Parlamentera Çep a Elmanyayê: Em ê êrişên Tirkiyeyê bibin rojeva Parlamentoya Elmanyayê

  • rojane
  • 09:38 25 Tîrmeh 2022
  • |
img

DÊRSIM - Parlamentera Partiya Çep a Elmanyayê Gokay Akbulut derbarê êrişên Tirkiyeyê yên li ser başûr û rojavayê Kurdistanê de axivî û diyar kir ku ew ê êrişên Tirkiyeyê veguhezînin rojeva Parlamentoya Elmanyayê. 

Parlamentera Partiya Çep (Die Linke) ya Elmanyayê Gokay Akbulut,  gelek caran êrişên Tirkiyeyê yên li ser başûr û rojavayê Kurdistanê bir rojeva Parlamentoya Elmanyayê û ji bo êriş bên rawestandin têkoşiyaye. Akbulut di heman demê de li dijî zext û doza girtinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derketiye û ji ber vê helwesta xwe hem ji aliyê Tirkiyeyê hem jî ji aliye hêzên faşîst ên Elmanyayê ve hedef hatiye girtin û şopandin. Akbulut, bi wesileya  20’emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê hatibû  Dersimê. Tevî ku hin bernameyên festîvalê ji aliyê Walîtiya Dêrsimê ve hat qedexekirin jî lê Akbulut li Dêrsimê amade bû. 
 
Gokay Akbulut ji ajansa me Mezopotamyayê re axivî û bal kişand ser polîtîkayên Tirkiyeyê yên zext û tundiyê, êrişên Tirkiyeyê yên li ser başûr û rojavayê Kurdistanê, polîtîkayên Elmanyayê yên li dijî kurdan. 
 
‘POLÎTIKAYÊN AKP-MHP JI EWROPA JÎ TÊ SEPANDIN’
 
Akbulut bi lêv kir ku ji ber polîtikayên AKP-MHP’ê yên antî demokratik ew jî li Elmanyayê hedef tê girtin. Akbulut, diyar kir ku wek partiya Çep a li Elmanyayê mafê hemû gelên bindest diparêzin û got: “Li wir jî em di bin zext û tundiyan de xebatên xwe dimeşînin. Car caran ji aliyê hezên faşîst ve em dibin hedefa êrişan. Wekî ku li Tirkiyeyê li dijî muxalefetê zext û tundî hene dixwazin vê zext û tundiyê li ser partiyên muxalîf ên Elmanyayê jî bên sepandin. Hevalên me yên ku li dijî desthilata AKP-MHP’ê xebatan dimeşînin bi gefan re rûbirû dimînin û dibin hedefa êrişan. Li dervayî welat jî polîtîkayên AKP-MHP’ê yên antî demokratîk li dijî partiyên ku piştgiriyê didin HDP’ê tê meşandin.” 
 
‘EM Ê LI HER DERÊ VAN ÊRIŞAN PROTESTO BIKIN’
 
Akbulut, destnîşan kir ku tevî zext û tundiyan jî wê xebatên xwe yên siyasî bidomînin û wiha got: “Îro jî wekî dûh em dê, pirsgireka Kurd, werankirina xwezayê, qetilkirina jinan, êrişên dijî mafê mirovan û hemû êrişan parlamentoya Elmanyayê û dervayî parlamentoyê bi rexistinên sivîl ên civakî rê bînin ziman û li her dere wan êrişan protesto bikin.”
 
‘LI EWROPAYÊ NEO-FAŞÎZM Û NIJADPERESTÎ PÊŞ KETIYE’
 
Akbulut diyar kir ku ji ber polîtikayên neo-liberal ji Elmanya, Fransa û hemû Ewropayê partiyên neo-faşîst pêşketine û di parlamentoyên Ewropayê de tên temsîlkirin. Akbulut bi lêv kir ku ew partiyên neo-faşîşt li Elmanyayê dijminatiyê li koçberan dikin û wiha pê dê çû: “Ji Elmanyayê piştgiriyê didin saziyên tirk lê heman piştgiriyê nadin saziyên kurd. Taybetî jî ji ber PKK zext li ser kurdan hene. Hevalên me yên ku di komeleyên kurdan de dixebitin ji ber xebatên xwe rastî zext û tundiyan tên û agahiyên wan ji Tirkiyeyê re dişînin. Komele û saziyên kurdan bi girtinê re rû bi rû dimînin. Em wan polîtikayên Elmanyayê yên du alî şermezar dikin. Li wir jî mafê kurdan tê binpêkirin.  Gelên Elmanyayê ji Erdogan hez nake dijî Erdogan dertê lê ji aliye din ve têkiliya Elmanyayê û Tirkiyeyê yên aborî û NATO berdewam dike. Em wek partiya çepgir dixwazin ku mafê hemû kesî bê dayîn. Li Tirkiyeyê pirsgirêka demokrasî û hiqûqûqê heye. Tirkiye hem li derva hem jî di nav xwe de bi krîzên mezin re rû bi rû ye. Em wek partiya çepgir, ji bo aştî, demokrasî û parastina xwezayê xebatên xwe dimeşînin. Di pêşeroje de tevî van zext û tundiyan jî ji bo ku li Tirkiye, Elmanya û Kurdistanê biratiya gelan pêk werê em ê xebatên xwe bidomînin.”
 
