Di Doza Kobanê de polîsan êriş kir

  • rojane
  • 14:04 25 Tîrmeh 2022
  • |
img

ENQERE - Di Doza Kobanê de mafê axaftinê yê siyasetmedaran hate astengkirin. Siyasetmedaran jî bi çepikan û bi lêdana li kursiyan ev rewş protesto kirin. Di dema rageşiya li eywanê de siyasetmedar Nazmî Guler  jî aciz bû. 

 
Li ser êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmehê de li seranserî bakurê Kurdistanê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Têkildarî bûyeran doz hatibû vekirin. 15’emîn danişîna Doza Kobanê ku hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav 21 jê girtî bi giştî 108 kes tê de tên darizandin, di roja ewil de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê didome. 
 
Danişîna dozê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin. Di danişînê de gelek parêzer, parlamenterên HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Zuleyha Gulum, Mûrat Sarisaç û gelek kesên din amade bûn. Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn. 
 
Ji siyasetmedarên negirtî tê darizandin Sîbel Akdenîz li Dadgeha Cezayên Giran a Gimgimê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Akdenîz xwest ku parastina xwe ji zaravayên kurdî bi dimilî bike. Akdenîz, da zanîn ku ji bo parastina xwe bi zaravayê dimilî amade bike li girtîgehê materyalên wan nînin û piştî derketî amade kiriye. 
 
WERGÊR JI AKDENÎZ XWEST 
 
Piştre jî dozger axivî û got ku piştî amadekirina wergêr bila parastina Akdenîz bê girtin. Şandeya dadgehê jî got ku Akdenîz daxwazname bi tirkî nivîsiye û daxwaza amadekirina wergêr red kir. Şandeyê ji Akdenîz re got ku ew bi xwe dikare wergêr bîne. 
 
Parêzer Çîgdem Kozan li dijî vê biryarê îtîraz kir lê şandeyê ev îtîraz red kir. Parêzer Kenan Maçoglû jî xwest ku ewraqê li dosyayê hatine zêdekirin bên xwendin lê şandeyê ev daxwaz jî red kir. 
 
MAFÊ AXAFTINÊ NEDAN TUNCEL 
 
Piştî nîqaşan, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Berê Sebahat Tuncel xwest mafê axaftinê bigire. Tuncel, diyar kir ku şandeya dadgehê mafê axaftinê yê parêzeran nas nake û ev pirs ji şandeya dadgehê kir: “Gelo hûn dê destûra parastineke li gorî qanûnan bidin an na?” Li ser pirsa Tuncel jî şandeya dadgehê destûr neda ku Tuncel parastina xwe bike û mafê axaftinê da Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya Berê Gultan Kişanak. 
 
Kişanak li dijî helwesta şandeya dadgehê got ku Tuncel li ser kursî ye. Kişanak, da zanîn ku şandeya dadgehê ji bo parastinê bike zext li wê kiriye, ewraqên têkildarî dosyayê dereng tên ber destê wan û firsendê nabînin ku çavekî lê bigerînin. Bi domdarî Kişanak got ku şandeya dadgehê ketiye nava hewelsteke wiha: “Çawa dibe bila bibe ez ê ceza bidim we û we guhdarî nekim.”
 
YUKSEKDAG: HÛN DÊ NEKARIN VÎNA ME TÊK BIBIN
 
Şandeya dadgehê xwe li bendê negirt ku Kişanak gotinên xwe temam bike û vêcarê mafê axaftinê da Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya Berê Fîgen Yuksekdag. Yuksekdag, bertek nîşanî helwesta dadgehê da û diyar kir ku şandeya dadgehê mîna hêzên ewlekariyê tevdigere. Bi domdarî Yuksekdag anî ziman ku dê helwesta şandeya dadgehê nekare vîna wan têk bibe û wiha pê de çû: “Ev doz ji bo ku bi kêrî karê desthilatdariyê were hatiye vekirin. Lê belê bi kêrî karê wan nayê. Ez dixwazim ku mafê parastinê yê Tuncel were dayîn. Ev şêweyê darizandinê yê ku hûn îro li vê derê dikin, dê sibe bibe şêweyê darizandina we. Gelo hûn di ferqa vê de ne ey Erdogan, ey Bahçelî û şirîkên desthilatdariyê?” 
 
