Parêzerên OHD'î: Hiqûqa li Îmraliyê veguheriye çalereşê

  • rojane
  • 09:01 10 Tîrmeh 2022
  • |
img

STENBOL - Parêzerên OHD'î yên ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Karên Hundir dan diyar kirin ku cezayê disiplînê yê nû yê di 26'ê hezîranê de ji aliyê wezaretê ve li Ocalan hatiye birîn ji bo wan di wesfê bersivdayinê de ye û gotin: "Hiqûqa li Îmraliyê veguheriye çalereşê."

 
Malbat û parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 23 sal in li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin, tu xeberê ji Ocalan nagirin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê herî dawî di 7'ê tebaxa 2019'an de bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîbûn û birayê Ocalan Mehmet Ocalan jî herî dawî di 25'ê adara 2021'ê bi telefonê bi Ocalan re axivîbû. Ji wê rojê heta niha tu xeber ji Ocalan nehatine girtin û hemû serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bi hinceta cezayên dîsîplînê tên astengkirin. Ji ber ku xeber ji Ocalan nayê girtin, 775 parêzerên 29 baroyan li dijî qedexeya hevdîtina bi parêzeran di 10-17’ê hezîranê de serî li Wezareta Karên Navxweyî dabûn. Wezaretê hê jî daxwaza parêzeran nebersivandiye. 
 
Parêzerên Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) ku ji bo bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Karên Navxweyî dane, tecrîdê û serlêdana ku ji bo hevdîtinê kirine nirxandin.
 
‘LI ÎMRALIYÊ HIQÛQ VEGUHERIYE ÇALEREŞÊ'
 
Hevserokê OHD a Şaxa Stenbolê Gûrkan Îsteklî ragihand ku Buroya Hiqûqê ya Asrinê û OHD ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan û hevdîtinê ji zû de ye hewl didin, lê rayedar serlêdanên wan bi awayekî erênî nabersivînin. Îsteklî anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan bi hiqûqê nayê ravekirin û ev hiqûqa tecrîdê bi temamî biryareke siyasî ye. Îsteklî geşedanên hiqûqî yên li Îmraliyê wekî "çalereşê" nirxandin û got: “Çawa ku çalereş hemû gerstêrkên gerdûnê dadiqurtîne, çalereşa li Îmraliyê jî hemû hewldanên hiqûqî yên li ser asasên mirovahî û ehlaqê dadiqurtîne. Êdî tu mantiqa ravekirina vê rewşa mirinê ya li Îmraliyê bi hiqûqê nemaye."
 
‘GELÊ KURD TÊ TECRÎDKIRIN'
 
Îsteklî Meşa Gemlîkê ya ji bo Ocalan hat lidarxistin û tê de bi dehan kes bi tahdeya polîsan re man û hatin binçavkirin bibîr xist û israra desthilatê ya ji bo tecrîdê û sedema wê bi vî awayî rave kir: “Hikûmet naxwaze qala tecrîdê jî bê kirin. Bi gotineke din, hikûmetê nîqaşa li ser tecrîdê jî tecrîd kiriye. Pirskirina ji bo tenduristiya birêz Ocalan jî hema bibêje êdî bûye sûc. Di vî warî de fikarên cidî hene. Polîtîkaya tecrîdê bi konsepta şer a li dijî gelê kurd di Konseya Ewlehiya Neteweyî ya sala 2014’an de hat pêşxistin. Ji wê demê heta niha bi hezaran girtin, binçavkirin û mirin çêbûne. Polîtîkaya tecrîdê û şerê tecrîdê yên li ser birêz Ocalan tên meşandin kûr bûye û bandorê li civakê dike. Ev helwesta dewletê di asasê xwe de di şexsê birêz Ocalan de li ser tevahiya gelê kurd ku doza azadî û aştiyê dike tê pêkanîn. Tecrîd, di heman demê de peyameke ji bo şoreşger, demokrat û rewşenbîrên Kurdistan û Tirkiyeyê." 
 
