Encamnameya Konferansa Lozanê: Berteka herî baş avakirina yekitiya kurdan e

  • rojane
  • 11:09 25 Tîrmeh 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Bi boneya 99’emîn salvegera Peymana Lozanê, bi tevlibûna gelek nûnerên gelê kurd ên ji her çar parçeyan li Lozanê konferansek hat lidarxistin. Di encamnameya konferansê de hat gotin ku berteka herî xurt a li dijî peymanê, avakirina yekitiya neteweyî ye.

 
Di salvegera 99’emîn a Peymana Lozanê de bi tevlibûna nûnerên 57 partî û saziyên kurdan, rewşenbîr, hunermend û akademîsyenan li Qesra Rumine ku peyman lê hatiye îmzekirin, konferans hat lidarxistin. Encamnameya konferansê hat aşkerakirin. Di encamnameyê de bal kişand ser yekitiya kurdan. 
 
Piştî encamnameya konferansê jî çalakiyên ku dê di nava salvegera 100’emîn a peymanê de bên kirin hatin parvekirin. 
 
Di encamnameyê de wiha hat gotin:
 
“99 sal berê li Lozanê konferanseke navneteweyî hat kirin û di encama vê konferansê de peymanek hat îmzekirin. Bi vê peymanê Kurdistan bû çar parçe. Nûnerên gelê kurd di vê konferansê de nîn bûn, pirs ji kurdan nehatin kirin. Lê di derheqê aqûbeta kurd û kurdistaniyan de biryar hatin dayîn û hesabê kurdan nehat kirin.
 
Peymana Lozanê, qirkirina kurdan û êrêkirina vê qirkirinê bi navneteweyî ye. Ermen û asûr-suryan-keldan jî terkê heman aqûbetê hatin kirin. Peymana Lozanê ne bi tenê biryara kuştina kurdan lê erêkirina Ferman, Meds Yeghern, Seyfo û qirkirina sala 1915’an e jî.
 
PIŞTÎ PEYMANA LOZANÊ BI SED HEZARAN KES HATIN KUŞTIN
 
Piştî Peymana Lozanê hat îmzekirin, li Kurdistanê pêvajoyeke tarî dest pê kir. Gelê kurd bi komkujiyan re rû bi rû ma û xwestin ku gelê kurd ji holê rakin. Ji 1925’ê heta 1938’an, li bakurê Kurdistanê bi sed hezaran kes hatin kuştin û gelek herêmên Kurdistanê hatin valakirin. Li herêmên din jî polîtîkayên kuştin, îşkence, birçîtî û bişaftinê dewam kir. Li Başûr Peymana Lozanê, qetilkirina bi sedhezaran li Enfal û Helepçeyê ye. Li Rojhilat qetilkirina pêşeng û şoreşgerên têkoşîna Şîna, Mahabad û Sineyê ye. Li Rojava şewitandina Amûdê ye. Kembera Ereb, li Bakur komkujiyên Dêrsim û Zîlan, îşkenceyên Girtîgeha Amedê ye. Di encama Peymana Lozanê de di navbera Bakur, Rojhilat û Rojava de têlên bi strî, çavên kor û li wî sînorê dest û piyên hatin birîn hene. Bi kurtasî Peymana Lozanê di dilê Kurdistanê de xencerek e. Îro Peymana Lozanê êrişên li ser Kobanê û Şengalê, qirkirina mirovên me yên êzdî, dagirkirina Kerkûk, Efrîn û Serêkaniyê, qetilkirina kolberan, li Zap, Avaşîn û Metînayê li dijî şervanên azadiyê bikaranîna çekên kîmyewî ye. 
 
GELÊ KURD ÊDÎ LI HERÊMÊ XWEDÎ BANDOR E 
 
Gelê kurd, tevî hemû zehmetiyan jî li dijî encamên Peymana Lozanê bi hemû hêza xwe li ber xwe daye. Heke mirov şertên sala 1923’yan û yên niha bide ber hev; hêza gelê kurd a sala 1923’yan ewqas nîn bû lê niha hêza gelê kurd di hevsengiya herêmê de bi bandor e. Li Başûr statûyeke federal, li Rojava jî statuyeke bi fiîlî û li Bakur û Rojhilat jî tevgera azadiyê ya rêxistinkirî û berxwedaneke geş û gur heye. Gava Peymana Lozanê hat îmzekirin, kurd di asta navneteweyî de nedihatin naskirin. Nav û dengê gelê kurd nebihîstibûn. Lê îro di qada navneteweyî de kurd xwedî rol, fam û feraset û dostanî ne. Gava gotûbêjên li Lozanê di nav şandeya tirk de bi tenê kurdek hebû û ew jî kurdekî xayîn bû. Lê niha li heman salonê nûnerên kurd û kurdistaniyan tên ba hev û dikin ku dinya bi wan bihise.
 
