MKGP’ê rapora binpêkirinan a 7 mehên dawî aşkera kir: Rojnameger rastî 161 binpêkirinan hatin

  • jin
  • 12:22 8 Tebax 2022
  • |

AMED - MKGP’ê li Amedê bi daxuyaniyekê binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin ên di nava 7 mehên dawî de aşkera kir. MKGP’ê da zanîn ku di nava van 7 mehan de 161 binpêkirin li dijî rojnamegerên jin hatine kirin û xwest ku rojnamegerên jin ên girtî di zûtirin demê de bên berdan. 

 
Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) têkildarî binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin ên di 7 mehên dawî de li avahiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) daxuyanî da. Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû û rojnamegerên jin di daxuyaniyê de amade bûn. Rapora bi kurdî ji hêla Berdevka MKGP’ê Roza Metîna ve û ya bi tirkî jî edîtora JINNEWS’ê Habîbe Eren xwend.
 
DENÎZ FIRAT BI BÎR ANÎ
 
Roza Metîna ji ewil bal kişand ser Rojnameger Denîz Firat ku di 8’ê tebaxa sala 2014’an de li Mexmûrê hatibû qetilkirin û wiha got: “Îro 8'ê tebaxê salvegera qetilkirina Rojnameger Denîz Firat e. Denîz Firat di dema êrişa DAIŞ'ê ya li dijî Mexmûrê de hat qetilkirin. Heşt sal berê di 8'ê tebaxê de dema Denîz Firat li eniya pêş şerê li dijî DAIŞ’ê dişopand, jiyana xwe ji dest da. Denîz Firat bi pênûsa xwe re dilsoz, ji kameraya xwe re rêheval û lêgerînereka heqîqetê bû. Ew şoreşgerek bû. Jiyana Denîzê hêj ji zarokatiya wê ve di nava zor û zehmetiyan de derbas bû. Piştî şertên zehmet ên penabertiyê, Denîzê pîşeyeke zor a wekî rojnamegeriyê hilbijart. Denîz, heta dawiyê li eniya pêş a şer bû, kameraya wê li milê wê, pênûsa wê di destê wê de û hewl da rewşa kurdan û şertên zor ên penabertiyê bi cîhanê bide bihîstin. Dengê wê yê bi kelecan ku dema televîzyonê dibû û nûçe radigihand, hêj di guhên me de ye. Em Denîza ku şopdara Mûsa Anter û Gurbetellî Ersozan bû, bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ê li ser rêça Denîzan, li pey rastiyan bin. Tevî şertên dijwar jî dê kameraya me di qeydê de û pênûsa me di destê me de em ê gotina xwe bikin.”
 
Bi domdarî Metîna got ku ew weke Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, rapora xwe bi minasebeta salvegera wefata Denîz Firat îro bi raya giştî re parve dikin. Rapor, wiha ye:
 
“Ev demekî dirêj e em binpêkirina mafên rojnamegeran dişopînin û dikin rapor. Zext û sansûra li ser rojnamegeran her ku diçe zêdetir dibe. Gef li rojnamegeran tên xwarin, tên girtin, darizandin û rastî tundiyê tên. Zehmetiyên ku rojnamegerên jin li qadê dijîn hîn zêdetir in. 
 
26 ROJNAMEGER HATIN GIRTIN Û YEK JÎ RASTÎ DESTDIRÊJIYÊ HAT
 
Di dema amadekirina raporê de me ji malperên nûçeyan ên herêmî û neteweyî jî sûd girt. Di van 7 mehan de rojnamegerên jin herî kêm rastî 161 binpêkirinan hatin. Her kîm 18 rojnamegerên jin dema li qadan nûçe dişopandin, rastî êrişa fîzîkî ya polîsan hatin. Rojnamegerên jin li ser qada dijîtal jî rastî gotin û heqaretên zayendperest hatin. Tundî li 14 rojnamegeran hat kirin û gef li 6 rojnamegeran hatin xwarin. Di van 7 mehan de bi ser mala 10 rojnamegeran de hate girtin, 26 rojnameger hatin binçavkirin û destdirêjî li rojnamegerekê hate kirin. Mafê 31 rojnamegeran ê şopandina nûçeyan a li qadan hate astengkirin. Her wiha mafê rêwîtiyê yê rojnamegerekê jî hat astengkirin. 6 rojnameger ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hatin girtin. Sîxûrî li rojnamegerekê hate ferzkirin û rojnamegerek jî ji ber ku zarokek bû ji kar hate avêtin.
  
105 ROJNAMEGER TÊN DARIZANDIN
 
Derheqê 10 rojnamegeran de bi hinceta xebatên pîşeyî lêpirsîn hatin destpêkirin û li 12 rojnamegeran jî doz vekirin. Li 12 rojnamegeran 23 sal û 10 meh û 27 roj cezayê girtîgehê hate birîn. Di heman demê ji bo 4 rojnamegeran 190 hezar û 250 TL cezayê pereyan hate birîn. Di 73 dosyayan de 105 rojnameger tên darizandin û ev pêvajo didome. Niha jî herî kêm 10 rojnamegerên jin li girtîgehên cuda ragirtî ne. 
 
