Xelîl Xemgîn: Divê em Rojava weke qiblegeha xwe bibînin û biparêzin

img

AMED - Hunermendê kurd Xelîl Xemgîn da zanîn ku Tirkiye û dewletên li parçeyên din dixwazin destkeftî û hebûna kurdan tune bikin û wiha got: “Lewma divê kurd li dijî vê polîtîkayê xwedî helwestekî hevpar bin û yekitiya xwe ava bikin. Divê em Rojava weke qiblegeha xwe bibînin û wê biparêzin.” 

Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê êrişeke berfireh da destpêkirin û li herêmên navborî şerekî giran diqewime. Di encama êrişên Tirkiyeyê de heta niha gelek sivîl hatin kuştin û şêniyên herêmê ji warên xwe tên kirin. Herî dawî jî di encama topbarana artêşa tirk a li gundê Perex ê Zaxoyê de 9 sivîl hatin qetilkirin. Li rexa din jî Tirkiye hema hema rojane êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û li bakurê welêt jî zordariyeke mezin li ser gelê kurd dike. 
 
Hunermendê kurd Xelîl Xemgîn têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li seranserî Kurdistanê, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û yekitiya neteweyî ya kurd pirsên ajansa me bersivand. 
 
Ev nêzî sed sal in Tirkiye li dijî kurdan polîtîkaya pişaftinê dimeşîne. Li gorî we ev polîtîka çiqas bi ser ketiye? 
 
Dewleta tirk li ser du lingan hatiye avakirin. A yekemîn tunekirina neteweya kurd û ya din jî îdeolojiya kemalîzmê ye. Bêguman niha laîktiya dewletê ketiye destê kesê jê re digotin ‘paşverû’ anku olperestan. Vê xetê mirov dikare weke olperest, nîjadperest û faşîst pênase bike. Lingekî dewletê çû û yê din ma. Dewlet niha dixwaze lingê din qewî bike ku ew jî tunekirina kurdan e. Dixwazin dîrok û çanda kurdan tune bikin. Lê Tevgera Azadiyê pêşî li wan girt û niha nikarin tune bikin. Lê li bakurê Kurdistanê siyaseta pişaftinê ku ev 90 sale didome gihiştiye astekê bilind. Li dijî vê polîtîkayê jî tenê Tevgera Azadiyê li ber xwe dide. Divê gel li dijî vê li ber xwe bide û xebatan bimeşîne. Divê hesta berxwedanê di nava her kes û malbatan de hebe. Dewlet dixwaza çand, huner û kevneşopiyên kurdan tune bike. Lê mixabin tevahiya gelê me di ferqa vê de nîne. Ev jî xetereyeke mezin e û rê li ber pişaftinê vedike. Dema Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan 40 sal berê dest bi têkoşînê kir, li ser navê kurdayetiyê tiştek nema bû. Lê niha gihiştiye asteke wisa ku bi milyonan kes li çar parçeyên Kurdistanê û dinyayê belav bûye. Heke gel li ber xwe bide dê siyaseta dijmina a pişaftinê jî têk biçe. 
 
Qirkirina çand û ziman di asteke herî bilind de tê kirin lê mixabin berxwedana li dijî vê pir lawaz e. Gelo ev rewş kesekî naêşîne? Ji ber ku ez jî bi karê çand û hunerê mijûl dibim, çend mînakên dawî bidim; li welatê me kesekê bi kurdî diaxive an tê kuşti an jî tê girtin. Nifşên lehengiyên mezin kirin. Kobanê yek ji mînaka vê ye. Qeyûmên li şaredariyan hatine tayînkirin jî girêdana xwe bi vê pergalê re heye. Divê gel vê yekê baş bizane. Polîtîkaya pişaftinê bi taybet jî ser ciwanan tê meşandin. Hinek hunermend hene ku bi cil û bergên sermayedaran, bi şêwazekî kapîtalîst, sosyete û sexte tevdigerin hene ku civakê dixapînin. Li hêla din jî hunermendên wisa hene ku xwe weke ‘welatparêz’ didin nîşandan lê ew jî hatine xepandin. Weke mînak; li Bazîde firmaya bi navê Dosso Dossî bi armanca pişaftinê mîhrîcanek li dar xist. Rojnamegerên herî populer jî li ser we axivîn. Ji ber ku armanca pişaftine di wir de heye. Ew dizanin lê haya civanên kurd tune ye. Lewma banga min li her kesî ew e ku girîngiyê bidin ziman û çanda xwe. 
 