BERTEKA HERÎ MEZIN A LI DIJÎ PEYMANÊ AVAKIRINA YEKITIYA NETEWEYÎ YE
 
Tevî vê rewşê em hêj azad nebûne û hêj jî piraniya welatê me di destê dagirkeran de ye. Me Peymana Lozanê da nav dest û pêyan lê fesh nekir. 99 sal in hêj jî dijminên me planê qirkirina me dikin û bi rê ve dibin. Dixwazin ku sed salên din jî Peymana Lozanê pêk bînin û destkeftiyên me bi dest xistine ji me bistînin. 
 
Berteka herî mezin a li dijî Peymana Lozanê, pêkanîna yekitiya neteweyî ye. Bi vê peymanê welatê me parçe dibe, gelê me ji hev dibe û em pê ji hev vediqetin. Heke ku em nexwazin sedsaleke din jî Peymana Lozanê li me neyê ferzkirin, divê em yekitiya xwe xurt bikin û bi yek dengî li ber vê parçebûyînê rabin.”
 
BIRYARÊN KONFERANSÊ
 
Piştre jî biryarên di konferansê de hatine dayîn wiha hatin rêzkirin: 
 
“* Peymana Lozanê, bêyî pirsîna ji gelê Kurdistanê hatiye îmzekirin û pê welat û gelê me hatiye parçekirin. Em wek nûnerên gelê Kurdistanê vê peymanê red dikin.
 
* Wek konferans, em bang li Neteweyên Yekbûyî, li dewletên ev peyman îmze kirine û hemû rayedaran dikin û dibêjin ku konferanseke din li dar bixin û peymana nû ya bi heqî ya li gor rastiya herêmê îmze bikin.
 
* Konferans, têkoşîna azadiyê ya li her çar parçeyên Kurdistanê weke xebata bingehîn a li dijî dagirkerî û dabeşkirina Kurdistanê dibîne û silav dike. 
 
* Konferans, gelê asur-suryan-keldan ê mexdûr ê ji Peymana Lozanê ziyan dîtiye û hemû gelên li Kurdistanê dijîn wek mexdûr dibîne û silav li têkoşîna azadiyê ya van gelan dike.
 
* Konferans, li berjewendiyên başûrê Kurdistanê difikire û piştgiriya xebat û çalakiyên ji bo rotasyona herêmên di destê dagirkeriyê de dike û pê re mijûl dibe. 
 
* Konferans, piştgiriya ketina bi pey statûya fermî ya rojavayê Kurdistanê û xilaskirina axa di destê dagirkeriyê de, dike.
 
* Konferans, di serî de bikaranîna çekên kîmyewî li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê li dijî hemû êrîşên dewleta tirk e. Li dijî van êrişan silavan li berxwedana gerîlayên azadiyê dike.
 
* Konferans, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî, bang li OPCW’yê û hemû hêzên navneteweyî dike li ber bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk xwe kerr nekin.
 
* Konferans bang dike ku gelê Kurdistanê hemû partî, sazî û nûneriyên xwe hêzdar bike û li ber êrişên dagirkeran û planên wan ên bi dijminahî rabe. Di qada navneteweyî de jî em bi hev re deng derbixin û bi yek dengî doza Kurdistanê bi cîhanê bidin bihîstin.”
 
PLANSAZIYA ÇALAKIYÊN JI BO SALA 100’EMÎN A PEYMANÊ 
 
Xebat û çalakiyên ku dê komîte bi boneya 100’emîn salvegera peymanê de pêk bîne jî wiha hatin ragihandin: 
 
“* Dê ji 22’yê mijdarê û pê de panel, pêşangeha wêneyan û gotûbêj werin kirin.
 
* Di 22’yê tîrmehê de dê bi dirûşma ‘Di sala 100’emîn a Lozanê de 100 kurd diçin Lozanê’ meş û mitîng werin lidarxistin. 
 
* Di 23’yê tîrmehê de dê bi tevlibûna hemû sazî û kesayetên kurdistanî konferansek were lidarxistin.
 
* Di 24’ê tîrmeha 2023’yan de li cihê peyman lê hatiye îmzekirin dê encamnameya kongreyê were xwendin.
Konferans bi xwendina Sirûda Neteweyî ya Kurdistanê ‘Ey Reqîb’ bi dawî bû.”
 

