'Piştî Şengal û Somaliyê dê biçûya Kobanê'

  • rojane
  • 09:04 19 Tîrmeh 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Hatîce Ozkan, xwişka Hogir Ozkan ê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da got: “Birayê min çû Şengalê û ji bo hêviyê dê biçûna Kobanê. Em tenê doza edaletê dikin."
 
Di ser erişa bombeyî ya DAIŞ'ê re 7 sal derbas bûn ku di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê pêk hat. Ev qas sal derbas bûne lê hê jî doza hatiye vekirin wekî xwe yê berê ye. Lêgerîna edaletê ya malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi dirûşmeya "Ji Pirsûsê re edalet, ji bo her kesî edalet" dewam dike. Hatîce Ozkan (38), xwişka Hogir (Ugur) Ozkan (26) ê jiyana xwe ji dest da qala birayê xwe kir.
 
Malbata Ozkan a ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê ye, di salên 90'î de ji ber zextên dewletê ji bêgavî koçî Stenbolê kiriye. Xwişk Ozkan da zanîn ku piştî birayê wê Hogir ji dayik bûye, bı demeke kin bavê wê hatiye girtin. Ozkan anî ziman ku dema nifûsê navê Hogir qebûl nekiriye navê Ûgûr bi kar anîne û got, birayê wê pir hez ji zarokan dikir. 
 
JI ZANÎNGEHÊ HAT AVÊTIN
 
Ozkan anî ziman ku birayê wê li Mêrsînê ewilî beşa Muhafiziya Gumrukê û paşê jî beşa endezyariya elektrîkê xwendiye û got, lê birayê wê ji ber fikrên xwe ji dibistanê hatiye avêtin.
 
ÇÛ ŞENGALÊ JÎ
 
Ozkan wiha dewam kir: “Birayê min di dema êrişên DAIŞ’ê yên sala 2014’an de çû Şengalê. Dema çû Şengalê, em gelek li ber rabûn, lê guh neda me. Hefteyekê li wir ma. Dema hat, vîdeoyek nîşanî min da û got, 'Li vê temaşe bike û zarokê xwe bîne ber çavên xwe.' Di vîdeoyê de zarokek hebû ku di himbêza dayika xwe de digiriya. Ûgûr ji çenteyê xwe şekir derdixe û dide wî. Jinik ew qas dua dike ku dibêje 'Xwedê ji te razî be, zarok wê îşev razê.' Zarok ji birçîna digiriya. Ûgûr got, 'Xwişkê ev ne henek in. Bi rastî zarok ji birçîna digirîn.' Dîsa hovîtiya li wan çiyayan a jin pê re rû bi rû mabûn nîşan da û got, 'binere xwişkê tu rehet î. Te her tişt heye. Ji bo axa xwe neterikînin têdikoşin. Tu xwe bi min aciz dikî, lê li wan bifikire. Bifikire ku ev yek li Tirkiyê bûye û zarokê we di vê rewşê de ne. Ma tu yê bi rihetî akribû razê?'"
  
ALÎKARIYA ZAROKÊN SOMALIYÊ
 
Ozkan bilêv kir ku birayê wê piştî ku ji Şengalê hatiye ji bo li ser înşaetê bixebite çûye Somaliyê û wiha got: “Birayê min ji bo li ser înşaetê bixebite çû Somaliyê. Wî her tim tiştên wekî çîkolata û pêlav ji me dixwest. Dema me ji wî pirsî tu yê çi bikî ji wan, tenê got 'xwişkê nepirs, bişîne.' Di dawiyê de em ji hevalê wî yê ku pê re bû hîn bûn ku her tiştê ku me şandiye li wir li zarokan belav kiriye. Carinan xwarina xwe jî daye wan. Dema Ûgûr hat Tirkiyeyê ez çûm balafirgehê, min ew pêşwazî kir. Dema Ûgûr daket balafirgehê, bi şimikek qetiyayî û kincên çiryayî hatibû. Li wir hemû tiştên xwe li zarokan belav kiriye. Dema me sohbet kir, got 'Xwişkê, li wir hemû zarok birçî ne. Şert û mercên jiyanê pir dijwar in. Hûn li vir rehet in, lê tiştekî wan li wir nîn e.' Ûgûr pir dilovan bû.”
 
