Pîrê elewiyan: Niha jî dixwazin hewl bidin elewiyan bi şiî-îslamê asîmile bikin

  • rojane
  • 09:02 17 Tîrmeh 2022
  • |
img

MEREŞ - Pîrê elewîyan Suleyman Deprem diyar kir ku bernameya ji bo birina 300 dedeyên elewîyan a ji bo Kerbelayê berdewama polîtîkaya bişavtinê ye û got: “Bi sunî-îslamê nikaribûn elewiyan asîmîle bikin. Siyaseta xwe guherandin û hewl didin elewîyan bi şiî-îslamê asîmîle bikin."

Wezareta Karên Navxweyî, Wezareta Çand û Turîzmê û Wezareta Ciwanan û Werzîşê dê di navbera 19-23'yê Tebaxê da bi dirûşmeya "Em bibin yek, mezin bibin, zindî bibin" dê bi beşdarbûna 400 ciwanên elewî li navçeya Hacibektaşê ya Nevşehîrê “Kampa Ciwanan a Hecîbektaşê” li dar bixe. Her wiha Wezareta Karên Navxweyî û Wezareta Çand û Tûrîzmê jî nivîs şandin ji walîtiyan re û ji wan xwestin 300 dedeyên elewî eyar bikin ji bo wan di Kanûna 2022'yan de bibin Kerbelayê. Ev hewldanên wezaretan li bara rêxistinên elewiyan bû cihê bertekên mezin. 
 
Li taxa Qantarma ya navçeya Elbîstan a Mereşê ji Ocaxa Sînemîlliyê pîr Suleyman Deprem (69) xebatên wezaretê, baweriya elewîtiyê, dewlet û têkiliyên elewiyan ji Ajansa Mezopotamyayê nirxandin. 
 
ASÎMILASYON
 
Deprem diyar kir ku cewhera elewîtiyê felsefeya "Enel Heq" a Xelacê Mansûr e, elewîtî di dîrokên cuda de ji aliyê gelên cuda ve rastî asîmîlasyonê hatiye û hin dîn jî hewl dane ku wê wekî mezheb nîşan bidin. Deprem bi lêv kir ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên li hemberî elewîtiyê îro jî dewam dikin û got: “Ev polîtîkayên asîmilasyonê hem ji aliyê misilmanan hem jî ji aliyê xiristiyanan ve tên pêkanîn. Polîtîkaya asîmlasyon, înkar û qirkirinê ya herî giran piştî îslama emewiyan bû îslameke siyasî li elewiyan hat ferzkirin. Pêşî misilmantî li êzidiyan hat ferzkirin. Ji ber ku qebûl nekirin bi 74 fermanan re rû bi rû man. Paşê jî ji elewiyan re gotin Madem hûn dibêjin Elî, nexwe hûn ê bibin misilman, Elî yê me jî heye.'"
 
Deprem destnîşan kir ku di jiyana bingehîn a elewiyan de têgehên wekî şer, artêş, pevçûn, xespkirin, xenîmet an jî êriş tune ne û got: "Civaka rizayê li ser asasê jiyaneke komînal û hezkirinê ye." Deprem diyar kir ku elewîtî avaniyeke derî dewletê ye û wiha dewam kir: “Di feraseta elewîtiyê de avaniya dewleta klasîk tune ye. Elewî heta niha nexwestine bibin desthilatdar. Di elewîtiyê de her kes wekhev e. Dewlemend û feqîr tune ne. Heta salên 1950’yî elewî li Qantarmayê qet serî li dewletê nedidan. Di jiyana me de dewlet tune bû. Hevdîtina elewiyan a bi 'dewletê' re di dema di bin navê ewlehîyê de rêyên gundan hatin çêkirin çêbû. Piştî geşbûna têkoşîna azadiyê ya kurd, ne ji bo xizmeta me, ji bo karibin biçin çiyayan rê çêkirin. Niha jî di çûn û hatina hin gundên elewiyan de pirsgirêk hene. Rê wekî 50 sal berê ne. Bi dewletê re dejenerebûn hat. Me hemû pirsgirêkên xwe li cemxaneyan, li bara civakê hel dikir. Heta muxtar bi xwe jî li cemxaneyê ji alîyên dilxwazan ve bi yekdengî dihat hilbijartin. Kesek jî qaneh nebûya nedibû, divê bi dilê her kesî bûna." 
 
