Qetlîama Malbata Dedeogûllari: Delîl gelek in lê ‘edalet nîne’

  • rojane
  • 11:51 29 Tîrmeh 2022
  • |
img
ENQERE - Tevî ku salek di ser qetlîama malbata Dedeogûllari re derbas bû jî, edalet pêk nehatiye. Dadgehê li gel ewqas delîlên eşkere ku derketin holê jî dixwaze darizandinê li ser kesekî biqedîne. Lê parêzer û xizmên malbatê di têkoşîna xwe de bi biryar in.
 
Li navçeya Meramê ya Konyayê li dijî malbat Dedeogûllari qetlîamek pêk hat û 7 ferdên malbatê hatin qetilkirin. Salek di ser qetlîamê re derbas bû. Di hundirê salekê de di dosyeya qetlîamê de edalet pêk nehat û gelek faîl û hevkarên qetlîamê nehatin girtin. Sînyala qetlîama li dijî malbatê ewilî di 12’ê gulana 2021’ê de hatibû dayîn. Piştî vê êrişî tevdîr ji bo malbatê nehatin girtin û pişt re ev êriş veguherî qetlîamê. 
 
ÊRIŞA NIJADPEREST A 12’Ê GULANÊ 
 
Komek qelebalix ku ji malbata Çalik û Keleş pêk dihat di 12’ê gulanê de êriş biribûn ser ferdên malbata Dedeogûllari û wan birîndar kiribûn. Di kêliya êrişê de gotinên nijadperest ên wek “em nijadperest in, em ê we li vir nehêlin” gotibûn. Yek ji qurbaniyên qetlîamê Bariş Dedeogullari beriya were qetilkirin, êrişa li dijî malbata xwe ji ajansa me re nirxandibû. Di êrişa nijadperest de 4 jê jin 7 ferdên malbatê birîndar bûbûn. Ji êrişkaran tenê Alî Keleş, Ayşe Keleş, Yahya Çalik, Lutfî Keleş, Şerîfe Çalik û Velî Keleş hatibûn girtin. Di danişîna 12’ê tîrmeha 2021’ê de hat lidarxistin Ayşe Keleş û Şerîfe Çalik hatibûn berdan û parastinê dabûn wan. Dadgehê piştre jî di danişînan de Yahya Çalik û Velî Keleş berdabû. 
 
HEVKARIYA DOZGER Û BERSÛC 
 
Piştî êrişa di 12’ê gulanê de dozger ji bo 9 kesan gotibû, “bila du kes sûc bixin stûyê xwe yên mayîn dê bên berdan.” Ev yek di qeydên hevdîtina girtîgehê de derketin holê. Bi arastekirina dozger re Alî Keleş û Lutfî Keleş êrişê girtin ser xwe û yên mayîn hatin berdan. Di pêvajoyên piştre de derket holê û hat piştrastkirin ku dozger bersûcan araste kiriye.  Niha ji wê dosyeya êrişa 12’ê gulanê tenê Alî Keleş û Lutfî Keleş girtî tên darizandin. 
 
BÊCEZAHIŞTIN QETLÎAMÊ PÊK ANΠ
 
Bariş Dedeogûllari yê di êrişê de birîndar bûbû tevî gotibû êriş veguheriye tacîza devkî jî lê malbat nehatibû parastin. Bariş Dedeogûllari ji ajansa me re anîbû ziman ku gefên kuştinê li dijî wan berdewam dikin û êrişkar diçin ber deriye wan heqaret û çêran bi wan dikin. Piştî êrişa di 12’ê gulanê de ji ber êrişkar nehatin cezakirin û malbata Dedeogûllari nehat parastin, di 30’ê Tîrmeha 2021’ê de li dijî malbatê êrişek hovane pêk hat û 7 ferdên malbatê hatin qetilkirin. Êriş ji aliyê Mehmet Altun ku xizmê wan her du malbatên êrişkar bû pêk hat. Di êrişê de Yaşar Dedeogûllari (65), Serap Dedeogûllari (36), Serpîl Dedeogûllari (32), Sîbel Dedeogûllari (30), Îpek Dedeogûllari, Metîn Dedeogûllari (45) û Bariş Dedeogûllari (35) hatibûn qetilkirin. 
 
