Hemalê 67 salî : Nanê feqîran qediya

  • rojane
  • 09:01 15 Tîrmeh 2022
  • |
img

AMED - Seyfettîn Polat (67) ku nêzîkî 50 sale li xaçerêya Rezanê ya Amedê hemaltiyê dike, diyar kir ku ji sibê heta êvarê li benda bar disekine lê ji ber krîza aborî kar nemaye û got: “Nanê feqîran qediya ye.”

Li Tirkiyeyê krîza aborî roj bi roj kûr dibe, şert û mercên kar û xebatê jî her ku diçe zehmet dibin û welatî êdî nikarin debara xwe bikin. Ji ber bêkariyê welatî ji bo ku debara xwe bikin, hewl didin an karên rojane bikin an jî di karên bê sigorte de bixebitin. Yek ji wan karan jî hemaltî ye. Li Amedê, ji bazara geniman, heta hala zerzevat û fêkiyan ji Deriyê Rihayê heta xaçereya navçeya Rezana Amedê, hemal ji bo karê rojane disekinin û hêjmara wan jî ji ber krîza aborî her roj zêde dibe. Kesên ku  temenê wan mezin û kal bûne, teqawît bûne, zanîngeh xelas kirine, ji kar hatine avêtin, an jî bi dehan sal in vî karî dikin, ji bo ku debara xwe bikin tên bahev û li benda bar disekinin. 
 
Yek ji wan hemalan jî Seyfettîn Polat e. Polat 67 sali ye û nêzikî 50 sal in bi gelemperî jî li xaçerêya Rezanê ya Amedê hemaltiyê dike. Bi temenê xwe yê mezin heta îro bênavber, bipişta xwe bar kişandiye. Polat, serê sibê seat di şeşan de radibe û heta êvarê seat şeşan li xaçerê ji bo bar disekine û hemû esnaf û welatiyên Rezanê wî weke Xalê Seyfettîn nas dikin.  
 
‘7 SAL JI BO NEXWEŞIYA HEVJÎNA XWE HEMALTÎ KIR’
 
Seyfettîn Polat da zanin ku 5 keçik û kurekî xwe bi hemaltiyê zewicandine, di ciwantiya xwe de dest bi hemaltiyê kiriye û wiha qala serpêhatiya xwe kir: “Min hemû zarokên xwe zewicandin. Wê demê kar hebû ez jî xort bûm pereyên ku di destê min de hebû hemû ji zewaca wan û nexweşiya hevjina min re xerc kirin. 15 sal berê hevjîna min nexweşa penceşêrê bû 7 sal tedawî dît û dawiyê mir. Wan çaxan yanî 15 sal berê derziyek hezar û 250 lîre bû, di heman demê de serûma wê jî hebû û 7 sal ji bo wê xebitîm. Bi hemaltiyê ez ji bo tedawiya nexweşiya hevjîna xwe xebitîm lê nebû, dawiyê bi nexweşiya penceşerê jiyana xwe ji dest da.  Lawikekî min jî nû zewiciyabû û hesinkarî dikir. Piştî zewîcî, salek şunda li kargehê ceyranê girt û jiyana xwe ji dest da, ez jî mame tenê.”
 
‘ BI KEDA PÎ Û MILÊ XWE ME KAR KIR’
 
Polat, diyar kir ku van rojan hem ji ber kriza aborî û hem jî ji ber kalbûnê êdî nikare bar hilgire, lewma jî debara xwe nikare bike û got: “Dema ku ez xort bûm kar hebû, ez dişuxuliyam, me li gorî xwe debara xwe dikir. Heta îro bi keda pî û milên xwe bi xwêdana eniya xwe me kar kir û jiyana xwe berdewam kir. Ez êdî nikarim kar bikim, kal bûm ez serê sibê seat di şeş û nîv an de ji mala xwe derdikevim têm xaçerê heta evarê saet şeşan disekinim û paş stuyê xwe dixurînim û diçim malê. Kar tune ye, nemaye.” 
 
‘EZ LI VIR TENÊ BI SIMÎTEKÊ ÎDARE DIKIM’
 
Polat, bi lêv kir hemû hemal li xaçerê di bin germahiya 40 derece ya Amedê li benda kar in lê heta êvarê tu kes ji cîhê xwe nalêqite û wiha berdewam kir: “Em li ber tavê, germa havînê heta êvarî disekinin û tu kar jî tune ye.  Ji serê sibê heta êvarê ez li vir tenê bi sîmîtekê îdare dikim. Em di ber firinê re derbas dibin car caran nikarin nan jî bikirin. Ez li xelkê dinêrim xelk jî pêrîşan bûye, her tişt biha bûye . Li vir di mehê de 2-3 kar an derdikeve an na, em rezîl bûne, haya kesê ji rewşa me nîne. Ez bi vê rewşa xwe ya xirab milletî dinêrim û xemgîn dibim, millet jî ketî ye. Kirêya xanî, faturayên ceyranê, avê êdî nikarin bidin.”
 