 
Birêz Ocalan hem ji bo xwezayê û hem jî ji bo mirovan xwedî nêrîn e. Ne tenê dewleta tirk birêz Ocalan xist zindanê û dîl girt, tiliya seranserî desthilatên ku li her devera cîhanê şer û kuştinê dikin jî tê de heye. Ev desthilatdar ew in ku welatê me parçe kirin û neteweya me bênasname hiştin.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev demekî dirêje di tecrîdê de tê ragirtin. Gelo hûn vê rewşê çawa dinirxînin? 
 
Felsefe û fikra Rêber Apo ne tenê ji bo kurdan, ji bo çareserkirina pirsgirêkên hemû mirovahiyê fikrên herî pêşketî ne. Bêguman ne tenê dewleta tirk, pergala modernîteya kapîtalîst jî ji fikrê Rêber Apo ditirse. Ji ber ku di fikrên wî de çareserkirina pirsgirêkan heye. Pirsgirêkên ku mirovahî niha dijî, li seranserî cîhanê pirsgirêkên mezin in. Pirsgirêka pergalê û azadiyê mezintirîn pirsgirêka mirovahiyê ye. Birêz Ocalan hem ji bo xwezayê û hem jî ji bo mirovan xwedî nêrîn e. Ne tenê dewleta tirk birêz Ocalan xist zindanê û dîl girt, tiliya seranserî desthilatên ku li her devera cîhanê şer û kuştinê dikin jî tê de heye. Van tevekan dest dan hev û Rêber Apo dîl girtin. Ev desthilatdar ew in ku welatê me parçe kirin û neteweya me bênasname hiştin. Dema Serokwezîrê Swedê hatiye kuştin birêz Ocalan got; ‘NATO ji bo ku kuştina vî kesî têxin stûyê PKK’ê ew kuşt.’ Ev desthilatdar me jî bo xwe weke gefekê dibînin. NATO niha jî li Madrîdê bi taybet li ser kurdan civiya. Dinya alem vê dizane lê mixabin kurd hêj nizanin. Pirsgireka kurd pirsgirêkeke mezin û navneteweyî ye. Hêzên navneteweyî Kurdistan dagir kirine. Birêz Ocalan bi fikrên xwe pêşî li ber armancên Peymana Lozanê girt. Lewma birêz Ocalan di tecrîdeke ku li tu devera dinyayê nehatiye dîtin tê ragirtin. Bêguman tecrîdkirina birêz Ocalan tê wateya tecrîdkirina neteweyekê. 
 
 
Bi êrişa 17’ê nîsanê re destkeftiyên kurdan û gelê kurd hedef tê girtin. Di rewşa heyî de siyaseta Başûr jî xizmetê ji van armancan re dike. Min bi xwe ji rêyedarên Başûr bihîst ku digotin; ‘Heke PKK têk biçe dê sibe dora me were û me tevan bigirin.’ Anku ew jî pê dizanin lê li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. 
 
Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de bi hevkariya PDK’ê êrişî Zap, Metîna û Avaşîn kir. Hûn van êrişan û hevkariya PDK’ê çawa dinirxînin? 
 
