Ji Anka-Derê li dijî asîmilasyonê banga ji bo tevlibûna kursan

img

ENQERE - Anka-Der ku lez daye xebatên xwe yên li ser kurdî, ji bo tevlîbûna kursên bêheq bang kir.    

 
Komelaya Ziman Çand û Hûnerê ya Ankayê (Anka-Der) ku di meha hezîranê de hat vekirin û ji bilî kurdî xebatên çand û hunerê jî dimeşîne, piştî 6 salan li bajêr yekemîn komele ye ku li ser kurdî dixebite. Anka-Der ku di van demên dawî de bi atolyeyên zaravayên kurmancî û kirmanckî yên kurdî bi kursên baglama, gîtar, tembûr û resimê dest bi xebatên xwe kir, piştî demsala havînê dê lez bide xebatên xwe.
 
Omer Tûranliyê ku nêzî 10 sal in li ser zimanê kurdî dixebite û li Anka-Derê mamosteyê kurdî ye û rêvebirê komeleyê Mehmet Zekî Gonultaş derbarê xebatên komeleyê de agahî dan. Turanli ku di Kurdî-Der a ku di sala 2004'an de hat avakirin ûdi sala 2016'an de bi biryarnameya di hikmê qanûnê (KHK) de hat girtin jî xebitiye, diyar kir ku ew valahiya çêbûye dê bi Anka-Derê re bê dagirtin. 
 
WÊJE Û HUNER
 
Tûranli anî ziman ku li dijî zextan û polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê kurdî li ber xwe didin û ew hewl didin ku xisara rû daye pir kêm bikin. Tûranli bi lêv kir ku çendî komele nû hatiye vekirin jî eleqeyeke mezin ji bo wê heye û wiha got: “Ziman tenê bi perwerde û kursan pêş nakeve. Pêşketina ziman girêdayî wêje û hunerê ye jî. Bi dîtina vê rastiyê re em hem xebatên çand û hunerî hem jî xebatên zimanî dikin.”
 
Tûranli diyar kir ku ew dixwazin li ser wêjeya kurdî ya klasîk perwerdehiyê bidin û got: “Dê xebat, xwendin û lêkolînên li ser wêjeya kurdî ya klasîk girîng be. Em ê li ser Feqiyê Teyran û Meleyê Cizîrî lêkolînan bikin û di vî warî de civakê serwext bikin."
 
‘KURDÎ BILA BIBE ZIMANÊ PERWERDEHIYÊ'
 
Tûranli ku hemû kurdên Enqereyê û meraqdarên çanda kurdî vexwendin Anka-Derê destnîşan kir ku tenê bi kursên ziman pêşketin û parastina kurdî zehmet e û ew daxwaz dikin ku demek berî demekê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Tûranli, di dawiyê de diyar kir ku divê kurdî pêşî li malan berbelav bibe. 
 
KURS BÊHEQ IN
 
Ji rêveberên Anka-Derê Mehmet Zekî Gonûltaş jî bertek nîşanî qedexekirina ziman, huner û çanda kurdî da û got: “Çend meh berê konserên hunermendên kurd hatin betalkirin. Zimanekî li ber windabûnê û tê xwstin bê asîmlekirin heye. Ji ber vê sedemê tu xebatên me yên çand û hunerê ne biheq in. Em bi tevahî li ser bingeha dilxwazî û hevgirtinê dixebitin."
 
DAXWAZ ZÊDE YE
 
Gonûltaş anî ziman ku bi bajarîbûnê re kurdî bûye zimanekî kêmaxêv û wiha domand: “Ji bo zindîbûna zimanan divê em têbikoşin. Bi milyonan zarokên kurd nikarin li dibistanê fêrî zimanê xwe bibin. Komeleyên bi vî rengî li dijî windabûna zimanan tên vekirin. Dema cihekî wiha tê vekirin gel gelekî kêfxweş dibe. Daxwazek cidî heye. Em li ser dîroka kurd û Kurdistanê jî plana hevdîtinan dikin. Em ê li ser esasê ziman û çanda dengbejiyê jî bixebitin.”
 
BANGAWAZÎ
 
Gonultaş di dawiya axaftina de wiha axivî: "Komele îlhamê dide gelê kurd. Komele ji asîmîlasyonê re bersiveke baş e. Berpirsiyariya me heye ku em zimanê xwe geş bikin û veguherînin. Neaxfitina bi zimanê xwe travmayeke mezin e. Ji bo ku zimanê kurdî ji holê ranebe têkoşîn divê. Banga me ji bo gel; bila li malê bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin û zimanê xwe biparêzin.”
 

