Bûldan: Dema me qifleya tecrîdê şikand dê hemû pirsgirêk çareser bibin

img

STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku bêyî şikandina tecrîda li Îmraliyê tu pirsgirêk nayên çareserkirin û got: “Dema tecrîd hate rakirin û Birêz Ocalan kete dewrê wê li vî welatî her kes bi hêvî li pêşeroja xwe binêre.”

 
Qada mitînga ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi dirûşmeya “Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na” li Qada Kartalê ya Stenbolê li dar xist, bi devî re tejî bû. Bi hezaran kesan di qada mitîngê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bijî azadî, Bijî serhildan” , “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. 
 
‘ÇARESERÎ EM IN’ 
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan ku li gel çepik û dirûşmeyan derket ser dikê, bi hezaran kesên qad dagirtin silav kir. Buldan berê xwe da girseyê û got: “Dema hûn hatin vê qadê, hûn bi dirûşmeya ‘çareserî em in’ hatin. Bila kesên ji Enqereyê li vî welatî bi rê ve dibin, kesên ‘dibêjin desthilat ez im’ bila baş li vê tabloyê binêrin û kesên dibêjin ‘çareserî em in’ baş bibînin.” Bûldan, anî ziman ku piştî mitînga biheybet a li Amedê li dar xistin îro careke din bi gelên Tirkiyeyê û gelê kurd re hatin gel hev û wiha axivî: “Em careke din dibêjin çareserî em in, ji şer û kedxwariyê re na. HDP ku ji bo çareseriya her pirsgirêka Tirkiyeyê xwedî deng û hêzeke xurt e, partiyeke ku li vî welatî têdikoşe ye. Em di wê baweriyê de ne ku yekane çareseriya hemû pirsgirêkan û hemû krîzên li vî welatî wê bi bicihanîna fikrê HDP'ê pêk were. Ji ber ku em xwedî berxwedaneke bi rûmet, têkoşîneke bê rawestan, rêgezên bi biryar in. Ev yek e tişta ku me dike em kî ne û dihêle ku em ewqas bihêz bin. Rêgezên me berxwedan û têkoşîna me ye. Ev hemû HDP kiriye partiyeke ku li Tirkiyeyê xwedî helwesteke xurttir, dengekî û xwedî biryar be. Di vê de jî parvekirin û kedeke wê ya mezin heye. Keda we hemûyan sax be.”
 
‘GEL WÊ DI SINDOQA EWIL DE BERSIVÊ BIDIN’
 
Bûldan, diyar kir ku HDP di rojên tarî de teminata demokrasiyê, aştiyeke birûmet û rasteqîn e û wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê HDP her tim di bin êrîşên kesên ku welat bi rê ve dibin de ye. Yên ku di warê siyasî de nikarine me, bi dozên komployê, bi doza girtina HDP'ê, doza Kobanê û êrîşên li dijî rêxistinên me yên bajar û navçeyan hewl didin me bitirsînin. Lê bila bizanibin ku em dizanin çawa bi êrîş û dozên komployê re mijûl bibin û em ê tu carî çoknedanin, stûyê xwe xwar nekin û bîatî we nekin.” Bûldan, da zanîn ku Tirkiye bi birçîtî û xizaniyê re têdikoşe û got: “Yên ku li welat diziyê, talanê dikin, kedxwariyê dikin bila bizanin ku wê gelên Tirkiyeyê di sindoqa ewil de dersa pêwîst bidin we.”
 
‘GEL ÇARESERIYÊ DIXWAZIN’
 
Bûldan, da zanîn yên li welat biryara şer dane û ji bo şer çûne welatên cîran, li paşeroja vî welatî, ciwanan nafikirin û wiha pê de çû: “Şevekê ji nişka ve dixwazin bikevin ku derê? Dixwazin bikevin Rojava, Şengal û Mexmûrê. Zîhniyeta wan ew e ku bikevin van deran û konsepta şer bixin dewrê. Lê belê gelên Tirkiyeyê wê konsepta we ya şer erê nekin û destûrê nedin. Ji ber ku gelên Tirkiyeyê ne şer ; çareserî, aştî û diyalogê dixwaze.”
 
