Garis li zeviyan ziwa bû!

 RIHA - Garisê li gundên Sêwregê hatiye çandin ji ber ku DEDAŞ'ê ceyran qut kiriye, zeviyên xelkê bi ziwabûnê re rûbirû mane. Cotkarên ku nikarin avdanê bikin, diyar kirin ku dema bergirtinê ceyran bizanebûn tê birîn û cotkar zirarê dibînin. 
 
Welatiyên li gundên Şêx Cafer û Başbûk ên girêdayî navçeya Sêwrega Rihayê dijîn ji ber birîna ceyranê ku her roj ji aliyê Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ve pêk tê, di rojên zor de derbas dibin. Şêniyên gund ê debara xwe bi çandiniyê dikin, li herêma ku carna heta 12 saetan ceyran tê birîn, nikarin avdaniyê bikin. Cotkarên ku ji ber berhemên hatine ber asta ziwabûnê zirar dikin, nizanin ka dê çibikin. 
BERHEMÊN LI ZEVIYÊ ŞEWITÎN
 
Ahmet Şûr (60) ê li gundê Şêx Cafer dijî, bi lêv kir ku bi cotkariyê debara xwe dikin lê îsal berhemê wan ê duyemîn garis, dema hê jî li zeviyê ziwa bû. Şûr, diyar kir ku darên hinar û behîv ên li baxçeyên wî jî ji ber bêavîbûnê hatina asta ziwabûnê û li Rihayê ji 45 pîleyan zêdetir germ heye. Şûr, da zanîn ku ji ber nekarî fatûraya xwe ya ceyranê ya 80 hezar lîre bide îcre jê re hatiye û wiha got: “Dema min xwest piştgiriyê bigirim ji min re dibêjin hesabên te bloke bûne, ez wê jî fêm nakim. Îsal jî berhemên min ên li zeviye şewitîn. Ez çawa deynên xwe bidim? Di rojê de herî kêm 8 saetan ceyrana me dibirin. Dema ceyranê paş ve didin jî bêyî ku av bigihe zeviyê dîsa dibirin. Dîsa em bê ceyran dimînin.”
 
DEDAŞ: HERE MALÊ WE ÇÊBIBE
 
Şûr, bi lêv kir ku li dijî vê yekê nizanin ka dê çi bikin û wiha berdewam kir: “Ez çawa li 11 zarokên xwe binêrim? Ez ê çawa deynê xwe yê DEDAŞ’ê bidim?” Şûr, anî ziman ku ji ber birîna ceyranê çû avahiya DEDAŞ’ê ya li ser rêya Kaniya Xezalan gilî kir lê rayedarekê bi gotina “Here malê wê çêbibe” welatî paşguh kirine û got: “Dema em hatin malê jî çênabe. Em li DEDAŞ’ê kesên meqamên jor nabînin, destûrê nadin ku em wan bibînin. Em diçin cem xebatkarên li wê derê, dema em gilî dikin jî dikenin. Dema em ji bo giliyê diçine wir û tên jî gelek mazota me diçe. Em 6-7 caran wisa çûn û hatin. Heman pirsgirêk berdewam dike. Me wekîl, walî herkes agahdar kir. Min 200 hezar lîre mesref li vê zeviyê kir. Debara me hemû ev zevî ye. Ji ber ku em gundî ne kes me guhdar nake. Ji vê saetê û şunde avê bidin jî ji xwe garisê me gelekna şewitî. Ez ê ji vê saetê û şunde çawa deynê ceyranê bidim? Tov, zibil û mazota vî heye. Em dixwazin êdî çareyekê bibînin.”
 