KÊLIYA QETLÎAMÊ HAT BELAVKIRIN 
 
Piştî êrişa ewil malbata Dedeogûllari li derûdora mala xwe kameraya ewlehiyê bicih kir. Bi saya van kamerayan dîmenên qetlîama ku ji aliyê kujer Mehmet Altûn ve pêk hat derketin holê. Di dîmenan de hovîtiya êrişî radikeve ber çavan. Her çiqas êrişkar Altûn bêje wî bi tena serê xwe jî qetlîamê kiriye lê wisa xuya dike ku hin kes li pişt wî alîkariya wî kirine. Ji ber ku kujer beriya qetlîamê bike li hotêlên luks maye, wesayît ji bo wî hatiye kirêkirin û alîkariya pere ji bo wî hatiye kirin. Gelek pirsên alîkariya ji bo kujer anî bîra mirovan. Lê heta niha jî ev pirs nehatine bersivandin. 
 
POLÎSAN ALÎKARIYA ALTÛN KIR Û BAZARIYÊ PÊ RE KIRIN
 
Di dîmenên kêliya qetlîamê de ku hatin belavkirin, kujer hat tespîtkirin û piştî qetlîamê bi 6 rojan şûnve hat girtin. Di dozê de derket holê ku beriya kujer teslîmî polîsan bibe 3 roj berê 45 deqîqe hevdîtin kiriye. Derket holê ku polîs gotiye, “ez ê pênc kesên din jî bikujim û wisa teslîm bibim.” Her wiha di demên pêş ên dozê de kujer Altun gotibû, “Polîs derwan dikin. Nehatim girtin. Ez teslîm bûm.” Ev yek jî di hevdîtinên telefonê de derketin holê. Altun di dema hevdîtinên girtîgehê de ev axaftinên wî derketibûn holê, “Di îfadeyên min de polîs bo min bûn alîkar. Ji bo ku polîs min hembêz bikin, bi zorê xwe girtin. Gelek polîsan digot van kuştinê heq kiriye.” 
 
YEK BI YEK HATIN BERDAN 
 
Ji malbatên Keleş û Çalik gelek kes û ji malbata Altun 3 kes her çiqas hatin girtin jî lê hemû piştre yek bi yek hatin berdan. Di dosyeya qetlîamê de tenê kujer Altûn girtî ye. 
 
PIŞTÎ QETLÎAMÊ HEWLDANA VEŞARTINA NIJADPERSETIYÊ
 
Piştî qetlîama rayedarên îktidarê û dewletê wek Suleyman Soylu, Fahrettîn Altûn, Fuat Oktay, Abdulhamît Gul, Devlet Bahçelî, Aytun Çiray xwestin ser vê qetlîama nijadperset binixûmînin. 
 
MIDÛRÊ POLÎSAN JÎ JI BO ‘NIJADPERESTIYÊ’ KET DEWRÊ 
 
Piştî qetlîamê derket holê ku Midûrê Polîsan ê Konyayê Engîn Dînç ji parêzerê malbatê Abdurrahman Karabulut re gotiye, “êriş ne bi sedemên nijadperest hatiye kirin, ji ber şerê malbatan rû daye, divê hûn daxuyaniyek wiha bidin û di Twitterê de parve bikin.” 
 
RABORIYA QIRÊJ A MIDÛRÊ POLÎSAN 
 
Midûrê Polîsan Dînç ê ku xwest qetlîama nijadperest binixûmîne û wezîfeya xwe ya lêkolînkirina êriş û qetlîamê bicih neanî, raboriya wî jî bi qetlîaman tije ye. Hema bêje li her bajarê ku Dînç lê wezîfeyê kiriye, li ber çavê her kesî qetlîam pêk hatine. Dema ku Dînç Serokê Daîreya Îstîhbarata Trabzonê bûye, Hrant Dîn hat kuştin û tevî ku dizanibûye dê Dînk bê kuştin jî lê tevdîr negirtiye. Dema ku Dînç li ser wezîfeyê bûye hewldana lînca li dijî endamên TAYAD’ê, bombebarankirina McDonald’sê û kuştina keşe Santoro û gelek bûyerên din rûdan. Her wiha dema Dînç Serokê Daîreya Îstîhbarata Emniyetê bûye, li Enqereyê DAIŞ’ê li dijî Mitîng Aştiyê di 10’ê Cotmeha 2015’an de pêk hat. Dînç beriya qetlîamê di 8’ê cotmeha 2015’an de rapora îstîhbaratê ku hatiye bidestxistin serê sibeha 10’ê Cotmehê şandiye Midûriyetên Şaxên T3ekoşîna bi Terorê re û ev yek di raporên Mufetîşên Mulkiyê de derketibû holê. 
 
