‘Dewletên Ewropa û hêzên koalîsyonê şirîkê sûcên Tirkiyeyê ne'

  • rojane
  • 12:54 25 Tîrmeh 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Giştî ya YPJ'ê diyar kir ku Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinên pêşeng dike hedef û got: "Dewletên Ewropa û hêzên koalîsyonê ku parçeyan ji bo SÎHA'yan difiroşin Tirkiyeyê şirîkê sûc in."

Balafirên Bêmirov ên bi Çek (SÎHA) yên Tirkiyeyê di 22’yê Tîrmehê de li ser rêya Qamişlo êrişî seyareyekê kir. Di encama vê êrişê de yek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Jiyan Tolhildan ku di heman demê de Fermandara Giştî a Hêzên YAT’ê bû, fermandar Roj Xabûr û endama Hêzên YAT`ê Barîn Botan ku tev li Foruma 10 saliya Şoreşa Rojava ku li Qamişlo hat lidarxistin bûbûn, dema ku derketin di encama êrişa SÎHA ya Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dan. 
 
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) têkildarî êrişa li ser her sê hevrêyên xwe daxuyaniyek da. 
 
Daxuyaniya YPJ'ê wiha ye: 
 
FERMANDARA PÊŞENG ŞEHÎD JIYAN TOLHILDAN
 
"Fermandara Yekîneyên Antî-Teror (YAT) Jiyan Tolhildan bi nasnav (Sewal Yûsif), di sala 1980`an li Efrînê ji dayîk bûye. Yek ji damezrînerên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bû. Bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê re, ji birêxistinkirina gel, avakirina YXG’ê heya artêşbûna YPJ’ê û xebatên YAT’ê kar kir. Li hember çeteyên DAIŞ'ê yên ku ji bo mirovahiyê bibû xewneke bi tirs, fermandar Jiyan di sala 2013’an li Serêkaniyê li hember çeteyên El-Nusra, Şêxmeqsûd, Şedadê, Minbicê heya Dêrazorê di pêngava têkbirina çeteyên DAIŞ`ê de cih girt, şer kir û bi hêzên Koalîsyonê re tevlî hemû pêngavên rizgarkirinê bû. Şehîd Jiyan Tolhildan di encama têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de li bajarê Silêmaniyê yê girêdayî Başûrê Kurdistanê xelat wegirtibû.  
 
FERMANDAR ROJ XABÛR DI PENGAVÊN RIZGARKIRINÊ DE MÎNAK BÛ
Şehîda Fermandar Roj Xabûr bi nasnav (Ciwana Heso) di nava malbateke welatparêz de di sala 1992`an de li Dirbêsiyê ji dayîk bû. Di demeke kin de di nava Şoreşa 19êê Tirmehê de bû xwedî ezmûn û bi felsefeya azadiya jin dibe jineke şoreşger a xwedî vîn û hêz. Li hember çeteyên DAIŞ'ê bi hêzên Koalîsyonê re tevli pêngavên rizgarkirinê bû.
 
HÊRSA WÊ DAGIRKER DITIRSANDIN
 
Şehîd Barîn Botan bi nasnav (Ruha Beşar) a ku li Şehba di sala 2003`an de ji dayîk bûye ku di nava malbateke welatparêz de mezin bûbû. Di temenê xwe yê ciwan de bi lêgerîna azadiyê ji Şoreşa Rojava bandor bû û tevlî refên YPJ’ê bûbû. Şehîd Barîn li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk bi hêrs û kîneke mezin tekoşiya.
 
JIYAN TOLHILDAN: EXLEQÊ ME BÊTEVGERBÛN QEBÛL NEKIR
 
Şehîd Jiyan Tolhildan di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 28’ê Adarê de li Kampa Holê dabû destpêkirin, wekî fermandara operasyonê cih girtibû. Ajansa me di şopandina Operasyona Mirovî û Ewlekariyê de bi Fermandar Jiyan Tolhildan re hevdîtin pêk anîbû.
 
