Tirkiye li dû tolhildana DAIŞ'a têkçûyî ye!

  • rojane
  • 09:27 26 Tîrmeh 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandar û rêveberên kurd ên ku li dijî DAIŞ'yên bi hezaran mirov qetil kirin, bi mîlyonan mirov koçber kirin, bi hezaran jin û keç wekî "xenîmetê" desteser kiri têdikoşin, ji aliyê Tirkiyeyê ve hedef tên girtin. 

Tirkiye heremên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herema Kurdistana Federal û li gel wê jî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Mexmûr û Şengalê hedef digire. Di êrişên Balafirên Çekdar ên Bêmirov (SÎHA) de heya niha zarok jî di nav de gelek sivîl û hêzên parastinê jiyana xwe ji dest dane. Di êrişên vê dawiyê de jî kurdên ku di şerê li dijî DAIŞ'ê de li ber xwe dane hedef tên girtin. 
 
PÊŞENGÊN TÊKOŞÎNÊ HEDEF TÊN GIRTIN
 
Ji cihên ku Tirkiye tim êrişê dibe ser wan yek jê jî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Piştî şerê navxweyî yê ku di sala 2011’an de dest pê kir, li vir bi pêşengiya kurdan jiyaneke nû dest pê kir û ev bû herêma herî ewle ya Sûriyeyê. Bi taybetî jî piştî têkoşîna destanî ya li dijî DAIŞ'ê ya li Kobanê, çavê hemû cîhanê berê xwe da vê pergalê. Lê piştî têkçûna DAIŞ’ê niha jî Tirkiye dixwaze pergala xweser a vir berteref bike. 
 
 
Tirkiyê di 20'ê Çileya 2018'an de bi hêzên paramîlîter "Operasyona Çiqlê Zeytûnê" dabû destpêkirin û berê xwe dabû Efrînê û ew xistibû bin kontrola xwe Di 9’ê Cotmeha 2019’an de jî di bin navê “Operasyona Kaniya Aştiyê” de ku ji aliyê DYA û Rûsyayê ve bi hinceta “Herêma Tampon” hatibû qebûlkirin, êrişî Girê Spî û Serêkaniyê kiribû. Piştî vê êrişên Tirkiyeyê yên li ser vê herêmê berdewam kirin. Tirkiye ji aliyekî ve herêmê bombebaran dike, li aliyê din jî fermandar û rêveberên ku têkoşîna li dijî DAIŞ’ê birêxistin kiribûn hedef digire.
 
Di êrişên SÎHA'yan ên Tirkiyeyê de di navbera salên 2020-2022'an de herî kêm 39 kesan jiyana xwe ji dest dane.
 
ŞENGAL LI BER XWE DIDE
 
Şengala li dijî DAIŞ'ê têkoşînek mezin da jî tim dibe hedef Tirkiyeyê. Piştî ku DAIŞ’ê Mûsil bêyî ku li ber xwe bide bi dest xist, di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrişî Şengalê kiribû. Dema ku artêşa Iraqê û pêşmergeyên PDK’ê ji herêmê reviyabûn, êzidî bi fermana 73’yan re rû bi rû mabûn. Piştî êrişan nêzî 400 hezar êzidiyên li Şengalê ji bêgavî terka warê xwe kiribûn. Di dema koçberiyê de 280 kes jî ji birçîna û tîbûnê miribûn. Di navbera 4400-5800 kes jî hatibûn revandin. Hê jjî bi sedan êzidî ku piranî jê jin in, winda ne. 
 
Komek ji Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi hawariya êzidiyan de hatibûn. Ev hêz bi korîdora ku vekiribûn bi hezaran êzidî derbasî herêma ewle kiribûn û paşê bi şerê xwe yê li dijî DAIŞ’ê Şengalê rizgar kiribûn. Êzidî jî dest bi avakirina hêzên xwe yên parastina cewherî kiribûn û di gava yekem de Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Êzidî (YJE) ava kiribûn.
 