GOTINÊN ERDOGAN BI BÎR XISTIN
 
Cevher Turk ê li Gundê Başbûk dijî jî bi lêv kir ku zeviya wî ya garisan bi heman sedemî bi zuhabûnê re rûbirû maye û anî ziman ku cotkarên herêmê di rewşeke zor de ne. Turk, gotinên Serokkomar Erdogan ên “Divê bihosteke ku neyê çandin nemine” ku di hevdîtina cotkarên li Tokatê ya di 27’ê adarê de bi bîr xistin û wiha got: “Serokkomar wisa dibêje lê ez tenê ji bo Rihayê dibêjim. Qadên nêzî 4 milyon metrekare pembû, îsot, zebeş, gundor hatine çandin, ji ber ceyran nedayîna DEDAŞ’ê zuha bûne. Keda cotkaran di avê de çû. Gubreyê van ê dapê 18 hezar lîre, gübreye ureyê 13 hezar lîre û mazot jî 30 hezar lîreyan hatiye stendin. Tenê ji bo zeviyeke ji 5 donim pek tê torbeyekî tovê dendik tê bikaranîn. Ev tov ji bo 5 doniman hezar 600 lîreyan hatiye sitendin. Rayedar van paşguh dikin. Wê rojê ji ber keştiyeke garis ji Rûsyayê gihişt Stenbolê hindik mabû ku govendê bigerînin. Lê mixabin şûna ku li Rihayê 2 keştiyên garis derkevin ji ber pirsgirêka ceyranê hemû zuha bûn.”
 
BIRÎNÊN CEYRANÊ YÊN HETA 12 SAETAN
 
Turk, da zanîn ku midurê DEDAŞ’ê rojên derbasbûyî têkildarî birînên ceyranê gotibû ku “nûçeyên di medyayê de ne rast in, 4 saetan ceyran tê birîn” û wiha bang li midur kir: “Derewe li hin deran 12, li hin deran 8, li hin deran jî 7 saetan ceyran tê birîn.” Turk, diyar kir ku bi salan e pirsgirêka ceyranê li Rihayê berdewam dike û her sal di meha Tîrmehê de zêde dibe û wiha axivî: “Her sal dema bergirtina garis û pembû de ceyranê dibirin. Hilberîner zirareke mezin dibine. Vê yekê bi zanebûn dikin. Pişt re jî cotkar dikin şûna dizan. Çareseriyekê jî nabînin. Cotkar difikirin ku her 30 gundan yekê yekitiya avê ava bikin lê gavek nayê avêtin. Li trafoyan jî fatoreyên zêde tên birîn. Cotkar nikare van bide. Qasî ku wisa berdewam bike wê hilberîn nebe. Heta ku hilberîn nebe jî wê her tişt zêde bibe.”
 
DEDAŞ: DIBE KU BIRÎNÊN BIPLAN BIN
 
Rayedarên DEDAŞ’ê ku têkildarî pirsgirêkê em lê geriyan jî diyar kirin ku birîna ceyranê ya heyî, dibe ku birînên biplan ên ji ber “neragirtinê” bin.
 
MA / Emrûllah Acar
 
 