Deprem da zanîn ku dewletê ewilî Dersimê û piştre jî Ocaxa Sînemîlliyê wekî "herêma pîlot" hilbijartiye û wiha axivî: "Ji bo van herêman polîtîkayên taybet ên pergalê hene. Ev, polîtîkaya qelihandin û qirkirinê ne ye ku lis er asasê senteza tirk-îslamê li hemberî elewiyan tê pêkanîn. Ev ji dema Sultan Hemîd heya niha didome. Heman polîtîka li ser ermenî, suryanî û kurdan jî tê meşandin. Elewî xwedî milkên taybet nîn in. Piştî komarê ji bo elewiyan milkên xisûsî hatin teşwîqkirin. Parvekirina hevpar dijminê sereke yê dewletê ye. Li hemberî vê jî hat gotin ku 'tu nikarî bibî hîsedar, divê bibî xwedî.' Em elewî dibêjin 'divê bawerî, ziman, çand nebin parçeyeke dewletê.' Em naxwazin tu dewlet tiştên ku em pê bawer dikin bike. Ev yek beyaneke bingehîn a Peymana Mafên Mirovan a Navneteweyî ye."
 
'HERÊM JI MIROVAN HAT XALÎKIRIN'
 
Deprem destnîşan kir ku piştî 12'ê Îlona 1980'yî elewî rastî "sirgûna bi dilxwazî" hatine û elewî bi zanebûn ji warên xwe hatin qewirandin û herêm vala bû. Deprem bi lêv kir ku elewî rastî qetlîamên fizîkî hatine û îro ev yek bi talankirina xwezayê didome. Deprem di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji her kesî re gotin 'Hûn nikarin li vir bazirganiyê bikin, biçin Ewropayê.' Gava karekî me diket aliyê dewletê bi mehan nedihat helkirin, lê dewlet di derbekê de pasaport dan me. Ew pasaportên ku li cihine din bi mehan nedihatin dayîn, ji bo me di rojekê de dihatin hazirkirin. Her çi qas ez çepgir im û kurdekî elewî me, lê di rojekê de pasaport dan min. Em her tim wekeî'dijminê dewletê' hatin binavkirin. Bifikirin bê ka çima di şevekê de pasaport dane me. Ez bi pasaporta ku min wergirt ji bo demeke kurt çûm derve û vegeriyam. Ger ez bimama, belkî min kesayetiya xwe winda bikira, belkî min jiyana xwe ji dest bida, lê ji kesayetiya min ne girîngtir e."
 
‘ASÎMILEKIRINA BI ŞIÎ ÎSLAMÊ'
 
Deprem ji bo 300 elewiyên ku wezaret dixwazin wan di kanûna 2022'yan de bibin Kerbelayê û ji bo "Kampa Ciwanan a Hacibektaşê" ku dê 400 ciwanên elewî tev li bibin jî destnîşan kir ku ev berdewamiya polîtîkayên asîmilasyonê yên li ser elewiyan e û wiha got: “Dewleta ku em lê ne dewleteke mezhebê îslama sunî ye. Nikarîbûn elewiyan bi îslama sunî asîmîle bikin, ev ne mimkun bû. Lê rabûn siyaseta xwe guherandin û bi rêya îslama şiî hewl dan elewiyan asîmîle bikin. Ji ber vê niha li cemxaneyan bi piranî dedetîyê bi mîsyonerên şiî didin kirin. Statuyê nadin cemxaneyan û wek navendên asîmîlasyonê tên bikaranîn. Mixabin li cemxaneyan ayînên elewîyan nayên kirin." 
 
Deprem bi bîr xist ku desthilata AKP'ê di navbera salên 2007-2009'an de "Komxebatên Elewiyan" li dar xistiye û got: "Ev hemû jî ji bo asîmîlasyonê ber bi asteke hîn bilind ve bibin. Ne ji bo ku mafina bidin elewiyan. Dê dedeyan bibin Kerbelayê. Em li Kerbelayê helwesta Husên bi rêzgirî pêşwazî dikin, lê Husên îmamekî mizgeftê ye. Kes nikare vê yekê înkar bike. Bi Yezîd re li ser xelîfetiyê şer kir. Di elewîtiyê de îmamtî û xelîfetî tune ye. Di dîroka Kerbelayê de li Kerbelayê cemeke elewiyan nehatiye lidarxistin. Ji berê de li Kerbelayê nimêj tê kirin, rojî tê girtin û li ser asasên mezheba şiîyê 5 şertên îslamê bi cih tên. Li Kerbelayê elewî tune ne, hemû şiî û misilman in. Çima hûn bi zorê berê me didin sunîtî yan jî şiîtiyê?" 
 