Şehîd Jiyan Tolhildan di hevdîtinê de bîrxistibû ku heta niha wan xwe ragirt û wiha gotibû: “Êdî bes e ji vê vê paşguhkirinê û tenêhiştinê re. Ev bar tenê li ser me hiştine, em dikarin pê ranebin jî. Lê exlaqê me yê mirovî nahêle em wê yekê bikin. Kamp di bin navê sivîlan de hatiye veşartin, lê belê hemû rêxistinbûnên terorîstên DAIŞ`ê li wir in. Li kampê dadgehên şerîetê, dibistanên ji bo perwerdekirina fikrê DAIŞ’ê û komîteyên qetilkirinê û El-Hesbê hatine avakirin, ev jî xeteriya vê kampê dide diyarkirin."
 
GOTINÊN JIYAN TOLHILDAN JI FORUMA ŞOREŞA JINAN
 
Herî dawî di Foruma Şoreşa Jinan de ku li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo di 22 vê mehê de hate lidarxistin, rûniştina yekemîn a li ser rola YPJ'ê di parastina şoreşê û pêşxistina wê de ji aliyê şehîd Jiyan Tolhildan ve hatibû birêvebirin.
 
Şehîd Jiyan Tolhildan lidarxistina forumê li tevahî jinan û şehîdên azadiyê pîroz kiribû û ev tişt anîbûn ziman: "Civak bi giştî xwedî dîrokên tijî kesayetên jin ên têkoşer û pêşeng e. Ji wan xelekan, berxwedana Şoreşa Rojava ye ku bi pêşengtiya şehîdên pêşeng Sara, Arşîn, Roksan, Tohildan û Rohman dest pê kir. Van têkoşeran ji bo xilaskirina civakê ji zihniyeta radîkal a baviksalarî canê xwe feda kirin."
 
Şehîd Jiyan Tolhildan, di Forumê de wiha behsa armanca sereke ya YPJ'ê kiribû: “Armanaca me parastina civakê û erdîngariya Sûriyê bi giştî ji çeteyan e. Şervanên YPJ'ê civak ji zihniyeta radîkal a paşverû û siyaseta dewletê ya ku jinan ji hemû mafên wan ên rewa bê par hiştibûn, parastin."
 
WESIYATA WÊ JI HEMÛ JINAN RE
 
Fermandara pêşeng Şehîd Jiyan Tolhildan behsa berdelên ku ji bo azadiya jinê hatine dayîn kiribû û wesiyeta xwe ji hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hişt: “Di dirêjahiya şoreşê de bi hezaran şervanên azadiyê canê xwe gorî kirin, li derdora xaka xwe kom bûn û di eniyên şer de xwe îsbat kirin bêyî cûdahiyê bixin navbera pêkhate û erdîngariyê. Em di wê baweriyê de ne ku em ê bi ser kevin û projeya neteweya demokratîk li herêmê misoger bikin. Di radeya yekemîn de ji hemû jinan tê xwestin tê bikoşin ji bo rêgez û bingehên xweparastinê di kesayeta hemû welatiyên di nav civakê de werin rûniştandin."
 
JINÊN PÊŞENG YÊN BI AMÛRÊ KOMKUJIYÊ HATINE HEDEFGIRTIN:
 
Ev ne cara yekem e ku jinên têkoşer ji aliyê dagirkeran ve tên hedefgirtin. Piştî têkçûna DAIŞ`ê yekemîn jinên pêşeng bûne hedefên yekemîn ên dagirkeriya Tirk. Jinên ku di avakirina Şoreşa Rojava de xwedî rol û ked bûn di encama êrişên SÎHA` de hatine şehîd xistin ev in;
 
* Di 23’ê Hezîrana 2020`an de SÎHA’yên dewleta Tirk li gundê Helincê yê Kobanê endamên Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Zehra Berkel û Hebûn Mela Xelîl û xwediya malê Emîne Weysî şehîd xistin.
 