 
Lê belê niha pêşengên êzidiyan ji aliyê Tirkiyeyê ve bi suîqestan tên qetilkirin. Endamê Koordînasyona Êzidiyan a Şengalê Zekî Şengalî jî di nav de gelek endamên YBŞ û YJE’yê di êrîşên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dabûn. Ji bilî kuştinan, Tirkiye her tim êrişên hewayî li ser avahiyên meclîsa êzidiyan ku wan ew ava kiriye pêk tîne. Lê tevî vê yekê jî êzidî dest ji warê xwe bernadin û pergala xweser diparêzin.
 
Beşek ji êrişên dewleta tirk ên li dijî fermandar û rêveberên ku ji sala 2018’an vir ve têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bi rêxistin dikirin wiha ne:
 
15 Tebax 2018: Endamê Koordînasyona Êzidiyên Şengalê Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) dema ji bîranîna salvegera komkujiya gundê Qoço yê Şengalê vegeriya bi suqastekê jiyana xwe ji dest da. Şengalî bi salan li Şêxan û gelek navendan ji bo rêxistinkirina gelê êzidî têkoşiyabû. Şengalî piştî fermana 73’an vegeriyabû Şengalê û li wir pêşengiya têkoşînê kiribû.
 
 
23 Adar 2019: Nûnerê MLKP’ê yê Rojavayê Bayram Namaz (Baran Serhat) di encama teqîna teqemeniya ku hêzên tirk û hêzên paramîlîter ew di wesayîta wî de bi cih kiribûn jiyana xwe ji dest da.
 
 
16 Tebax 2021: Di êrîşa balafirên keşfê de Fermandarê YBŞ'ê Seîd Hesen û biraziyê wî Şervanê YBŞ'ê Îsa Xwededa jiyana xwe ji dest dan. Hesen bi salan pêşengiya rêxistinbûna êzidiyan kiribû û bûbû fermandarê xweparastina êzidiyan. 
 
 
19 Tebax 2021: Di encama bomberankirina Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê de endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê û Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Sosin Bîrhat (Sosin Muhammed) jiyana xwe ji dest da.
 
 
9 Mijdar 2021: Li Taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo, di encama êrişa SÎHA'yên Tirkiyeyê de, ji malbata Gulo; Yûsûf Gulo yê 85 salî û neviyên wî Mazlûm û Mihemed Gulo jiyana xwe ji dest dan. Gulo û neviyên wî li Qamişlo bi merasîmeke bi beşdariya deh hezaran kesî hatibûn definkirin. Yûsûf Gulo di salên 1980’yî de bi PKK’ê nas kiriye û di van salan de hem li Sûriyeyê hem jî li Lubnanê gelek caran bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk aniye. Ji malbata Gulo 5 kesên ku tevlî PKK’ê bûne di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane. 8 zarokên Gulo yê ku di Şoreşa Rojava de li pêş bûne, jiyana xwe ji dest dane.
 
 
7 Kanûn 2021: Hevserokê Meclîsa Rêveber a Şengalê Merwan Bedel li navçeya Xanesor a Şengalê di êrişa bi SÎHA’yan a li hemberî wesayîtekê de jiyana xwe ji dest da. Du zarokên Bedel bi saxî filitîbûn.
 
 
21 Çile 2022: Li herêma Geliyê Şîlo ya Şengalê ji aliyê SÎHA’yan ve êrîşek hat kirin. Di êrîşê de ji fermandarên YBŞ’ê Silêman Şemo Yûsif û Enwer Tolhildan jiyana xwe ji dest dan.
 
 
11 Gulan 2022: Di êrîşa li ser başûrê Kobanê de Ekrem Îstek (50) jiyana xwe ji dest da. Îstek di çarçoveya banga seferberiyê ya li hemberî êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya sala 2014'an a li hemberî Kobanê de, daxilî pêvajoya şoreşê bûbû. Îsek zewicandî bû û du zarokên wî hene. Îstek, di salên 1990'î de li Tirkiyeyê hatiye girtin û 10 salan di girtîgehê de maye. Kurekî Îstek di girtîgehê de ye.
 