Xwişka Ozkan da zanîn ku dema ku Berkîn Elvan jiyana xwe ji dest daye birayê wê Hogir çûye tev li merasîma cenazeyê wî bûye û wiha got: “Birayê min derengê şevê hat malê. Dema hat got, 'Xwişkê xwezî ez jî bi awayekî wisa bi şeref şehîd bûbûma'. Hê salek wî nediya daxwaza wî qebûl bû û birayê min jî şehîd bû.”
 
‘DÊ JI BO HÊVIYÊ BIÇÛNA KOBANÊ'
 
Xwişka Ozkan diyar kir ku birayê wê ji bo bibe hêvî ji zarokên Kobanê re û kêliyekê be jî rûyê wan bikenîne xwestiye biçe Kobanê û got: “Ji bo ji zarokên lI Sûriyeyê re bibe hêvî, ji bo biçe Kobanê çû navçeya Pirsûsê ya Rihayê. Wî nedixwest zarok bimirin. Min bawer nedikir ku bombe li wir teqiyaye û birayê min miriye. Çawa min bihîst ku bombe teqiyaye, min telefonî wî kir. Wî ji min re nivîsand, got "Xwişkê ez ê li te vegerim.' Paşê pêwendî pê re qut bû. Nizanim dema nivîsand birîndar bû, sax bû nizanim."
 
BANGAWAZÎ
 
Ozkan destnîşan kir ku di ser Komkujiya Pirsûsê re 7 sal derbas bûne, lê hê jî kiryar nehatine cezakirin û wiha dewam kir: “Ji bo cezakirina kiryaran û ronîkirina bûyerê tu hewldanek nîn e. Berevajî vê, li hemberî me malbatan hin tevger hene. Em tenê edaletê dixwazin. Dema me doza edaletê kir derheqê bavê min de bi hincetên cuda lêpirsîn vekirin. Ev pir li zora me diçe. Êdî divê ev doz çareser bibe. Em diêşin. Bila ji niha û pê ve bes me biêşînin. Bila bes ev qas eziyetê bikin. Em tenê doza edaletê dikin. Ji lew re îro dibe ku birayê min be, lê sibê dibe birayê hin kesên din bin jî. Ma wê çend kesên din bên kuştin? Êdî bes e, dev ji vê xwînê berdin û bila aştî were. Çi gunehê van zarokan heye? Ma dizanin bê em bi çi tahb û rebeniyê wan mezin dikin? Bila edalet bi lez pêk were.”
 
Xwişk Ozkan di dawiyê de destnîşan kir ku heta edalet pêk neyê dê têkoşîna wan bidome û ji bo xurtkirina piştevaniyê bang li raya giştî kir.

