HDP wê di îlonê de Tifaqa Kurdî deklere bike

img

AMED - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, ku serdanên xwe yên li Amedê temam kirin, ragihand ku wê di meha îlonê de Tifaqa Kurdî ku dê bi partiyên kurd re ava bikin, dê ji raya giştî re ragihînin. 

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar ku duh li Amedê beşdarî mîtînga ku ji aliyê partiya xwe ve hate organîzekirin bû, îro jî serdana Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê (PDK-T), piştr e serdana Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Azadî û Komeleya Kurd a Demokratîk a Şoreşger (DDKD) kir. 
 
Sancar ê piştî serdana PDK-T’yê serdana Rêxistina PÎA ya Amedê kir, ji aliyê Serokê Giştî yê PÎA’yê û kesên pê re hate pêşwazî kirin. Kamaç ê li vir axaftineke kurt kir, diyar kir ku HDP ji bo Rêya Sêyemîn têkoşîneke mezin dide. Kamaç, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê du tifaqên paralel hatine avakirin û wiha got: “Tirkiye dikare ji bêçaretiya ku di mafên mirovan, demokrasî û jiyana bi hev re ketiyê de bi Rêya Sêyemîn derkeve. Divê civakeke pir reng û pir deng ji bo Rêya Sêyem were avakirin. Rêya biratî û aştiyê ev e.”
 
Sancar jî qala xebatên tifaqê ku bi partiyên kurd re bi rê ve dibe kir û bi lêv kir ku Tifaqa Demokrasiyê ku dixwazin ava bike wê bindestan, mexdûran bêxe nava xwe. Sancar ê da xuyakirin ku tifaqa heyî ji bo wan gelekî girîng e, xebatên Tifaqa Kurdî bi bîr xist û anî ziman ku ev tifaq ji bo wan gelekî girîng e ji ber ku ne tifaqeke ku tenê ji bo hilbijartinê hedef tê girtin. Sancar, anî ziman ku divê xebatên îttîfaqê bên şêwirîn û got: “Ev şêwr di asta şandeyan de berdewam dike. Di pêşiya me de vegereke krîtîk heye. Em di serdemeke ku desthilatê zext û zilma xwe zêdekirî de ye. Hêrsa ku van zext û êrişan li Başûrê Kurdistanê û Rojava vegerîne polîtîkayên şer heye. Li dijî vê berpirsyartiya me heye ku em tifaqa herî mezin ava bikin. Wê gavên herî mezin jî partiyên kurd û derdora siyaseta kurd biavêjin. Em ê li dijî polîtîkayên şer ên mezin polîtîkayeke çawa ava bikin, bişêwirin.”
 
‘EM Ê TIFAQA KURDÎ DI ÎLONÊ DE AŞKERE BIKIN’
 
Sancar, destnîşan kir ku dixwazin aştiyê saz bikin, ji bo vê jî dixwazin mutabakat û piştgiriya herî mezin ava bikin û got: “Min beriya niha gotibû ku tevgera aştiyê ya kurd pêdiveke lezgîn e. Niha divê bi bloka li dijî şer a bihez divê blokeke aştiyê ya berfireh were avakirin. Divê bi diyalog û îstîşareyê pevçûnên di nava kurdan de bên çareserkirin. Ev pevçûn wê herî zêde bi kurdan bide windakirin. Di xebatên me yên ji niha û şunde, em mecbû rin xebatên xwe yên Tifaqa Kurdî berfireh bikin. Em hewl bidin xwe bigihînin hin partî û platformên din jî. Em ê di 25’ê tebaxê de tifaqa ku me bi partiyên çepgir û sosyalîst re avakirî em ê berfireh bikin. Heke em şertan baş bikin, em ê Tifaqa Kurdî di meha Îlonê de ji raya giştî re îlan bikin. Em ê di serdema nû de li ser çawa bikarin berfirehtir bikin biaxivin.”
 
‘YA GIRÎNG EW E KU CUDATIYAN EM BÎNIN BA HEV’
 
Sancar û şandeya pê re pişt re serdana Serokatiya KKP’ê ya Amedê kirin. Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek û kesên pê re şandeya HDP’ê pêşwazî kirin. Sancar, li vir  careke din dubare kir ku divê Tifaqa Kurd berfirehtir bikin. Piştî serdana li vir, Sancar û kesên pê re çûn serdana Partiya Azadî, Sancar ê ji aliyê Serokê Giştî yê Partiya Azadî ve hat pêşwazî kirin, diyar kir ku dixwazin tifaqa demokrasiyê bigihînin girseyên herî mezin û wiha got: “Di vê tifaqê de baweriyên cuda, gelên cuda, jin, kedkar, tevgerên mexdûran, tevgerên ekolojiyê hene. Li aliyekî jî bi maseya 7’an re tifaq heye. Em bi komên ekolojiyê re hevdîtinan dikin. Em bi tevgera jinê re muzakereyan dikin. Ya herî girîng jî em bi partiyên Kurdî re hevdîtinan dikin. Ji bo ku em bigihin armanca xwe divê em tifaqa xwe berfirehtir bikin. Di nava Tifaqa Demokrasiyê de li aliyekî beşên çepgir û sosyalist hene li aliyê din partî û rêxistinên kurd ên min hejmartin hene. Em difikirin ku di nava meha îlonê de encamên xebatên bi partiyên kurd re çêbibin parve bikin. Em encama tifaqa bi beşên çepgir û sosyalist re jî em ê di 25’ê tebaxê de ji raya giştî re parve bikin. Wê hemû parçe bi hev re tifaqa demokrasiyê ava bikin. Hatina cem hev a kesên xwedî heman fikrî, weke partiyekê tê zanîn. Ya girîng ew e ku cudatiyan em bînin ba hev, em jî wê dixwazin.”
 