Dînç bi biryara Erdogan di 7’ê tîrmeha 2021’ê de wek midûr tayînî Midûriyeta Polîsan a Konyayê hat kirin. Piştî ku Dînç tayînî Konyayê hat kirin li wî bajarî di 2 êrişên nijadperest de 8 kesan jiyana xwe ji dest da. 
 
PIŞTPERDEYA ÊRIŞÊ DERKET HOLÊ 
 
Piştî êrişa di 12’ê gulanê de gelek rastî piştî qetlîamê derketin holê. Piştî êrişa 12’ê gulanê malbata Çalik û Keleş bi navê “mahkeme” gruba Whatsaapê ava kirine û di grûbê de li dijî malbata Dedeogullari gotinên nijadperest hatine kirin û derket holê ku dê çawa bi dozger re hevkariyê bikin. 
 
MEDYAYÊ JÎ XWEST NIJADPERESTIYÊ BINIXÛMÎNE 
 
Medyaya ku berdevkiya îktidarê dike û şerê li dijî kurdan sor dike bi nûçeyên derew xwestin ser êriş û qetlîama nijadperest binixûmînin. 
 
NIJADPERESTIYÊ QEBÛL KIRIN 
 
Siyasetmedarên tirk her çiqas îdia kirin ku qetlîam ne bi sedemên nijadperest pêk hatiye jî lê Velî Keleş ê girtî û Alî Keleş di hevdîtinên telefonê de gotinên wan ên nijadperest wek, “Kurd bi aqil bûn? Milê wî kurdê mezin şikestî ye” ji hev re gotine. 
 
JI WEZÎRÊ KU DIXWAZE SER NIJADPERESTIYÊ BINIXÛMÎNE ALÎKARÎ HATIYE XWESTIN 
 
 Piştî qetlîamê gelek rastî jî derketin holê. Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu yê ku nijadperestiyê ji nedîtî ve hat, beriya qetlîamê Serpîl Dedeogûllari ya ku hat kuştin ji Soylu re peyam dişîne û alîkariyê jê dixwaze. 
 
XIZMÊN MALBATÊ BI BIRYAR IN 
 
Di hundirê salek derbas bûyî de ji ber qetlîamê tenê kesek yanî kujer Altûn hat dairzandin. Tevî gelek rastî jî ku derketin holê û li gel van delîlan jî tenê kesek hat darizandin. Çetîn Dedeogûllari yê ku ji malbatê ew bi tenê maye û xizmên xwe dibêjin ew bi biryar in dê dest ji doza xwe bernedin û dê rê nedin ku ser vê qetlîama nijadperest bê girtin. Çetîn Dedogûllari û xizmên xwe hem di doza êrişê de hem jî di doza qetlîamê de li danişînan cih digirin û daxwaza xwe ya edaletê bi israr in û dubare dikin. 
 
MA / Bêrîvan Kûtlû 
 
 

