‘Pêkanînên Esat Oktay îro jî li 300 girtîgehan didomin’

  • rojane
  • 09:00 14 Tîrmeh 2022
  • |
img

AMED - Di ser berxwedana 14’ê Tîrmehê ya Zindana Amedê re 40 sal derbas bûn. Serokê Komeleya 78’an Huseyîn Bariş derbarê mijarê de wiha got: “Pêkanînên Hejmara 5’an ên wê rojê, îro li 300 girtîgehan tên pêkanîn." 

Berxwedana di sala 1982’an de li dijî îşkenceyên der mirovahiyê li Zindana Jimara 5’an a Amedê hate dayîn, hêj jî di bîra civakê de ye. Bi ser pêkanînên li Zindana Jimara 5’an ku nêzîkatiya dewletê ya li dijî kurdan û berxwedana kurdan sembolize dike re 40 sal derbas bûn. 
 
Li girtîgeha ku girtiyên PKK’yî lê dihatin ragirtin û îşkenceyên giran lê hatin kirin, pêkanînên dermirovahiyê hatin kirin. Yek ji pêşengên PKK’ê Mazlum Dogan, di Newroza 21’ê Adara 1982’yan de sê darikên şixatê pêxistin û dawî li jiyana xwe anî. Piştî çalakiya Dogan a hewl da tarîtiyê ronî bike, di 18’ê Gulana 1982’yan de Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner ên weke “Çaran” tên zanîn xwe ketin destê hev û xwe şewitandin. Li ser hovitiya li girtîgehê berdewam kir vê carê jî yek ji pêşengên PKK’ê Mehmet Hayrî Dûrmûş li dadgeha lê dihatin darizandin de ragihand ku çalakiya rojiya mirinê dane destpêkirin. Di roja 53’yan a rojiya mirinê de Kemal Pîr, di roja 61'ê ya rojiya mirinê de Hayrî Dûrmûş, di roja 63'yan a rojiya mirinê de Akîf Yilmaz û di roja 65'an a rojiya mirinê de jî Alî Çîçek jiyana xwe ji dest dan. 
 
Serokê Komeleya 78’an a Amedê Huseyîn Bariş ku di 16’ê gulana 1981’an de hate binçavkirin, piştî 2 mehan hate girtin û 10 salan di Zindana Hejmara 5’an de mabû, îşkenceya ku li wî hatibû kirin û hovitiya ku bû şahidê wê ji ajansa me re nirxand. 
 
‘KONSEPTEKE CUDA HATE PÊKANÎN’
 
Bariş, bi lêv kir ku beriya darbeya 12’ê Îlonê li cîhanê tevgerên 68 ava bûn û li Tirkiyeyê jî pêvajoyeke hişyarbûnê dest pê kir. Bariş, da zanîn ku Kenan Evren di pêvajoyeke wisa de darbe kir û wiha got: “Pêvajoyên gelek zehmet hatin jiyîn. Di vê pêvajoyê de alîgir, sempatizan û hemû qadro hatin binçavkirin. Di nav komên hatin girtin de konsepteke cuda li PKK’iyan hate kirin. Li Hîlwan, Sêwreg, Êlihê û gelek cihan darbe hate kirin. Heta qeçaxvanan jî herkes binçav kirin. Zindana Amedê jî pêkanîneke gelek cuda bû. Li gorî reqamên fermî dibê^jin 37 mirov di Zindana Amedê de hatine qetilkirin lê li gorî agahiyên civakê 55 mirovan jiyana xwe ji dest dan. Hin kes, mehek, hin kes 6 meh hin kes salekê di bin îşkenceya giran a li girtîgehê de jiyana xwe ji dest dan.”
 
‘ZEXTÊN PSÎKOLOJÎK HEBÛN’
 
Bariş, diyar kir ku Zindana Amedê ji girtîgehên din cûdatir bû û wiha berdewam kir: “Zextên psîkolojîk jî hebûn. Fermandariya Parartêş a 7’emîn û tîmên zîndanê bê talimat dixebitîn. Li derve çawa bi kontra û çeteyan gel qir dikirin li hundir jî pêkanînên weke wan hebûn. Dizberotî û sîxurtî pêş xistin. Zeafên kesên dihatin girtin di dema îfadeyan de bikardianîn.”
 