* Di 19’ê Tebaxa 2021’an de Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bi balafirên bêmirov ên bi çek hate bombebarankirin û di encamê de endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê û endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Sosin Bîrhat (Sosin Mihemed) şehîd bû.
 
* Di 21’ê Nîsana îsal li Kobanê li ser rêya Êdiq-Textik bi SÎHA'yê seyareyek hate hedefgirtin û di encamê de 3 şervanên YPJ’ê Dilar Heleb, Ronahî Kobanê, Cihan Nîdal Elî şehîd bûn.
 
* 30’yê Gulana îsal de dewleta Tirk a dagirker li bajarê Qamişlo bi balafira bêmirov ên bi çek êrişê wesayîtekî kir û şervana YPJ’ê Mizgîn Botan û welatparêzek Kurd Kesra Melek şehîd xist. Her wiha di vê êrişê de şervana YPJ’ê Dicle Cudî û Hêvîdar Dirbêsiyê jî bi giranî birîndar bûn.
 
* 2`yê Tîrmeha îsal li Reqayê di encama SÎHA`yên dewleta Tirk fermandara QSD’ê Sîham Mislim (Mizgîn Kobanê) hat şehîdxistin.
 
DEWLETÊN EWRUPA Û KOALÎSYON ŞIRÎKÊ SÛC IN
 
Dewleta Tirk a dagirker ji sala 2021’an heta niha bi balafirên bêmirov ên bi çek êrişên xwe pêk tîne. SÎHA`yên dagirkeran ji aliyên alîgirên Serokomarê Tirk Erdogan û şîrketên malbatan ve tên çêkirin ku heta niha li heremên Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi sedan welatiyên Kurd bi van balafiran hatine qetilkirin. Dewleta Tirk bêguman van êrişên xwe bi êrekirina hêzên navnetewî pêk tîne ku qada hewayî a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di destê wan de ye. Her wiha bifirotina van perçeyên SÎHA`yan welatên Ewropa jî şirîkên van qetlîaman e.
 
Serokwezîra berê ya Almanyayê Angela Merkel, ragihandinbû ku hinardekirina 33 kelûpelên leşkerî û balafirên bêmirov ên bi çek (SÎHA) ji bo rejîma Enqereyê erê kiriye. Di lêkolîna pisporan de hate eşkerekirin ku hilbirîna moşek û roketan ji aliyên fîrmayên 5 welatên Ewropayê ve hatiye çêkirin. Ew hilbêrîna moşek û roketan bi awayekî navendî Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA), Îngîltere û Almanya dike. Ew welatên Ewropayî di her êrişên dewleta Tirk a dagirker ku bi balafirên bêmirov ên bi çek li ser heremê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikar tîne de dibin sûcê şirîkê dewleta tirk." 
 