Sernavên din

02/08/2022
10:59 HDP heta 1’ê Îlonê dê li qadan be
10:12 Li Merîvanê 2 zarok hatin qetilkirin
10:04 ‘Pergalek ku girtiyên nexweş dişîne mirinê heye’
10:03 Mitînga ‘Çareserî em in’ dê bibe banga ‘Rêya Sêyemîn’
09:01 Ocalan beriya çend salan hişyarî dabû: Divê xwedî li êzidiyan bê derketin
09:01 Rewşa girtiyên nexweş: Qanûn nayên pêkanîn
09:01 Rojnameger Hezil: PDK'ê, êzidî pêşkeşî DAIŞ'ê kirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2022'YAN
08:31 Li Şemzînanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
01/08/2022
23:14 5 ciwanên HDP’î hatin girtin
22:49 SES’a Amedê bi bernameyekê salvegera xwe pîroz kir
22:17 Li Şemzînanê dema derbasbûna konvoya leşkerî de teqîn pêk hat
19:39 ÎBB’ê lewheyên ku tê de cih nedabûn kurdî rakirin
19:14 Xebatên HDP’ê yên têkildarî mîtînga Stenbolê didomin
19:03 HDP’a ku ji bo mîtîngê seferberî îlan kir, serdanên xwe domandin
18:37 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin: Gund di dorpêçê de ne
17:32 Li 3 gundên Sûrê 3 meh in av nayê
16:34 ‘Şandeya dadgehê dixwaze em li gorî helwestên derhiqûqî tevbigerin’
16:19 Serokê AKP’a Dêrsimê vêcarê jî bi cerdevanan re civiya
16:05 Doza Kobanê: Dadgehê îşkence li Tûglûk kir
15:57 Li pêşiya girtîgehê ji bo girtiyan daxwaza azadiyê kirin
15:35 Emîne Şenyaşar gazî Erdogan kir: Hûn êdî li benda çi ne?
15:01 Li gorî Serokê Meclisê pirsa derheqê doza Apê Mûsa de ‘qebe’ ye!
14:38 Ji OHD û ÎHD’ê rapor: Girtiyên nexweş ku rewşa wan xedar e nayên tedawîkirin
14:29 Qeyûmê Êlihê heqê rê zêde kir
14:22 Aysel Tugluk: Ez ne di rewşeke wisa de me ku bikarim xwe biparêzim, nayê bîra min
14:02 Egîtîm Sen: Em biryara AYM’ê napejirînin û mafê perwerdehiya bi kurdî mafek bingehîn e
13:45 ‘Em ê li Akdenîzê destûr nedin talanê’
12:54 Dosyaya rakirina parêzbendiya Aydenîz pêşkeşî Lijneya Giştî kirin
12:37 DFG'ê serdana Baroya Amedê kir
12:08 Doza Kobanê: Îşkenceya li Aysel Tugluk tê kirin bi dawî bikin
11:28 Qeyûmê Rêya Armûşê yê berê tevî hevjîna xwe hate îxrackirin
11:25 Serokê Cemxaneya Amedê: Êrişên li ser saziyên elewiyan me dixin nava fikaran
11:07 HDP’iyên binçavkirî sewqî edliyeyê kirin
10:53 Avras a hat berdan: Berxwedan û azadî tariyê vediguherîne ronahiyê
10:46 Di 10 pirsan de Aysel Tugluk divê çima neyê darizandin
10:05 Ked, hişmendî, huner û felsefeya jinan: Hûmîtra
10:01 ‘Em li dijî tecrîd, şer û dagirkeriyê tev li mitîngê bibin’
09:35 Li Liceyê şerê çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
09:03 Di korîdora jiyanê de bi hezaran êzidî rizgar kir: Li dijî teslîmiyetê ruhê berxwedanê derket pêş
09:03 Budçeya Amedê ji şaredariyên AKP'î re tê şandin
09:03 HDP'iyên ku beriya pêşnûmaya ji bo deynan hatin binçavkirin: Em dîl hatin girtin
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2022'YAN
31/07/2022
22:34 Bernameya Hinek Henek a li dika servekirî bi dawî bû
19:53 Li Şirnexê li dijî birîna daran bertekeke hevpar
19:27 Bertekên hevpar ên rêxistinên elewiyan: Teşwîqkar û rêxistinkerê êrişan eşkere bikin
17:03 Li Girtîgeha Kurkçulerê îşkence li girtiyan tê kirin
16:22 ‘Nîqaşên Havînê’ yên HDK dest pê kirin
16:21 Girtiyan li dijî binpêkirinan serî li ÎHD’ê da
15:45 MEBYA-DER: Êrişên li dijî cenaze û goristanan nayên qebûlkirin