Weke Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê daxwaza me ew e ku hemû rojnameger bikarin bi awayekî azad pîşeya xwe bikin û hevalên me yên bi awayekî derhiqûqî hatine girtin jî di zûtirin demê de bên berdan.” 
 
Piştre jî Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû axivî. Muftuoglû, di serî de êrişa polîsan a li Amedê ya li dijî rojnamegeran şermezar kir. Bi domdarî Muftuoglû got ku rojnameger Denîz Firat dema êrişên DAIŞ’ê yên li ser Mexmûrê bi dinyayê re parve dikir hate qetilkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Em Denîz Firat û hemû rojnamegerên di vê rêyê de hatine qetilkirin bi bîr tînin.” 
 

Sernavên din

11/08/2022
17:02 NÇM şahiya piştevaniyê ya bi çapemeniya azad re li dar dixe
16:22 HSD: Li ser sînorê Mêrdînê 23 leşker hatin kuştin
16:20 TGS’ê serdana DFG’ê kir
16:00 Talebanî: Heke krîza li Silêmanî bidome wê YNK xwe ji hikûmetê vekişîne
15:54 Nobeta Edaletê: Bila êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin
15:36 Li Girtîgeha Kurkçulerê malbatên girtiyan li ser pêya hatin sekinandin
15:36 Di êrişa Qamişlo de 2 şervanan jiyana xwe ji dest da
15:20 OHD: Di dema binçavkirinê de îşkenceyên dermirovî li Mehdî Mihçi hatin kirin
14:49 Ji bo lawê xwe li ber girtîgehê çalakî da destpêkirin
14:27 Li Edeneyê kesek hate girtin
14:20 Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê hat binçavkirin
13:59 Di êrişa pasdarên Îranê de kolberek birîndar bû
13:24 Ji bo Aysel Tugluk li Kadîfe Kaleyê çalakî hat lidarxistin
13:04 Derheqê girtiyên ku lêgerîn qebûl nekirin de lêpirsîn dan destpêkirin
12:28 Ji Emîne Şenyaşar bang: Me bi tenê nehêlin
12:27 Malbatên girtiyan bang li partiyên siyasî kirin: Dengê me bibihîzin
11:41 Şaredariya Rezanê veguherî ofîsa maldariyê!
11:07 Mehmet Emîn Yalçinkaya li ser gora xwe hat bibîranîn
10:48 Seyrangeha ku ji bo wê 5 milyon TL hatibûn xerckirin didin îhaleyê
10:39 Ji Komeleya Rosa ji bo jinên tundî li wan tê kirin bang: Em hene û li cem we ne
09:14 Bi wêneyên peykê qirkirina daran a li Şirnexê hatiye kirin
09:06 Baran: Pirsgirêk dikarin bi azadiya birêz Ocalan bên çareserkirin
09:05 'Polîtîkayên dewletê di tenduristiyê de jî tundiya li ser jinan derxist holê'
09:04 Lêpirsîna derbarê Ferhan Yilmaz de bi biryara dozvenekirinê bi encam bû
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2022'YAN
10/08/2022
20:12 Li Girtîgeha Rihayê 10 girtî 3 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
19:17 Sancar bi karkerên çandiniyê re hate gelhev
19:08 Sancar li Cîhanbeyliyê ye: Çareserî heye, gotina me heye
18:36 Nivîskar Mizgîn Ronak piştî 30 salan hate berdan
17:54 Rojnamevanê girtî Ataman sewqî Girtîgeha Erziromê hate kirin
17:11 KODAR û PJAK’ê ji bo Cavîd daxuyaniyeke hevpar dan
16:58 Cezayê protestokirina Peymana Stenbolê hat betalkirin
16:57 ‘Dawî li polîtîkaya tecrîdê bînin’
16:36 Di 2 rojan de Tirkiyeyê zêdetirî 30 caran êrişî Rojava kir: 5 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn
15:38 Sancar serdana navçeya Kuluyê kir: Çareserî em in
15:22 100 roj cezayê hucreyê dan 8 girtiyan
15:19 Ekîn Wan li ser gora xwe hat bibîranin
14:40 Girtiyê ku penceşêra wî di merhaleya 4’an de ye nayê berdan
14:37 Li quntara Çiyayê Cûdî şewat derket
14:31 Li Silopiya 3 kes hatin binçavkirin
13:53 Ji ber ‘niyeta baş’ mudaxileyî Malbata Şenyaşar nehatiye kirin!
13:28 Biryar hat dayîn ku rewşa girtî ya 16 rojnamegeran bidome
12:21 Malbatên girtiyan ev 9 meh in li edaletê digerin: Zarokên me berdin
12:18 Qeyûm neguhêzbar derxistin ber firotinê
12:14 Di meha 82’yemîn a qetlîamê de daxwaza ‘dîtina faîlan’ kirin