Sernavên din

27/07/2022
09:57 Bîlgîç: Wexta ku mijar dibe xwezaya Kurdistanê kerr, kor û lal dibin
09:32 Wezareta Parastinê: 2 leşker hatin kuştin
09:22 Li Geverê 6 ferdên malbetekê hatin binçavkirin
09:15 Bi ser wefata dengbêjê nemir Fadil Cizîrî re 4 sal derbas bûn: Klamên wî di her kêliya jiyana me de ne
09:05 Newroz Ehmed: Divê her kes li dijî gefên Tirkiyeyê helwest nîşan bide
09:04 Cara dudoyan dema berdana girtî Yildiz hat dirêjkirin
09:03 Kelemçeya ku polîsan li destên wê xistibûn agirkujan vekir
09:03 Ji bo Makbûle Ozer a 80 salî serî li AYM'ê da
09:03 Eren: Serlêdana me ya derbarê qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re nehat bersivandin
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
26/07/2022
23:59 Biryar hat dayîn ku parêzbendiya Hevseroka DBP'ê Aydenîz bê rakirin
20:32 HDP'ê parastina xwe ya derbarê delîlên pêvekî de radestî AYM'ê kir
20:01 Koma Hinek Henek wê li sahneya servekirî 3 rojan li pêşberî şanohezan be
16:32 Sê welatî ji ber ku çûne dêrê bi gefa kuştinê re rûbirû mane
15:43 133 saziyan ji bo Aydenîz bang kirin
15:37 Polîsan êrişî çalakiya Peymana Stenbolê kir: Tundî li jinan û rojnamevanan hat kirin
15:02 Kalbîşen ê ku gihîşt sînorê mirinê û hatibû berdan wefat kir
14:41 Demîrtaş: Hilbijartin nêzîk dibe, şerê desthilatdariyê jî dest pê kir
14:20 Rêveberiya girtîgehê dest danî ser daxwaznameyên girtiyan
14:20 Li Elbakê cîsmek leşkerî teqiya: Zarokek 12 salî bi xedarî birîndar bû
14:01 HDP çû serdanda karkerên ku şaredariyê ji kar derxistine
13:50 Surucu a HDP’î: Gelo dar û bar pirsgirêkeke ewlehiyê ya çawa çê dike?
13:40 Di doza DÎAYDER’ê de derewa şahidê nepen dema hatin ‘hevrûkirin’ teşhîr bû
13:00 Malbatên girtiyan: Em naxwazin cenazeyê zarokên me bi ser me ve werin
12:59 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê dan
12:24 Çerxa nelirêtiyê ya Tutaşi yê AKP’î ku îstîfa kir
12:20 Di komîsyona ji bo Aydenîz civiya de rageşî: Zîhniyeta darbeya siyasî di civînê de ye
11:32 Malbata Şenyaşar: Ji bilî edaletê tu rêyeke din nîne
11:25 Li qursa Sultanbeyliyê şewat derket
11:19 Konteynerên karkeran şewitîn
11:14 Şewata li Sokeyê heta astekî hat kontrolkirin
10:57 Li Rihayê qezayên trafîkê: 2 kes mirin, 14 kes birîndar bûn
10:49 Soylu piştî kuştina leşker û cerdevanan hat Colemêrgê
10:39 Dema ku Komîteya Wezîran ji bo Ocalan daye Tirkiyeyê tije dibe
10:34 Xelkê gundekî Bêrecûkê bêav dijî
10:33 UNSC’ê êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Zaxoyê şermezar kir
10:21 Şaredarê AKP'ê yê ku bi nelirêtiyê ji rojevê derneket îstîfa kir
10:06 Li Mereşê bi pileya 4.6 erdhej çêbû
10:03 Darên tên birîn bi TIR’ên bi nivîsa ‘ji ewil welat’ tên veguhestin
09:53 ARÎ-DER'ê belgename da 95 şagirtan
09:51 ‘Gundê ku cenaze lê hatine dîtin baregeha JÎTEM’ê bû’
09:50 Malbata Bozkurt ku gundê wan hat şewitandin: Em naxwazin dest ji welatê xwe berdin
09:27 Tirkiye li dû tolhildana DAIŞ'a têkçûyî ye!
09:00 Hikûmxwarê doza N.Ç. bûye 'rûspî'
09:00 Parêzera OHD'î: Cezayên disiplînê dijhiqûqî ne
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
25/07/2022
16:44 Li Êlihê kesê ketiye qenala avê xeniqî
16:25 Bûldan: Dest ji vê darbeyê berdin