‘PLANSAZIYEK QIRÊJ LI SER KURDAN HEYE’
 
Akbulut anî ziman ku di rojeva Elmanyayê û Ewropayê de ji şerê Tirkiyeyê ku li dijî başûr û rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin bêhtir şerê Rûsya û Ukranyayê heye. Akbulut da zanîn ku ew êdî dixwazin şer bi dawî bibin û got: “Ewropa ji aliyekî Putin dadgeh dike ji aliye din jî Erdogan re wekî ku partiyêk normal e hevdîtinan dike. Em vê kiryarê Ewropayê dirust nabînin. Em wek partiya çepgir dijî NATO’yê ne. Me ji berê ve jî kiryarên NATO’yê li Rojhilata Navîn, Tirkiyeyê û Kurdistanê dîtin. Me dît ku NATO li wan deran qeyran û şerek çawa derxistiye. Ji ber vê em hem NATO’yê hem jî Rûsya şemezar dikin. Di van demên dawî de jî li ser kurdan plansaziyek qirêj tê kirin. Di salvegera 10’emîn Şoreşa Rojava de jî li wir operesyon tên kirin, li dijî kurdan çeken kimyewî tên bikaranîn û herî dawî jî li Zaxoyê komkujiyek qewimî. Em ê wek partiya çep li Parlamentoya Elmanyayê li ‘Komîsyona Ewlehiyê’, ‘Komîsyona Karên Dervayî’ û ‘Komîsyona Mafê Mirovan’ de polîtikayên Tirkiyeyê ên şer digrin dest. Hem raya giştî ya Elmanyayê hem jî çapamenî piştgiriyê dide me. Salên berê NATO’yê ji bo çekan ambargo danîbû ser Tirkiyeyê lê niha danûstandina çekan tê kirin. Ew çek li dijî kurdan bi destê rexistinên radîkal ên îslamî li rojvayê Kurdistanê tên bikaranîn. Em dixwazin ku demildest ew operasyon bi dawî bibin. Li Tirkiyeyê pêvajoya hilbijartinê heye, xuya ye ku hilbijartin li ser kurdan bi polîtikayên qirêj û propagandaya şer tê meşandin. Divê operasyon bi dawî bibin û heyetek biçe herêmê. Divê di parlamentoyê de komîsyona ku ji bo şerê Ukranyayê hatiye amadekirin,  li Tirkiyeyê jî bê amadekirin û çekên kimyewî ku Tirkiye bikar tîne li ber çavan bigire. Li ser vê yêkê em pêşniyarek amade dikin. Di meha Îlonê de dema parlamento vebû, em ê êrişên Tirkiyeyê yên li başûr û rojavayê Kurdistanê kiriye bînin rojevê.” 
 
‘ARMANC DESTKEFTIYÊN KURDAN E’ 
 
Akbulut destnîşan kir ku armanca Tirkiyeyê ew e ku destkeftiyên kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê binpê bike ye û wiha axivî: “Di pêvajoya Efrînê de hemû partiyan di parlamentoya Elmanyayê de dagirkirina Tirkiyeyê şermezar kirin. Em dîsa dixwazin li dijî hewldana dagirkirina li Rojava helwesteke hevpar derkeve holê. Li Elmanyayê partiya Kesk û Lîberal deshilatdar in. Em bi her du partiyan re jî di nava danûstandinan de ne da ku dagirkeriyek wek a Efrînê çênebe. Em ê hem di raya giştî ya Elmanyayê de hem jî li ser medyayê van êrişan bînin rojevê.”
 
