstîfayê li wezîr Koca kirin
12:21 Rastî destdirêjiya polîs hat û li qereqolê jî tundiya psîkolojîk lê kirin
12:01 Li Zapê leşkerek hate kuştin
12:00 Hevşaredarê Bedlîsê yê berê Olan hat berdan
11:43 Rojnamegerên rastî êrişa polîsan hatin: Divê hemû kes piştevaniya hev bike
11:23 Park û baxçeyên Cizîrê veguherîne cihê çopê
10:46 Rojnameger Demîr giliyê parêzera êrişkar kir
10:41 Li çoltera Şaxê şer derket
10:37 Qeyûmê Amedê ku li ber çûndinê bûye jî pere daye dostên xwe!
10:27 Ferît Şenyaşar: Heta bêedaletî xelas nebe dê Tirkiye jî aram nebe
10:13 Dayik û keça xwe, ji aliyê zilamê ku dikir hev berdin ve hat revandin
10:13 Pirtûka Nivîskar Adil Qazî ya bi navê ‘Çend Kêlî ji Zindanê’ piştî 14 salan derket
09:54 Têkoşîna dayikek mînak û têr û tije: Sarê Demîr
09:53 Ocalan: AKP di polîtîkayên NATO'yê de amûrek e
09:26 Ji 37 kesên hatibûn binçavkirin 4 jê hatin girtin
09:18 'Îsal dê zexîre bêtir bê îthalkirin'
09:01 'Dixwazin qebûl bikin dixwazin qebûl nekin Ocalan rêberê kurdan e'
09:01 Dayika girtiya nexweş: Keça min nikare di girtîgehê de bimîne
09:00 Êzidiyan ji Viyan Dexîl pirsî: Ew kesên ku tu rizgar kiribûn kî bûn?
09:00 ROJEVA 7'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:58 PDK li Metînayê ji bo TSK’ê baregehê ava dike
06/07/2022
19:29 Parêzer di dema şopandina nûçeyê de êriş bir ser nûçegihanê me Demîr
19:14 Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê: Dest nedin pênûsa me!
19:07 Têkildarî birîna darên Şirnexê rapor hat amadekirin
17:18 Ozer a ku di girtîgehê de ji ser hişê xwe ve çû, milê wê şikest
17:03 Ji zava û 13 kesan re doz vekirin: Ji kefiya bireng ‘endamtiya rêxistinê’ derket
16:40 Nobeta Edaletê didome: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:34 Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa awarte ragihand
16:19 Li Geverê li gelek deveran fotokapan û teqemenî hatine bicihkirin
15:39 Ji xala 301’ê ji bo Onder ceza hat xwestin
15:37 Platfoma Tenduristiyê ya Mêrdînê: Sedema tundiyê têkçûna pergala tenduristiyê ye
14:53 ÎSÎG: Di 6 mehan de herî kêm 842 karker canê xwe ji dest dane
14:13 Ji Komîsyona Amadekar biryara rakirina parêzbendiya Aydenîz derket
14:00 Binçavkiriyên li Edeneyê îfade dan dozgeriyê
13:44 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 485’an de ye
13:33 Li Hevserokên HDP’a Turgutluyê ceza hat birîn
13:29 Wesayîta ku karkerên demsalî tê de bûn qûlipî: 2 mirî 17 birîndar
13:12 Li Girtîgeha Xarpêtê îdiaya nexweşiya şewbê
12:50 Malbatên girtiyên nexweş: Werin em mafên zarokên xwe biparêzin
12:39 ‘HDP wê siyaseta komploger pûç bike’
12:38 Ozsoy: Êdî li Swêd û Fînlandiyayê jî pirsgirêka kurd heye
12:05 Li Enqereyê 46 kes hatin berdan
11:44 Cenazeyê Olmez piştî 8 mehan radestî malbata wî kirin