* Ji rêveberên Ozgur Gundemê yê wê demê Yusuf Serhat Bucak behsa nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Denîz ku hat kuştin kir û diyar kir ku rojnamevanan ji ber ku heqîqetê derdixistin holê hedef dihatin girtin û got: “Yên ku 30 sal berê Huseyîn kuştin, îro rojnamevanan didin girtin.”
* Welatiyên ku tev li mitînga HDP’ê ya di 6’ê tebaxê de li Qada Îstasyone ya Amedê li dar xistibû bibûn, bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û gotin: “Mifteya şikandina tecrîde di destê me de ye, divê li dijî tecrîd, şer û bêhiqûqiye em rabin li ser pêyan.”
* Girtiyê bi navê Selîm Ertene ku ev 30 sal in di girtîgehê de ye, li gel ku cezayê xwe temam kir jî lê berdana wî 6 meh hat taloqkirin.
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 518'emîn de berdewam bike.
* Rêxistina HDP'ê ya Bajêr a Şirnexê dê têkildarî birîna daran ku li herêmê didome, li ber avahiya xwe daxuyanî bide. (11.00)