Bûldan, da xuyankirin ku ew baş dizanin ku dê winda bikin û wiha axivî: “Dizanin ku wê biçin û dê tu car paş ve neyên. Di serî de gelê kurd, wê gelên Tirkiyeyê destûr nede konsepta şer. Ew her tiştî dizin. Pêşeroja ciwanan û jinan, pirsên KPSS’yê, pêşeroja karker û kedkaran, hêviyên wan didizin. Em weke HDP li rex ciwan, jin, karker û kedkaran e. Em destûr nadin ku ew vê bidizin.”
 
‘TECRÎD WERE ŞIKANDIN WÊ PIRSGIRÊK ÇARESER BIN’
 
Bûldan, destnîşan kir ku li welat pirsgirêka herî mezin pirsgirêka kurd e, divê tecrîda li Îmraliyê bê şikandin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Çawa ku pirsgirêkeke bi siyasatê bikare were çareserkirin, kesên hewl dan bi înkar, îmha û şer çareser bikin serneketin wê ev desthilat jî bisernekeve. Di pêvajoya aştî û muzakereyê Birêz Ocalan di dewreyê de bû. Di pêvajoya ku 3 salan berdewam kir de herkesê bi awayekî bihêvî li pêşeroja dineri. Cenaze nediçûn ber deriyê tu kesê û kesê hêsirên çavan nedirijandin, zarokên me nediketin bin axê. Çima? Ji ber ku pêvajoya çareserî û aştiyê hebû. Lê ev ji aştiyê jî ji diyalogê jî ditirsin. Ji ber ku aştiyê naxwazin îro li Birêz Ocalan tecrîd dikin. Nêzî 3 sal in li Îmraliyê tu hevdîtin nayên kirin. Ev sûcê mirovahiyê ye. Em careke din bang dikin ku Birêz Ocalan bi parêzerên xwe, malbat û şandeyên serbixwe re hevdîtinê bike û tecrîd bi dawî bibe. Di bingeha hemû pirsigirêkan de mifteya tecrîdê heye. Heke qifleya tecrîdê hate şikandin wê hemû pirsgirêkên li welat çareser bibin. We ev welat vê yekê bibîne ji ber ku me ev tişt jiya. Dema tecrîd hate rakirin û Birêz Ocalan kete dewrê wê li vî welatî her kes bi hêvî li pêşeroja xwe binêre.”
 
TIFAQA PÊŞEROJÊ ‘RÊYA SÊYEMÎN’
 
Bûldan, êrîşên bi awayekî hemdem li dijî îbadetxaneyên elewiyan hatin kirin jî şermezar kir û bal kişand ku divê hemû gel bikaribin bi awayekî azad îbadeta xwe bikin. Li aliyê din Bûldan nerazîbûn nîşanî neberdana Aysel Tûglûk da û got: “Dijminatiya wan a li dijî kurdan li holê ye.” Bûldan, li aliyê din bal kişand ser vebijêrka “Rêya Sêyemîn” û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ev tifaq tifaqa pêşerojê ye. Wê bi kurd, tirk, ermen, suryani, elewi, jin û ciwanan gelên Tirkiyeyê pêşerojê ava bikin. Pêdiviya vî welatî bi aştiyeke rasteqîn û bi rûmet heye û helbet em ê pêk bînin. Her ku hilbijartin nêz dibe, kesên ku kurdan tînin bîra xwe divê ji xwe şerm bikin. Kurd ne gelekî ku tenê di hilbijartinan de were bîra we. Em dixwazin vê yekê ji kesên ku di dema hilbijartinê de di bin navê helalkirinê de hewl didin bi Kurdan li hev bicivin re bêjin, kurd bêyî rûbirûbûneke birûmet heqê xwe li kesî helal nakin. Ez careke din diqîrim ku yekane navnîşana aştî, demokrasî, edalet û çareseriya hemû krîzên li Tirkiyeyê HDP ye. Yên ku vî welatî bi rê ve dibin, bila bizanin ku yên bên wê tiştên me ji vî welatî re gotine bînin. Em bi hev re têbikoşin, dest bidin destê hev, mil bidin mil we ev yek pêk were. Eger em vê bikin wê Demîrtaş, Yuksekdag, Kişanak û Balûken hemû bigihin azadiya xwe. Têkoşîna me têkoşîna edalet û aştiyê ye.”
 
 
Piştî axaftina Bûldan miting bi stranên Lawjê ku muzîka kevneşopiya Colemêrgê vedibêje, bi dawî bû. 
 