YILDIRIM: EM NA REVIN
 
Siyasetmedar Gulser Yildirim jî bi kurdî axivî û da zanîn ku rewşa heyî ne hiqûqî û ne jî însanî ye. Di berdewamê de Yildirim wiha got: “Dema ez qala hiqûqê dikim ne qala hiqûqa qesrê lê ya rasteqîn dikim. Heke hiqûq hebûya li dijî Sebahat Tuncel helwestekî wiha nedihat raberkirin. Em ê parastina xwe bikin. Em na revin. Dema yê li hemberî we dibe kurd, ev helwesta we derdikeve lûtkeyê. Hûn dibêjin parastina xwe bikin lê îdianameyên bi hezaran rûpelan hatine amadekirin. Gelo ma di rewşeke wiha de ma pêkane ku mirov bixwîne û parastinê bike? Em ji parastinê na revin lê divê derfetên parastinê bên dayîn. Ez dixwazim ku mafê axaftinê bidin Sebahat Tuncel û mîkrofon bê vekirin.” 
 
WEKE ‘DISIPLÎN XERA KIR’ LI GIRTEKÊ HATE NIVÎSANDIN
 
Şandeya dadgehê israr kir ku Tuncel a li kursî li cihê xwe rûne. Li ser israra dadgehê jî li eywanê rageşî derket. Sebahat Tuncel da zanîn ku heta mafê axaftinê jê re neyê dayîn dê kursî neterikîne. Li ser vê yekê jî di girtekan de weke “xerakirina disiplînê” hate nivîsandin. Siyasetmedarên din ên li eywanê Aynûr Aşan û Zeynep Karaman jî xwestin ku mafê axaftinê bidin Tuncel û nehatin kursî. Siyatmedar û beşdaran bi çepikan helwesta dadgehê protesto kirin. 
 
PROTESTOYA BI ÇEPIKAN
 
Piştî protestoyê jî daxwaza xwendina ewraqê li dosyayê hatine zêdekirin a parêzer Kenan Maçoglû hat qebûlkirin. Siyasetmedar Tuncel ku mafê wê yê axaftinê nehat dayîn jî pirsa “hûn çima ditirsin” ji şandeyê kir. Lê şandeya dadgehê bi israr mafê axaftinê neda Tuncel û li ser vê yekê siyasetmedar û beşdaran careke din bi çepikan ev helwest protesto kirin. Li gel dengê çepikan jî şandeyê ewraqên di dosyayê de bi dengekî bilind xwend. 
 
ÊRIŞÎ PARÊZERAN KIRIN
 
Di dema xwendina ewraqan de parêzer û siyasetmedaran ji bo nîşandana derhiqûqiyên heyî bi israr îtîraz kirin. Li ser vê yekê jî şandeya dadgehê bang li hêzên ewlekariyê kir ku destwerdanê li parêzaran bike. Polîsan, hewl dan bi darê zorê parêzer Kemal Akalin li cihê wî bidin rûniştandin. Ji ber vê jî di navbera polîsan û parêzeran de rageşî derket. 
 
SIYASETMEDAR GUR ACIZ BÛ
 
Ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin tevî çalakiyê jî bi dengekî bilind dihatin xwendin û siyasetmedarên jin jî bi terikandina eywanê hewl dan vê helwestê protesto bikin. Lê polîsan pêşî li ber siyasetmedaran girt. Li ser vê yekê jî siyasetmedaran li kursiyan xistin û bi çepikan şandeya dadgehê protesto kirin. Li ser vê protestoyê jî di navbera parêzer û polîsan de nîqaş derket. Di vê navberê de siyasetmedar Nazmî Gur aciz bû û komên tenduristiyê hatin eywana dadgehê. Piştî destwerdana ewil a li Gur hatiye kirin jî danişîn domiya. 
 
Sebahat Tuncel ji ber ku mafê wê yê axaftinê hate binpêkirin, heta demekî li ser kursî ma û piştre hate xwarê. Piştî rageşiya derketî jî şandeyê navber da danişînê. 
 
Serokê dadgehê Yildiray Kaya piştî ewqas rageşiyê jî mafê axaftinê nedabû Tuncel û dema derdiket jî ji Tuncel re got: “Piştî nîvro were ez ê mafê axaftinê bidim te.” 
 