Di serdanê de Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî jî wiha got: “Girîng e ku hemû reng û deng werin gelhev û bişewirin.”
 
Sancar herî dawî jî serdana DDKD’yê kir. Di serdanê de dê bikarin çawa bernameya Tifaqa Demokrasiyê ya HDP’ê pêş ve bibin hate axaftin. 
 
 
 

Sernavên din

11/08/2022
17:02 NÇM şahiya piştevaniyê ya bi çapemeniya azad re li dar dixe
16:22 HSD: Li ser sînorê Mêrdînê 23 leşker hatin kuştin
16:20 TGS’ê serdana DFG’ê kir
16:00 Talebanî: Heke krîza li Silêmanî bidome wê YNK xwe ji hikûmetê vekişîne
15:54 Nobeta Edaletê: Bila êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin
15:36 Li Girtîgeha Kurkçulerê malbatên girtiyan li ser pêya hatin sekinandin
15:36 Di êrişa Qamişlo de 2 şervanan jiyana xwe ji dest da
15:20 OHD: Di dema binçavkirinê de îşkenceyên dermirovî li Mehdî Mihçi hatin kirin
14:49 Ji bo lawê xwe li ber girtîgehê çalakî da destpêkirin
14:27 Li Edeneyê kesek hate girtin
14:20 Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê hat binçavkirin
13:59 Di êrişa pasdarên Îranê de kolberek birîndar bû
13:24 Ji bo Aysel Tugluk li Kadîfe Kaleyê çalakî hat lidarxistin
13:04 Derheqê girtiyên ku lêgerîn qebûl nekirin de lêpirsîn dan destpêkirin
12:28 Ji Emîne Şenyaşar bang: Me bi tenê nehêlin
12:27 Malbatên girtiyan bang li partiyên siyasî kirin: Dengê me bibihîzin
11:41 Şaredariya Rezanê veguherî ofîsa maldariyê!
11:07 Mehmet Emîn Yalçinkaya li ser gora xwe hat bibîranîn
10:48 Seyrangeha ku ji bo wê 5 milyon TL hatibûn xerckirin didin îhaleyê
10:39 Ji Komeleya Rosa ji bo jinên tundî li wan tê kirin bang: Em hene û li cem we ne
09:14 Bi wêneyên peykê qirkirina daran a li Şirnexê hatiye kirin
09:06 Baran: Pirsgirêk dikarin bi azadiya birêz Ocalan bên çareserkirin
09:05 'Polîtîkayên dewletê di tenduristiyê de jî tundiya li ser jinan derxist holê'
09:04 Lêpirsîna derbarê Ferhan Yilmaz de bi biryara dozvenekirinê bi encam bû
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2022'YAN
10/08/2022
20:12 Li Girtîgeha Rihayê 10 girtî 3 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
19:17 Sancar bi karkerên çandiniyê re hate gelhev
19:08 Sancar li Cîhanbeyliyê ye: Çareserî heye, gotina me heye
18:36 Nivîskar Mizgîn Ronak piştî 30 salan hate berdan
17:54 Rojnamevanê girtî Ataman sewqî Girtîgeha Erziromê hate kirin
17:11 KODAR û PJAK’ê ji bo Cavîd daxuyaniyeke hevpar dan
16:58 Cezayê protestokirina Peymana Stenbolê hat betalkirin
16:57 ‘Dawî li polîtîkaya tecrîdê bînin’
16:36 Di 2 rojan de Tirkiyeyê zêdetirî 30 caran êrişî Rojava kir: 5 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn
15:38 Sancar serdana navçeya Kuluyê kir: Çareserî em in
15:22 100 roj cezayê hucreyê dan 8 girtiyan
15:19 Ekîn Wan li ser gora xwe hat bibîranin
14:40 Girtiyê ku penceşêra wî di merhaleya 4’an de ye nayê berdan
14:37 Li quntara Çiyayê Cûdî şewat derket
14:31 Li Silopiya 3 kes hatin binçavkirin
13:53 Ji ber ‘niyeta baş’ mudaxileyî Malbata Şenyaşar nehatiye kirin!
13:28 Biryar hat dayîn ku rewşa girtî ya 16 rojnamegeran bidome
12:21 Malbatên girtiyan ev 9 meh in li edaletê digerin: Zarokên me berdin
12:18 Qeyûm neguhêzbar derxistin ber firotinê
12:14 Di meha 82’yemîn a qetlîamê de daxwaza ‘dîtina faîlan’ kirin
11:59 Leşker dixwazin ku cerdevanan bişînin tunelên şer
11:58 Bêrîvan Xalid: Divê hêzên koalîsyonê li dijî êrişan xwedî helwestekî zelal bin
