Li Şirnexê berteka hevpar: Em talankirina xwezaya xwe qebûl nakin

img

ŞIRNEX - Li Şirnexê lidijî talankirina xweza û birîna daran daxuyanîyek girseyî hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi vê talankirina xwezayê re mafê bi tevahî gel û zindiyan hatiye binpêkirin û banga xwedî derketina li xwezayê hat kirin.   

 
Li Şirnexê bi pêşengiya rêxistinên civakî yên sivîl ji bo balê bikşînin ser talankirina xwezayê û birîna daran a li herêma Şirnexê daxuyaniyek girseyî hat dayîn. Baroya Şirnexê, Komeleya Mafê Mirovan(ÎHD), Odeya Bijîşkên a Şirnexê (TTB), Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê(KESK) ya Şirnexê, Kordînasyona Bajêr a Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) a Şirnexê û Komeleya Parastina Xwezayê û Duçerxê ya Cizîrê li ber avahiya KESK’ê ya Şirnexê daxuyaniyek girseyî li dar xistin. Nûnerên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), Partiya Deva, Partiya Pêşerojê, CHP û Meclisa Dayikên Aştiyê jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Girseyê pankarta “Li Şirnexê xweza tê talankirin” vekirin. Her wiha dovîzên wekî; “Xweza jiyan e” , “Xwedî li xwezayê derkeve”, “Rengê xwezayê şîn e” hatin hildan.    
 
Metna daxuyanî ji hêla Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz ve got: “Li herêmên daristanî yên li navçeyên Şirnexê, birîna daran bi rengekî ku raya giştî nerehet bike û bi binpêkirina hiqûqê re ev du sal in tê kirin.
 
Li hemberî vê rewşê, beriya niha gelek caran daxuyaniyên çapemeniyê ji aliyê rêxistinên sivîl ên li herêma me ve hatibûn dayîn, giliyê yên ku sûc dikin hatibû kirin. Serlêdana hemû rêyên hiqûqî hatine kirin. Li dijî qanûn û proseduran e û divê ev yek tavilê bê sekinandin. 
 
Her wiha raporên ji aliyê baroya me ve hatin amadekirin, serlêdanên îdarî hatin kirin, hem sazî û rêxistinên neteweyî hem jî navneteweyî yên di qada hawirdorê de kar dikin hatin agahdakirin û hişyarkirin. Mixabin ev hemû serlêdanên ku me di saleka dawî de kirin bêencam man.” 
 
 ‘TALANKIRINA XWEZAYÊ JIYANA GELÊ ME DIXE TALÛKEYÊ’
 
  Dîlsîz destnîşan kir ku di rojekê de 20-25 kamyonên ku dar lê barkirî ne di navenda bajêrde derbas dibin û wiha axivî: “Bi qasî ku tê hesabkirin, her roj bi sedan ton nebatên endemîk û darên kevnaere bi awayekî kêfî û bêplan tên tinekirin. Tevî hemû serlêdanên fermî yên beriya niha hatin kirin jî, heta niha ji bo sekinandina daran ji aliyê saziyên berpirsyar ve gaveke şênber nehatiye avêtin. Lê belê polîtîkayên li ser jiyana ekolojîk a li herêmê, bûye pirsgirêkeke cidî ya tenduristiya gel. Dema em hem bandora santrala termîk a li ser hawirdorê û tenduristiya mirovan, hem jî bandorên qadên madenê yên bêhiş li ser tenduristiya mirovên li hawirdorê dijîn binirxînin, dibînin ku mafê ekolojîk û tenduristiya jiyana gelê me bi giştî tê binpêkirin.”  
 
DÊ TALANKIRINA XWEZAYÊ QEBÛL NEKIN
 
 Dîlsîz wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vê çarçoveyê de em radigihînin ku em ê qebûl nekin ku her roj bi dehan kamyon darên me bên birîn û ji bo firotinê bişînin bajarên din. Di vê pêvajoyê de em ji tevahiya raya giştî ya Tirkiyeyê re radigihînin ku em ê berpirsyariya xwe ya hiqûqî û civakî bi baldarî û wijdanî bidomînin. Em ê vê pêvajoya bêhiqûqiyê bişopînin, heke birîna daran di dema pêş de nesekine em ê vê têkoşînê heta dawiyê bimeşînin û serî li hemû rêyên hiqûqî bidin."
  
OZGUNEŞ: BI ÇAVÊN DIJMINTIYÊ LI XWEZAYA ME DINÊRIN
  
Parlamenterê HDP’ê ya Şirnexê Hasan Ozguneş jî axivî û destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê dijminê erdnigariya kurdan e û got: “ Gava mesele dibe erdnigariya kurdîstanê dijminatiya wan dibe du qat. Li dijî xweza û erdnîgariya kurdan durûtiyek mezin heye. Hestiyariya ku ji bo xwezaya hêla Tirkiyeyê tê nîşandan ji bo xwezayê hêla Kurdîstanê nayê nîşandan. Li dijî xwezaya me ranteke mezin bidest dixin û talankirinek mezin li dijî herêmê pêk tînin. Em wek HDP dê şopdarê pêvajoyê bibin.”
 