Begûman dewleta tirk bi êrişên xwe dixwaze Tevgera Azadiyê tune bike. Ew jî vê yekê bi vekirî dibêjin. Heke kurd li ser hîvê jî tiştekî ava bikin û bibêjin; ‘em kurd in û dixwazin weke kurdan bijîn’, dê hewl bidin tune bikin. Bi êrişa 17’ê nîsanê re destkeftiyên kurdan, tevgerê û gelê kurd armanc dikin. Lê di rewşa heyî de siyaseta li Başûr xizmetê ji van armancan re dike. Bi salaye ne tevdîr girtin û ne jî parastina xwe pêş xistin. Hewceye destkeftiyên mezin ên Başûr bên parastin. Mixabin ne PDK û ne jî YNK di mijara parastinê de xwedî stratejiyekê nînin. Nikarin bi hev re Başûr biparêzin. Siyaseteke yekitiyê esas digire tune ye. Tenê li ser parçeyekî difikirin ku li wir jî hikûmetên Silêmaniyê û Hewlêrê hene. Her wiha xwe dispêrin dewletên serdest. Bi taybet jî di bin kontrola Amerîka û Ingilistanê de ne. Bi her daxwaza wan dikin. Nikarin wê hevkariya bi desthilatdarên navneteweyî re dikin, ji bo hev pêş bixin. Birakujî dê tu carî ji bîra me neçe. 
 
Dewleta tirk gelek baregehên xwe yên hewayî û bejahî li Başûr çêkirine. Kerkûk û derdora Mûsilê di bin bandora wan de ye. Li Başûr mîna çeteyan tevdigerin. Bandora wan li ser siyaseta Iraqê jî heye. Anku xetereya dewleta tirk li ser wan tevan e. Xuyaye ku sibê dor li wan tê. Min bi xwe ji rêyedarên Başûr bihîst ku digotin; ‘Heke PKK têk biçe dê sibe dora me were û me tevan bigirin.’ Anku ew jî pê dizanin lê li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Ev yek jî gelê kurd pir diêşîne. Birêz Mûrat Karayilan par got; ‘Em tiştekî ji we naxwazin lê tenê hevkariyê bi dijmin re nekin. Heke hûn hevkariyê nekin, wê demê dê bibînin em ê çawa pozê wan li erdê bidin.’ Me wek hunermendan jî ji bo yekitiye çalakî li darxistin û hewldanên me çebûn. Me dengê civakê gihand tevekan. Dewleta tirk li gel ewqas teknolojî û piştgiriya mezin a navneteweyî jî li hemberî berxwedana gerîla têk çû û derbên giran xwar. Niha nikarin vegerin jî. Dixwazin veşêrin. Dê Lozan di sala 2023’yan de bi dawî bibe. Dixwazin xwe bigihînin sînorên Mîsak-i Mîllî. Bingeha vê jî li Rojava û Başûr diavêjin. Baregehên wan jî nîşaneya vê ye. Ji bilî Tevgera Azadiyê tu hêzek nîne ku li pêşiya vê dagirkeriya li herêmê bigire. 
 
 
 Em her tim siyasetmedarên kurd ji bo yekitiyê hişyar dikin. Divê li dijî tunekirin û qirkirinê xwedî helwestekî kurdewar bin. Bav û kalên me ev yek nekirin lê li ser me ferz e. Heke em vê nekin dê dîrok me efû neke.
 
We jî ji bo yekitiya kurdan gelek xebat meşandin. Gelo hûn çi girîngiyê bi yekitiyê didin û dê yekitiya kurdan çawa ava bibe? 
 
Sê sal berê di dema êrişên dewleta tirk ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de me hunermandan bi taybet jî yên li derveyî welat, em hatin ba hev. Me bang kir û înîsiyatîfek ava kir ku hemû hêzên kurd bicivîne. Me xwest mîna stratejiyên wan, em jî xwedî stratejî bin. Ev yek hesreta sedsalî ya gelê kurd e. Kurdan gelek êş kişandin. Gelek derbên giran xwarin. Me em çima nebin yek? Me jî weke hunermendên kurd wê demê li ser vê bingehê înîsiyatîfek ava kir û xwest dengê xwe bigihînin hemû aliyan. Bi rastî jî me di salekê de dengê xwe gihand hemû partî, sazî û rêxistinên kurd. Me karî hem li welat û hem jî li derveyî welat konferansê li dar bixin û dengê xwe bigihînin her kesî. Lê mixabin pandemî dest pê kir û hemû rê li ber me hatin girtin. Me ji hêla pratîkî çendek tişt kirin lê pandemî bû pirsgirêkeke mezin. 
 