16:23 Pankarta Zaxo ya bi avahiya HDP’ê ve hat jêkirin
16:06 Rêveberiya Xweser: Divê Koalîsyona Navneteweyî berpirsyariya xwe bi cih bîne
15:59 Li Şirnexê berteka hevpar: Em talankirina xwezaya xwe qebûl nakin
15:45 ANF: Li Zapê helîkoptereke Skorsky hat xistin
15:42 Komîsyona Kedê ya HDP’ê: Di 6 mehan de li dijî kedkaran hezar û 718 binpêkirin hatin kirin
14:54 Li Mêrsînê agir bi daristanê ket
14:38 7 ciwanên ku pakart vekirin hatin binçavkirin
14:37 Wezereta Tenduristiyê ‘Koda Spî’ eşkere nake
14:26 Belgefîlma Hêzayê xelat wergirt
14:07 Bîçer: Divê Makbûle Ozer demildest were berdan
14:04 Di Doza Kobanê de polîsan êriş kir
13:19 Li 4 ‘mamosteyên’ nîjadperest doz hate vekirin
12:54 Ferît Şenyaşar banga li Fakibaba kir
12:54 ‘Dewletên Ewropa û hêzên koalîsyonê şirîkê sûcên Tirkiyeyê ne'
12:53 4 girtiyên bi Covîd-19’ê ketin nayên tedawîkirin
12:25 Li Stenbolê tundiya zilaman: 2 jin bi giranî birîndar bûn
12:24 Ji Mehmet Atli singleya ewil: Diçim Ji Vir
11:23 Li Dêrsimê rojê 120 kes bi koronayê dikevin
11:14 Li Edeneyê 3 kes hatin girtin
11:10 Li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê mirineke bi guman
11:09 Encamnameya Konferansa Lozanê: Berteka herî baş avakirina yekitiya kurdan e
10:23 ‘Doza Kobanê li navenda giştî ya MHP’ê tê hûnandin’
10:22 Di pevçûnan de 3 leşker û 4 cerdevan hatin kuştin
10:21 Di fabrîkayekê de teqîn û şewat: Kesek mir û kesek jî birîndar bû
10:16 Ev 16 meh in tu agahî ji Ocalan nayên girtin
09:38 Fermandara operasyona tunekirina DAIŞ’ê hate oxirkirin
09:38 Parlamentera Çep a Elmanyayê: Em ê êrişên Tirkiyeyê bibin rojeva Parlamentoya Elmanyayê
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
24/07/2022
19:57 Li Eskîşehîrê jinek hat kuştin
17:02 Xelkê Reqayê Komkujiya Zaxoyê şermezar kir
15:55 Macron bertek nîşanî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da
15:47 Endamên DÎAYDER a hatiye mohrkirin: Em ê komeleyeke nû vekin
15:28 Şandeya HDP’î çû serdana taxa ku şaredariya AKP’î mexdûr kirine
15:18 Malbata Ekîcî: Kurê me hatiye înfazkirin
14:43 Jinan ji bo Aysel Tugluk daxwaza edaletê kirin
14:00 DEDAŞ’ê bi birîna ceyranê re tax bêav hişt
13:59 Sazî û partiyên kurd di 99’emîn salvegera Peymana Lozanê de li Lozanê civiyan
13:58 Foruma Jinan bi encamnameyê bi dawî bû: Divê em hevgirtina jinan hîn xurttir bikin
12:55 Li Wanê bombeya deng avêtin wesayîta zirxî
12:50 Qirkirina daran a li Şirnexê dê were protestokirin
12:34 Li Bursayê îşkence li zarokekî hat kirin
12:07 Girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
11:50 Ji bo girtî Balaç û Yildirim bang kirin
11:35 Di bûyera 4 kes hatibûn kuştin de hejmara girtiyan derket 6 kesan
11:32 Malbata Şenyaşar: Hêj dereng nebûyî divê daxwazên me bên qebûlkirin
11:28 Nameya Guven bi hinceta ‘dê moralê girtî xweş bike’ nedan girtiyê nexweş Ozkan
11:16 Ji ber nebûna ambûlansê piştî 3 saetan sewqî nexweşxaneyê hate kirin
10:44 Kesên ku di Turnûvaya Kemal Kortkut de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:38 Qeyûmê Cizîrê ji bo şaredariya AKP’î seferber bû!
10:27 Di êrişa Tirkiyeyê de 2 kes hatin qetilkirin
10:23 Tirkiyeyê fermandara ‘Pêngava tunekirina DAIŞ’ê’ hedef girt
10:08 Dr. Oztoprak: Bûyerên Covîd-19’ê zêde dibin