 

Sernavên din

27/07/2022
09:57 Bîlgîç: Wexta ku mijar dibe xwezaya Kurdistanê kerr, kor û lal dibin
09:32 Wezareta Parastinê: 2 leşker hatin kuştin
09:22 Li Geverê 6 ferdên malbetekê hatin binçavkirin
09:15 Bi ser wefata dengbêjê nemir Fadil Cizîrî re 4 sal derbas bûn: Klamên wî di her kêliya jiyana me de ne
09:05 Newroz Ehmed: Divê her kes li dijî gefên Tirkiyeyê helwest nîşan bide
09:04 Cara dudoyan dema berdana girtî Yildiz hat dirêjkirin
09:03 Kelemçeya ku polîsan li destên wê xistibûn agirkujan vekir
09:03 Ji bo Makbûle Ozer a 80 salî serî li AYM'ê da
09:03 Eren: Serlêdana me ya derbarê qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re nehat bersivandin
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
26/07/2022
23:59 Biryar hat dayîn ku parêzbendiya Hevseroka DBP'ê Aydenîz bê rakirin
20:32 HDP'ê parastina xwe ya derbarê delîlên pêvekî de radestî AYM'ê kir
20:01 Koma Hinek Henek wê li sahneya servekirî 3 rojan li pêşberî şanohezan be
16:32 Sê welatî ji ber ku çûne dêrê bi gefa kuştinê re rûbirû mane
15:43 133 saziyan ji bo Aydenîz bang kirin
15:37 Polîsan êrişî çalakiya Peymana Stenbolê kir: Tundî li jinan û rojnamevanan hat kirin
15:02 Kalbîşen ê ku gihîşt sînorê mirinê û hatibû berdan wefat kir
14:41 Demîrtaş: Hilbijartin nêzîk dibe, şerê desthilatdariyê jî dest pê kir
14:20 Rêveberiya girtîgehê dest danî ser daxwaznameyên girtiyan
14:20 Li Elbakê cîsmek leşkerî teqiya: Zarokek 12 salî bi xedarî birîndar bû
14:01 HDP çû serdanda karkerên ku şaredariyê ji kar derxistine
13:50 Surucu a HDP’î: Gelo dar û bar pirsgirêkeke ewlehiyê ya çawa çê dike?
13:40 Di doza DÎAYDER’ê de derewa şahidê nepen dema hatin ‘hevrûkirin’ teşhîr bû
13:00 Malbatên girtiyan: Em naxwazin cenazeyê zarokên me bi ser me ve werin
12:59 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê dan
12:24 Çerxa nelirêtiyê ya Tutaşi yê AKP’î ku îstîfa kir
12:20 Di komîsyona ji bo Aydenîz civiya de rageşî: Zîhniyeta darbeya siyasî di civînê de ye
11:32 Malbata Şenyaşar: Ji bilî edaletê tu rêyeke din nîne
11:25 Li qursa Sultanbeyliyê şewat derket
11:19 Konteynerên karkeran şewitîn
11:14 Şewata li Sokeyê heta astekî hat kontrolkirin
10:57 Li Rihayê qezayên trafîkê: 2 kes mirin, 14 kes birîndar bûn
10:49 Soylu piştî kuştina leşker û cerdevanan hat Colemêrgê
10:39 Dema ku Komîteya Wezîran ji bo Ocalan daye Tirkiyeyê tije dibe
10:34 Xelkê gundekî Bêrecûkê bêav dijî
10:33 UNSC’ê êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Zaxoyê şermezar kir
10:21 Şaredarê AKP'ê yê ku bi nelirêtiyê ji rojevê derneket îstîfa kir
10:06 Li Mereşê bi pileya 4.6 erdhej çêbû
10:03 Darên tên birîn bi TIR’ên bi nivîsa ‘ji ewil welat’ tên veguhestin
09:53 ARÎ-DER'ê belgename da 95 şagirtan
09:51 ‘Gundê ku cenaze lê hatine dîtin baregeha JÎTEM’ê bû’
09:50 Malbata Bozkurt ku gundê wan hat şewitandin: Em naxwazin dest ji welatê xwe berdin
09:27 Tirkiye li dû tolhildana DAIŞ'a têkçûyî ye!
09:00 Hikûmxwarê doza N.Ç. bûye 'rûspî'
09:00 Parêzera OHD'î: Cezayên disiplînê dijhiqûqî ne
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
25/07/2022
16:44 Li Êlihê kesê ketiye qenala avê xeniqî
16:25 Bûldan: Dest ji vê darbeyê berdin