Bêguman hunermend, rewşenbîr û ronakbîr tenê dikarin dengan kom bikin lê nikarin yekitiyê çêbikin. Li hêla din li gorî min yekitiya gelê kurd heye. Li kijan heremê be jî di dilê hemû kurdan de yekitî heye. Lê di siyasetê de yekitî tune ye. Hinek kes wisa difikirin ku heke kurd yekitiya xwe ava bikin dê bibin yek partî. Lê tiştekî wisa nîne û hewce jî nake. Yekitî ew e ku li ser neteweyekî li hev bikin. Birêz Ocalan ji salen berê bang li wan kir, pojeyek çêkir û pêşkeşî siyaseta kurd kir. Got; ‘Werin em hêzên lêşkerî bikin yek û kongreya navneteweyî li dar bixin. Bila hem li hundir û hem jî li derve kurd xwedî yek îradeyê bin.’ Lê bi van gotinên wî nekirin. Divê partî, franksiyon an jî rêxistin û partiyên dibêjin ‘em ji bo gel dixebitin’ bi van gotinan bikin. Niha di nava gerîla de ji her parçeyê û derveyî welat kes hene. Mînak; li Rojava xwîna me tevan bi hev re herikî. Li gorî min yekitî heye lê şêwira kurdan lawaz e û divê were xurtkirin. Banga me her tim derbasdar e. Hunermend divê ne tenê ji bo propagandaya xwe, ji bo gelê xwe tiştên rasteqîn bikin. Em her tim siyasetmedarên kurd ji bo yekitiyê hişyar dikin. Divê li dijî tunekirin û qirkirinê xwedî helwestekî kurdewar bin. Bav û kalên me ev yek nekirin lê li ser me ferz e. Heke em vê nekin dê dîrok me efû neke. 
 
 
 Heke em Rojava naparêzin, em qet nikarin tiştekî bikin. Dibe ku êriş û xetereyên mezin hebin lê têgihiştineke mezin jî heye. Lê em dikarin vê têgehiştinê hîn pêşdetir bibin. Şoreşa Rojava keremeta me kurdan e. Divê em biparezin.
 
Êriş û gefên Tirkiyeyê yên li ser Rojava di demên dawî de zêdetir bûn. Ji bo parastina Rojava li gorî we divê li welêt û derveyî welêt hewldanên çawa bên kirin? 
 
Bêguman pergala li Rojava hatiye avakirin bi xweşiya pergala modernîteya kapîtalîst naçe. Dewletên dagirker her çend ku dijminên hev jî bin, dema mijar dibe kurd li hev dikin. Mînak; Tirkiyeyê Sûriye hilweşand û wêran kir. Bi milyonan kes hatin kuştin. Berpirsyarê yekemîn jî dewleta tirk e. Beguman Rojava jî baş pê dizane ku ev dewletên dagirker dê di navbera xwe de li hev bikin û hewl bidin destkeftiyên kurdan tune bikin. Dixwazin destkeftiyên Rojava û Başûr tune bikin. Di Îslamiyetê de Pira Siratê heye ku ji mû ziravtir û ji kêrê tûjtir e. Rêveberiya Rojava jî di rewşeke wiha de siyasetê dimeşîne. Li Rojava pêdiviya me herî zêde bi tevgerbûna civakî û saziyan heye. Rayedarên Rojava bi hesasiyeteke mezin li ser rewşa parastinê disekinin. Di destê dijmin de teknolojî heye û ji bo kuştina kurdan her tiştî dike. Hewldanên Rêveberiya Xweser jî gelek in û bi fedekariyeke mezin dixebitin. 
 
