NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku li dijî baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Bamernê êrişa hewayî hatiye kirin.
Li gorî nûçeya Rojanewsê; di saetên serê sibehê de li dijî baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Bamernê bi droneyan êriş hat kirin. Nehat zanîn bê ka êriş ji hêla kê ve hatiye kirin û bi êrişê re li baregehê gelek teqîn pêk hatin.
Piştî komkujiya Tirkiyeyê ya li Zaxoyê ku 9 sivîl hatibûn qetilkirin, ev bû cara duyemîn ku li dijî baregeha leşkerî ya li Bamernê çalakî tên kirin.