Sernavên din

30/07/2022
11:39 Li Îranê lehî rabû: 53 kes mirin û 16 kes jî winda ne
11:25 Kesên li gundê Zêvkanê hatine binçavkirin sewqî edliyeyê kirin
10:24 Şerm hesteke şoreşgerî ye, 'Dîwana Şermê' jî ji dilê şoreşgerekî dinuqite
09:38 Li ber mala Yildirim ê ku xwest Sayanê AKP'î îstifa bike pevçûna çekdarî
09:03 Mizgîn Can a ku malbata Uneşî xwest wê bikuje: Bi mirinê gefê li min dixwin
09:03 Ocalan: Dê feraseta ku tecrîdê rewa dike têk biçe
09:02 Amedî: Em nikarin bêhnê bistînin, pêdivî bi rêya sêyem heye
09:02 Ji Anka-Derê li dijî asîmilasyonê banga ji bo tevlibûna kursan
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
29/07/2022
23:32 Hinek Henek li dika servekirî derket pêşberî şanohezan
22:11 Tê gotin her du kesên ku ji bo wan hatibû gotin '2 PKK'yî hatin kuştin' sivîl in
20:13 TMMOB: Avahiyên li Sûrê pêşkêşî sermayeyê hatin kirin
16:08 HDP dê li Stenbolê bibêje ‘Çareserî em in’
15:58 Şahid Tanriverdî: Min siyasetmedaran nedîtiye, derbarê Kobanê de agahiyên min tune ne
14:57 Temel: Em ê li dijî polîtîkayên şer û tesfiyekirinê li ber xwe bidin
14:48 Parlamentera Elman serdana Aydenîz kir
14:41 Dê di bin navê ‘teserûfê’ de ceyrana cotkaran bibirin
13:56 Lêpirsîna derheqê serokê dadgehê yê Doza Kobanê yê berê temam bû
13:42 HDK bernameyên 'Nîqaşên Havînê' li dar dixe
13:32 4 sal in lêpirsînek bibandor nehatiye kirin
13:28 Ferît Şenyaşar: Dozger li gorî fermanên siyasî tevdigerin
13:14 AYM’ê cezayê ji ber ‘zimanê dayikê’ hatiye dayîn erê kir
13:10 Li pêşiya HDP’ê provokasyon
12:57 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:54 Şaredarê AKP’yî ku Meclisê civand axaftina têkildarî binçavkirinan asteng kir
11:51 Qetlîama Malbata Dedeogûllari: Delîl gelek in lê ‘edalet nîne’
11:32 Serokê Agrisporê: Savci Sayan pereyê klûbê bo xwe hilgirt
10:55 Biryara Dadgeha Bilind a derheqê Doza 10’ê Cotmehê de: DAIŞ’î dikarin bên berdan
10:35 Pismamên serokê AKP’ê yên firar piştî 54 mehan li mala xwe hatin girtin
10:14 Li Stenbolê 7 endam û rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin | HATE NÛKIRIN
10:03 Ozbey: Bi êrişên ser xwezayê re hebûna civakî hedef tê girtin
10:02 Kampanya ‘Ji Ocalan re azadî’ didome: Heta azadiyê dê çalakî berdewam bikin
09:05 Ji ber banga ji bo Meşa Gemlîkê îfade da
09:04 Atasoy: Aydenîz vîna me ye
09:03 Hestiyên hatin dîtin ji bo xizmên windakiriyan bûn hêvî
09:03 ‘Helwesta partiyên muxalîf a li dijî zilma li girtîgehan mîna ya desthilatdariyê ye’
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
28/07/2022
20:30 Li dijî karkerê demsalî êrişa bi nijadperestî
19:35 Çalakiya xeleka ji mirovan a HDP'ê: Komkujiya Zaxo sûcê li hemberî mirovahiyê ye
17:03 Tevî îtîrazan jî dadgehê biryar da ku Tugluk hefteya pêş parastina xwe bike
16:56 Girtiyên li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ne: Mafê tehliyeya me tê astengkirin
16:35 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Şaredariyê girtina hevalên me daxwaz kiriye
15:51 Şandeya OHD’ê serdana ajansa me kir
15:43 DEDAŞ’ê ceyrana Amedsporê birî
15:37 Baregeha Tirkiyeyê ya li Bamernê hate bombebarankirin
15:35 ‘Heta edalet neyê Roboskê dê neyê Tirkiyeyê jî’
14:51 ÎHSDA ji bo piştevaniyê çû serdana GOÇÎZDER’ê
14:39 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Guh bidin daxwazên dayikan
14:25 Li Panosê Navenda Piştevaniya Jinan a Teşî hat vekirin
