COLEMÊRG - Saet derdora 02.30 û 03.00’an de li Geverê 3 teqînên mezin pêk hatin.
Saet derdora 02.30 û 03.00’an de li navenda Gever a Colemêrgê 3 teqînên mezin pêk hatin. Li gorî agahiyan, teqîn li nêzî Qereqola Polîsan a 75’încî Yil a li Taxa Kişlayê û navenda polîsan a li girê Şahîn pêk hatine. Di dema teqînan de li deverên cuda yên navçeyê fîşekên hewayî avêtin navenda polîsan a li girê Şahîn. Piştî teqînan, li herêmê dengê çekan bilind bû.
Polîsên ku demek piştre sewqî herêmê hatine kirin, bi awayekî rasthatî li derdora xwe gule barandin.
Liv û tevgera polîsan a li navçeyê berdewam e.