 
30 Gulan 2022: Ji YPJ’ê Mizgîn Botan (Rahîme Xezalî) li gel sivîla bi navê Kesra Melek di êrîşa SÎHA’yê ya li Qamişlo de jiyana xwe ji dest da. Botan di dema şerê giran de li ser banga seferberiyê tev li nava refên YPJ'ê bûye û li vir di çeperên herî pêş ên şoreşê de cih girtiye.
 
 
1 Nîsan 2022: Di encama hedefgirtina wesayîteke Hêzên Xweparastinê de li nêzî Tirbespiyê Dirar Cûma Hemza jiyana xwe ji dest da. Helbestvanê navdar Ferhad Merde û 2 kesên din jî birîndar bûn.
 
3 Nîsan 2022: Wesayîta endamê Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan Orm Marûkî ji aliyê SÎHA'yê ve hat bombekirin. Marûkî bi birîndarî ji êrîşê xilas bû.
 
17 Haziran 2022: Li navçeya Kelar a Silêmaniyê di encama hedefgirtina wesayitekê de 4 kes jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku ji kesên jiyana xwe ji dest dane yek jê Cîgirê Serokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Rojavayê Ferhat Şiblî ye. Şiblî ji bo destkeftiyên kurdan li gelek deverên Sûriyryê xebatên siyasî meşandine. Şiblî çendî birîndar bûye jî cardin têkoşiyaye û demekê di nava xebatên rêxistinbûnê yên Wargeha Mexmûrê de cih girtiye. Şiblî ku di sala 2000’an de careke din derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye, di nava xebatên rêxistinî, siyasî û civakî de cih girtiye.
 
 
Li ser rêya Qamişlo wesayîta ku ji fermandarên Hêzên Antî-Terorê (YAT) Jiyan Tolhildan, fermandar Roj Xabûr û endama YAT’ê Barîn Botan tê de, hedef hat girtin. Her sê jinên pêşengên Şoreşa Rojavayê jiyana xwe ji dest dan. Ji fermandarên YPJ’ê Jiyan Tolhildan di Pêngava Bagera Cizîrê ya li gundê Baxoz ê girêdayî bajarokê Hecîn a Dêra Zorê de ku di sala 2019’an de bi armanca bidawîkirina DAIŞ’ê hatibû destpêkirin, Fermandara Qada YPJ’ê ya Dêra Zorê bû. Tolhildan wê demê beşdarî merasîma ku di wan rojan de ji bo bidawîbûna fîzîkî ya DAIŞ'ê hatibû lidarxistin û gotibû, "Em sînoran nas nakin û çi dibe bila bibe em ê dawî li vê zilmê bînin."
 