Gelê me bedelên giran dide lê divê ev nirx bên parastin û serê xwe netewîne. Çawa ku li Rojhilata Navîn siyaset bi saetan jî diguhere, divê pergala li ser felsefeya Rêber Apo jî xwe li gorî rewşan biguherîne û jîrbûna xwe nîşan bide. Niha li ser Rojava xetereyeke mezin a hebûn û nebûnê heye. Divê em baş ser vê xetereyê bigehin û ciwanên li her çar parçeyan û derveyî welat bikevin nava liv û tevgerê. Li Rojava ji perwerdeyê heta akademiyan her tişt heye. Ciwanên kurd ên dixwazin kurdîtiya xwe û Kurdistanê biparêze bila berê xwe bidin Rojava. Heke nekare biçe jî bila Rojava weke qiblegeha xwe bibîne û nimêja xwe wisa bike. Heke em Rojava naparêzin, em qet nikarin tiştekî bikin. Dibe ku êriş û xetereyên mezin hebin lê têgihiştineke mezin jî heye. Lê em dikarin vê têgehiştinê hîn pêşdetir bibin. Şoreşa Rojava keremeta me kurdan e. Divê em biparezin. 
 
 
  Dewleta tirk hemû derfetên xwe bi kar bîne jî dê nekare vê siyasetê têk bibe. Heke ev zextên li HDP’Ê tên kirin li partiyên pergalê bihatina kirin, nedikariyan xwe li ser pêyan bigirin. Siyaseta HDP’ê siyaseta gel e û gel jî piştgiriyê dide.
 
 
Li Tirkiyeyê rewşeke aloz heye û HDP bi Rêya 3’yemîn weke vebijêrkeke xurt derdikeve pêş. Gelo hûn rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê û zextên li ser HDP'ê çawa dinirxînin? 
 
Bêguman Rêya 3’yemîn, felsefeya Serok Apo ye. HDP jî projeya Serok Apo ye. Siyaseta kurd li çareseriyê digere. Lê em muxataban nabînin. Devleta tirk heta niha ne mixatab û dijminatiyê li kurdan û neteweyên din dike. Ev sed sal in dewletên dagirker vê dijminatiyê dikin. Ez kesên bi refleksa neteweperestiyê nêz dibin fêm dikim ji ber ku dewletên dagirker bi faşîzmeke hişk nêz dibin. Dema wan got, ‘Tirkek bedela hemû dinyayê ye’, wê demê kurd jî dê bibêjin ‘kurdek bedela hemû dinyayê ye.’ Em nizanin neyartiya miletekê din bikin. Em çareseriyê hem ji bo xwe hem jî bo neteweyên din dixwazin. Şoreşa Rojava mînaka vê ye. Em dixwazin hemû neteweyên Rojhilata Navîn di nava biratî û aştiyê de bijîn. 
 
Projeya kurdan li ser vî esasî ye. Ev proje ya herî rast e û dê pêk jî were.  HDP vê siyasetê dike. Dewleta tirk hemû derfetên xwe bi kar bîne jî dê nekare vê siyasetê têk bibe. Heke ev zextên li HDP’Ê tên kirin li partiyên pergalê bihatina kirin, nedikariyan xwe li ser pêyan bigirin. Siyaseta HDP’ê siyaseta gel e û gel jî piştgiriyê dide. Divê em xwedî lê derkevin. Divê em bi piştevaniya xwe HDP’ê bikin partiya Tirkiyeyê. Em ne dijminên tirkan in. Divê em di nav aştî û biratiye de bijîn. Heke popûlîzm nekeve nav, baweriya me heta dawiyê bi siyaseta HDP’ê heye. 
 
 
Em dibînin ku niha gelek hunermendên kurd xizmetê ji pergalê re dikin. Dejenerasyonekê wisa çê dikin ku tê de tu derdên kurdan nînin. Teqlîda qeşmerên pergalê dikin. Xwe wek wan bi nav dikin û bi vê helwestê xwe biisrar xizmetê ji pişaftinê re dikin.
 
Di pêvajoyên wiha de gelo divê hunermend û rewşenbîr bi rol û mîsyoneke çawa rabin? 
 