STATUYA CEMXANEYAN
 
Deprem ku got "Tu dewlet li welatiyên xwe ferz nake û nabêje tu yê baweriya xwe bi vî dînî bînî" di dawiyê de wiha axivî: "Hûn nikarin îradeya azad a tu kesî asteng bikin, ev ne mirovî ye. Di vê çarçoveyê de dersên dînî yên mecbûrî jî dikarin bên nirxandin. Ev ders wekî amûrek çewisandinê tên bikar anîn. Hemû gerdûn cihê heqiyê ye. Mirov dikare her dem, li her derî bi rastiyê dua bike. Lê belê di rewşeke wisa de ku em ji vê xakê hatin sirgûnkirin û em neçar man wekî penaber li çar aliyê cîhanê belav bibin, em hatin cem hev û me bi hev re daxwaza cihekî ji bo baweriya xwe kir. Ev mafê me ye. Em bacê didin, em hevwelatî ne. Pêdiviya me bi cihekî heye ku em wekî her kesî li gor baweriya xw etevbigerin. Me jê re got cemxane. Me bi pereyên xwe cemxaneyên xw eçêkirin û pergalê tiştek negot, lê statuyê nadin. Hê jî nehatiye dayîn. Em tiştê ku heqê me ye dixwazin, tiştê ku heqê me ye divê li me bê vegerandin. Em ji kesî napirsin. Em ê di dawiyê de bi dest bixin, divê em wê bi dest bixin. Ji bo wê têkoşîn divê. Em zirarê nadin tu kesî û naxwazin tu kes jî zirarê bide me."
 
MA / Emrûllah Acar
 
 