Sernavên din

27/07/2022
09:57 Bîlgîç: Wexta ku mijar dibe xwezaya Kurdistanê kerr, kor û lal dibin
09:32 Wezareta Parastinê: 2 leşker hatin kuştin
09:22 Li Geverê 6 ferdên malbetekê hatin binçavkirin
09:15 Bi ser wefata dengbêjê nemir Fadil Cizîrî re 4 sal derbas bûn: Klamên wî di her kêliya jiyana me de ne
09:05 Newroz Ehmed: Divê her kes li dijî gefên Tirkiyeyê helwest nîşan bide
09:04 Cara dudoyan dema berdana girtî Yildiz hat dirêjkirin
09:03 Kelemçeya ku polîsan li destên wê xistibûn agirkujan vekir
09:03 Ji bo Makbûle Ozer a 80 salî serî li AYM'ê da
09:03 Eren: Serlêdana me ya derbarê qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re nehat bersivandin
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
26/07/2022
23:59 Biryar hat dayîn ku parêzbendiya Hevseroka DBP'ê Aydenîz bê rakirin
20:32 HDP'ê parastina xwe ya derbarê delîlên pêvekî de radestî AYM'ê kir
20:01 Koma Hinek Henek wê li sahneya servekirî 3 rojan li pêşberî şanohezan be
16:32 Sê welatî ji ber ku çûne dêrê bi gefa kuştinê re rûbirû mane
15:43 133 saziyan ji bo Aydenîz bang kirin
15:37 Polîsan êrişî çalakiya Peymana Stenbolê kir: Tundî li jinan û rojnamevanan hat kirin
15:02 Kalbîşen ê ku gihîşt sînorê mirinê û hatibû berdan wefat kir
14:41 Demîrtaş: Hilbijartin nêzîk dibe, şerê desthilatdariyê jî dest pê kir
14:20 Rêveberiya girtîgehê dest danî ser daxwaznameyên girtiyan
14:20 Li Elbakê cîsmek leşkerî teqiya: Zarokek 12 salî bi xedarî birîndar bû
14:01 HDP çû serdanda karkerên ku şaredariyê ji kar derxistine
13:50 Surucu a HDP’î: Gelo dar û bar pirsgirêkeke ewlehiyê ya çawa çê dike?
13:40 Di doza DÎAYDER’ê de derewa şahidê nepen dema hatin ‘hevrûkirin’ teşhîr bû
13:00 Malbatên girtiyan: Em naxwazin cenazeyê zarokên me bi ser me ve werin
12:59 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê dan
12:24 Çerxa nelirêtiyê ya Tutaşi yê AKP’î ku îstîfa kir
12:20 Di komîsyona ji bo Aydenîz civiya de rageşî: Zîhniyeta darbeya siyasî di civînê de ye
11:32 Malbata Şenyaşar: Ji bilî edaletê tu rêyeke din nîne
11:25 Li qursa Sultanbeyliyê şewat derket
11:19 Konteynerên karkeran şewitîn
11:14 Şewata li Sokeyê heta astekî hat kontrolkirin
10:57 Li Rihayê qezayên trafîkê: 2 kes mirin, 14 kes birîndar bûn
10:49 Soylu piştî kuştina leşker û cerdevanan hat Colemêrgê
10:39 Dema ku Komîteya Wezîran ji bo Ocalan daye Tirkiyeyê tije dibe
10:34 Xelkê gundekî Bêrecûkê bêav dijî
10:33 UNSC’ê êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Zaxoyê şermezar kir
10:21 Şaredarê AKP'ê yê ku bi nelirêtiyê ji rojevê derneket îstîfa kir
10:06 Li Mereşê bi pileya 4.6 erdhej çêbû
10:03 Darên tên birîn bi TIR’ên bi nivîsa ‘ji ewil welat’ tên veguhestin
09:53 ARÎ-DER'ê belgename da 95 şagirtan
09:51 ‘Gundê ku cenaze lê hatine dîtin baregeha JÎTEM’ê bû’
09:50 Malbata Bozkurt ku gundê wan hat şewitandin: Em naxwazin dest ji welatê xwe berdin
09:27 Tirkiye li dû tolhildana DAIŞ'a têkçûyî ye!
09:00 Hikûmxwarê doza N.Ç. bûye 'rûspî'
09:00 Parêzera OHD'î: Cezayên disiplînê dijhiqûqî ne
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
25/07/2022
16:44 Li Êlihê kesê ketiye qenala avê xeniqî
16:25 Bûldan: Dest ji vê darbeyê berdin