Sernavên din

11/08/2022
17:02 NÇM şahiya piştevaniyê ya bi çapemeniya azad re li dar dixe
16:22 HSD: Li ser sînorê Mêrdînê 23 leşker hatin kuştin
16:20 TGS’ê serdana DFG’ê kir
16:00 Talebanî: Heke krîza li Silêmanî bidome wê YNK xwe ji hikûmetê vekişîne
15:54 Nobeta Edaletê: Bila êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin
15:36 Li Girtîgeha Kurkçulerê malbatên girtiyan li ser pêya hatin sekinandin
15:36 Di êrişa Qamişlo de 2 şervanan jiyana xwe ji dest da
15:20 OHD: Di dema binçavkirinê de îşkenceyên dermirovî li Mehdî Mihçi hatin kirin
14:49 Ji bo lawê xwe li ber girtîgehê çalakî da destpêkirin
14:27 Li Edeneyê kesek hate girtin
14:20 Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê hat binçavkirin
13:59 Di êrişa pasdarên Îranê de kolberek birîndar bû
13:24 Ji bo Aysel Tugluk li Kadîfe Kaleyê çalakî hat lidarxistin
13:04 Derheqê girtiyên ku lêgerîn qebûl nekirin de lêpirsîn dan destpêkirin
12:28 Ji Emîne Şenyaşar bang: Me bi tenê nehêlin
12:27 Malbatên girtiyan bang li partiyên siyasî kirin: Dengê me bibihîzin
11:41 Şaredariya Rezanê veguherî ofîsa maldariyê!
11:07 Mehmet Emîn Yalçinkaya li ser gora xwe hat bibîranîn
10:48 Seyrangeha ku ji bo wê 5 milyon TL hatibûn xerckirin didin îhaleyê
10:39 Ji Komeleya Rosa ji bo jinên tundî li wan tê kirin bang: Em hene û li cem we ne
09:14 Bi wêneyên peykê qirkirina daran a li Şirnexê hatiye kirin
09:06 Baran: Pirsgirêk dikarin bi azadiya birêz Ocalan bên çareserkirin
09:05 'Polîtîkayên dewletê di tenduristiyê de jî tundiya li ser jinan derxist holê'
09:04 Lêpirsîna derbarê Ferhan Yilmaz de bi biryara dozvenekirinê bi encam bû
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2022'YAN
10/08/2022
20:12 Li Girtîgeha Rihayê 10 girtî 3 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
19:17 Sancar bi karkerên çandiniyê re hate gelhev
19:08 Sancar li Cîhanbeyliyê ye: Çareserî heye, gotina me heye
18:36 Nivîskar Mizgîn Ronak piştî 30 salan hate berdan
17:54 Rojnamevanê girtî Ataman sewqî Girtîgeha Erziromê hate kirin
17:11 KODAR û PJAK’ê ji bo Cavîd daxuyaniyeke hevpar dan
16:58 Cezayê protestokirina Peymana Stenbolê hat betalkirin
16:57 ‘Dawî li polîtîkaya tecrîdê bînin’
16:36 Di 2 rojan de Tirkiyeyê zêdetirî 30 caran êrişî Rojava kir: 5 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn
15:38 Sancar serdana navçeya Kuluyê kir: Çareserî em in
15:22 100 roj cezayê hucreyê dan 8 girtiyan
15:19 Ekîn Wan li ser gora xwe hat bibîranin
14:40 Girtiyê ku penceşêra wî di merhaleya 4’an de ye nayê berdan
14:37 Li quntara Çiyayê Cûdî şewat derket
14:31 Li Silopiya 3 kes hatin binçavkirin
13:53 Ji ber ‘niyeta baş’ mudaxileyî Malbata Şenyaşar nehatiye kirin!
13:28 Biryar hat dayîn ku rewşa girtî ya 16 rojnamegeran bidome
12:21 Malbatên girtiyan ev 9 meh in li edaletê digerin: Zarokên me berdin
12:18 Qeyûm neguhêzbar derxistin ber firotinê
12:14 Di meha 82’yemîn a qetlîamê de daxwaza ‘dîtina faîlan’ kirin
11:59 Leşker dixwazin ku cerdevanan bişînin tunelên şer
11:58 Bêrîvan Xalid: Divê hêzên koalîsyonê li dijî êrişan xwedî helwestekî zelal bin
11:25 Kurê 'rûspiyê' tecawizkar jî tecawizkar derket!
11:11 Li herêma Anîtosê şer berdewam dike
11:04 Got ‘li pişt min dewlet heye’ û hewl da tecawiz bike