‘EM Ê ÎADEKIRINA SIYASETMEDARAN DI PARLAMENTOYÊ DE BÎNIN ZIMAN’
 
Akbulut bal kişand ser rewşa siyasetmedarên kurd ku ji ber sedemên siyasî ji Tirkiyeyê koçî Ewropayê kirine û wiha got: “Vegerandina wan di rojeva Swêd, Norveç û Elmanyayê de ye. Xwestekên Erdogan li ser hin siyasetmedarên kurd heye. Gelek rojnamevan, siyasetmedar û aktîvîst hene ku ji bo nekevin girtîgehê derbasî Ewropayê bûne. Hem Elmanya hem jî Norveç û gelek dewlet li dijî vê yekê polîtikayên dûalî pêk tîne. Di navbera Tirkiyeyê û Elmanyayê de danûstandinêk bi vî awayî heye. Hevalên me yên ku dikin cardin bên dersinorkirin hene. Em piştgiriye didin wan. Em mafên kesen ku hewl tê dayîn îadeyî Tirkiyeyê bên kirin, diparêzin. Hem parêzer hem jî pêvajoya hiqûqî di vir de girîng e. Tirkiye dewletek demokrat nîne, ji ber fikrên xwe yên siyasî gelek kes di girtîgehan de ne. Li parlamentoya Elmanyayê di ‘Komîsyona Mafê Mirovan’ de em ê vê pirsgirekê bînin ziman.”
 
‘EM Ê TECRÎDA LI SER BIRÊZ OCALAN BÎNIN ROJEVÊ’
 
Akbulut anî ziman ku li Elmanyayê tevî ku Partiya Kesk û 3 partiyên ku nû ava bûne desthilatdarin jî polîtikayên şer neguherîne û di heman deme de tevî ku Partiya Kesk desthilatdar e jî polîtikayên NATO’yê wekî berê didomin. Akbulut diyar kir ku polîtikayên her sê partiyên desthilatdar ên ji bo Tirkiyeyê rexne dikin û wiha got: “Em wek partiya çep çalakî û panelan li dar dixin. Desthilata AKP-MHP’ê dixwaze ku wan çalakiyên me bide sekinandin. Lê tevî vê yekê jî di peşarojê de em ê li dijî êrişên ser kurdan û tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bînin rojevê.  Di vê mijarê de bi taybetî jî em ê bi Partiya Kesk re bikevin pêwendiyê. Daxwaza me ew e ku Partiya Kesk li dijî vê yekê polîtîkayek cuda bimeşîne. Ji ber ku Partiya Kesk jî hevalê HDP’ê ye. Ji ber vê yekê, hem li ser mijara tecrîdê hem jî li ser doza girtina HDP’ê konferansek hevpar bê lidarxistin baş dibe.  Dema HDP, Partiya Çep û Partiya Kesk bi hevparî konferansek li dar bixin, em dikarin CPD jî tevî konferansê bikin. Dema parlamento vebû em ê vê mijarê jî bînin rojeve.”
 
‘DÊRSIM DI DORPÊÇÊ DE YE’ 
 
Akbulut herî dawî jî bal kişand ser Festîvala 20’emîn a Mûnzûrê ku ji aliyê Walitiya Dêrsimê ve hin bernameyên wê hatin qedexekirin û diyar kir li Dersimê li her cihî qereqol, nokteyên lêgerînê û leşker û polîs hene. Akbulut destnîşan kir ku Dêrsim di bin dorpêçê de ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em kiryarên AKP-MHP’ê ku bi polîtikayên şer bajêr dorpêç kirine û biryara ku konserên festîvalê qedexe kirin şermezar dikin. Bi hezaran mirov ji bo xwezaya Dêrsimê biparêze û çanda Dêrsimê belav bikin xwestin hemû nirxên civakî di nav hev de kom bikin. Lê bi taybetî helwesta Walî û polîtikayên AKP-MHP’ê protesto dikim. Qedexekirina Mîhrîcanê şermek mezin e. Em ê wan qedexeyan ji li Elmanyayê bînin ziman. Mîhrîcanek wisa çawa tê qedexekirin? Bi taybetî di warê demokrasiyê de gelek tişt hene ku Walî û Tirkiye hîn bibin.”
 