SERLÊDAN NAYÊN BERSIVANDIN
 
Bi domdarî Îsteklî li ser serlêdana 775 parêzeran a ji bo hevdîtina bi Ocalan re jî sekinî û destnîşan kir ku armanca sereke ya vê serlêdanê ew e ku tecrîd bibe rojev û bê şikandin. Îsteklî bibîr xist ku heta niha wezaretê bersiveke fermî nedaye û ji bo pêşî li ber daxwaza ji bo hevdîtina bi Ocalan re bê girtin bi awayekî bêhiqûqî cardin cezayê disiplînê li Ocalan hatiye birîn. Îsteklî  destnîşan kir ku serlêdana 775 parêzeran tê wateya teşhîrkirina tiştên li Îmraliyê diqewimin û got, ew parêzer ji bo şikandina tecrîdê dê xebatên xwe bidomînin.
 
BINPÊKIRIN
 
Endamê OHD'ê Tahîr Demîrcî jî bibîr xist ku heya wextekê hevdîtina malbatê û parêzeran a bi Ocalan re bi hincetên wekî "rewşa hewayê" û "keştî xerabe ye" hatine astengkirin, lê niha ev polîtîka bi cezayên disiplînê yên "bêhiqûqî" tê domandin. Demîrcî anî ziman ku cezayên disiplînê yên li Girtîgeha Îmraliyê ji aliyê rayedarên girtîgehê ve li Ocalan tên birîn derî hiqûqê ne û wiha domand: "Ger Ocalan bi cezayên disiplînê rû bi rû bimîne nexwe herî zêde pêdiviya wî bi parêzeran re heye. Lewma peywira parêzerên Ocalan ew e ku li hemberî cezayên disiplînê rabin û pêvajoyên piştî vê bişopînin. Anku Ocalan divê vê pêvajoyê tevî parêzerên xwe bi rê ve bibe. Ev pêkanîn rêbazeke nepêkanîna hiqûqê ye li Îmraliyê. Îro ro Ocalan nikare bi telefonê bi malbata xwe re û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ev yek jî nîşan dide ku nepêwendîdanîneke mutleq heye. Ev tê wê wateyê ku azadiya ragihandinê ya kesê ku ji aliyê DMME'yê ve hatiye diyarkirin tê astengkirin. Ev yek delîla wê yekê ye ku li Îmraliyê binpêkirineke eşkere tê kirin.”
 
BÊHIQÛQÎTIYÊN LI ÎMRALIYÊ
 
Demîrcî diyar kir ku desthilata AKP'ê dixwaze Îmraliyê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bi kar bîne û hevdîtina Doç. Dr. Alî Kemal Ozcan bibîr xist ku AKP'ê ew di 21'ê hezîrana 2019'an de şandibû Îmraliyê. Demîrcî got: “Dema ku îktîdar bixwaze û behs berjewendiyên wê bin, guh li hiqûqê nake. Di pêvajoya çareseriyê de dewletê destûr dida ku heyet biçin Îmrlaiyê. Lewma divê em hiqûqnas îtiraz bikin. Ji lew re em dizanin di vê bêhiqûqîtiyê de nediyariyek heye û em nizanin dê dor bê kê. Geşedanên li Îmraliyê bûn sedema bêhiqûqîtiya li girtîgehan. Îro rewşa Îmraliyê jî dibe sedem ku biryarên DMME'yê esas neyên girtin. Me mînaka vê yekê di biryarên ji Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala de dîtin." 
 