16:23 Pankarta Zaxo ya bi avahiya HDP’ê ve hat jêkirin
16:06 Rêveberiya Xweser: Divê Koalîsyona Navneteweyî berpirsyariya xwe bi cih bîne
15:59 Li Şirnexê berteka hevpar: Em talankirina xwezaya xwe qebûl nakin
15:45 ANF: Li Zapê helîkoptereke Skorsky hat xistin
15:42 Komîsyona Kedê ya HDP’ê: Di 6 mehan de li dijî kedkaran hezar û 718 binpêkirin hatin kirin
14:54 Li Mêrsînê agir bi daristanê ket
14:38 7 ciwanên ku pakart vekirin hatin binçavkirin
14:37 Wezereta Tenduristiyê ‘Koda Spî’ eşkere nake
14:26 Belgefîlma Hêzayê xelat wergirt
14:07 Bîçer: Divê Makbûle Ozer demildest were berdan
14:04 Di Doza Kobanê de polîsan êriş kir
13:19 Li 4 ‘mamosteyên’ nîjadperest doz hate vekirin
12:54 Ferît Şenyaşar banga li Fakibaba kir
12:54 ‘Dewletên Ewropa û hêzên koalîsyonê şirîkê sûcên Tirkiyeyê ne'
12:53 4 girtiyên bi Covîd-19’ê ketin nayên tedawîkirin
12:25 Li Stenbolê tundiya zilaman: 2 jin bi giranî birîndar bûn
12:24 Ji Mehmet Atli singleya ewil: Diçim Ji Vir
11:23 Li Dêrsimê rojê 120 kes bi koronayê dikevin
11:14 Li Edeneyê 3 kes hatin girtin
11:10 Li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê mirineke bi guman
11:09 Encamnameya Konferansa Lozanê: Berteka herî baş avakirina yekitiya kurdan e
10:23 ‘Doza Kobanê li navenda giştî ya MHP’ê tê hûnandin’
10:22 Di pevçûnan de 3 leşker û 4 cerdevan hatin kuştin
10:21 Di fabrîkayekê de teqîn û şewat: Kesek mir û kesek jî birîndar bû
10:16 Ev 16 meh in tu agahî ji Ocalan nayên girtin
09:38 Fermandara operasyona tunekirina DAIŞ’ê hate oxirkirin
09:38 Parlamentera Çep a Elmanyayê: Em ê êrişên Tirkiyeyê bibin rojeva Parlamentoya Elmanyayê
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
24/07/2022
19:57 Li Eskîşehîrê jinek hat kuştin
17:02 Xelkê Reqayê Komkujiya Zaxoyê şermezar kir
15:55 Macron bertek nîşanî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da
15:47 Endamên DÎAYDER a hatiye mohrkirin: Em ê komeleyeke nû vekin
15:28 Şandeya HDP’î çû serdana taxa ku şaredariya AKP’î mexdûr kirine
15:18 Malbata Ekîcî: Kurê me hatiye înfazkirin
14:43 Jinan ji bo Aysel Tugluk daxwaza edaletê kirin
14:00 DEDAŞ’ê bi birîna ceyranê re tax bêav hişt
13:59 Sazî û partiyên kurd di 99’emîn salvegera Peymana Lozanê de li Lozanê civiyan
13:58 Foruma Jinan bi encamnameyê bi dawî bû: Divê em hevgirtina jinan hîn xurttir bikin
12:55 Li Wanê bombeya deng avêtin wesayîta zirxî
12:50 Qirkirina daran a li Şirnexê dê were protestokirin
12:34 Li Bursayê îşkence li zarokekî hat kirin
12:07 Girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
11:50 Ji bo girtî Balaç û Yildirim bang kirin
11:35 Di bûyera 4 kes hatibûn kuştin de hejmara girtiyan derket 6 kesan
11:32 Malbata Şenyaşar: Hêj dereng nebûyî divê daxwazên me bên qebûlkirin
11:28 Nameya Guven bi hinceta ‘dê moralê girtî xweş bike’ nedan girtiyê nexweş Ozkan
11:16 Ji ber nebûna ambûlansê piştî 3 saetan sewqî nexweşxaneyê hate kirin
10:44 Kesên ku di Turnûvaya Kemal Kortkut de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:38 Qeyûmê Cizîrê ji bo şaredariya AKP’î seferber bû!
10:27 Di êrişa Tirkiyeyê de 2 kes hatin qetilkirin
10:23 Tirkiyeyê fermandara ‘Pêngava tunekirina DAIŞ’ê’ hedef girt
10:08 Dr. Oztoprak: Bûyerên Covîd-19’ê zêde dibin