‘NANÊ FEQÎRAN QEDIYA’
 
Polat, ê bal kişand ser teknolojî û teknîka îro, da zanîn ku hemaltî piştî pêşketina makîneyan xilas bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berê li aliyêkî me malzemeyên înşaetê dikişand bînayan, li aliyekî jî eşyayên malan me bar dikir, lê niha di nava hefteyekê de karek jî bi destê me nakeve. Di heman demê de bi makîneyan her kes karê xwe dibîne û barê xwe radike ji ber vê yekê jî hemaltî qediya ye. Berê malzemeyê dihat bi pişt û destê mirovan dihat  rakirin û bar kirin, îro makineyê karê me ji destê me girtiye û nanê feqiran qediya.”
 
‘EZ PIŞTÎ VÎ TEMENÎ ÇAWA DEBARA XWE BIKIM’
 
Polat, anî ziman ku ji ber kalbûnê êdî ji qewetê ketiye, nikare kar bike û got: “Hewceye ku mirov di rojê de sê caran xwarin bixwe, lê wexta tune be wê çawa be?  Hevalên min ên derdorê jî mîna min betal in. Ez piştî vî temenî çibikim, çawa debara xwe bikim? Tu kar jî ji destê min naye.” Polat, bal kişand ser muçeyê ku desthilat ji bo kalan dide û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo kalbûnê hezar lîre pere didin, bi vî pereyî ez çibikim, bidim avê, bidim ceyranê, bidim xwarinê? Ez ê çi bikim neçar mame û dixebitim.”
 