16:23 Pankarta Zaxo ya bi avahiya HDP’ê ve hat jêkirin
16:06 Rêveberiya Xweser: Divê Koalîsyona Navneteweyî berpirsyariya xwe bi cih bîne
15:59 Li Şirnexê berteka hevpar: Em talankirina xwezaya xwe qebûl nakin
15:45 ANF: Li Zapê helîkoptereke Skorsky hat xistin
15:42 Komîsyona Kedê ya HDP’ê: Di 6 mehan de li dijî kedkaran hezar û 718 binpêkirin hatin kirin
14:54 Li Mêrsînê agir bi daristanê ket
14:38 7 ciwanên ku pakart vekirin hatin binçavkirin
14:37 Wezereta Tenduristiyê ‘Koda Spî’ eşkere nake
14:26 Belgefîlma Hêzayê xelat wergirt
14:07 Bîçer: Divê Makbûle Ozer demildest were berdan
14:04 Di Doza Kobanê de polîsan êriş kir
13:19 Li 4 ‘mamosteyên’ nîjadperest doz hate vekirin
12:54 Ferît Şenyaşar banga li Fakibaba kir
12:54 ‘Dewletên Ewropa û hêzên koalîsyonê şirîkê sûcên Tirkiyeyê ne'
12:53 4 girtiyên bi Covîd-19’ê ketin nayên tedawîkirin
12:25 Li Stenbolê tundiya zilaman: 2 jin bi giranî birîndar bûn
12:24 Ji Mehmet Atli singleya ewil: Diçim Ji Vir
11:23 Li Dêrsimê rojê 120 kes bi koronayê dikevin
11:14 Li Edeneyê 3 kes hatin girtin
11:10 Li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê mirineke bi guman
11:09 Encamnameya Konferansa Lozanê: Berteka herî baş avakirina yekitiya kurdan e
10:23 ‘Doza Kobanê li navenda giştî ya MHP’ê tê hûnandin’
10:22 Di pevçûnan de 3 leşker û 4 cerdevan hatin kuştin
10:21 Di fabrîkayekê de teqîn û şewat: Kesek mir û kesek jî birîndar bû
10:16 Ev 16 meh in tu agahî ji Ocalan nayên girtin
09:38 Fermandara operasyona tunekirina DAIŞ’ê hate oxirkirin
09:38 Parlamentera Çep a Elmanyayê: Em ê êrişên Tirkiyeyê bibin rojeva Parlamentoya Elmanyayê
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
24/07/2022
19:57 Li Eskîşehîrê jinek hat kuştin
17:02 Xelkê Reqayê Komkujiya Zaxoyê şermezar kir
15:55 Macron bertek nîşanî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da
15:47 Endamên DÎAYDER a hatiye mohrkirin: Em ê komeleyeke nû vekin
15:28 Şandeya HDP’î çû serdana taxa ku şaredariya AKP’î mexdûr kirine
15:18 Malbata Ekîcî: Kurê me hatiye înfazkirin
14:43 Jinan ji bo Aysel Tugluk daxwaza edaletê kirin
14:00 DEDAŞ’ê bi birîna ceyranê re tax bêav hişt
13:59 Sazî û partiyên kurd di 99’emîn salvegera Peymana Lozanê de li Lozanê civiyan
13:58 Foruma Jinan bi encamnameyê bi dawî bû: Divê em hevgirtina jinan hîn xurttir bikin
12:55 Li Wanê bombeya deng avêtin wesayîta zirxî
12:50 Qirkirina daran a li Şirnexê dê were protestokirin
12:34 Li Bursayê îşkence li zarokekî hat kirin
12:07 Girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
11:50 Ji bo girtî Balaç û Yildirim bang kirin
11:35 Di bûyera 4 kes hatibûn kuştin de hejmara girtiyan derket 6 kesan
11:32 Malbata Şenyaşar: Hêj dereng nebûyî divê daxwazên me bên qebûlkirin
11:28 Nameya Guven bi hinceta ‘dê moralê girtî xweş bike’ nedan girtiyê nexweş Ozkan
11:16 Ji ber nebûna ambûlansê piştî 3 saetan sewqî nexweşxaneyê hate kirin
10:44 Kesên ku di Turnûvaya Kemal Kortkut de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:38 Qeyûmê Cizîrê ji bo şaredariya AKP’î seferber bû!
10:27 Di êrişa Tirkiyeyê de 2 kes hatin qetilkirin
10:23 Tirkiyeyê fermandara ‘Pêngava tunekirina DAIŞ’ê’ hedef girt
10:08 Dr. Oztoprak: Bûyerên Covîd-19’ê zêde dibin