Di vê mijarê de gelek rexne li hunermend û rewşenbîran hatin kirin. Hunermendan jî weke bersiv gotin; ‘em ji bo çanda kurdan dixebitin.’ Helbet rast dibêjin lê ya girîng helwest e. Lê em dibînin ku niha gelek hunermendên kurd xizmetê ji pergalê re dikin. Dejenerasyonekê wisa çê dikin ku tê de tu derdên kurdan nînin. Teqlîda qeşmerên pergalê dikin. Xwe wek wan bi nav dikin û bi vê helwestê xwe biisrar xizmetê ji pişaftinê re dikin. Di salên dawî de yên navê nivîskar, rojnameger û rewşenbîr li xwe dikin di gelek mijaran de nirxandinên şaş dikin. Bi taybet jî çapemenî nirxandinên gelek şaş dike. Çend kesên xwe firotine pergalê weke rewşenbîr dihesibînin. Lê ne wisa ye. Bi sedan rêwşenbîrên kurd ên jêhatî hene ku xizmeta gel dikin. Di Çapameniya Azad de, di saziyên Başûr, Rojava, Bakur, Rojhilat û li her deverê kar û xebatan dikin. Gelek hunermendên me jî li kêleka gelê xwe hunera xwe dikin. Weke ku Rêberê Gelê me dibejê; ‘Hunermend divê wijdana civakê bin.’ Divê helwesta hunermendan jî wisa be û bibêjin; ‘Em wijdana civakê ne.’ Bi hezaran hunermendên me yên wisa hene ku populer nebûne lewma baş nayên naskirin. Her wiha rewşenbîrên me yên wisa hene ku ev 30 sal in di nav cengê de ne û qelem li aliyekî çek li aliyekî. Di nav şertên şer de jî bi fikir, bîr û baweriya xwe bi pênûsa xwe civakê şiyar dikin. Ma ew jî ne rewşenbîrin gelo? Rewşenbîr ew e ku xizmeta gelê xwe dike. 
 
Hêviya min ji gel heye. Niha teknolojî pêş ketiye û gelek civak û çandan tune dike, hundirê wan vala dike. Tevî vê yekê jî em miletek wisa ne ku xwedî şoreş in. Şoreşa me heye û gel xwediyê vê şoreşê ye. Her roj xwe di vê mijarê de zana dike. Li gel koçberî û talankirina li Kurdistanê jî gelê kurd di kurdbûn û netewebûna xwe de israr dikin. Ev jî hêviyeke mezin dide mirov. Divê me hay ji xwe hebe û xwe biparêzin. Pergala dagirkeran binhişekî wisa ava kiriye ku heke yek bibêje siyaset, dibêje aman aman. Heman tişt di hunermendan de jî heye. Dema jê dipirsî, dibêje ez hunermendekî serbixwe me. Serbixwebûn li ser vê dinayayê tenê xwebûn e, serxwebûn tune ye. Gotina min a herî dawî ya ji gelê kurd re ev e; em xwebûna xwe ava bikin, biparêzin û mezintir bikin.”
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