Sernavên din

18/07/2022
10:38 Doza Denîz Poyraz: Şirîkên cînayetê derxînin holê
10:20 Danişîna Denîz Poyraz dest pê kir: Kesek xwest bi çek bikeve edliyeyê
09:40 Piştî dayika wê hat qetilkirin qet mezin nebû!
09:02 Girtiyê ku gardiyanan lêxist: Wê min bikujin
09:02 Şoreşa Rojava 10 salî ye: Dewlemendiyeke mezin hat afirandin
09:02 ‘Pirsgirêka binesaziyê û çêkirina HES’an li Amedê rê li ber gelek nexweşiyan vedike’
09:01 Guldîken: Nexweşxane navenda bazirganiyê yan jî balafirgeh nînin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
17/07/2022
22:36 Li Licê şerekî dijwar
17:10 Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê diyar bû
16:47 Li Musilê êrişa hewayî: 5 kesan jiyana xwe ji dest da
15:06 ÎHD 36 salî ye
15:04 Di şerê li başûr de leşkerek hat kuştin
14:44 Zarokê 6 salî û kalikê xwe hatin kuştin
13:53 Belavkara Yenî Yaşamê hat berdan
13:30 Malbata Şenyaşar: Fadil li benda edaletê ye
13:04 Li Kampa Holê cînayet zêde dibin
12:16 Sancar hişyarî da muxalefetê: Li dijî planên şer hişyar bin
11:39 Li Hindistanê lehî: di 47 rojan de 102 kes mirin
11:23 Li Kerkûkê 7 endamên DAIŞ’ê hatin girtin
11:20 Danişîna 4’emîn a doza Denîz Poyraz sibê tê lidarxistin
10:27 Li Zapê êrişên bi çeken kîmyewî berdewam dikin
10:19 Çiyayê Kurdek bûye stargeha giyayên şîfayî
09:19 Li cihên di bin kontrola Tirkiyeyê de bûne 'hêlîna ewlehiya' DAIŞ'ê
09:03 Şêniyên Sûrê yên tê xwestin xaniyê wan bên xerakirin: Em derkevin em ê nikaribin heqê kirê bidin
09:02 Pîrê elewiyan: Niha jî dixwazin hewl bidin elewiyan bi şiî-îslamê asîmile bikin
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:32 Li Herêma Kurdistanê ji bo PKK’ê milyonek îmze hatin berhevkirin
16/07/2022
20:47 Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê hat binçavkirin
19:20 Tûrnûvaya futbolê ya ji bo bîranîna Kemal Kûrkût dest pê kir
19:09 Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Li hemberî îşkenceyê bawerî, wêrekî û berxwedan hebû
18:38 Rojnamevan: Bila baş bê zanîn ku dê dengê me bilindtir bibe
17:31 ‘Bila rojnameger bên berdan’
16:11 Faîlên Agît û Akîpa hatin pirsîn
15:35 Ji bo Berdevkiya Meclisa Jinan a HDP’ê carek din Başaran hat bijartin
15:33 ATK’ê ji bo girtiyê ji sedî 41 astengdar got, ‘dikare di girtîgehê de bimîne’
15:32 Qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bi pêşandanê hatin bibîranîn
15:17 ‘Bila girtî Yildirim ê ji sedî 98 astengdar e bê berdan’
14:43 Sewalên hevserokê HDP’yî hatin kuştin
14:32 Kujerên Mîhyaz hatin pirsîn
14:07 Piştevaniya ji bo 16 rojnamevanên kurd berdewam dike
13:39 Dayikên Şemiyê Hasan Gulunay bi bîr anîn
13:01 Xizmên Windayan li aqubeta Hasan Gulunay pirsîn
13:00 Meclisa Jinan a HDP’ê civiya: Dê xeta têkoşînê ya dema nû were diyarkirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Bi gotinan aramî û xweşî nayê
11:52 Dîsa êrişî gora Alîş Çubuk kirin
11:46 Girtiyan 33 qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bi bîr anîn
11:12 Li Amedê jina ku rastî êrişê hat bi xedarî birîndar bû
11:11 Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê li gelek bajaran bên bibîranîn
10:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya
10:02 Berhemên Baxçeyên Hewselê bûne çavkaniya debara welatiyan
09:02 AYM: Mafê hilbijartinê yê Yuksekdag hatiye binpêkirin
09:02 Banga ji bo doza Denîz Poyraz
09:01 16 rojnamevan mehek e girtî ne
09:00 Bêyî 'destûrwergirtinê' kes nikare biçe Cîloyê!
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
15/07/2022
20:51 Li Girtîgeha Beşîkduzu ya Tîpa T'yê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
18:17 Mazlûm Ebdî: Tirkiye gava keysê bi dest bixe dê êrişê bîne ser herêmê
16:37 Li Rihayê bîranîna 14’ê Tîrmehê hat lidarxistin
15:33 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût sibê dest pê dike
13:41 Li Amed û Stenbolê dê ji bo rojnamevanên girtî daxuyanî bên dayîn
13:26 Ferît Şenyaşar: Em ê gotina xwe ya heq, hiqûq û edalet bidomînin
13:26 Hêzên PDK’ê stranên tirkî bi rojnamevan Geerdinke dane guhdarkirin
12:17 PZK'ê Celadet Alî Bedirxan bi bîr anî
11:56 Bîlançoya şer a 3 mehan hate aşkerekirin
10:37 Greenpeace: Talankirina xwezaya li herêmê derveyî qada pisporiya me ye
09:29 Li Elkê 4 sal in projeya germavê berdewam dike
09:15 Şamî: Em ê şer bibin hemû herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de
09:03 Serdozgeriya Dadgeha Bilind xwest Başbûg di doza Licê de bê guhdarkirin
09:03 ‘Azadiya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye’
09:01 Behsa mirina bi guman a li girtîgehê kir
09:01 Hemalê 67 salî : Nanê feqîran qediya
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
14/07/2022
18:58 Pirtûka Esmer Kiyarê îmze kirin
16:23 Nobeda Edaletê di hefteya 17’emîn de ye: Ma cîhan îşkenceyê nabîne?
16:17 Tunç: Ruhê 14’ê Tîrmehê paradîgmaya me ya îro ye
13:40 Yekitiya Nivîskarên Neteweyî: Em piştgiriyê didin rojnamevanên kurd
12:50 ATK’ê rapora sêyemîn ‘dikare di hefsê de bimîne’ da Tugluk
12:40 Nobeda Edaletê: Partiyên siyasî hevkarên vî sûcî ne
12:32 Malbata Şenyaşar nobeda xwe ya îro li Girtîgeha Xarpêtê digire
12:24 Polîsan bîranîna Elî Çîçek asteng kir
12:14 PDK’ê rojnamevana Holandî Geerdink dersînor kir
11:40 Şewata li Çeşmê û Datçayê didome
11:20 Bêdengiya têkildarî cenazeyê leşkerê di destê HPG’ê de didome
10:17 Nameyên rojnamevanên girtî hatin desteserkirin
10:02 Li 3 gundên Hîzanê qedexeya derketina derve hate ragihandin
09:38 Malbatên rojnamevanên girtî bi lêgerîna tazî re rûbirû man
09:35 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
09:30 Li Hatayê mudaxileyî Mîhrîcana Evvel Temmûzê kirin: 24 kes hatin binçavkirin
09:08 Li Girtîgeha Aydinê mirineke bi guman: Gelo întîhar e yan cînayet e?
09:02 Li Amedê ji 2 testan testek pozîtîf e
09:02 Êrişên nijadperest zêde bûne, gelek penaber serî li komeleyê didin
09:00 ‘Pêkanînên Esat Oktay îro jî li 300 girtîgehan didomin’
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
13/07/2022
15:39 Li pêş girtîgehê Nobeta Edaletê girtin: Bêdengî wijdanan dirizîne
14:35 ÇEVDER: Geliyê Zîlan îro jî bi talana ekolojîk tê werankirin
13:03 Malbata Şenyaşar: Kesên ji qêrînên edaletê re bêdeng dimînin wê winda bikin
12:42 Nobeta edaletê di roja 240'emîn de berdewam dike
11:56 Bûldan: Ez spasiya xwe pêşkeşî herkesên ku bûn şîrîkê şîna me dikim
11:32 Li Efrînê 3 kes hatin revandin