‘VEGERANDIN LABORATUVARÊ’
 
Bariş, anî ziman ku Zindana Hejmara 5’an ji bo gelê kurd vegerandin laboratuvarê û da zanîn ku di vê girtîgeha weke laboratuvarê tê bi nav kirin de mirov û mafên mirovan hatin îmha kirin. Bariş, bal kişand ku ji bilî tundiya psikolojik her cure pêkanînên bêexlakî li girtîgehê hebûn û wiha pê de çû: “Gelê me yê bê tecrube ji ber îşkenceya didîtin tiştên nedizanîn û nedîtibûn jî îxbar dikirin. Ji ber vê yekê sîxurtî dihat ferzkirin. Ji ber vê yekê di her qawişê de sîxur hebûn. Di bin navê hevdîtina parêzer, bijîşk an jî malbatê de mirov ji qawişan dibirin û didan axaftin. Dîsa kurdî qedexe bû. Du kesan bi hev re ne dikarî pêgermiyê bikin, ew jî qedexe bû. Mirov gazî dikirin û piştî îşkenceyê bi awayekî mirî diavêtin qawişên wan. Mirov tazî dikirin û henekên xwe bi wan dikirin. Ji saet 05’ê sibê heta 11’ê êvarî Sirûda Mehter lê dixistin û îşkenceya psîkolojîk dikirin.”
 
‘PERGALEKE KU MIROVAN BIFETISÎNE AVA KIRIN’
 
Bariş, bi lêv kir ku ji girtiyekî Alman re gotina “Çi xweş e ji kesê dibêje ez tirk im re” pê dan gotin û piştî welatiyê Alman  ji girtîgehê derket tiştên jiyan vegotin Zindana Hejmara 5’an kete rojeva cîhanê jî û wiha domand: “Esat Oktay, pergaleke ku mirovan bifetisîne ava kiribû. Diviyabû sonda wan û Sirûda Îstîklalê we demekî kurt de jiber kiribûya. Dema te ne dixwend îşkence dikirin.”
 
‘BERXWEDANEKE WISA NEBÛ’
 
Bariş, bal kişand ku sedemê deng vedana Zindana Hejmara 5’an, berxwedana ku li wir hatibû nîşandan bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li girîgehên din jî îşkence hebû lê Zindana Amedê tişteke cuda bû. Qadroyên pêşeng ên tevgera PKK’ê, alîgirên wê, sempatizan û gundî, karmendên di saziyên dewletê de bi gotina ‘Sempîtazanê PKK’ê ne’ gilî li wan dihatin kirin hebûn. Pratîk û jiyana van mirovan yek bû. Ev mirovên bi rêxistin bûn. Ji ber vê yekê îşkence li wan dihate kirin. Di dîroka kurdan de 28 serhildan çêbûn lê yek ji wan jî li dijî pergalê evqas li ber xwe neda. Berxwedaneke ewqas mezin bû ku derbarê wê de pirtûk, fîlm hatin derxistin. Kesên di girtîgehê de digotin ‘Heke em ji bo vî gelî û hemû gelan têbikoşin, ji bo rê û rêbazên xwe bidomînin divê peywîra xwe bi cih bînin’. Mazlum Dogan di 21’ê Adarê de bi vê seknê çalakî pêk anî. Pişt re çarên li ser vê niqaş kirin, ji bo hişyariya gel di 18’ê gulanê de çalakî li dar xistin û xwe şewitandin.
 
KEMAL PÎR: EM DERENG MAN
 
Dû re Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akif Yilmaz û Alî Çîçek biryara ketina rojiya mirinê wergirtin. Kemal Pîr got em ‘dereng man’. Xwe rexnedayîna xwe dida û digot ‘divê em beriya Mazlum tevgeriya bûna’. Pişt re biryara Rojiya Mirinê wergirtin. Gelek kes tev li biryarê bûn. Di qawişa 36’emîn de rojiya mirinê dest pê kir. Kemal Pîr û hevalên wan di rojên cuda de jiyana xwe ji dest dan. Kemal Pîr, Hakî Karer ew nûnerên gelê kurd bûn. Lê wan ne tenê ji bo gelê kurd ji bo jiyaneke hevpar têkoşîneke mezin dan. Encama vê îro em li 4 parçeyan bi awayekî bi rêxistinî dibînin. Dîsa ev sosyalîzma rast li hemû cîhanê belav bû. Vê rêxistinkirinê nîşan da ku mirov çawa dikarin bi hev re bijîn.”
 
