Kişanak ji bo şahidan got: Ev kes xebatkarên kadro yên dozgeran in

  • rojane
  • 14:14 28 Tîrmeh 2022
  • |
img

ENQERE - Gultan Kişanak di Doza Kobanê de axivî û diyar kir ku kesên weke “şahidên nepen” tên guhdarîkirin, şahid nînin lê xebatkarên kadro yên dozgeran in. 

 
Li ser êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmehê de li seranserî bakurê Kurdistanê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Têkildarî bûyeran doz hatibû vekirin. 15’emîn danişîna Doza Kobanê ku hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav 21 jê girtî bi giştî 108 kes tê de tên darizandin, di roja sêyemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir. 
 
Danişîna dozê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin. Di danişînê de gelek parêzer, parlamenterên HDP’ê û gelek kesên din jî amade bûn. Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn. 
 
Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî şandeyê ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin xwend. Sîbel Akdenîz dê îro parastina xwe bikira lê ji ber ku dayika wê nexweş bû, tev li danişînê nebû. Şandeya dadgehê biryar da ku siyasetmedar Aysel Tugluk ku nexweşa demansê ye parastinê bike. Lê ji ber ku Tugluk li nexweşxaneyê bû, parastina xwe nekir. 
 
Piştre jî Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya Berê Gultan Kişanak axivî. Kişanak, got ku dixwaze nêrînên xwe yên derheqê “şahidan”de vebêje û wiha got: “Ji bo parastina min rojek têrî nake. Çi kompas hatibe kirin ez ê wê vebêjim. Dixwazim ku hûn rêzê ji mafê parastinê bigirin û gotina min nebirin. Roja din jî li vir ser vê mijarê nîqaş derket. Hûn dibêjin bi ser hinek tiştan re derbas bibin lê ev otosansûr e. Ev helwesta we gefeke li dijî mafê parastinê ye.” Di vê navberê serokê dadgehê gelek caran pirs ji Kişanak kir û nehişt gotina xwe xelas bike. 
 
Serokê şandeyê piştre jî mafê axaftinê da Gulser Yildirim. Yildirim, da zanîn ku ji bo parastinê amade nîne û dê di danişîneke din de parastinê bike. Şandeya dadgehê piştî Yildirim, mîkrofona siyasetmedarên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Kocaeliyê girt. 
 
ŞAHIDIYA CEM TEKEL
 
Kişanak, piştre dîsa mafê axaftinê girt û ev tişt anî ziman: “Ez dixwazim nelirêtiyên we yên têkildarî îfadeyên şahidan vebêjim. Beriya ku em parastina xwe bikin we şahid guhdar kirin. We li şahidekî bi navê Cem Tekel guhdarî kiriye.  10 sal berê dema em rastî gerîlayan hatin derheqê wê de ye. Ez wê demê hevşaredar bûm. Dozgeriyê dosya venekir û ji bo îfadeyê bang nekir. Min nedizanî ku lêpirsîn hatiye destpêkirin. Darazê yek carî jî negot; ‘tiştekî wiha heye. Were bê ka tu dibêjî çi.’ We derheqê vê mijarê de şahid guhdarî kir. Hûn dibêjin; ‘bi kêr were jî bi kêr neyê jî ez wiha dikim.’ Min derheqê mijarê de daxwazname da. Dema ez di hevdîtinê de we li şahid guhdarî kiriye. Divê dadgeha we jê bawer be lê hûn vê baweriyê nadin me. Di nêrîna min de Cem Tekel ne şahidekî ku lê were guhdarîkirin e. Daxwaza min ew e ku Tekel dîsa were guhdarîkirin. Li holê tenê çendek saniyeyên dîmen ên Tekel hene. Derheqê mijarê de tenê belgeyek jî di destê polîsan de nîne. Bûyer tenê li ser van dîmenan tê destgirtin û ji rastiya wê tê derxistin. 
 
TEKANE DERDÊ DESTHILATDARIYÊ DENG IN
 
Weke şandeyekê em ji bo pevçûnên li Şemzînanê çûbûn herêmê. Me xwest bax û baxçeyên bi bombeyan hatine talankirin bibînin. Ji bo ku xelkê herêmê yê hatiye perîşekirin bibînin em çûn wê derê. Dîmenên vê di destê Cem Tekel de hene. Cem Tekel, wan dîmenan derxîne û bila hemû kes bibîne bê ka em çend saetn li wir man û me çi xeber da. Me 7 salan bi vê desthilatdariyê re mesaî kir û baş dizanin ka çi ne. Ji ewil hesaba darayî dikin û dibêjin ‘gelo dê ev mijar dengên me zêde bike yan na.’ Berjewendiyên civakê bi ser guhê wan ve nîne. Tekane derdê wan pere ye. Du tiştan hîn bûne; yek bazirganî ya din jî manîpulasyon. Ji bo berjewendiyên xwe dikarin her tiştekî bikin. 
 