MA / Mahmut Altintaş - Mujdat Can 
 

Sernavên din

27/07/2022
09:57 Bîlgîç: Wexta ku mijar dibe xwezaya Kurdistanê kerr, kor û lal dibin
09:32 Wezareta Parastinê: 2 leşker hatin kuştin
09:22 Li Geverê 6 ferdên malbetekê hatin binçavkirin
09:15 Bi ser wefata dengbêjê nemir Fadil Cizîrî re 4 sal derbas bûn: Klamên wî di her kêliya jiyana me de ne
09:05 Newroz Ehmed: Divê her kes li dijî gefên Tirkiyeyê helwest nîşan bide
09:04 Cara dudoyan dema berdana girtî Yildiz hat dirêjkirin
09:03 Kelemçeya ku polîsan li destên wê xistibûn agirkujan vekir
09:03 Ji bo Makbûle Ozer a 80 salî serî li AYM'ê da
09:03 Eren: Serlêdana me ya derbarê qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re nehat bersivandin
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
26/07/2022
23:59 Biryar hat dayîn ku parêzbendiya Hevseroka DBP'ê Aydenîz bê rakirin
20:32 HDP'ê parastina xwe ya derbarê delîlên pêvekî de radestî AYM'ê kir
20:01 Koma Hinek Henek wê li sahneya servekirî 3 rojan li pêşberî şanohezan be
16:32 Sê welatî ji ber ku çûne dêrê bi gefa kuştinê re rûbirû mane
15:43 133 saziyan ji bo Aydenîz bang kirin
15:37 Polîsan êrişî çalakiya Peymana Stenbolê kir: Tundî li jinan û rojnamevanan hat kirin
15:02 Kalbîşen ê ku gihîşt sînorê mirinê û hatibû berdan wefat kir
14:41 Demîrtaş: Hilbijartin nêzîk dibe, şerê desthilatdariyê jî dest pê kir
14:20 Rêveberiya girtîgehê dest danî ser daxwaznameyên girtiyan
14:20 Li Elbakê cîsmek leşkerî teqiya: Zarokek 12 salî bi xedarî birîndar bû
14:01 HDP çû serdanda karkerên ku şaredariyê ji kar derxistine
13:50 Surucu a HDP’î: Gelo dar û bar pirsgirêkeke ewlehiyê ya çawa çê dike?
13:40 Di doza DÎAYDER’ê de derewa şahidê nepen dema hatin ‘hevrûkirin’ teşhîr bû
13:00 Malbatên girtiyan: Em naxwazin cenazeyê zarokên me bi ser me ve werin
12:59 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê dan
12:24 Çerxa nelirêtiyê ya Tutaşi yê AKP’î ku îstîfa kir
12:20 Di komîsyona ji bo Aydenîz civiya de rageşî: Zîhniyeta darbeya siyasî di civînê de ye
11:32 Malbata Şenyaşar: Ji bilî edaletê tu rêyeke din nîne
11:25 Li qursa Sultanbeyliyê şewat derket
11:19 Konteynerên karkeran şewitîn
11:14 Şewata li Sokeyê heta astekî hat kontrolkirin
10:57 Li Rihayê qezayên trafîkê: 2 kes mirin, 14 kes birîndar bûn
10:49 Soylu piştî kuştina leşker û cerdevanan hat Colemêrgê
10:39 Dema ku Komîteya Wezîran ji bo Ocalan daye Tirkiyeyê tije dibe
10:34 Xelkê gundekî Bêrecûkê bêav dijî
10:33 UNSC’ê êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Zaxoyê şermezar kir
10:21 Şaredarê AKP'ê yê ku bi nelirêtiyê ji rojevê derneket îstîfa kir
10:06 Li Mereşê bi pileya 4.6 erdhej çêbû
10:03 Darên tên birîn bi TIR’ên bi nivîsa ‘ji ewil welat’ tên veguhestin
09:53 ARÎ-DER'ê belgename da 95 şagirtan
09:51 ‘Gundê ku cenaze lê hatine dîtin baregeha JÎTEM’ê bû’
09:50 Malbata Bozkurt ku gundê wan hat şewitandin: Em naxwazin dest ji welatê xwe berdin
09:27 Tirkiye li dû tolhildana DAIŞ'a têkçûyî ye!
09:00 Hikûmxwarê doza N.Ç. bûye 'rûspî'
09:00 Parêzera OHD'î: Cezayên disiplînê dijhiqûqî ne
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
25/07/2022
16:44 Li Êlihê kesê ketiye qenala avê xeniqî
16:25 Bûldan: Dest ji vê darbeyê berdin