LI 300 GIRTÎGEHAN BERDEWAM DIKE
 
Bariş, ê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê û serdema 12’ê Îlonê hevrûkirin û got: “Tiştên îro diqewimin ji zextên pêvajoya 12’ê Îlonê derbas kirin. Demekê dewletê, bi Topal Osman, Rayberan kare xwe çareser dikir. Îro jî bi artêşa çeteyan a bi hezaran li dijî kurdan hatine bicihkirin. Pêkanînên wê demê li Hejmara 5’an dihatin kirin îro li 300 girtîgehan tên pêkanîn. Pêkanînên li girtîgeha Tirkiyeyê yên îro ji pêkanînên Esat Oktay derbas kirin. Dema Esat Oktay de îşkence, lêdan, heqaret û birçîbûn hebû. Îro jî heman tişt berdewam dikin. Îro jî li girtîgehan berxwedanên mezin hene. Ev berxwedan mîrateya Mazlûm Dogan, Çaran û berxwedêrên Rojiya Mirin a Mezin e. Ruhê fedayî yê Mazlûm Dogan îro li her derê berdewam dike. Li derve jî li hundir jî.”
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

18/07/2022
10:38 Doza Denîz Poyraz: Şirîkên cînayetê derxînin holê
10:20 Danişîna Denîz Poyraz dest pê kir: Kesek xwest bi çek bikeve edliyeyê
09:40 Piştî dayika wê hat qetilkirin qet mezin nebû!
09:02 Girtiyê ku gardiyanan lêxist: Wê min bikujin
09:02 Şoreşa Rojava 10 salî ye: Dewlemendiyeke mezin hat afirandin
09:02 ‘Pirsgirêka binesaziyê û çêkirina HES’an li Amedê rê li ber gelek nexweşiyan vedike’
09:01 Guldîken: Nexweşxane navenda bazirganiyê yan jî balafirgeh nînin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
17/07/2022
22:36 Li Licê şerekî dijwar
17:10 Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê diyar bû
16:47 Li Musilê êrişa hewayî: 5 kesan jiyana xwe ji dest da
15:06 ÎHD 36 salî ye
15:04 Di şerê li başûr de leşkerek hat kuştin
14:44 Zarokê 6 salî û kalikê xwe hatin kuştin
13:53 Belavkara Yenî Yaşamê hat berdan
13:30 Malbata Şenyaşar: Fadil li benda edaletê ye
13:04 Li Kampa Holê cînayet zêde dibin
12:16 Sancar hişyarî da muxalefetê: Li dijî planên şer hişyar bin
11:39 Li Hindistanê lehî: di 47 rojan de 102 kes mirin
11:23 Li Kerkûkê 7 endamên DAIŞ’ê hatin girtin
11:20 Danişîna 4’emîn a doza Denîz Poyraz sibê tê lidarxistin
10:27 Li Zapê êrişên bi çeken kîmyewî berdewam dikin
10:19 Çiyayê Kurdek bûye stargeha giyayên şîfayî
09:19 Li cihên di bin kontrola Tirkiyeyê de bûne 'hêlîna ewlehiya' DAIŞ'ê
09:03 Şêniyên Sûrê yên tê xwestin xaniyê wan bên xerakirin: Em derkevin em ê nikaribin heqê kirê bidin
09:02 Pîrê elewiyan: Niha jî dixwazin hewl bidin elewiyan bi şiî-îslamê asîmile bikin
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:32 Li Herêma Kurdistanê ji bo PKK’ê milyonek îmze hatin berhevkirin
16/07/2022
20:47 Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê hat binçavkirin
19:20 Tûrnûvaya futbolê ya ji bo bîranîna Kemal Kûrkût dest pê kir
19:09 Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Li hemberî îşkenceyê bawerî, wêrekî û berxwedan hebû
18:38 Rojnamevan: Bila baş bê zanîn ku dê dengê me bilindtir bibe
17:31 ‘Bila rojnameger bên berdan’
16:11 Faîlên Agît û Akîpa hatin pirsîn
15:35 Ji bo Berdevkiya Meclisa Jinan a HDP’ê carek din Başaran hat bijartin
15:33 ATK’ê ji bo girtiyê ji sedî 41 astengdar got, ‘dikare di girtîgehê de bimîne’
15:32 Qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bi pêşandanê hatin bibîranîn
15:17 ‘Bila girtî Yildirim ê ji sedî 98 astengdar e bê berdan’
14:43 Sewalên hevserokê HDP’yî hatin kuştin
14:32 Kujerên Mîhyaz hatin pirsîn
14:07 Piştevaniya ji bo 16 rojnamevanên kurd berdewam dike
13:39 Dayikên Şemiyê Hasan Gulunay bi bîr anîn
13:01 Xizmên Windayan li aqubeta Hasan Gulunay pirsîn