Sernavên din

21/07/2022
10:56 Çapemeniya Tirkiyeyê çav û guhên xwe ji komkujiya Zaxoyê re girt
10:41 Çalakvanan xwestin ku sefîrtiya Tirkiyeyê were girtin
10:33 Kaçmaz: Leşkerên payebilind ji bo bazirganiyê ‘herêma ewlehiyê’ radigihînin û daran talan dikin
10:06 Ji ber Komkujiya Zaxoyê li Iraqê şîn hat ragihandin
10:05 Di turnûvaya futbolê ya Kemal Kurkut de birîna daran hat protestokirin
09:30 Ji parlamenterên Iraqê danezana hevpar: Tirkiyeyê sûcê şer kir
09:29 107 kesên duh di çalakiyên Komkujiya Pirsûsê de hatin binçavkirin hatin berdan
09:03 Keskîn: Serokkomartî li şûna ku telefona me bike bila peymanan pêk bîne
09:00 Parêzer Baykal: Biryara Şûraya Dewletê bi awayekî derhiqûqî rê li ber vekişîna ji peymanên din jî vekeir
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2022
01:15 Konseya Ewlekariya Neteweyî: Divê Tirkiye eskerên xwe ji Iraqê derxe
01:07 Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Kifş bû ku Tirkiye êriş pêk aniye
20/07/2022
23:04 Daxuyaniya DBP'ê ya têkildarî êrişa li Zaxoyê
21:57 Êrişa Tirkiyeyê ya li ser Zaxoyê di çapemeniya cîhanê de
20:30 Polîsan li Enqere û Îzmîrê mudaxaleyî bîranîna Pirsûsê kir
19:09 Xelata Azadiya Çapemeniyê ya 2022’an ji bo 16 rojnamevanên girtî
18:44 Hevşaredara Norşînê ya berê Avras hat berdan
16:46 Komîteya Mîhrîcana Munzurê: Di zûtirin demê de dawî li van qedexeyan bînin
16:35 Bertekên li dijî Dadgeha Bilind zêde dibin: Peymanên navneteweyî di talûkeyê de ne
16:19 Mazlum Ebdî bi Michael Coella re hevdîtin kir
16:11 Şehmîran Karahan li Mêrsînê hate definkirin
16:02 Nehiştin qeyûmê li CHP’a Amedê hatiye tayînkirin bikeve avahiya partiyê
15:51 Nîjadperestan li Denîzliyê êrişî malbateke kurd kirin
15:29 Tirkiyeyê Zaxoyê bombebaran kir: 9 kes mirin, 22 kes jî birîndar bûn
15:27 Kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dabûn li gelek bajaran hatin bibîranîn
15:27 ‘Rêwiyên hêviyê’ li cihê hatibûn qetilkirin bi bîr anîn
14:00 Malbatan li pêşiya ATK’ê ji bo xizmên xwe banga azadiya kirin
12:55 Ji bo Aydenîz kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:21 Li Rihayê dê 2 rojan av neyê dayîn
12:21 Derheqê nûçegihana JINNEWS’ê Deger de lêpirsîn hat desptêkirin
12:08 Malbata Şenyaşar: Em 33 rêwiyên hêviyê bi rêzdarî bi bîr tînin
12:03 Gunay: Çareserî ne li Tehran û Washingtonê lê li ser vê xakê ye
11:31 Têketina Dêrsimê ya Grup Yorûm û Grup Îsyan Ateşî hate qedexekirin
10:58 Ji bo Geverê sewqiyeta leşkerî
10:57 Ji AYM’ê biryara Demîrtaş: Vekirina dozê ‘binpêkirina maf e’
10:38 DEDAŞ'ê li qada sîtê yên sereke avahiyên trafoyan çêkir
10:35 Dadgehê ji bo parvekirina ‘Şeytanê mezin’ got ‘rexneya giran’ û biryara beraetê da
10:02 Sûlava Hankeyê li benda tescîlkirina bilindahiyê ye
10:01 ‘Ev 7 sal in nobetê li gora kurê xwe digirim da ku neyê rûxandin’
09:08 ‘Nîjadperestiya partiyên muxalîf dibe sedema dijminatiya li hemberî koçberan’
09:05 Jinên endamên Meclisa Partiyê ya HDP'ê: Em ê têkoşîna jinan bilindtir bikin
09:04 Di îdianameya endamên heyeta şopandinê de yekane 'sûc' wêneyê 9 sal berê ye
09:04 Rojnameger Mehmûd: Gel dê armancên Tirkiyeyê pûç bike
09:03 Qeyûm Liceyê difiroşe!
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2022
19/07/2022
23:25 Li Stenbolê ji bo salvegera Şoreşa Rojavayê çalakî
22:56 Jin li dijî biryara Şûraya Dewletê daketin kolanan
16:53 Cenazeyên 3 endamên HPG’ê radestî malbatan hatin kirin
