Di doza DÎAYDER’ê de derewa şahidê nepen dema hatin ‘hevrûkirin’ teşhîr bû

  • rojane
  • 13:40 26 Tîrmeh 2022
  • |
img

STENBOL - Şahidê nepen ê doza DÎAYDER’ê yê bi koda “Padîşah” bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Şahidê nepen da zanîn ku hemû endamên komeleyê yên navên wan hatine xwendin nas dike lê belê dema bi endamên komeleyê re hatiye hevrûkirin jî derket holê ku yek ji wan nas nake. 

 
Bi hinceta ku xutbe û weazên xwe bi kurdî dane, derheqê Serokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Olê (DÎAYDER) Ekrem Baran û 23 endamên komeleyê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. 6’emîn danişîna dozê li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hate dîtin. Endamên DÎAYDER’ê yên tên darizandin, malbatên wan û gelek kesên din di danişînê de amade bûn. Danişîn, bi tespîtkirina nasmayena dest pê kir. Şahidê nepen ê bi navê “Padîşah” ku derheqê endamên komeleyê îfade dane bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. 
  
Şahidê nepen pirsên serokê dadgehê bersivand û got ku DÎAYDER a ku li Stenbolê fealiyetên xwe didomîne li Rezan a Amedê ye. Li ser vê gotinê jî kesên li eywanê keniyan. Şahidê nepen diyar kir ku endamên komeleyê naçin mizgeftan û beşdarî nimêjên înê yên sivîl dibin. Li ser vê yekê serokê dadgehê pirsa “Mizgeftên diyanetê dihatin protestokirin?” ji şahidê nepen kir. Şahidê nepen jî bersiva “erê” da. Bi domdarî şahidê nepen got ku DÎAYDER li bajarên derdorê jî xebatên xwe dimeşîne û li ser pirsa serokê dadgehê ya “Li Stenbolê jî didomandin?” jî şahidê nepen bersiva “Nizanim bê ka li Stenbolê dimeşîne yan na” da. Serokê dadgehê piştre jî navên kesên di dosyayê de tên darizandin xwend û pirs ji şahidê nepen kir bê ka nas dike yan na. Şahidê nepen jî got ku gelemperiya navên hatine xwendin nas dike. 
 
ŞAHIDÊ NEPEN KESÊN KU DIGOT ‘NAS DIKIM’ NAS NEKIR 
 
Parêzerê komeleyê Ekrem Baran ê bi navê Firat Epozdemîr bi bîr xist ku şahidê nepen di demên berê de derheqê paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de agahiyên berfireh daye û jê pirsiya bê ka ev îfade yên wî ne yan na. Şahid jî got ku ev axaftin ên wî bi xwe ne. Epozdemîr, ji şahid xwest ku kurtasiya wan îfadeyan li eywanê dubare bike. Lê belê şahidê nepen diyar kir ku dê nekare heman tiştan dubare bike. Parêzer Epozdemîr xwest ku şahidê nepen û kesên tên darizandin hevrû bike. Şahidê nepen yek bi yek li kesên derketin pêşberî kamerayê nihêrt û yek endamê DÎAYDER’ê nas nekir. Ji bo endamê DÎAYDER’ê Alî Fuat Hatîp ê derketî pêşberî kamerayê jî şahidê nepen got ku di xebatên HDP’ê de cih digire. 
 
TU KESÊ PÊ RE HATIYE HEVRÛKIRIN NAS NEKIR
 
Di dema hevrûkirinê de parêzeran xwestin pirsan bikikn lê serokê dadgehê destûr neda. Şahidê ku di demên berê de digot endamê komeleyê Mehmet Emîn Aslan nas dike, li pêşberî ekranê got ku Aslan heta niha qet nedîtiye. Her wiha Ekrem Baran jî bi şahid re hate hevrûkirin ku dema navê wî hatiye xwendin şahid digot ku nas dike. Şahidê nepen got ku Baran dîtiye lê navê wî nizane. Her wiha şahidê nepen endamê komeleyê Seyda Fevzî Bariş jî nas nekir. 
 