16:23 Pankarta Zaxo ya bi avahiya HDP’ê ve hat jêkirin
16:06 Rêveberiya Xweser: Divê Koalîsyona Navneteweyî berpirsyariya xwe bi cih bîne
15:59 Li Şirnexê berteka hevpar: Em talankirina xwezaya xwe qebûl nakin
15:45 ANF: Li Zapê helîkoptereke Skorsky hat xistin
15:42 Komîsyona Kedê ya HDP’ê: Di 6 mehan de li dijî kedkaran hezar û 718 binpêkirin hatin kirin
14:54 Li Mêrsînê agir bi daristanê ket
14:38 7 ciwanên ku pakart vekirin hatin binçavkirin
14:37 Wezereta Tenduristiyê ‘Koda Spî’ eşkere nake
14:26 Belgefîlma Hêzayê xelat wergirt
14:07 Bîçer: Divê Makbûle Ozer demildest were berdan
14:04 Di Doza Kobanê de polîsan êriş kir
13:19 Li 4 ‘mamosteyên’ nîjadperest doz hate vekirin
12:54 Ferît Şenyaşar banga li Fakibaba kir
12:54 ‘Dewletên Ewropa û hêzên koalîsyonê şirîkê sûcên Tirkiyeyê ne'
12:53 4 girtiyên bi Covîd-19’ê ketin nayên tedawîkirin
12:25 Li Stenbolê tundiya zilaman: 2 jin bi giranî birîndar bûn
12:24 Ji Mehmet Atli singleya ewil: Diçim Ji Vir
11:23 Li Dêrsimê rojê 120 kes bi koronayê dikevin
11:14 Li Edeneyê 3 kes hatin girtin
11:10 Li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê mirineke bi guman
11:09 Encamnameya Konferansa Lozanê: Berteka herî baş avakirina yekitiya kurdan e
10:23 ‘Doza Kobanê li navenda giştî ya MHP’ê tê hûnandin’
10:22 Di pevçûnan de 3 leşker û 4 cerdevan hatin kuştin
10:21 Di fabrîkayekê de teqîn û şewat: Kesek mir û kesek jî birîndar bû
10:16 Ev 16 meh in tu agahî ji Ocalan nayên girtin
09:38 Fermandara operasyona tunekirina DAIŞ’ê hate oxirkirin
09:38 Parlamentera Çep a Elmanyayê: Em ê êrişên Tirkiyeyê bibin rojeva Parlamentoya Elmanyayê
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
24/07/2022
19:57 Li Eskîşehîrê jinek hat kuştin
17:02 Xelkê Reqayê Komkujiya Zaxoyê şermezar kir
15:55 Macron bertek nîşanî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da
15:47 Endamên DÎAYDER a hatiye mohrkirin: Em ê komeleyeke nû vekin
15:28 Şandeya HDP’î çû serdana taxa ku şaredariya AKP’î mexdûr kirine
15:18 Malbata Ekîcî: Kurê me hatiye înfazkirin
14:43 Jinan ji bo Aysel Tugluk daxwaza edaletê kirin
14:00 DEDAŞ’ê bi birîna ceyranê re tax bêav hişt
13:59 Sazî û partiyên kurd di 99’emîn salvegera Peymana Lozanê de li Lozanê civiyan
13:58 Foruma Jinan bi encamnameyê bi dawî bû: Divê em hevgirtina jinan hîn xurttir bikin
12:55 Li Wanê bombeya deng avêtin wesayîta zirxî
12:50 Qirkirina daran a li Şirnexê dê were protestokirin
12:34 Li Bursayê îşkence li zarokekî hat kirin
12:07 Girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
11:50 Ji bo girtî Balaç û Yildirim bang kirin
11:35 Di bûyera 4 kes hatibûn kuştin de hejmara girtiyan derket 6 kesan
11:32 Malbata Şenyaşar: Hêj dereng nebûyî divê daxwazên me bên qebûlkirin
11:28 Nameya Guven bi hinceta ‘dê moralê girtî xweş bike’ nedan girtiyê nexweş Ozkan
11:16 Ji ber nebûna ambûlansê piştî 3 saetan sewqî nexweşxaneyê hate kirin
10:44 Kesên ku di Turnûvaya Kemal Kortkut de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:38 Qeyûmê Cizîrê ji bo şaredariya AKP’î seferber bû!
10:27 Di êrişa Tirkiyeyê de 2 kes hatin qetilkirin
10:23 Tirkiyeyê fermandara ‘Pêngava tunekirina DAIŞ’ê’ hedef girt
10:08 Dr. Oztoprak: Bûyerên Covîd-19’ê zêde dibin