ENQERE – Berdevkê Wezîrê Karên Derve Tanju Bîlgîç têkildarî biryara DMME’yê ya derbarê Kavala de daxuyanî da û got: “Bendewariya me pûç kirin.”
Daîreya Mezin a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dê derbarê karsaz Osman Kavala yê ji cotmeha 2017’an ve girtî ye biryara di çarçoveya prosedura binpêkirina ku Komîteya Wezîran a Ewropayê di 2’yê sibatê de dabû destpêkirin, îro eşkere dike. Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Tirkiyeyê Tanju Bîlgîç têkildarî biryara DMME’yê daxuyaniya nivîskî da. Bîlgîç têkildarî biryara DMME’yê wiha got: “Mixabin DMME’yê derbarê mijarê de biryara îro eşkere kiriye, biryara me pûç kir. Pergala mafê mirovan a Ewropayê carek din bûye sedemê darizandinê.”