Sernavên din

27/07/2022
09:57 Bîlgîç: Wexta ku mijar dibe xwezaya Kurdistanê kerr, kor û lal dibin
09:32 Wezareta Parastinê: 2 leşker hatin kuştin
09:22 Li Geverê 6 ferdên malbetekê hatin binçavkirin
09:15 Bi ser wefata dengbêjê nemir Fadil Cizîrî re 4 sal derbas bûn: Klamên wî di her kêliya jiyana me de ne
09:05 Newroz Ehmed: Divê her kes li dijî gefên Tirkiyeyê helwest nîşan bide
09:04 Cara dudoyan dema berdana girtî Yildiz hat dirêjkirin
09:03 Kelemçeya ku polîsan li destên wê xistibûn agirkujan vekir
09:03 Ji bo Makbûle Ozer a 80 salî serî li AYM'ê da
09:03 Eren: Serlêdana me ya derbarê qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re nehat bersivandin
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
26/07/2022
23:59 Biryar hat dayîn ku parêzbendiya Hevseroka DBP'ê Aydenîz bê rakirin
20:32 HDP'ê parastina xwe ya derbarê delîlên pêvekî de radestî AYM'ê kir
20:01 Koma Hinek Henek wê li sahneya servekirî 3 rojan li pêşberî şanohezan be
16:32 Sê welatî ji ber ku çûne dêrê bi gefa kuştinê re rûbirû mane
15:43 133 saziyan ji bo Aydenîz bang kirin
15:37 Polîsan êrişî çalakiya Peymana Stenbolê kir: Tundî li jinan û rojnamevanan hat kirin
15:02 Kalbîşen ê ku gihîşt sînorê mirinê û hatibû berdan wefat kir
14:41 Demîrtaş: Hilbijartin nêzîk dibe, şerê desthilatdariyê jî dest pê kir
14:20 Rêveberiya girtîgehê dest danî ser daxwaznameyên girtiyan
14:20 Li Elbakê cîsmek leşkerî teqiya: Zarokek 12 salî bi xedarî birîndar bû
14:01 HDP çû serdanda karkerên ku şaredariyê ji kar derxistine
13:50 Surucu a HDP’î: Gelo dar û bar pirsgirêkeke ewlehiyê ya çawa çê dike?
13:40 Di doza DÎAYDER’ê de derewa şahidê nepen dema hatin ‘hevrûkirin’ teşhîr bû
13:00 Malbatên girtiyan: Em naxwazin cenazeyê zarokên me bi ser me ve werin
12:59 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê dan
12:24 Çerxa nelirêtiyê ya Tutaşi yê AKP’î ku îstîfa kir
12:20 Di komîsyona ji bo Aydenîz civiya de rageşî: Zîhniyeta darbeya siyasî di civînê de ye
11:32 Malbata Şenyaşar: Ji bilî edaletê tu rêyeke din nîne
11:25 Li qursa Sultanbeyliyê şewat derket
11:19 Konteynerên karkeran şewitîn
11:14 Şewata li Sokeyê heta astekî hat kontrolkirin
10:57 Li Rihayê qezayên trafîkê: 2 kes mirin, 14 kes birîndar bûn
10:49 Soylu piştî kuştina leşker û cerdevanan hat Colemêrgê
10:39 Dema ku Komîteya Wezîran ji bo Ocalan daye Tirkiyeyê tije dibe
10:34 Xelkê gundekî Bêrecûkê bêav dijî
10:33 UNSC’ê êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Zaxoyê şermezar kir
10:21 Şaredarê AKP'ê yê ku bi nelirêtiyê ji rojevê derneket îstîfa kir
10:06 Li Mereşê bi pileya 4.6 erdhej çêbû
10:03 Darên tên birîn bi TIR’ên bi nivîsa ‘ji ewil welat’ tên veguhestin
09:53 ARÎ-DER'ê belgename da 95 şagirtan
09:51 ‘Gundê ku cenaze lê hatine dîtin baregeha JÎTEM’ê bû’
09:50 Malbata Bozkurt ku gundê wan hat şewitandin: Em naxwazin dest ji welatê xwe berdin
09:27 Tirkiye li dû tolhildana DAIŞ'a têkçûyî ye!
09:00 Hikûmxwarê doza N.Ç. bûye 'rûspî'
09:00 Parêzera OHD'î: Cezayên disiplînê dijhiqûqî ne
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
25/07/2022
16:44 Li Êlihê kesê ketiye qenala avê xeniqî
16:25 Bûldan: Dest ji vê darbeyê berdin