XWEST ŞAHID WERE GUHDARÎKIRIN 
 
Piştî axaftinên şahidê nepen, dozger mafê axaftinê girt û xwest ku rewşa girtî ya Ekrem Baran bidome. Baran jî li Girtîgeha Hejmar 5 a Sîlîvriyê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû û da zanîn ku hemû kesên bi heman îdiayan hatibûn girtin hatine berdan lê belê tê xwestin ku ew bê cezakirin. Parêzerê Baran, Ozdemîr jî diyar kir ku di demên berê de daxwaza wan çêbûbû ku hinek şahid bên guhdarîkirin lê ev daxwaza wan hatiye redkirin. Epozdemîr, xwest ku Orhan Cînal ê ku tê îdiakirin qertên alîkariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi îdiaya ku bidin “malbatên şehîdan” radestî DÎAYDER’ê kiriye were guhdarîkirin. Dadgehê ev daxwaza Epozdemîr qebûl kir. 
 
ŞAHID: KEYA JÎ HER TIM BELAV DIKE
 
Cînal, da zanîn ku ew komeleya DÎAYDER’ê nas nake û endamên DÎAYDER’ê yên li eywana dadgehê jî li taxê nas dike. Cînal, diyar kir ku hemû kes bi bazirganiyê re mijûl dibe û ew Baran li heman apartmanê dimînin. Bi domdarî Cînal anî ziman ku Baran du caran qertên alîkariyê dayîne wî û wî jî ev qert dane malbateke Sînopê ya xizan. Cînal, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min jê nepirsî bê ka ev qert ji ku hatine. Ji ber ku me jî di demên berê de hema hema bi heman awayî alîkarî belav dikir. Lewma min jê nepirsî. Beriya wê keyayê taxê jî di anîn. Gelemperî ev qert di cejnan de tên belavkirin. Nizanim bê ka ev qert ji bilî min dane kê. Min gelek sûd ji zanyariyên Baran ên ol girt. Ez wî weke kesekî girîng dibînim. Ji wî hîn bûm bê ka nimêj çawa tê kirin.” 
 
BAL KIŞAND SER RÊBERÊ PKK’Ê OCALAN
 
Piştre jî parêzer Epozdemîr pirsa “Gelo çi eleqeya wê malbata alîkarî pê re hatiye kirin bi rêxistinê re heye yan na” ji Cînal kir. Cînal jî got ku malbat ji Sînopê ye û çi eleqeya wan bi kesekî re nîne. Epozdemîr ev tişt anî ziman: “Paradîgmaya çar ling a Abdullah Ocalan bi hûr û kûr vegotiye. Me xwest li vir heman pirsan jê bikin lê tiştek negot. Bi vê yekê re me derxist holê ku ev nivîs ji hêla emniyet û hêzên ewlekariyê hatiye nivîsandin û bi wî jî dane îmzekirin. Miwekîlê min kesekî xêrxwaz e. Li ziman, nasname û rengê kesekî nanihêre. Şahidê li eywanê amade jî ev yek got.” 
 
DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN
 
Piştî axaftin û daxwazên parêzeran, dadgehê biryara xwe ragihand. Dadgehê xwest ku dozgerî mutalaaya xwe amade bike û heta danişîneke din jî dem da. Her wiha dadgehê daxwaza berdana Baran red kir û danişîn taloqî 21’ê cotmehê kir. 
 