16:47 ‘Kobanê bi ruhê 19’ê Tîrmehê hat rizgarkirin’
16:46 Daxwaza betalkirina biryara Peymana Stenbolê hat redkirin
16:04 ESP: Divê em bi hev re Şoreşa Rojava biparêzin
15:54 Ji xala 301’ê doz li Emîne Şenyaşar hat vekirin
15:45 Dîmenên nû yên qirkirina xwezaya Şirnexê derketin
15:44 Emîrê DAIŞ’ê di Doza Komkujiya Garê de axivî: Ez 80 rojan li MÎT’ê mam
15:09 Di Nobeda Edaletê de bal kişandin ser doza Denîz Poyraz
14:56 Di salvegera Şoreşa Rojava de Tirkiye, Îran û Rûsya li Tehranê civiyan
14:44 ÎHD: Bila dawî li îşkence û mauemeleya xerab were anîn
14:37 Wezaretê ne derewand ne jî daxuyaniyek da
13:54 Festîvala Mûnzûrê dê wek ku hat eşkerekirin bê lidarxistin
13:40 HDP’ê ji bo ÎHÎK’ê serlêdan kir: Divê li Girtîgeha Aydinê lêkolîn were kirin
13:18 Welatiyan bertek nîşanî rêveberiya nexweşxaneyê da: Rêveberî îstîfa
12:59 Turnûvaya Futbolê ya Kemal Kurkut sibe li Silopiyayê dest pê dike
12:57 DBP: Şoreşa Rojava ji bo gelan bûye hêviya jiyana hevpar
12:22 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:03 ‘Çima vê êşê bi me û zarokên me didin kişandinê?’
11:31 Mazlûm Ebdî salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir
11:05 Cenazeyê Mahmudî li Wanê hat veşartin
10:57 Doza li parêzerên Ocalan hatibû vekirin paşve dan
10:52 Di Çemê Dîcleyê de seyê avî hate dîtin
10:51 ‘Mala zanînê’ ya qeyûm bûye mala tiryakkêşan!
10:50 Karayilan: Heke Soylu wê kasetê neweşîne sextekar û derewkar e
10:32 Li Licê şer: 2 çawişên pispor hatin kuştin
10:29 Ciwanan ji bo Pirsûsê bang kir
10:10 Girtiyên li Girtîgeha Kurkçulerê tên ragirtin di greva birçîbûnê de ne
10:09 Baroya Şirnexê dê li dijî qirkirina xwezayê bi 300 parêzeran biçe herêmê
09:05 'Desthilata AKP'ê nexweşxaneyên taybet li nexweşan ferz dike'
09:05 Rojnameger Seyda: Sedema qeyrana li Iraqê PDK ye
09:04 'Piştî Şengal û Somaliyê dê biçûya Kobanê'
09:03 Egîtîm Sen: Ne dersa bijartî, em perwerdehîya bi zimanê zikmakî dixwazin
09:03 Gotina jibîrnebûyî ya Şalciyê: Em bibin pêşengên têkoşînê
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
18/07/2022
20:17 Şiraz Işik piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:08 Danişîna doza Denîz Poyrazê hat taloqkirin
18:00 Ên li ber HDP'ê tên sekinandin ji bo pereyan bi hev ketin!
16:51 Girtiyekî li Girtîgeha Panosê li dijî binpêkirinan dest bi greva birçîbûnê kir
16:42 Parlamenterê CHP’ê li ser nûçeya me ya’mirina bi guman’ daxwaza komîsyona lêkolînê kir
16:03 MYK’a HDP’ê: Beriya doza Denîz Poyraz gef li parlamenterên me xwarin
15:35 Kujerê Denîz Poyraz pirs paşguh kirin
15:12 Li serokatiya CHP’ê ya Amedê qeyûm hat tayînkirin
14:46 Li Şikefta Birîndaran helîkopterek hate xistin
14:43 MYK’a HDP’ê ji bo dabeşkirina peywiran civiya
14:35 Şaxa ÎHD’a Mêrsînê: Divê pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane were çareserkirin
13:56 Li nêzî baregeheke leşkerî ya li Cûdî teqîn: Kesek birîndar bû
13:42 Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin
12:54 TTB’ê derbarê meleyê ku wan kiribû hedefê de gilî kir
12:45 Kesên bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûyîn: Xwestin vîna me tune bikin
11:57 Nehiştin serokê baroyê pirsan ji kujer Gencer bike
11:34 Li Şaxê leşkerek hat kuştin
11:33 Li Girtîgeha Beşîkduzu greva birçîbûnê: Divê şande werin lêkolînê bikin
11:29 Di turnuvaya futbolê de ji bo 16 rojnamegeran pankart hat vekirin