05/08/2022
11:28 Li sînorê rojhilat-bakur îşkence li penaberan hat kirin
11:19 Girtiyên nexweş ê ji bo tedawiyê daxwaza sewqê dikir hate derbkirin
11:00 Dayikên Aştiyê yên li Rihayê: Miftteya çareseriyê li gel birêz Ocalan e
10:41 Şivanê ku leşkeran lê xistibû: Xwarin, derman û cilên me şewitandin
10:28 Welatiyek gilîkirina talankirina darên xwe kir
10:11 Malbatên Roboskê: Heta faîl neyên darizandin em ê heqê xwe li kesekî helal nekin
10:07 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
09:02 Li Girtîgeha Amedê sînordarkirinên vîrûsa koronayê didomin
09:02 Eren: Îşkenceya derûnî li Tûglûk tê kirin
09:01 ‘Erdogan bikeve şer wê neçar bimîne ku bedelekî giran bide’
09:01 ‘Doza perwerdeyê’ li Hevberdevka Komîsyona Perwerdeyê ya HDP’ê vekirin
09:01 Parêzera Tûglûk: Em nikarin bêjin ‘hiqûqa dijminatiyê ye’ jî
09:01 Zana Farqînî: Peyv û ziman raboriya civakê ne
09:00 Ekolojîstên herêmê: Werin em bi hev re bibin nefesa Şirnexê
09:00 Avahiya SGK’ê li ser peyarêya gel hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:56 Gardiyanan li girtiyê nexweş da
04/08/2022
21:57 HDP’iyan ji bo çareseriyê Qada Îstasyonê nîşan dan
20:50 Hevseroka HDP’î hate berdan
18:31 Siyasetmedarên girtî Tûncel û Karaman bi koronayê ketin
16:59 Jinan ji bo Tûglûk pankart bi Pira Deh Derî ve daliqand
16:55 Tebîş ê ku MÎT’ê digot ‘me kuşt’ ji hêla PDK’ê ve radestî Tirkiyeyê hatiye kirin!
16:21 Tirkiyeyê êrişî Til Rifatê kir: 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
16:17 Malbatên Roboskî ji Kiliçdaroglû re got: Bila tenê gotina we li ser sozê nemîne
16:04 Cîgirê Şaredarê Heskîfê ji AKP'ê îstîfa kir
15:05 Karkerên ÎZBB'ê xwestin sozên ji bo hatine dayîn bicih bên
14:53 Nobeda Edaletê ya li Wanê didome
14:13 Doza Kobanê: Îfadeyên şahidan ji gotegotan pêk tên
14:00 Leşkeran li Geverê sê zozan qedexe kirin
13:32 Li girtîgehên Kurkçuler, Bafra û Bodrumê binpêkirinên mafan
13:25 KPSS hat betalkirin
12:55 ‘Îşkenceyên li girtîgehan îşkenceyên rejîma Esat Oktay jî derbas kirin’
12:31 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya li dijî hiqûqa serdastan didome
12:18 Gunay: Em li dijî tecrîd, qedexe, şer û dagirkeriyê tev li mitîngan bibin
10:55 Xelîl Xemgîn: Divê em Rojava weke qiblegeha xwe bibînin û biparêzin
10:15 Maçin: Divê ruhê yekitiya neteweyî di mitînga ‘Çareseriyê’ de bê cem hev
09:48 Di êrişên komeleyên elewiyan de kesek hat girtin
09:45 Vê carê jî wêneyên Soylû di afîşên danasîna Yedîîklîmê de derketin holê
09:40 Serdozgeriya Enqereyê derbarê KPSS’ê de lêpirsîn da destpêkirin
09:21 Alî Ersoy tayînî Serokatiya OSYM’ê hat kirin
09:01 TARIM ORKAM-SEN: Kesê ji birîna daran re bêdeng be hevkarê sûc e
09:01 Li dijî êrişan jin vexwendin Qada Îstasyonê
09:01 ‘Xwestin Aysel Tûglûk bi îşkenceyê ceza bikin’
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2022'YAN
03/08/2022
23:51 Di tûrnûvaya fûtbolê de Komkujiya Êzidiyan hate şermezarkirin
23:30 Li Pirsûsê mirina biguman a jinekê
21:53 HDP ji bo mîtînga Stenbolê xebatên xwe didomîne
21:37 Li Silopiyayê qurbaniyên Komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
21:09 Li çar aliyên Amedê xebatên mîtîngê hatin kirin
20:37 HDP’ê pirsgirêkên esnafan guhdar kirin
19:23 Jinan serdana Bazara Keda Jinê ya Silopiyayê kirin