11:25 Kurê 'rûspiyê' tecawizkar jî tecawizkar derket!
11:11 Li herêma Anîtosê şer berdewam dike
11:04 Got ‘li pişt min dewlet heye’ û hewl da tecawiz bike
10:34 Boral ê ku li Hezoyê jiyana xwe ji dest dabû, hat veşartin
10:34 Ozturk: Rêya hevrûbûn û helalbûnê di Îmraliyê re derbas dibe
09:53 Di teqînê de leşkerek hat kuştin
09:49 Du bira û heman çîrok: Me terorîst kuştin
09:32 Em li Şirnexê ketin pey şopa qirkirina daran: Di 2 salan de 500 hezar ton dar hatin birîn
09:06 Şaredariya Silopiyayê ku heqê rê kiriye 50 qirûş: Em ê her derfetê ji gel re seferber bikin
09:05 Bertek nîşanî bihakirina Nanê Gel dan: Em nikarin nan jî bikirin
09:04 Li Weranşarê mala şînê ji tiryakkêşan re hatiye hiştin
09:03 Siyasetmedarê kurd ku MÎT dixwaze were îadekirin û DAIŞ’î di heman qawişê de ne
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2022'YAN
09/08/2022
22:00 Ji bo civînên gel ên HDP’ê yên Manîsayê banga tev li bûnê hate kirin
21:49 Li Colemêrgê şerekî dijwar qewimî
18:38 Êrişî Dirbêsiyê û Tirbêspiyê kirin: 2 kes birîndar bûn
18:28 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
17:46 ‘Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin’
17:21 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:53 Cenazeyê Alankûş ku polîsan revand hat veşartin
16:34 OHD: Bila Aysel Tûglûk tavilê bê berdan
16:00 ‘Bila êdî ev zilm biqede’
14:36 ÎSÎG: Di tîrmehê de herî kêm 169 karker mirin e
14:19 Atmaca ku dihat îdiakirin li girtîgehê întîhar kiriye, jiyana xwe ji dest da
14:14 Tirkiyeyê êrişî deverek Qamişlo kir: Birîndar hene
14:06 ‘Divê wezaret daneyên rasteqîn eşkere bike’
14:04 Binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin kete rojeva Meclisê
12:46 Hevserokê HDP’ê û welatiyê 75 salî hatin binçavkirin
12:23 Malbatên girtiyan: Em bi du zimanan bangî wan dikin lê dîsa jî fêm nakin
12:13 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê em ê ji ber vî deriyî neçin
12:06 HDP dê li Manîsayê bi gel re bicive
11:53 308 kesan ji bo Sûriyeyê bang li muxalefetê kirin: Nebin şirîkên sûc û bi wêrekî bibêjin na
11:19 Li Şirnexê jinekê hewl da ku xwe bikuje
10:59 Nûnerên saziyên elewiyan ji serdana Erdogan a cemxaneyê nerazî ne
10:28 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Amûdê kir
10:20 Şaredarê AKP’ê Beyoglu soza ‘tamîrkirinê’ bicih neanî
09:55 Tirkiyeyê êrişî Til Temirê kir: Kesek hate qetilkirin
09:55 Biryara AYM’ê ya ji bo Alî Îsmaîl Korkmaz: Polîs dê careke din were darizandin
09:12 Rojnameger Îbrahîm: Di êriş û qetlîaman de hevkariya PDK’ê heye
09:11 Li dijî tecrîdê banga têkoşînê: Li Kurdistanê yekane aktor Ocalan e
09:08 Jinan bang kir: Divê her kes li ber îşkenceya li girtîgehan rabe
09:07 Garis li zeviyan ziwa bû!
09:06 Temellî: Li dijî neçareserkirina netew dewletê pêdivî bi rêbaza konfederal heye
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:32 Leşkerê li Zapê birîndar bûbû, mir
08/08/2022
21:34 Li Mêrsîne Aram Tigran bi stranan hate bibîranîn
19:32 Yanik a AKP’î îtîraf kir: Em li Sûriyeyê ji bo ku kurd statuyekê bi dest nexin şer dikin
18:17 5 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:48 KESK: Bila peymana promosyonê bê nûkirin
16:48 ‘Bazirganên mirovan bi wezîfedarên dewletê re hevkartiyê dikin’
16:22 Li nêzî qereqolê cenazeyek hat dîtin
16:21 7 welatiyên li Wanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
15:26 Ji Bozdag pirsî: Li girtîgehê çima rojê tenê saetekê av tê dayîn?