Sernavên din

13/07/2022
11:26 Malbat di salvegera 7’emîn a Komkujiya Pirsûsê de tên gelhev
11:03 Li Edeneyê wê 24 tîm tev li Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût bibin
10:51 Aşê 300 salî veguherand muzeyê
10:17 Li gundê Koran ê Urmiyê mayîn teqiya: Dayikek û keça wê birindar bûn
09:02 Parêzer Tay: Li Şirnexê xweza tê talankirin
09:01 ‘Ocalan bû bingeha Kurdistanê, ew jî bûn stûna wê’
09:00 Sarisozen: Dê Tirkiyeyê bi êrişa Sûriyeyê bikişînin kemîneke bixeter
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
12/07/2022
22:38 Pentagon: Serokê DAIŞ'ê yê Sûriyeyê hate kuştin
19:23 Nameya rojnamevan Ertaş cara duyemîn ‘bixeter’ hate dîtin
16:48 Malbatên girtiyan: Cejna me bi xemgînî derbas dibe
16:20 Baroya Rihayê ji bo gora Seîdî Kurdî dê serî li DMME’yê bide
15:07 Dayikên Şemiyê bersiva Yazici dan: Qet nebe hişbin
13:55 Malbata Şenyaşar: Du tişt dikare me ji vir rake
13:41 Balafirên Tirkiyeyê Çiyayê Metîna bombebaran kirin
13:03 Rojnamevan Çelîk: Destek qirêj û komploger ketiye dewrê
12:30 Malbatên girtiyan: Ji ber nasnameya kurdbûnê em tên cezakirin
10:23 Altan: Ev karwan ranaweste, em şopdarên wan in
09:56 Hevjînê Gurbuz a AKP’yî kirin cîgirê qeyûm
09:10 Ji ber ku ‘poşmantiyê’ qebûl nekir, berdana wî hat taloqkirin
09:09 Çikmaz a li Cizîrê du zarokên xwe winda kirin: Hişmendiya dewletê her tim eynî ye
09:08 Li Cizîrê sûrên 6 hezar salî bi bazaltê hatin niximandin
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Divê Ocalan bi awayekî azad biaxive
09:07 Ji bo komkujiya Mereşê pûç bikin jiyanê ji nû ve ava dikin
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
11/07/2022
23:35 Damezrandina Zarok Ma'yê bicoş hate pîrozkirin
22:19 Ji siyasetmedarên jin wêneyê 'orkestraya girtîgehê'
22:11 Li Wanê di navbera du malbatan de şer derket: kesek mir, 6 birîndar
20:11 Jinan serdana malbata Denîz Poyraz kirin
19:32 Hêzên PDK’ê pêşmerge jî di nav de 4 kes binçav kirin
18:24 Li Girtîgeha Akhîsarê dermankirina girtiyan tê astengkirin
17:44 Rêveberê HDP’ê yê Pirsûsê hate girtin
15:49 Li Edenê komekî avêt ser nexweşxaneyê û gef li xebatkaran xwarin
15:31 Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê êrişa bi fosfor pêk anî
15:30 HDP bi wesîleya cejnê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:29 Wezareta Karên Derve derbarê biryara DMME’yê de daxuyanî da
13:29 Ji bo cejnê serdana Malbata Şenyaşar kirin
13:29 DMME dê biryara derbarê Kavala de eşkere bike
11:07 Rêveberiya Navenda PENa Kurd diyar bû
10:54 92 sal di ser qetlîama Geliyê Zîlan re derbas bû: Divê neyê jibîrkirin
09:42 Tiştên ku nikare bîne ziman bi firçeyê neqş dike
09:03 Tahdeya li ser rojnamevanan zêde dibe: Her kes divê xwedî li mafê xwe yê nûçewergirtinê derkeve
09:02 'Tahdeya li ser tenduristiyê berhema desthilatê ye'
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:30 Lêgerîna li avahiya produksiyonan 32 roj şûnve bi dawî bû
10/07/2022
19:42 HDP’ê li zozanên li quntarê Kato cejna gel pîroz kir: Gelê me dê bersiva wan bide
19:33 Bavê Bûldanê hat definkirin
19:20 Îtiraza ji bo girtina 16 rojnamevanan hat redkirin
16:49 Meta Ocalan, Eynê Ocalan wefat kir
15:22 Bi hinceta ‘rewşa baş’ cezayê tacîzkar Çolak daxistin