KOMPAS GERANDIN
 
Heke hûn rastiya madî bixwazin, wê demê divê hûn Cem Tekel bînin eywana dadgehê. Bila bizanin ku em çendek saetan li wir man û sivîlan çi jiyaye. Li ser dîmenên 2 saniyeyan manîpulasyonan dikin. Wesayîta min li dawiya konvoyê bû. Dema wesayît sekinîn min got qey qeza çêbûye û ji wesayîtê peya bûn. Dema ez paya bûyîm, Cem Tekel ji wesayîta xwe paya bûbû. Dema em çûn wê derê gelek kes li wir bûn. Ma dê me çi bikira? Li holê ne girteka polîsan û ne jî dîmenên wan hene. Tenê yek rêzikeke hêzên ewlekariyê nîne. Em derdora 50-60 wesayît bûn. Bixwestina dikariyan pêşî li me bigirin. Lê rê vekirin. Wê demê ji bo kompasê bi zanebûn Cem Tekel şandin wê derê. Em biçûna ku derê, bi dehan kamera û wesayîtên polîsan hebûn. Dozgeriya Meletiyê îdianameyeke ji sê rêzikan amade kiriye. Ji ber ku ew jî nizanin mijar çi ye. Hûn jî mijareke wiha li dozeke ewqas giran zêde dikin. 
 
EZ Ê ÇAWA BAWER BIKIM
 
Ez ê çawa bawer bikim ku dê ev dadgeh biryareke adailane bide? Divê Meletî û ev dosya bibin yek ji ber ku ji dosyayê ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘propagandaya rêxistinê’ dernakeve. Min di dadgeha we de gotibû ku haya min ji gotinên şahidan nîne û min îfadeyên wan xwestibûn. Lê ji min re nehatin şandin. Madem dê we derheqê min de ji wan îfade bigirta, gelo ma mafê min ez belgeyên berê bibînim? Bila kirinên we hinek hev bigirin. Guhdarîkirina van şahidan ne hiqûqî ye. Ev şahidên ku mîna makîneya derewan in, divê dîsa werin guhdarîkirin. Hûn ewraqên ji min re nehatine şandin weke ku hatibin şandin nîşan didin û biryara navberê didin. Daxwaza min ew e ku hemû îfade bên şandin û biryar dîsa were dayîn. Armanca ewil a vê dosyayê ew e ku li derve manîpulasyona siyasî bê kirin. Tu îfadeyên şahidan nînin, tenê çîrokên wan hene. Şahid nabêje min dîtiye, dibêje ‘kadro’ ye. Lê nabêje bê ka raporê dide kê. Li holê tiştekî şênber tune ye. Şahid dibêje ‘Di ANF’ê de nûçeyeke wiha heye. Ew jî derketin û daxuyanî dan.’ Gelo kadroyeke fermanê ji ajansan digire çawa dibe? Li vir çîrokan dibêjin. Li holê şahidiyek tune ye. Her yek ji wan gelek îfade dane. Heta kesekî got; ‘min sed îfade dane ma ez ê çawa bizanim.’ Ev kes ne şahid in, xebatkarên kadro yên dozgeran in. Dema di dosyayekê de xitimîn, dibêjin ‘ma çi hewcehî pê heye, li vir şahidek heye.’ Ji van şahidan hinekan jê di sala 2012’an de îfade dane. Ji dosyaya KCK’ê derxistine û anîne vê derê. 
 
ÎFADEYÊN ŞAHIDÊ NEPEN KOPIYA GIRTEKA LÊPIRSÎNÊ YE
 
Îfadeyê şahidê nepen Ulaş ên di 4’ê nîsana 2020’an de û girteka polîsan a di 25’ê mijdara 2019’an de heman îfade ne. Şahidê nepen çawa heman tiştan dibêje? Şahidê nepen bo min dibêje; ‘endama rêxistinê. Li ser biryara Ocalan weke hevşaredar hatiye hilbijartin.’ Ev derew e. Yan van gotinan weke delîl qebûl nekin û yan jî derheqê polîsên ku ev girtek amade kirine de lêpirsînê bidin destpêkirin. Xuyaye ku ev îfade tenê ji bo ku min têxin vê dosyayê hatine amadekirin.  Ez di îfadeyên şahidan de nînim lê di girtekên teşhîsê de heme. Pir aşkera ye ku kompas e. Delîlên ji ber xwe ve hatine çêkirin hene. Li ser fermana qesrê li vê derê me û bi van îfadeyan jî kompasek li hiqûqê jî hatiye gerandin. Bi salane li vî welatî rêbaza ‘bigire û têxe hundir dê piştre delîlan bibînî’ di meriyetê de ye. Hûn ji ewil me digirin û piştre jî bûyeran çêdikin.”
 