Sernavên din

27/07/2022
09:57 Bîlgîç: Wexta ku mijar dibe xwezaya Kurdistanê kerr, kor û lal dibin
09:32 Wezareta Parastinê: 2 leşker hatin kuştin
09:22 Li Geverê 6 ferdên malbetekê hatin binçavkirin
09:15 Bi ser wefata dengbêjê nemir Fadil Cizîrî re 4 sal derbas bûn: Klamên wî di her kêliya jiyana me de ne
09:05 Newroz Ehmed: Divê her kes li dijî gefên Tirkiyeyê helwest nîşan bide
09:04 Cara dudoyan dema berdana girtî Yildiz hat dirêjkirin
09:03 Kelemçeya ku polîsan li destên wê xistibûn agirkujan vekir
09:03 Ji bo Makbûle Ozer a 80 salî serî li AYM'ê da
09:03 Eren: Serlêdana me ya derbarê qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re nehat bersivandin
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
26/07/2022
23:59 Biryar hat dayîn ku parêzbendiya Hevseroka DBP'ê Aydenîz bê rakirin
20:32 HDP'ê parastina xwe ya derbarê delîlên pêvekî de radestî AYM'ê kir
20:01 Koma Hinek Henek wê li sahneya servekirî 3 rojan li pêşberî şanohezan be
16:32 Sê welatî ji ber ku çûne dêrê bi gefa kuştinê re rûbirû mane
15:43 133 saziyan ji bo Aydenîz bang kirin
15:37 Polîsan êrişî çalakiya Peymana Stenbolê kir: Tundî li jinan û rojnamevanan hat kirin
15:02 Kalbîşen ê ku gihîşt sînorê mirinê û hatibû berdan wefat kir
14:41 Demîrtaş: Hilbijartin nêzîk dibe, şerê desthilatdariyê jî dest pê kir
14:20 Rêveberiya girtîgehê dest danî ser daxwaznameyên girtiyan
14:20 Li Elbakê cîsmek leşkerî teqiya: Zarokek 12 salî bi xedarî birîndar bû
14:01 HDP çû serdanda karkerên ku şaredariyê ji kar derxistine
13:50 Surucu a HDP’î: Gelo dar û bar pirsgirêkeke ewlehiyê ya çawa çê dike?
13:40 Di doza DÎAYDER’ê de derewa şahidê nepen dema hatin ‘hevrûkirin’ teşhîr bû
13:00 Malbatên girtiyan: Em naxwazin cenazeyê zarokên me bi ser me ve werin
12:59 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê dan
12:24 Çerxa nelirêtiyê ya Tutaşi yê AKP’î ku îstîfa kir
12:20 Di komîsyona ji bo Aydenîz civiya de rageşî: Zîhniyeta darbeya siyasî di civînê de ye
11:32 Malbata Şenyaşar: Ji bilî edaletê tu rêyeke din nîne
11:25 Li qursa Sultanbeyliyê şewat derket
11:19 Konteynerên karkeran şewitîn
11:14 Şewata li Sokeyê heta astekî hat kontrolkirin
10:57 Li Rihayê qezayên trafîkê: 2 kes mirin, 14 kes birîndar bûn
10:49 Soylu piştî kuştina leşker û cerdevanan hat Colemêrgê
10:39 Dema ku Komîteya Wezîran ji bo Ocalan daye Tirkiyeyê tije dibe
10:34 Xelkê gundekî Bêrecûkê bêav dijî
10:33 UNSC’ê êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Zaxoyê şermezar kir
10:21 Şaredarê AKP'ê yê ku bi nelirêtiyê ji rojevê derneket îstîfa kir
10:06 Li Mereşê bi pileya 4.6 erdhej çêbû
10:03 Darên tên birîn bi TIR’ên bi nivîsa ‘ji ewil welat’ tên veguhestin
09:53 ARÎ-DER'ê belgename da 95 şagirtan
09:51 ‘Gundê ku cenaze lê hatine dîtin baregeha JÎTEM’ê bû’
09:50 Malbata Bozkurt ku gundê wan hat şewitandin: Em naxwazin dest ji welatê xwe berdin
09:27 Tirkiye li dû tolhildana DAIŞ'a têkçûyî ye!
09:00 Hikûmxwarê doza N.Ç. bûye 'rûspî'
09:00 Parêzera OHD'î: Cezayên disiplînê dijhiqûqî ne
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
25/07/2022
16:44 Li Êlihê kesê ketiye qenala avê xeniqî
16:25 Bûldan: Dest ji vê darbeyê berdin