16:23 Pankarta Zaxo ya bi avahiya HDP’ê ve hat jêkirin
16:06 Rêveberiya Xweser: Divê Koalîsyona Navneteweyî berpirsyariya xwe bi cih bîne
15:59 Li Şirnexê berteka hevpar: Em talankirina xwezaya xwe qebûl nakin
15:45 ANF: Li Zapê helîkoptereke Skorsky hat xistin
15:42 Komîsyona Kedê ya HDP’ê: Di 6 mehan de li dijî kedkaran hezar û 718 binpêkirin hatin kirin
14:54 Li Mêrsînê agir bi daristanê ket
14:38 7 ciwanên ku pakart vekirin hatin binçavkirin
14:37 Wezereta Tenduristiyê ‘Koda Spî’ eşkere nake
14:26 Belgefîlma Hêzayê xelat wergirt
14:07 Bîçer: Divê Makbûle Ozer demildest were berdan
14:04 Di Doza Kobanê de polîsan êriş kir
13:19 Li 4 ‘mamosteyên’ nîjadperest doz hate vekirin
12:54 Ferît Şenyaşar banga li Fakibaba kir
12:54 ‘Dewletên Ewropa û hêzên koalîsyonê şirîkê sûcên Tirkiyeyê ne'
12:53 4 girtiyên bi Covîd-19’ê ketin nayên tedawîkirin
12:25 Li Stenbolê tundiya zilaman: 2 jin bi giranî birîndar bûn
12:24 Ji Mehmet Atli singleya ewil: Diçim Ji Vir
11:23 Li Dêrsimê rojê 120 kes bi koronayê dikevin
11:14 Li Edeneyê 3 kes hatin girtin
11:10 Li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê mirineke bi guman
11:09 Encamnameya Konferansa Lozanê: Berteka herî baş avakirina yekitiya kurdan e
10:23 ‘Doza Kobanê li navenda giştî ya MHP’ê tê hûnandin’
10:22 Di pevçûnan de 3 leşker û 4 cerdevan hatin kuştin
10:21 Di fabrîkayekê de teqîn û şewat: Kesek mir û kesek jî birîndar bû
10:16 Ev 16 meh in tu agahî ji Ocalan nayên girtin
09:38 Fermandara operasyona tunekirina DAIŞ’ê hate oxirkirin
09:38 Parlamentera Çep a Elmanyayê: Em ê êrişên Tirkiyeyê bibin rojeva Parlamentoya Elmanyayê
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
24/07/2022
19:57 Li Eskîşehîrê jinek hat kuştin
17:02 Xelkê Reqayê Komkujiya Zaxoyê şermezar kir
15:55 Macron bertek nîşanî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da
15:47 Endamên DÎAYDER a hatiye mohrkirin: Em ê komeleyeke nû vekin
15:28 Şandeya HDP’î çû serdana taxa ku şaredariya AKP’î mexdûr kirine
15:18 Malbata Ekîcî: Kurê me hatiye înfazkirin
14:43 Jinan ji bo Aysel Tugluk daxwaza edaletê kirin
14:00 DEDAŞ’ê bi birîna ceyranê re tax bêav hişt
13:59 Sazî û partiyên kurd di 99’emîn salvegera Peymana Lozanê de li Lozanê civiyan
13:58 Foruma Jinan bi encamnameyê bi dawî bû: Divê em hevgirtina jinan hîn xurttir bikin
12:55 Li Wanê bombeya deng avêtin wesayîta zirxî
12:50 Qirkirina daran a li Şirnexê dê were protestokirin
12:34 Li Bursayê îşkence li zarokekî hat kirin
12:07 Girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
11:50 Ji bo girtî Balaç û Yildirim bang kirin
11:35 Di bûyera 4 kes hatibûn kuştin de hejmara girtiyan derket 6 kesan
11:32 Malbata Şenyaşar: Hêj dereng nebûyî divê daxwazên me bên qebûlkirin
11:28 Nameya Guven bi hinceta ‘dê moralê girtî xweş bike’ nedan girtiyê nexweş Ozkan
11:16 Ji ber nebûna ambûlansê piştî 3 saetan sewqî nexweşxaneyê hate kirin
10:44 Kesên ku di Turnûvaya Kemal Kortkut de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:38 Qeyûmê Cizîrê ji bo şaredariya AKP’î seferber bû!
10:27 Di êrişa Tirkiyeyê de 2 kes hatin qetilkirin
10:23 Tirkiyeyê fermandara ‘Pêngava tunekirina DAIŞ’ê’ hedef girt
10:08 Dr. Oztoprak: Bûyerên Covîd-19’ê zêde dibin