Şandeya dadgehê heta saet 13.00’an navber da danişînê û biryar da ku piştî biryarê dê parastina Kişanak bidome. 
 

Sernavên din

30/07/2022
11:39 Li Îranê lehî rabû: 53 kes mirin û 16 kes jî winda ne
11:25 Kesên li gundê Zêvkanê hatine binçavkirin sewqî edliyeyê kirin
10:24 Şerm hesteke şoreşgerî ye, 'Dîwana Şermê' jî ji dilê şoreşgerekî dinuqite
09:38 Li ber mala Yildirim ê ku xwest Sayanê AKP'î îstifa bike pevçûna çekdarî
09:03 Mizgîn Can a ku malbata Uneşî xwest wê bikuje: Bi mirinê gefê li min dixwin
09:03 Ocalan: Dê feraseta ku tecrîdê rewa dike têk biçe
09:02 Amedî: Em nikarin bêhnê bistînin, pêdivî bi rêya sêyem heye
09:02 Ji Anka-Derê li dijî asîmilasyonê banga ji bo tevlibûna kursan
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
29/07/2022
23:32 Hinek Henek li dika servekirî derket pêşberî şanohezan
22:11 Tê gotin her du kesên ku ji bo wan hatibû gotin '2 PKK'yî hatin kuştin' sivîl in
20:13 TMMOB: Avahiyên li Sûrê pêşkêşî sermayeyê hatin kirin
16:08 HDP dê li Stenbolê bibêje ‘Çareserî em in’
15:58 Şahid Tanriverdî: Min siyasetmedaran nedîtiye, derbarê Kobanê de agahiyên min tune ne
14:57 Temel: Em ê li dijî polîtîkayên şer û tesfiyekirinê li ber xwe bidin
14:48 Parlamentera Elman serdana Aydenîz kir
14:41 Dê di bin navê ‘teserûfê’ de ceyrana cotkaran bibirin
13:56 Lêpirsîna derheqê serokê dadgehê yê Doza Kobanê yê berê temam bû
13:42 HDK bernameyên 'Nîqaşên Havînê' li dar dixe
13:32 4 sal in lêpirsînek bibandor nehatiye kirin
13:28 Ferît Şenyaşar: Dozger li gorî fermanên siyasî tevdigerin
13:14 AYM’ê cezayê ji ber ‘zimanê dayikê’ hatiye dayîn erê kir
13:10 Li pêşiya HDP’ê provokasyon
12:57 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:54 Şaredarê AKP’yî ku Meclisê civand axaftina têkildarî binçavkirinan asteng kir
11:51 Qetlîama Malbata Dedeogûllari: Delîl gelek in lê ‘edalet nîne’
11:32 Serokê Agrisporê: Savci Sayan pereyê klûbê bo xwe hilgirt
10:55 Biryara Dadgeha Bilind a derheqê Doza 10’ê Cotmehê de: DAIŞ’î dikarin bên berdan
10:35 Pismamên serokê AKP’ê yên firar piştî 54 mehan li mala xwe hatin girtin
10:14 Li Stenbolê 7 endam û rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin | HATE NÛKIRIN
10:03 Ozbey: Bi êrişên ser xwezayê re hebûna civakî hedef tê girtin
10:02 Kampanya ‘Ji Ocalan re azadî’ didome: Heta azadiyê dê çalakî berdewam bikin
09:05 Ji ber banga ji bo Meşa Gemlîkê îfade da
09:04 Atasoy: Aydenîz vîna me ye
09:03 Hestiyên hatin dîtin ji bo xizmên windakiriyan bûn hêvî
09:03 ‘Helwesta partiyên muxalîf a li dijî zilma li girtîgehan mîna ya desthilatdariyê ye’
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
28/07/2022
20:30 Li dijî karkerê demsalî êrişa bi nijadperestî
19:35 Çalakiya xeleka ji mirovan a HDP'ê: Komkujiya Zaxo sûcê li hemberî mirovahiyê ye
17:03 Tevî îtîrazan jî dadgehê biryar da ku Tugluk hefteya pêş parastina xwe bike
16:56 Girtiyên li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ne: Mafê tehliyeya me tê astengkirin
16:35 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Şaredariyê girtina hevalên me daxwaz kiriye
15:51 Şandeya OHD’ê serdana ajansa me kir
15:43 DEDAŞ’ê ceyrana Amedsporê birî
15:37 Baregeha Tirkiyeyê ya li Bamernê hate bombebarankirin
15:35 ‘Heta edalet neyê Roboskê dê neyê Tirkiyeyê jî’
14:51 ÎHSDA ji bo piştevaniyê çû serdana GOÇÎZDER’ê
14:39 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Guh bidin daxwazên dayikan
