ÊLIH - Li Êlihê wesayîta ku karkerên tekstîlê tê de bûn û otomobîlekê qeza kir û di encama qezayê de yek jê giran bi giştî 16 kes birîndar bûn.
Mînîbûsa nava bajar ku karkerên tekstîlê yên li Herêma Pîşesaziyê ya Organîze (OSB) ya li ser rêya Êlih-Qubînê dixebitîn tê de bûn û otomobîlekê li nêzî OSB’ê qeza kir. Di encama qezayê de yek jê giran bi giştî 16 kes birîndar bûn.
Piştî ku welatiyên li derdorê agahî dan, komên tenduristî û polîsan ber bi cihê bûyerê ve hatin veguhestin. Piştî destwerdana ewil a li cihê bûyerê, birîndar rakirin nexweşxaneyên bajêr.
Ji ber qezayê rê li trafîkê hate girtin û piştî lêkolîna polîsan a li cihê bûyerê jî rê ji trafîkê re hate vekirin.