14:14 Kişanak ji bo şahidan got: Ev kes xebatkarên kadro yên dozgeran in
13:36 Başaran: Wê rêbazên darbekar ên îktidarê bi ser nekevin
13:19 Malbata Şenyaşar: Doza me heqîqetek e
13:17 Li herêma Omeriyayê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:44 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:44 Li Antalya 6 kes hatin binçavkirin
12:29 Fermandarê ku serokê AKP'yî pêşwazî kir ji wezîfeyê hat girtin
12:28 Girtî Ataç bi îdiaya ‘întîhar kiriye’ birin nexweşaneyê û dema mejiyê wî mirî hate berdan
12:27 Malbatên girtiyan: Qanûna îdamê li girtiyan tê ferzkirin
12:05 Kovara DFG'ê nedan rojnamevanê girtî
11:46 Endamên Meclisa Şaredariya Akdenîzê binçavkirinan protesto kirin: Civîn taloq bû
11:36 Li Minbicê gorek komî hat dîtin
10:55 HDP: Divê rageşiya di navbera malbatan de veneguherin rageşiya eşîran
10:53 Di êrişa SÎHA'yê de 4 endamên Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest dan
10:45 Piştî dorpêça li Zêvkanê operasyon hat destpêkirin
10:14 Koçer: Ev şer dê neşibe şerên din û em ê gavên mezin biavêjin
09:37 Beriya civîna deynkirinê ya Şaredariya Akdenîzê endamên Meclisê yên HDP’yî hatin binçavkirin
09:33 Sayan ê AKP’î bi çekên lûledirêj li kolanên Agiriyê geriya
09:27 Li Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
09:27 Bi ser qetilkirina Abayay re 30 sal derbas bûn lê kujer hêj nehatine dîtin
09:05 Ciwan: Em ê gol avêtina faşîzmê bidomînin!
09:05 Salvegera 79’emîn a 33 Guleyan: Em hestiyên bapîrên xwe dixwazin
09:04 Menal Mihemed: Em ê parastina destkeftiyên xwe bidomînin
09:04 Li Girtîgeha Espiye lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
09:04 ‘Heke kesek li herêmê nema be wê demê hûn çima daran dibirin?’
09:04 Xizmên girtiyan: Dema ji girtîgehan darbest derdikevin êşa me hêj girantir dibe
09:03 Xelkê Amedê: Qetlîama Zaxoyê hovîtî ye
09:03 Jiyan Tolhildan: Em ji kuştinê natirsin
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
27/07/2022
21:02 Danasîna ferhenga kurdî hate kirin: Wê bibe bingeha Ferhenga Kurdî-Kurdî
18:27 Şandeya HDP’ê serdana saziyên elewiyan kir
17:36 4 kesên li Manîsayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:14 Parêzera Tuncer a HDP’î: Komplo tên gerandin û cezayên giran didin
15:34 Malbatên girtiyan: Divê raporên nerast ên ATK’ê ji holê bên rakirin
14:50 Rapora sê mehan a girtîgehan: 13 kesan jiyana xwe ji dest daye
14:49 HDP ji bo mitîngên ‘Çareserî em in’ dadikeve qadan
14:27 Gundê Zêvkanê ev 10 saetin di dorpêça leşkeran de ye
14:21 ÎBB'ê Akademîsyena Aştiyê Şenvardar îxrac kir
13:42 Malbata Şenyaşar: Dozgerê ku hesab bipirse tune ye
12:49 Li dijî Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Mûsilê êriş hat kirin
12:44 Li Zapê leşkerek hat kuştin
12:06 Malbatên girtiyan: Em bi doza zarokên xwe re ne û hebûna xwe înkar nakin
11:57 Li Manîsayê 4 kes hatin binçavkirin
11:52 Rewşa zarokê ji ber teqemeniya leşkeriyê birîndar bûyî giran e
11:51 Ferdên Malbata Dedeogullari dê 2 rojan bên bibîranîn
11:15 Kalin ê AKP’î gefa operasyonê xwar
11:13 Pêşniyazpirsa ji bo girtina zava paşde hat şandin
10:50 Endamê DÎAYDER’ê Înal: Em zîhniyeta yekperest qebûl nakin lewma dibin hedef
10:47 Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Bila Tirkiye ji axa me vekişe
10:20 Li gundê suryanan talankirina daran didome
10:09 Aydar: Hewldanên nûvejenkirina Lozanê yên Tirkiyeyê vala ne