15:01 Bayindir: Çareserî jî muxatab jî Ocalan e
14:34 Banga beşdariya mitînga Amedê kirin: Em li dijî şer biherikin qada mitîngê
13:48 Li Licê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:47 Babat piştî 30 salan ji girtîgehê derket
13:45 Leşker teqemenî bi kuçaik ve girê didin û dişînin tunelên şer
13:38 HDP'ê êrişên li ser saziyên elewiyan şermezar kir
13:37 Binçavkirinan protesto kirin
12:26 Li Îranê di demên dawî de bi dehan kes hatin darvekirin
12:24 Malbata Şenyaşar: Li dijî zilmê berxwedanekî dîrokî heye
12:15 Li Denîzliyê tundiya zilam
11:55 Hevserokê DAD’ê Kûlû: Êriş plankirî ne
11:43 Amedspor sibê li Qada Deriyê Çiyê ye: Werin em xwedî li nirxê bajêr derkevin
10:44 Parlamenterên Fransî: Rêveberiya Xweser nas bikin û qada hewayî qedexe bikin
09:04 Bi ser fermanê re 8 sal derbas bûn: Nikarin êzidiyan teslîm bigirin
09:02 Forûma Şoreşa Jinê ya Rojhilata Navîn: Divê em hêviyên xwe bikin yek
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:43 Konferansa derbarê jinên êzidî de bi encamnameyekê bidawî bû
08:32 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hat kuştin
30/07/2022
22:45 Li Enqereyê hevxwext êrişî 4 saziyên elewiyan hat kirin
22:19 Li gundê Zêvkanê 6 kes hatin girtin
20:22 HDP'ê Amediyan vexwand mîtîngê
20:03 'Talankirina li Kurdistanê şerê li dijî gelan e'
18:25 Girtiyê nexweş Mahmût Badûr rakirin nexweşxaneyê
16:27 Aydenîz: Têkoşîna gelê kurd ji bo gelên cîhanê bûye mînak
16:22 Girtiyên nîşaneyên wan ên vîrusa koronayê hene sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
15:48 Ji ber mafê wî yê tedawiyê hat astengkirin ket nav nivîna
15:34 Sancar bi Wezîra Karên Derve ya Almanyayê re hevdîtin kir
15:25 Qeymeqamê Hezoyê ji peywirê hat girtin
15:16 Girtiyê nexweş Dîzlek bi dîwaran digire û wisa tê hevdîtinê
15:11 Li Rihayê aqûbeta Şefîk Geçgel hat pirsîn
14:41 Kûrtûlan mijara Şaredariya Akdenîzê bir rojeva meclisê
14:40 Emîne Îpek piştî 30 salan hate berdan
14:17 Tatlidede bû Serokê Şaredariya Artukluyê
14:08 Platforma Hezar Jinan a ji bo Aysel Tûglûk dê du rojan çalakiyan bike
13:58 Baroyên herêmê: Divê têkildarî Komkujiya Dedeogûllari pêvajoyeke bibandor a darazê bê destpêkirin
13:56 Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Temel serdana ajansa me kir
13:37 Bi hinceta ‘silav û hembêzkirinê’ ceza dan siyasetmedarên jin ên li Sîncanê
13:16 Li Kocaeliyê Turnûvaya Kemal Kurkut dest pê kir
13:11 7 ferdên malbata Dedeogûllari hatin bibîranîn
12:32 Emîne Şenyaşar: Ev ne berxwedana min, berxwedana edaletê ye
12:22 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Abayay, Yildiz û Tepe pirsiyan
12:05 Çima di mijara qirkirina xwezayê de cudahiyê têxin navbera herêman?
11:44 Bi ser mala endamê PM’a HDP’ê de girtin: Li erdê kaş kirin û derb kirin
11:39 Li Îranê lehî rabû: 53 kes mirin û 16 kes jî winda ne
11:25 Kesên li gundê Zêvkanê hatine binçavkirin sewqî edliyeyê kirin
10:24 Şerm hesteke şoreşgerî ye, 'Dîwana Şermê' jî ji dilê şoreşgerekî dinuqite
09:38 Li ber mala Yildirim ê ku xwest Sayanê AKP'î îstifa bike pevçûna çekdarî
09:03 Mizgîn Can a ku malbata Uneşî xwest wê bikuje: Bi mirinê gefê li min dixwin
09:03 Ocalan: Dê feraseta ku tecrîdê rewa dike têk biçe
09:02 Amedî: Em nikarin bêhnê bistînin, pêdivî bi rêya sêyem heye