11:59 Leşker dixwazin ku cerdevanan bişînin tunelên şer
11:58 Bêrîvan Xalid: Divê hêzên koalîsyonê li dijî êrişan xwedî helwestekî zelal bin
11:25 Kurê 'rûspiyê' tecawizkar jî tecawizkar derket!
11:11 Li herêma Anîtosê şer berdewam dike
11:04 Got ‘li pişt min dewlet heye’ û hewl da tecawiz bike
10:34 Boral ê ku li Hezoyê jiyana xwe ji dest dabû, hat veşartin
10:34 Ozturk: Rêya hevrûbûn û helalbûnê di Îmraliyê re derbas dibe
09:53 Di teqînê de leşkerek hat kuştin
09:49 Du bira û heman çîrok: Me terorîst kuştin
09:32 Em li Şirnexê ketin pey şopa qirkirina daran: Di 2 salan de 500 hezar ton dar hatin birîn
09:06 Şaredariya Silopiyayê ku heqê rê kiriye 50 qirûş: Em ê her derfetê ji gel re seferber bikin
09:05 Bertek nîşanî bihakirina Nanê Gel dan: Em nikarin nan jî bikirin
09:04 Li Weranşarê mala şînê ji tiryakkêşan re hatiye hiştin
09:03 Siyasetmedarê kurd ku MÎT dixwaze were îadekirin û DAIŞ’î di heman qawişê de ne
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2022'YAN
09/08/2022
22:00 Ji bo civînên gel ên HDP’ê yên Manîsayê banga tev li bûnê hate kirin
21:49 Li Colemêrgê şerekî dijwar qewimî
18:38 Êrişî Dirbêsiyê û Tirbêspiyê kirin: 2 kes birîndar bûn
18:28 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
17:46 ‘Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin’
17:21 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:53 Cenazeyê Alankûş ku polîsan revand hat veşartin
16:34 OHD: Bila Aysel Tûglûk tavilê bê berdan
16:00 ‘Bila êdî ev zilm biqede’
14:36 ÎSÎG: Di tîrmehê de herî kêm 169 karker mirin e
14:19 Atmaca ku dihat îdiakirin li girtîgehê întîhar kiriye, jiyana xwe ji dest da
14:14 Tirkiyeyê êrişî deverek Qamişlo kir: Birîndar hene
14:06 ‘Divê wezaret daneyên rasteqîn eşkere bike’
14:04 Binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin kete rojeva Meclisê
12:46 Hevserokê HDP’ê û welatiyê 75 salî hatin binçavkirin
12:23 Malbatên girtiyan: Em bi du zimanan bangî wan dikin lê dîsa jî fêm nakin
12:13 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê em ê ji ber vî deriyî neçin
12:06 HDP dê li Manîsayê bi gel re bicive
11:53 308 kesan ji bo Sûriyeyê bang li muxalefetê kirin: Nebin şirîkên sûc û bi wêrekî bibêjin na
11:19 Li Şirnexê jinekê hewl da ku xwe bikuje
10:59 Nûnerên saziyên elewiyan ji serdana Erdogan a cemxaneyê nerazî ne
10:28 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Amûdê kir
10:20 Şaredarê AKP’ê Beyoglu soza ‘tamîrkirinê’ bicih neanî
09:55 Tirkiyeyê êrişî Til Temirê kir: Kesek hate qetilkirin
09:55 Biryara AYM’ê ya ji bo Alî Îsmaîl Korkmaz: Polîs dê careke din were darizandin
09:12 Rojnameger Îbrahîm: Di êriş û qetlîaman de hevkariya PDK’ê heye
09:11 Li dijî tecrîdê banga têkoşînê: Li Kurdistanê yekane aktor Ocalan e
09:08 Jinan bang kir: Divê her kes li ber îşkenceya li girtîgehan rabe
09:07 Garis li zeviyan ziwa bû!
09:06 Temellî: Li dijî neçareserkirina netew dewletê pêdivî bi rêbaza konfederal heye
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:32 Leşkerê li Zapê birîndar bûbû, mir
08/08/2022
21:34 Li Mêrsîne Aram Tigran bi stranan hate bibîranîn
19:32 Yanik a AKP’î îtîraf kir: Em li Sûriyeyê ji bo ku kurd statuyekê bi dest nexin şer dikin
18:17 5 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:48 KESK: Bila peymana promosyonê bê nûkirin
16:48 ‘Bazirganên mirovan bi wezîfedarên dewletê re hevkartiyê dikin’
16:22 Li nêzî qereqolê cenazeyek hat dîtin
16:21 7 welatiyên li Wanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
15:26 Ji Bozdag pirsî: Li girtîgehê çima rojê tenê saetekê av tê dayîn?