ŞIRNEX - Li Fermandariya Tugaya Cendirmeyên Komando ya Cotkakarçîna ya Şirnexê 3 teqîn çêbûn.
Li Fermandariya Tugayê ya Cendirmeyên Komando ya Cotkakarçîna ya Şirnexê li pey hev 3 teqînên mezin pêk hatin. Piştî teqînê dû ji tugayê bilind bû. Nehat zanîn bê ka ev teqîn ji ber çi çêbûne.
Piştî teqînê li herêmê liv û tevgera leşkerî dest pê kir.
Têkildarî teqînê heya niha tu daxuyanî nehatine dayîn.