13:00 Meclisa Jinan a HDP’ê civiya: Dê xeta têkoşînê ya dema nû were diyarkirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Bi gotinan aramî û xweşî nayê
11:52 Dîsa êrişî gora Alîş Çubuk kirin
11:46 Girtiyan 33 qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bi bîr anîn
11:12 Li Amedê jina ku rastî êrişê hat bi xedarî birîndar bû
11:11 Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê li gelek bajaran bên bibîranîn
10:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya
10:02 Berhemên Baxçeyên Hewselê bûne çavkaniya debara welatiyan
09:02 AYM: Mafê hilbijartinê yê Yuksekdag hatiye binpêkirin
09:02 Banga ji bo doza Denîz Poyraz
09:01 16 rojnamevan mehek e girtî ne
09:00 Bêyî 'destûrwergirtinê' kes nikare biçe Cîloyê!
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
15/07/2022
20:51 Li Girtîgeha Beşîkduzu ya Tîpa T'yê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
18:17 Mazlûm Ebdî: Tirkiye gava keysê bi dest bixe dê êrişê bîne ser herêmê
16:37 Li Rihayê bîranîna 14’ê Tîrmehê hat lidarxistin
15:33 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût sibê dest pê dike
13:41 Li Amed û Stenbolê dê ji bo rojnamevanên girtî daxuyanî bên dayîn
13:26 Ferît Şenyaşar: Em ê gotina xwe ya heq, hiqûq û edalet bidomînin
13:26 Hêzên PDK’ê stranên tirkî bi rojnamevan Geerdinke dane guhdarkirin
12:17 PZK'ê Celadet Alî Bedirxan bi bîr anî
11:56 Bîlançoya şer a 3 mehan hate aşkerekirin
10:37 Greenpeace: Talankirina xwezaya li herêmê derveyî qada pisporiya me ye
09:29 Li Elkê 4 sal in projeya germavê berdewam dike
09:15 Şamî: Em ê şer bibin hemû herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de
09:03 Serdozgeriya Dadgeha Bilind xwest Başbûg di doza Licê de bê guhdarkirin
09:03 ‘Azadiya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye’
09:01 Behsa mirina bi guman a li girtîgehê kir
09:01 Hemalê 67 salî : Nanê feqîran qediya
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
14/07/2022
18:58 Pirtûka Esmer Kiyarê îmze kirin
16:23 Nobeda Edaletê di hefteya 17’emîn de ye: Ma cîhan îşkenceyê nabîne?
16:17 Tunç: Ruhê 14’ê Tîrmehê paradîgmaya me ya îro ye
13:40 Yekitiya Nivîskarên Neteweyî: Em piştgiriyê didin rojnamevanên kurd
12:50 ATK’ê rapora sêyemîn ‘dikare di hefsê de bimîne’ da Tugluk
12:40 Nobeda Edaletê: Partiyên siyasî hevkarên vî sûcî ne
12:32 Malbata Şenyaşar nobeda xwe ya îro li Girtîgeha Xarpêtê digire
12:24 Polîsan bîranîna Elî Çîçek asteng kir
12:14 PDK’ê rojnamevana Holandî Geerdink dersînor kir
11:40 Şewata li Çeşmê û Datçayê didome
11:20 Bêdengiya têkildarî cenazeyê leşkerê di destê HPG’ê de didome
10:17 Nameyên rojnamevanên girtî hatin desteserkirin
10:02 Li 3 gundên Hîzanê qedexeya derketina derve hate ragihandin
09:38 Malbatên rojnamevanên girtî bi lêgerîna tazî re rûbirû man
09:35 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
09:30 Li Hatayê mudaxileyî Mîhrîcana Evvel Temmûzê kirin: 24 kes hatin binçavkirin
09:08 Li Girtîgeha Aydinê mirineke bi guman: Gelo întîhar e yan cînayet e?
09:02 Li Amedê ji 2 testan testek pozîtîf e
09:02 Êrişên nijadperest zêde bûne, gelek penaber serî li komeleyê didin
09:00 ‘Pêkanînên Esat Oktay îro jî li 300 girtîgehan didomin’
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
13/07/2022
15:39 Li pêş girtîgehê Nobeta Edaletê girtin: Bêdengî wijdanan dirizîne
14:35 ÇEVDER: Geliyê Zîlan îro jî bi talana ekolojîk tê werankirin
13:03 Malbata Şenyaşar: Kesên ji qêrînên edaletê re bêdeng dimînin wê winda bikin
12:42 Nobeta edaletê di roja 240'emîn de berdewam dike
11:56 Bûldan: Ez spasiya xwe pêşkeşî herkesên ku bûn şîrîkê şîna me dikim
11:32 Li Efrînê 3 kes hatin revandin