NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa tirk di van rojên dawî de li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê 9 caran bi çekên kîmyewî û nukleer taktîk êriş pêk anîn û balafiran jî 20 caran herêmên navborî bombebaran kirin.
Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Federal a Kurdistanê dayîn destpêkirin berdewam in. Ji destpêka êrişan heta niha Tirkiyeyê li herêmê bi sedan caran çekên kîmyewî bi kar anîn û bikaranîna çekan hate belgekirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), artêşa tirk di van rojên dawî de li herêmên navborî 9 caran çekên kîmyewî bi kar anî û 20 caran jî bi balafirên şer herêm bombebaran kirin.