AMED - Kes an jî kesên nasnameya wan nediyar şevê din bi çekan êrişî navendeke kargehan a li Amedê kir ku gelek rêxistinên civaka sivîl li wir dimînin.
Kes an jî kesên nasnameya wan nediyar şevê din saet derdora 01.00’an bi çekan êrişî Navenda Kargehan a Nuyap Office Center a li Yenîşehîr a Amedê kirin. Êrişkarên ku rûpoş li xwe kiribûn hatin ber deriyê navenda kargehan û piştî du gule li avahî reşandin û ji wir reviyan.
Li navenda kargehan a navborî li gel buroyên parêzeran û ofîsên bazirganiyê, her wiha buroyên Botan International, Awayê Piştevaniyê yê Jinan (DAKAHDER), Kurdish Studies Center (KSC), Enîstîtuya Lêkolînên Siyasî û Civakî ya Amedê (DÎSA) û Komeleya Şêx Seîd jî hene.