14:25 Li Panosê Navenda Piştevaniya Jinan a Teşî hat vekirin
14:14 Kişanak ji bo şahidan got: Ev kes xebatkarên kadro yên dozgeran in
13:36 Başaran: Wê rêbazên darbekar ên îktidarê bi ser nekevin
13:19 Malbata Şenyaşar: Doza me heqîqetek e
13:17 Li herêma Omeriyayê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:44 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:44 Li Antalya 6 kes hatin binçavkirin
12:29 Fermandarê ku serokê AKP'yî pêşwazî kir ji wezîfeyê hat girtin
12:28 Girtî Ataç bi îdiaya ‘întîhar kiriye’ birin nexweşaneyê û dema mejiyê wî mirî hate berdan
12:27 Malbatên girtiyan: Qanûna îdamê li girtiyan tê ferzkirin
12:05 Kovara DFG'ê nedan rojnamevanê girtî
11:46 Endamên Meclisa Şaredariya Akdenîzê binçavkirinan protesto kirin: Civîn taloq bû
11:36 Li Minbicê gorek komî hat dîtin
10:55 HDP: Divê rageşiya di navbera malbatan de veneguherin rageşiya eşîran
10:53 Di êrişa SÎHA'yê de 4 endamên Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest dan
10:45 Piştî dorpêça li Zêvkanê operasyon hat destpêkirin
10:14 Koçer: Ev şer dê neşibe şerên din û em ê gavên mezin biavêjin
09:37 Beriya civîna deynkirinê ya Şaredariya Akdenîzê endamên Meclisê yên HDP’yî hatin binçavkirin
09:33 Sayan ê AKP’î bi çekên lûledirêj li kolanên Agiriyê geriya
09:27 Li Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
09:27 Bi ser qetilkirina Abayay re 30 sal derbas bûn lê kujer hêj nehatine dîtin
09:05 Ciwan: Em ê gol avêtina faşîzmê bidomînin!
09:05 Salvegera 79’emîn a 33 Guleyan: Em hestiyên bapîrên xwe dixwazin
09:04 Menal Mihemed: Em ê parastina destkeftiyên xwe bidomînin
09:04 Li Girtîgeha Espiye lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
09:04 ‘Heke kesek li herêmê nema be wê demê hûn çima daran dibirin?’
09:04 Xizmên girtiyan: Dema ji girtîgehan darbest derdikevin êşa me hêj girantir dibe
09:03 Xelkê Amedê: Qetlîama Zaxoyê hovîtî ye
09:03 Jiyan Tolhildan: Em ji kuştinê natirsin
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
27/07/2022
21:02 Danasîna ferhenga kurdî hate kirin: Wê bibe bingeha Ferhenga Kurdî-Kurdî
18:27 Şandeya HDP’ê serdana saziyên elewiyan kir
17:36 4 kesên li Manîsayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:14 Parêzera Tuncer a HDP’î: Komplo tên gerandin û cezayên giran didin
15:34 Malbatên girtiyan: Divê raporên nerast ên ATK’ê ji holê bên rakirin
14:50 Rapora sê mehan a girtîgehan: 13 kesan jiyana xwe ji dest daye
14:49 HDP ji bo mitîngên ‘Çareserî em in’ dadikeve qadan
14:27 Gundê Zêvkanê ev 10 saetin di dorpêça leşkeran de ye
14:21 ÎBB'ê Akademîsyena Aştiyê Şenvardar îxrac kir
13:42 Malbata Şenyaşar: Dozgerê ku hesab bipirse tune ye
12:49 Li dijî Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Mûsilê êriş hat kirin
12:44 Li Zapê leşkerek hat kuştin
12:06 Malbatên girtiyan: Em bi doza zarokên xwe re ne û hebûna xwe înkar nakin
11:57 Li Manîsayê 4 kes hatin binçavkirin
11:52 Rewşa zarokê ji ber teqemeniya leşkeriyê birîndar bûyî giran e
11:51 Ferdên Malbata Dedeogullari dê 2 rojan bên bibîranîn
11:15 Kalin ê AKP’î gefa operasyonê xwar
11:13 Pêşniyazpirsa ji bo girtina zava paşde hat şandin
10:50 Endamê DÎAYDER’ê Înal: Em zîhniyeta yekperest qebûl nakin lewma dibin hedef
10:47 Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Bila Tirkiye ji axa me vekişe
10:20 Li gundê suryanan talankirina daran didome
10:09 Aydar: Hewldanên nûvejenkirina Lozanê yên Tirkiyeyê vala ne