16:23 Pankarta Zaxo ya bi avahiya HDP’ê ve hat jêkirin
16:06 Rêveberiya Xweser: Divê Koalîsyona Navneteweyî berpirsyariya xwe bi cih bîne
15:59 Li Şirnexê berteka hevpar: Em talankirina xwezaya xwe qebûl nakin
15:45 ANF: Li Zapê helîkoptereke Skorsky hat xistin
15:42 Komîsyona Kedê ya HDP’ê: Di 6 mehan de li dijî kedkaran hezar û 718 binpêkirin hatin kirin
14:54 Li Mêrsînê agir bi daristanê ket
14:38 7 ciwanên ku pakart vekirin hatin binçavkirin
14:37 Wezereta Tenduristiyê ‘Koda Spî’ eşkere nake
14:26 Belgefîlma Hêzayê xelat wergirt
14:07 Bîçer: Divê Makbûle Ozer demildest were berdan
14:04 Di Doza Kobanê de polîsan êriş kir
13:19 Li 4 ‘mamosteyên’ nîjadperest doz hate vekirin
12:54 Ferît Şenyaşar banga li Fakibaba kir
12:54 ‘Dewletên Ewropa û hêzên koalîsyonê şirîkê sûcên Tirkiyeyê ne'
12:53 4 girtiyên bi Covîd-19’ê ketin nayên tedawîkirin
12:25 Li Stenbolê tundiya zilaman: 2 jin bi giranî birîndar bûn
12:24 Ji Mehmet Atli singleya ewil: Diçim Ji Vir
11:23 Li Dêrsimê rojê 120 kes bi koronayê dikevin
11:14 Li Edeneyê 3 kes hatin girtin
11:10 Li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê mirineke bi guman
11:09 Encamnameya Konferansa Lozanê: Berteka herî baş avakirina yekitiya kurdan e
10:23 ‘Doza Kobanê li navenda giştî ya MHP’ê tê hûnandin’
10:22 Di pevçûnan de 3 leşker û 4 cerdevan hatin kuştin
10:21 Di fabrîkayekê de teqîn û şewat: Kesek mir û kesek jî birîndar bû
10:16 Ev 16 meh in tu agahî ji Ocalan nayên girtin
09:38 Fermandara operasyona tunekirina DAIŞ’ê hate oxirkirin
09:38 Parlamentera Çep a Elmanyayê: Em ê êrişên Tirkiyeyê bibin rojeva Parlamentoya Elmanyayê
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
24/07/2022
19:57 Li Eskîşehîrê jinek hat kuştin
17:02 Xelkê Reqayê Komkujiya Zaxoyê şermezar kir
15:55 Macron bertek nîşanî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da
15:47 Endamên DÎAYDER a hatiye mohrkirin: Em ê komeleyeke nû vekin
15:28 Şandeya HDP’î çû serdana taxa ku şaredariya AKP’î mexdûr kirine
15:18 Malbata Ekîcî: Kurê me hatiye înfazkirin
14:43 Jinan ji bo Aysel Tugluk daxwaza edaletê kirin
14:00 DEDAŞ’ê bi birîna ceyranê re tax bêav hişt
13:59 Sazî û partiyên kurd di 99’emîn salvegera Peymana Lozanê de li Lozanê civiyan
13:58 Foruma Jinan bi encamnameyê bi dawî bû: Divê em hevgirtina jinan hîn xurttir bikin
12:55 Li Wanê bombeya deng avêtin wesayîta zirxî
12:50 Qirkirina daran a li Şirnexê dê were protestokirin
12:34 Li Bursayê îşkence li zarokekî hat kirin
12:07 Girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
11:50 Ji bo girtî Balaç û Yildirim bang kirin
11:35 Di bûyera 4 kes hatibûn kuştin de hejmara girtiyan derket 6 kesan
11:32 Malbata Şenyaşar: Hêj dereng nebûyî divê daxwazên me bên qebûlkirin
11:28 Nameya Guven bi hinceta ‘dê moralê girtî xweş bike’ nedan girtiyê nexweş Ozkan
11:16 Ji ber nebûna ambûlansê piştî 3 saetan sewqî nexweşxaneyê hate kirin
10:44 Kesên ku di Turnûvaya Kemal Kortkut de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:38 Qeyûmê Cizîrê ji bo şaredariya AKP’î seferber bû!
10:27 Di êrişa Tirkiyeyê de 2 kes hatin qetilkirin
10:23 Tirkiyeyê fermandara ‘Pêngava tunekirina DAIŞ’ê’ hedef girt
10:08 Dr. Oztoprak: Bûyerên Covîd-19’ê zêde dibin