18:05 Piştî teqînê şewat derket: 2 leşker birîndar bûn
17:35 Li Qilebanê 10 leşker birîndar bûn
17:07 Li Amedê protestoya Fermana 73’yemîn: Êzidî wê tu carî serê xwe netewînin
16:49 Miftîtiyê ji bo mala mele, xaniyê welatî xera kir
16:34 Malbatên girtiyan: Bila înfazên girtiyan neyên şewitandin
16:11 Ji bo ku Fermana 74’an weke ‘qirkirin’ bê naskirin HDP’ê teklîfa qanûnê da Meclisê
15:22 ÎHD: Li 17 girtîgehan hezar û 589 binpêkirin qewimîne
15:22 Li Fermandariya Tugayê ya Şirnexê teqîn
15:17 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Em ê selteneta we hilweşînin
14:57 Kiliçdaroglû dê biçe Roboskê
14:32 Başaran: Êzidiyan bi rêxistinbûna xwe bersiva qetlîamê dan
14:12 Komîsyona Parêzeran a Komkujiya 10’ê Cotmehê: Hemû faîl dê rojekê hesabê bidin
13:51 Baroya Şirnexê ji bo betalkirina KPSS’ê doz vekir
13:42 Derheqê 2 xebatkarên ÎBB’ê de bi hinceta ‘qerta alîkariyê’ lêpirsîn dan destpêkirin
13:25 Li Bazîdê kursa zimanê kurdî hat vekirin
13:21 TAJÊ: Çeka herî xurt xweparastin e
13:09 Li Şengalê merasîma bîranînê: Fermanê weke qirkirin nas bikin
12:54 Ferît Şenyaşar: Her ku zilm berdewam bike dê AKP nikaribe bê Rihayê
12:50 Malbat li ber ATK’ê civiyan: Di darazê de cihêkariyê dikin
12:28 Polîsan got 'tiştekî nake' lê çû jinek qetil kir
12:13 Ji siya Araratê ber bi lûtkeyê ve: Ev çiya bilind û bi heybet e
12:01 ‘Divê Tirkiye dawî li êrişên xwe yên ser Şengalê bîne’
11:11 KAFFED'ê bertek nîşanî êrişên nîjadperest da
11:00 Di navbera rêjeya enflasyona TUÎK û ENAG’ê de 96 puan ferq hene
10:08 Ozguneş: Kurd û cîhan dê destûrê nedin ku xeyala AKP-MHP'ê ya Osmanî pêk bê
09:01 Demîr: Dewlet ji bo berjewendiyên xwe ji fermana êzidiyan re bêdeng man
09:00 Li Wanê dibistanên ku nû tên çêkirin vediguherînin îmam xetîbê
09:00 ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2022'YAN
08:30 Serokê OSYM’ê ji peywirê hate girtin
02/08/2022
23:59 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût berdewam dike
22:36 YNK: Divê êzidî ji bikaranîna weke kartekî siyasî werin rizgarkirin
20:53 Li Amedê xebatên HDP’ê yên mitîngê didomin
20:40 Li navçeyên Stenbolê vexwendin mîtînga Stenbolê
19:39 Rapora KCDP’ê ya meha tîrmehê: 24 jin hatin qetilkirin
19:17 Yekitina Jinên Êzidî bi semînerekê qurbaniyên Komkujiya Şengalê bi bîr anîn
19:00 Makbûle Ozer dîsa birin girtîgehê
16:29 Li Amedê bi çekan êrişî navendeke kargehan hate kirin
16:18 Doza Kobanê: Çima navê ciwanê hatiye kuştin ji dosyayê hate derxistin?
15:55 Nobeda Edaletê: Bila Aysel Tûglûk bê berdan
15:37 Olûç: Gelo demans bo tirkan demans e lê ji bo kurdan ne demans e?
14:53 Navenda Kurdî ya Lêkolînan dest bi weşana kurdî kir
14:40 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:28 Ji Êlihê banga tevlibûna mitîngê: Em ê pêşeroja azad ava bikin
14:19 Girtiya nexweş Makbule Ozer a 80 salî rakirin nexweşxaneyê
13:33 Di Doza Kobanê de dozger xwest ku rewşa girtî ya siyasetmedaran bidome
13:11 Beştaş bertek nîşanî biryara du alî ya ATK’ê da: Cihêkariyê li dijî girtiyên kurd dikin
13:09 Bîlançoya mehekê ya li Efrînê: Sivîl hatin kuştin, revandin û dar hatin birîn
12:53 Di teqîna li Roboskiyê de cerdevanek hat kuştin
12:52 Malbata Şenyaşar: Bêalîtiya li hemberî zilmê, îxaneta li mirovahiyê ye