Sernavên din

11/08/2022
21:11 Li Enqereyê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût hate astengkirin
18:52 Yûsûf Şahîn ê 75 salî hate girtin
18:42 Cenazeyê Mîngsar birin Qersê
18:30 Girtî Yildirim li nexweşxaneyê tena serê xwe tê ragirtin
17:02 NÇM şahiya piştevaniyê ya bi çapemeniya azad re li dar dixe
16:22 HSD: Li ser sînorê Mêrdînê 23 leşker hatin kuştin
16:20 TGS’ê serdana DFG’ê kir
16:00 Talebanî: Heke krîza li Silêmanî bidome wê YNK xwe ji hikûmetê vekişîne
15:54 Nobeta Edaletê: Bila êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin
15:36 Li Girtîgeha Kurkçulerê malbatên girtiyan li ser pêya hatin sekinandin
15:36 Di êrişa Qamişlo de 2 şervanan jiyana xwe ji dest da
15:20 OHD: Di dema binçavkirinê de îşkenceyên dermirovî li Mehdî Mihçi hatin kirin
14:49 Ji bo lawê xwe li ber girtîgehê çalakî da destpêkirin
14:27 Li Edeneyê kesek hate girtin
14:20 Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê hat binçavkirin
13:59 Di êrişa pasdarên Îranê de kolberek birîndar bû
13:24 Ji bo Aysel Tugluk li Kadîfe Kaleyê çalakî hat lidarxistin
13:04 Derheqê girtiyên ku lêgerîn qebûl nekirin de lêpirsîn dan destpêkirin
12:28 Ji Emîne Şenyaşar bang: Me bi tenê nehêlin
12:27 Malbatên girtiyan bang li partiyên siyasî kirin: Dengê me bibihîzin
11:41 Şaredariya Rezanê veguherî ofîsa maldariyê!
11:07 Mehmet Emîn Yalçinkaya li ser gora xwe hat bibîranîn
10:48 Seyrangeha ku ji bo wê 5 milyon TL hatibûn xerckirin didin îhaleyê
10:39 Ji Komeleya Rosa ji bo jinên tundî li wan tê kirin bang: Em hene û li cem we ne
09:14 Bi wêneyên peykê qirkirina daran a li Şirnexê hatiye kirin
09:06 Baran: Pirsgirêk dikarin bi azadiya birêz Ocalan bên çareserkirin
09:05 'Polîtîkayên dewletê di tenduristiyê de jî tundiya li ser jinan derxist holê'
09:04 Lêpirsîna derbarê Ferhan Yilmaz de bi biryara dozvenekirinê bi encam bû
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2022'YAN
10/08/2022
20:12 Li Girtîgeha Rihayê 10 girtî 3 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
19:17 Sancar bi karkerên çandiniyê re hate gelhev
19:08 Sancar li Cîhanbeyliyê ye: Çareserî heye, gotina me heye
18:36 Nivîskar Mizgîn Ronak piştî 30 salan hate berdan
17:54 Rojnamevanê girtî Ataman sewqî Girtîgeha Erziromê hate kirin
17:11 KODAR û PJAK’ê ji bo Cavîd daxuyaniyeke hevpar dan
16:58 Cezayê protestokirina Peymana Stenbolê hat betalkirin
16:57 ‘Dawî li polîtîkaya tecrîdê bînin’
16:36 Di 2 rojan de Tirkiyeyê zêdetirî 30 caran êrişî Rojava kir: 5 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn
15:38 Sancar serdana navçeya Kuluyê kir: Çareserî em in
15:22 100 roj cezayê hucreyê dan 8 girtiyan
15:19 Ekîn Wan li ser gora xwe hat bibîranin
14:40 Girtiyê ku penceşêra wî di merhaleya 4’an de ye nayê berdan
14:37 Li quntara Çiyayê Cûdî şewat derket
14:31 Li Silopiya 3 kes hatin binçavkirin
13:53 Ji ber ‘niyeta baş’ mudaxileyî Malbata Şenyaşar nehatiye kirin!
13:28 Biryar hat dayîn ku rewşa girtî ya 16 rojnamegeran bidome
12:21 Malbatên girtiyan ev 9 meh in li edaletê digerin: Zarokên me berdin
12:18 Qeyûm neguhêzbar derxistin ber firotinê
12:14 Di meha 82’yemîn a qetlîamê de daxwaza ‘dîtina faîlan’ kirin
11:59 Leşker dixwazin ku cerdevanan bişînin tunelên şer