14:47 Sadr: Iraq, qurbanî û girtiya nelirêtiyê ye
14:42 Hatîmogûllari: Gel dê serî li ber vê pergala rizî netewînin
14:24 Di êrişa çekdarî ya li Efrîqaya Başûr de 18 kes hatin qetilkirin
14:16 Ji ber barana zêde li Stenbolê gelek mal di bin avê de man
14:07 Serokkomarê Srî Lanka’yê ragihand ku dê îstîfa bike
13:50 Li Wanê bi pileya 4,1 erdhej çêbû
13:08 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Dewlet dengê xwe ji DAIŞ’ê re nake
12:49 Randevûyên ji bo doza nû ya Covîd-19’ê dest pê kirin
12:43 Bi hezaran jinan li DYA’yê biryara kurtajê protesto kirin
12:22 Elî Qazî Mihemed li Almanyayê wefat kir
12:05 Li dijî biryara berdana Kadîr Şeker îtîraz hate kirin
11:56 Ji rojnamegerên jin ên girtî peyama piştevaniyê
11:43 Li Geverê ciwanan bi nivîsên ser dîwaran tecrîd û êriş protesto kirin
11:34 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 489’an de ye
11:29 Cenazeyê leşkerê li Zapê hatiye kuştin di destê HPG’ê de ye
11:15 Eyûp Barzanî: Aboriya herêmê di bin kontrola Tirkiyeyê de ye
10:46 Bi çandina alaleyan dixwazin ji ber avêtina siyanurê veşêrin: Ji bo tenduristiya gel karesat e
09:18 Ceza dan girtiyên li dijî bicihkirina kamereyan a li qawîşan derketin
09:09 Hinceta ji bo lêvegerandina pêşniyaznameyan: Pirsa divê neyê pirsîn
09:02 Serlêdanên kursên ziman ên MED-DER'ê didomin
09:01 Parêzerên OHD'î: Hiqûqa li Îmraliyê veguheriye çalereşê
09:00 Parêzer Tosûn: Divê ATK bê fesixkirin
09:00 Saadet a filistînî: Em jinên berxwedêr divê tevgera jinan ronî bikin
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2022’YAN
09/07/2022
22:16 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Zaxoyê bombebaran kirin
21:26 Girtiyên li Girtîgeha Kurkçulerê dest bi greva birçîbûnê dikin
16:46 Ronakbîrên kurd bang kir: Li ser kurdan bazariyan nekin
16:27 TÎP bi wesîleya cejnê çû serdana malbata Şenyaşar
15:40 Xwestin ku Erîk ê du milên wî hatine jêkirin bê berdan
15:17 Girtiyê nexweşiyên astim û KOAH’ê hate sewqkirin
14:24 Gel bi ser avahiya hikûmetê ya Srî Lankayê de girt
14:17 Qurnefîl danîn Qada Galatasarayê: Em ê nedin jibîrkirin
13:45 Xizmên Windakiriyan di hefteya 700’an de jî aqûbeta zarokên xwe pirsîn
12:56 Emîne Şenyaşar li pêşiya edliyeyê ye: Ev der êdî bû mala min
12:55 Bi dijwarbûna şer re Soylu dîsa çû Geverê
12:24 Ji bo Tirkiyeyê name ji Biden re şandin: F-16’an nefiroşin
12:05 Rêxistina HDP’ê ya Geverê çû serdana goristanan
10:54 Seroka AKP’a Yenîşehîrê broşûrên xwe bi polîsan dan kişandin
10:52 Di lêpirsîna Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de ji bilî ‘sûc’ her tişt heye!
09:58 Vedat Aydin hat bîbîranîn: Tu carî serî netewand
09:20 Li Geverê 3 teqînên mezin pêk hatin
09:05 Kurdo Baksî: Civîna Madrîdê têk çû
09:04 Ferhenga Kurdî-Tirkî bi 44 hezar peyvên nû hat berfirehkirin
09:02 Nameya Ertaş bi hinceta 'xebatên rojnamevaniyê didomîne' hat desteserkirin
09:01 Polîsan ew kuşt lê kiryar tune ye!
09:01 Kesê êriş biribû ser HDP'ê dê bi sûcê 'zirar daye mal' bê darizandin
09:00 Aryenê 4 pirtûkên din çap kirin
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2022’YAN
08:55 Bavê Pervîn Buldan jiyana xwe ji dest da
08/07/2022
19:36 Komeleya Berî Her Tiştî Zarok wê 10 pirtûkên zarokan ên Weşanxaneya Aramê bi deng belav bike