NAVENDA NÛÇEYAN - Li Taxa Sinaa ya Qamişloyê li dijî wesayîtekê êriş hate kirin.
Li Taxa Sinaa ya Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî wesayîtekê êriş hate kirin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), di encama êrişê de kuştî û birîndar çêbûn. Li gorî texmînan êriş bi SÎHA’yan hatiye kirin.