Sernavên din

27/07/2022
09:57 Bîlgîç: Wexta ku mijar dibe xwezaya Kurdistanê kerr, kor û lal dibin
09:32 Wezareta Parastinê: 2 leşker hatin kuştin
09:22 Li Geverê 6 ferdên malbetekê hatin binçavkirin
09:15 Bi ser wefata dengbêjê nemir Fadil Cizîrî re 4 sal derbas bûn: Klamên wî di her kêliya jiyana me de ne
09:05 Newroz Ehmed: Divê her kes li dijî gefên Tirkiyeyê helwest nîşan bide
09:04 Cara dudoyan dema berdana girtî Yildiz hat dirêjkirin
09:03 Kelemçeya ku polîsan li destên wê xistibûn agirkujan vekir
09:03 Ji bo Makbûle Ozer a 80 salî serî li AYM'ê da
09:03 Eren: Serlêdana me ya derbarê qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re nehat bersivandin
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
26/07/2022
23:59 Biryar hat dayîn ku parêzbendiya Hevseroka DBP'ê Aydenîz bê rakirin
20:32 HDP'ê parastina xwe ya derbarê delîlên pêvekî de radestî AYM'ê kir
20:01 Koma Hinek Henek wê li sahneya servekirî 3 rojan li pêşberî şanohezan be
16:32 Sê welatî ji ber ku çûne dêrê bi gefa kuştinê re rûbirû mane
15:43 133 saziyan ji bo Aydenîz bang kirin
15:37 Polîsan êrişî çalakiya Peymana Stenbolê kir: Tundî li jinan û rojnamevanan hat kirin
15:02 Kalbîşen ê ku gihîşt sînorê mirinê û hatibû berdan wefat kir
14:41 Demîrtaş: Hilbijartin nêzîk dibe, şerê desthilatdariyê jî dest pê kir
14:20 Rêveberiya girtîgehê dest danî ser daxwaznameyên girtiyan
14:20 Li Elbakê cîsmek leşkerî teqiya: Zarokek 12 salî bi xedarî birîndar bû
14:01 HDP çû serdanda karkerên ku şaredariyê ji kar derxistine
13:50 Surucu a HDP’î: Gelo dar û bar pirsgirêkeke ewlehiyê ya çawa çê dike?
13:40 Di doza DÎAYDER’ê de derewa şahidê nepen dema hatin ‘hevrûkirin’ teşhîr bû
13:00 Malbatên girtiyan: Em naxwazin cenazeyê zarokên me bi ser me ve werin
12:59 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê dan
12:24 Çerxa nelirêtiyê ya Tutaşi yê AKP’î ku îstîfa kir
12:20 Di komîsyona ji bo Aydenîz civiya de rageşî: Zîhniyeta darbeya siyasî di civînê de ye
11:32 Malbata Şenyaşar: Ji bilî edaletê tu rêyeke din nîne
11:25 Li qursa Sultanbeyliyê şewat derket
11:19 Konteynerên karkeran şewitîn
11:14 Şewata li Sokeyê heta astekî hat kontrolkirin
10:57 Li Rihayê qezayên trafîkê: 2 kes mirin, 14 kes birîndar bûn
10:49 Soylu piştî kuştina leşker û cerdevanan hat Colemêrgê
10:39 Dema ku Komîteya Wezîran ji bo Ocalan daye Tirkiyeyê tije dibe
10:34 Xelkê gundekî Bêrecûkê bêav dijî
10:33 UNSC’ê êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Zaxoyê şermezar kir
10:21 Şaredarê AKP'ê yê ku bi nelirêtiyê ji rojevê derneket îstîfa kir
10:06 Li Mereşê bi pileya 4.6 erdhej çêbû
10:03 Darên tên birîn bi TIR’ên bi nivîsa ‘ji ewil welat’ tên veguhestin
09:53 ARÎ-DER'ê belgename da 95 şagirtan
09:51 ‘Gundê ku cenaze lê hatine dîtin baregeha JÎTEM’ê bû’
09:50 Malbata Bozkurt ku gundê wan hat şewitandin: Em naxwazin dest ji welatê xwe berdin
09:27 Tirkiye li dû tolhildana DAIŞ'a têkçûyî ye!
09:00 Hikûmxwarê doza N.Ç. bûye 'rûspî'
09:00 Parêzera OHD'î: Cezayên disiplînê dijhiqûqî ne
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
25/07/2022
16:44 Li Êlihê kesê ketiye qenala avê xeniqî
16:25 Bûldan: Dest ji vê darbeyê berdin