10:34 Boral ê ku li Hezoyê jiyana xwe ji dest dabû, hat veşartin
10:34 Ozturk: Rêya hevrûbûn û helalbûnê di Îmraliyê re derbas dibe
09:53 Di teqînê de leşkerek hat kuştin
09:49 Du bira û heman çîrok: Me terorîst kuştin
09:32 Em li Şirnexê ketin pey şopa qirkirina daran: Di 2 salan de 500 hezar ton dar hatin birîn
09:06 Şaredariya Silopiyayê ku heqê rê kiriye 50 qirûş: Em ê her derfetê ji gel re seferber bikin
09:05 Bertek nîşanî bihakirina Nanê Gel dan: Em nikarin nan jî bikirin
09:04 Li Weranşarê mala şînê ji tiryakkêşan re hatiye hiştin
09:03 Siyasetmedarê kurd ku MÎT dixwaze were îadekirin û DAIŞ’î di heman qawişê de ne
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2022'YAN
09/08/2022
22:00 Ji bo civînên gel ên HDP’ê yên Manîsayê banga tev li bûnê hate kirin
21:49 Li Colemêrgê şerekî dijwar qewimî
18:38 Êrişî Dirbêsiyê û Tirbêspiyê kirin: 2 kes birîndar bûn
18:28 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
17:46 ‘Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin’
17:21 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:53 Cenazeyê Alankûş ku polîsan revand hat veşartin
16:34 OHD: Bila Aysel Tûglûk tavilê bê berdan
16:00 ‘Bila êdî ev zilm biqede’
14:36 ÎSÎG: Di tîrmehê de herî kêm 169 karker mirin e
14:19 Atmaca ku dihat îdiakirin li girtîgehê întîhar kiriye, jiyana xwe ji dest da
14:14 Tirkiyeyê êrişî deverek Qamişlo kir: Birîndar hene
14:06 ‘Divê wezaret daneyên rasteqîn eşkere bike’
14:04 Binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin kete rojeva Meclisê
12:46 Hevserokê HDP’ê û welatiyê 75 salî hatin binçavkirin
12:23 Malbatên girtiyan: Em bi du zimanan bangî wan dikin lê dîsa jî fêm nakin
12:13 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê em ê ji ber vî deriyî neçin
12:06 HDP dê li Manîsayê bi gel re bicive
11:53 308 kesan ji bo Sûriyeyê bang li muxalefetê kirin: Nebin şirîkên sûc û bi wêrekî bibêjin na
11:19 Li Şirnexê jinekê hewl da ku xwe bikuje
10:59 Nûnerên saziyên elewiyan ji serdana Erdogan a cemxaneyê nerazî ne
10:28 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Amûdê kir
10:20 Şaredarê AKP’ê Beyoglu soza ‘tamîrkirinê’ bicih neanî
09:55 Tirkiyeyê êrişî Til Temirê kir: Kesek hate qetilkirin
09:55 Biryara AYM’ê ya ji bo Alî Îsmaîl Korkmaz: Polîs dê careke din were darizandin
09:12 Rojnameger Îbrahîm: Di êriş û qetlîaman de hevkariya PDK’ê heye
09:11 Li dijî tecrîdê banga têkoşînê: Li Kurdistanê yekane aktor Ocalan e
09:08 Jinan bang kir: Divê her kes li ber îşkenceya li girtîgehan rabe
09:07 Garis li zeviyan ziwa bû!
09:06 Temellî: Li dijî neçareserkirina netew dewletê pêdivî bi rêbaza konfederal heye
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:32 Leşkerê li Zapê birîndar bûbû, mir
08/08/2022
21:34 Li Mêrsîne Aram Tigran bi stranan hate bibîranîn
19:32 Yanik a AKP’î îtîraf kir: Em li Sûriyeyê ji bo ku kurd statuyekê bi dest nexin şer dikin
18:17 5 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:48 KESK: Bila peymana promosyonê bê nûkirin
16:48 ‘Bazirganên mirovan bi wezîfedarên dewletê re hevkartiyê dikin’
16:22 Li nêzî qereqolê cenazeyek hat dîtin
16:21 7 welatiyên li Wanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
15:26 Ji Bozdag pirsî: Li girtîgehê çima rojê tenê saetekê av tê dayîn?