Sernavên din

18/07/2022
10:38 Doza Denîz Poyraz: Şirîkên cînayetê derxînin holê
10:20 Danişîna Denîz Poyraz dest pê kir: Kesek xwest bi çek bikeve edliyeyê
09:40 Piştî dayika wê hat qetilkirin qet mezin nebû!
09:02 Girtiyê ku gardiyanan lêxist: Wê min bikujin
09:02 Şoreşa Rojava 10 salî ye: Dewlemendiyeke mezin hat afirandin
09:02 ‘Pirsgirêka binesaziyê û çêkirina HES’an li Amedê rê li ber gelek nexweşiyan vedike’
09:01 Guldîken: Nexweşxane navenda bazirganiyê yan jî balafirgeh nînin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
17/07/2022
22:36 Li Licê şerekî dijwar
17:10 Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê diyar bû
16:47 Li Musilê êrişa hewayî: 5 kesan jiyana xwe ji dest da
15:06 ÎHD 36 salî ye
15:04 Di şerê li başûr de leşkerek hat kuştin
14:44 Zarokê 6 salî û kalikê xwe hatin kuştin
13:53 Belavkara Yenî Yaşamê hat berdan
13:30 Malbata Şenyaşar: Fadil li benda edaletê ye
13:04 Li Kampa Holê cînayet zêde dibin
12:16 Sancar hişyarî da muxalefetê: Li dijî planên şer hişyar bin
11:39 Li Hindistanê lehî: di 47 rojan de 102 kes mirin
11:23 Li Kerkûkê 7 endamên DAIŞ’ê hatin girtin
11:20 Danişîna 4’emîn a doza Denîz Poyraz sibê tê lidarxistin
10:27 Li Zapê êrişên bi çeken kîmyewî berdewam dikin
10:19 Çiyayê Kurdek bûye stargeha giyayên şîfayî
09:19 Li cihên di bin kontrola Tirkiyeyê de bûne 'hêlîna ewlehiya' DAIŞ'ê
09:03 Şêniyên Sûrê yên tê xwestin xaniyê wan bên xerakirin: Em derkevin em ê nikaribin heqê kirê bidin
09:02 Pîrê elewiyan: Niha jî dixwazin hewl bidin elewiyan bi şiî-îslamê asîmile bikin
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:32 Li Herêma Kurdistanê ji bo PKK’ê milyonek îmze hatin berhevkirin
16/07/2022
20:47 Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê hat binçavkirin
19:20 Tûrnûvaya futbolê ya ji bo bîranîna Kemal Kûrkût dest pê kir
19:09 Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Li hemberî îşkenceyê bawerî, wêrekî û berxwedan hebû
18:38 Rojnamevan: Bila baş bê zanîn ku dê dengê me bilindtir bibe
17:31 ‘Bila rojnameger bên berdan’
16:11 Faîlên Agît û Akîpa hatin pirsîn
15:35 Ji bo Berdevkiya Meclisa Jinan a HDP’ê carek din Başaran hat bijartin
15:33 ATK’ê ji bo girtiyê ji sedî 41 astengdar got, ‘dikare di girtîgehê de bimîne’
15:32 Qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bi pêşandanê hatin bibîranîn
15:17 ‘Bila girtî Yildirim ê ji sedî 98 astengdar e bê berdan’
14:43 Sewalên hevserokê HDP’yî hatin kuştin
14:32 Kujerên Mîhyaz hatin pirsîn
14:07 Piştevaniya ji bo 16 rojnamevanên kurd berdewam dike
13:39 Dayikên Şemiyê Hasan Gulunay bi bîr anîn
13:01 Xizmên Windayan li aqubeta Hasan Gulunay pirsîn
13:00 Meclisa Jinan a HDP’ê civiya: Dê xeta têkoşînê ya dema nû were diyarkirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Bi gotinan aramî û xweşî nayê
11:52 Dîsa êrişî gora Alîş Çubuk kirin
11:46 Girtiyan 33 qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bi bîr anîn
11:12 Li Amedê jina ku rastî êrişê hat bi xedarî birîndar bû
11:11 Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê li gelek bajaran bên bibîranîn
10:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya
10:02 Berhemên Baxçeyên Hewselê bûne çavkaniya debara welatiyan
09:02 AYM: Mafê hilbijartinê yê Yuksekdag hatiye binpêkirin
09:02 Banga ji bo doza Denîz Poyraz
09:01 16 rojnamevan mehek e girtî ne
09:00 Bêyî 'destûrwergirtinê' kes nikare biçe Cîloyê!
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
15/07/2022
20:51 Li Girtîgeha Beşîkduzu ya Tîpa T'yê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
18:17 Mazlûm Ebdî: Tirkiye gava keysê bi dest bixe dê êrişê bîne ser herêmê
16:37 Li Rihayê bîranîna 14’ê Tîrmehê hat lidarxistin
15:33 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût sibê dest pê dike
13:41 Li Amed û Stenbolê dê ji bo rojnamevanên girtî daxuyanî bên dayîn
13:26 Ferît Şenyaşar: Em ê gotina xwe ya heq, hiqûq û edalet bidomînin
13:26 Hêzên PDK’ê stranên tirkî bi rojnamevan Geerdinke dane guhdarkirin
12:17 PZK'ê Celadet Alî Bedirxan bi bîr anî
11:56 Bîlançoya şer a 3 mehan hate aşkerekirin
10:37 Greenpeace: Talankirina xwezaya li herêmê derveyî qada pisporiya me ye
09:29 Li Elkê 4 sal in projeya germavê berdewam dike
09:15 Şamî: Em ê şer bibin hemû herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de
09:03 Serdozgeriya Dadgeha Bilind xwest Başbûg di doza Licê de bê guhdarkirin
09:03 ‘Azadiya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye’
09:01 Behsa mirina bi guman a li girtîgehê kir
09:01 Hemalê 67 salî : Nanê feqîran qediya
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
14/07/2022
18:58 Pirtûka Esmer Kiyarê îmze kirin
16:23 Nobeda Edaletê di hefteya 17’emîn de ye: Ma cîhan îşkenceyê nabîne?
16:17 Tunç: Ruhê 14’ê Tîrmehê paradîgmaya me ya îro ye
13:40 Yekitiya Nivîskarên Neteweyî: Em piştgiriyê didin rojnamevanên kurd
12:50 ATK’ê rapora sêyemîn ‘dikare di hefsê de bimîne’ da Tugluk
12:40 Nobeda Edaletê: Partiyên siyasî hevkarên vî sûcî ne
12:32 Malbata Şenyaşar nobeda xwe ya îro li Girtîgeha Xarpêtê digire
12:24 Polîsan bîranîna Elî Çîçek asteng kir
12:14 PDK’ê rojnamevana Holandî Geerdink dersînor kir
11:40 Şewata li Çeşmê û Datçayê didome
11:20 Bêdengiya têkildarî cenazeyê leşkerê di destê HPG’ê de didome
10:17 Nameyên rojnamevanên girtî hatin desteserkirin
10:02 Li 3 gundên Hîzanê qedexeya derketina derve hate ragihandin
09:38 Malbatên rojnamevanên girtî bi lêgerîna tazî re rûbirû man
09:35 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
09:30 Li Hatayê mudaxileyî Mîhrîcana Evvel Temmûzê kirin: 24 kes hatin binçavkirin
09:08 Li Girtîgeha Aydinê mirineke bi guman: Gelo întîhar e yan cînayet e?
09:02 Li Amedê ji 2 testan testek pozîtîf e
09:02 Êrişên nijadperest zêde bûne, gelek penaber serî li komeleyê didin
09:00 ‘Pêkanînên Esat Oktay îro jî li 300 girtîgehan didomin’
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
13/07/2022
15:39 Li pêş girtîgehê Nobeta Edaletê girtin: Bêdengî wijdanan dirizîne
14:35 ÇEVDER: Geliyê Zîlan îro jî bi talana ekolojîk tê werankirin
13:03 Malbata Şenyaşar: Kesên ji qêrînên edaletê re bêdeng dimînin wê winda bikin
12:42 Nobeta edaletê di roja 240'emîn de berdewam dike
11:56 Bûldan: Ez spasiya xwe pêşkeşî herkesên ku bûn şîrîkê şîna me dikim
11:32 Li Efrînê 3 kes hatin revandin