16:23 Pankarta Zaxo ya bi avahiya HDP’ê ve hat jêkirin
16:06 Rêveberiya Xweser: Divê Koalîsyona Navneteweyî berpirsyariya xwe bi cih bîne
15:59 Li Şirnexê berteka hevpar: Em talankirina xwezaya xwe qebûl nakin
15:45 ANF: Li Zapê helîkoptereke Skorsky hat xistin
15:42 Komîsyona Kedê ya HDP’ê: Di 6 mehan de li dijî kedkaran hezar û 718 binpêkirin hatin kirin
14:54 Li Mêrsînê agir bi daristanê ket
14:38 7 ciwanên ku pakart vekirin hatin binçavkirin
14:37 Wezereta Tenduristiyê ‘Koda Spî’ eşkere nake
14:26 Belgefîlma Hêzayê xelat wergirt
14:07 Bîçer: Divê Makbûle Ozer demildest were berdan
14:04 Di Doza Kobanê de polîsan êriş kir
13:19 Li 4 ‘mamosteyên’ nîjadperest doz hate vekirin
12:54 Ferît Şenyaşar banga li Fakibaba kir
12:54 ‘Dewletên Ewropa û hêzên koalîsyonê şirîkê sûcên Tirkiyeyê ne'
12:53 4 girtiyên bi Covîd-19’ê ketin nayên tedawîkirin
12:25 Li Stenbolê tundiya zilaman: 2 jin bi giranî birîndar bûn
12:24 Ji Mehmet Atli singleya ewil: Diçim Ji Vir
11:23 Li Dêrsimê rojê 120 kes bi koronayê dikevin
11:14 Li Edeneyê 3 kes hatin girtin
11:10 Li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê mirineke bi guman
11:09 Encamnameya Konferansa Lozanê: Berteka herî baş avakirina yekitiya kurdan e
10:23 ‘Doza Kobanê li navenda giştî ya MHP’ê tê hûnandin’
10:22 Di pevçûnan de 3 leşker û 4 cerdevan hatin kuştin
10:21 Di fabrîkayekê de teqîn û şewat: Kesek mir û kesek jî birîndar bû
10:16 Ev 16 meh in tu agahî ji Ocalan nayên girtin
09:38 Fermandara operasyona tunekirina DAIŞ’ê hate oxirkirin
09:38 Parlamentera Çep a Elmanyayê: Em ê êrişên Tirkiyeyê bibin rojeva Parlamentoya Elmanyayê
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
24/07/2022
19:57 Li Eskîşehîrê jinek hat kuştin
17:02 Xelkê Reqayê Komkujiya Zaxoyê şermezar kir
15:55 Macron bertek nîşanî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da
15:47 Endamên DÎAYDER a hatiye mohrkirin: Em ê komeleyeke nû vekin
15:28 Şandeya HDP’î çû serdana taxa ku şaredariya AKP’î mexdûr kirine
15:18 Malbata Ekîcî: Kurê me hatiye înfazkirin
14:43 Jinan ji bo Aysel Tugluk daxwaza edaletê kirin
14:00 DEDAŞ’ê bi birîna ceyranê re tax bêav hişt
13:59 Sazî û partiyên kurd di 99’emîn salvegera Peymana Lozanê de li Lozanê civiyan
13:58 Foruma Jinan bi encamnameyê bi dawî bû: Divê em hevgirtina jinan hîn xurttir bikin
12:55 Li Wanê bombeya deng avêtin wesayîta zirxî
12:50 Qirkirina daran a li Şirnexê dê were protestokirin
12:34 Li Bursayê îşkence li zarokekî hat kirin
12:07 Girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
11:50 Ji bo girtî Balaç û Yildirim bang kirin
11:35 Di bûyera 4 kes hatibûn kuştin de hejmara girtiyan derket 6 kesan
11:32 Malbata Şenyaşar: Hêj dereng nebûyî divê daxwazên me bên qebûlkirin
11:28 Nameya Guven bi hinceta ‘dê moralê girtî xweş bike’ nedan girtiyê nexweş Ozkan
11:16 Ji ber nebûna ambûlansê piştî 3 saetan sewqî nexweşxaneyê hate kirin
10:44 Kesên ku di Turnûvaya Kemal Kortkut de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:38 Qeyûmê Cizîrê ji bo şaredariya AKP’î seferber bû!
10:27 Di êrişa Tirkiyeyê de 2 kes hatin qetilkirin
10:23 Tirkiyeyê fermandara ‘Pêngava tunekirina DAIŞ’ê’ hedef girt
10:08 Dr. Oztoprak: Bûyerên Covîd-19’ê zêde dibin