11:58 Bêrîvan Xalid: Divê hêzên koalîsyonê li dijî êrişan xwedî helwestekî zelal bin
11:25 Kurê 'rûspiyê' tecawizkar jî tecawizkar derket!
11:11 Li herêma Anîtosê şer berdewam dike
11:04 Got ‘li pişt min dewlet heye’ û hewl da tecawiz bike
10:34 Boral ê ku li Hezoyê jiyana xwe ji dest dabû, hat veşartin
10:34 Ozturk: Rêya hevrûbûn û helalbûnê di Îmraliyê re derbas dibe
09:53 Di teqînê de leşkerek hat kuştin
09:49 Du bira û heman çîrok: Me terorîst kuştin
09:32 Em li Şirnexê ketin pey şopa qirkirina daran: Di 2 salan de 500 hezar ton dar hatin birîn
09:06 Şaredariya Silopiyayê ku heqê rê kiriye 50 qirûş: Em ê her derfetê ji gel re seferber bikin
09:05 Bertek nîşanî bihakirina Nanê Gel dan: Em nikarin nan jî bikirin
09:04 Li Weranşarê mala şînê ji tiryakkêşan re hatiye hiştin
09:03 Siyasetmedarê kurd ku MÎT dixwaze were îadekirin û DAIŞ’î di heman qawişê de ne
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2022'YAN
09/08/2022
22:00 Ji bo civînên gel ên HDP’ê yên Manîsayê banga tev li bûnê hate kirin
21:49 Li Colemêrgê şerekî dijwar qewimî
18:38 Êrişî Dirbêsiyê û Tirbêspiyê kirin: 2 kes birîndar bûn
18:28 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
17:46 ‘Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin’
17:21 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:53 Cenazeyê Alankûş ku polîsan revand hat veşartin
16:34 OHD: Bila Aysel Tûglûk tavilê bê berdan
16:00 ‘Bila êdî ev zilm biqede’
14:36 ÎSÎG: Di tîrmehê de herî kêm 169 karker mirin e
14:19 Atmaca ku dihat îdiakirin li girtîgehê întîhar kiriye, jiyana xwe ji dest da
14:14 Tirkiyeyê êrişî deverek Qamişlo kir: Birîndar hene
14:06 ‘Divê wezaret daneyên rasteqîn eşkere bike’
14:04 Binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin kete rojeva Meclisê
12:46 Hevserokê HDP’ê û welatiyê 75 salî hatin binçavkirin
12:23 Malbatên girtiyan: Em bi du zimanan bangî wan dikin lê dîsa jî fêm nakin
12:13 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê em ê ji ber vî deriyî neçin
12:06 HDP dê li Manîsayê bi gel re bicive
11:53 308 kesan ji bo Sûriyeyê bang li muxalefetê kirin: Nebin şirîkên sûc û bi wêrekî bibêjin na
11:19 Li Şirnexê jinekê hewl da ku xwe bikuje
10:59 Nûnerên saziyên elewiyan ji serdana Erdogan a cemxaneyê nerazî ne
10:28 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Amûdê kir
10:20 Şaredarê AKP’ê Beyoglu soza ‘tamîrkirinê’ bicih neanî
09:55 Tirkiyeyê êrişî Til Temirê kir: Kesek hate qetilkirin
09:55 Biryara AYM’ê ya ji bo Alî Îsmaîl Korkmaz: Polîs dê careke din were darizandin
09:12 Rojnameger Îbrahîm: Di êriş û qetlîaman de hevkariya PDK’ê heye
09:11 Li dijî tecrîdê banga têkoşînê: Li Kurdistanê yekane aktor Ocalan e
09:08 Jinan bang kir: Divê her kes li ber îşkenceya li girtîgehan rabe
09:07 Garis li zeviyan ziwa bû!
09:06 Temellî: Li dijî neçareserkirina netew dewletê pêdivî bi rêbaza konfederal heye
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:32 Leşkerê li Zapê birîndar bûbû, mir
08/08/2022
21:34 Li Mêrsîne Aram Tigran bi stranan hate bibîranîn
19:32 Yanik a AKP’î îtîraf kir: Em li Sûriyeyê ji bo ku kurd statuyekê bi dest nexin şer dikin
18:17 5 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:48 KESK: Bila peymana promosyonê bê nûkirin