Li dijî tecrîdê banga têkoşînê: Li Kurdistanê yekane aktor Ocalan e

img

STENBOL - Welatiyên ku diyar kirin li dijî tecrîdê tev li mitînga ‘Çareserî em in’ a li Stenbolê hate lidarxistin bûn, wiha gotin: “Li Kurdistanê yekane aktor serokatî ye. Me tu car serokatî ji bîr nekiriye.”

Nêzî 17 meh in agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 23 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin, nayê girtin. Parêzer û malbata Ocalan hefteyê du caran ji bo hevdîtinê serî li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê û Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê didin lê ne erênî ne jî neyînî bersiv nayê dayîn. Parêzeran herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an de hevdîtin bi Ocalan re kirin û Ocalan cara ewil di 27’ê nîsana 2020’an ji mafe xwe yê axaftina bi telefonê sûd wergirt. Ocalan, pişt re ji ber hin îdiayên di medyaya dîjîtal de cih girtin û fikarên rayagiştî zêdebûn di 25’ê adara 2021’an de dîsa bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî lê axaftin di nivî de hate birîn. Piştî vê hevdîtina telefonê agahî ji Ocalan nayê girtin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 6 û 7’ê tebaxê li dijî polîtîkayên şer ên desthilatê û tecrîda li ser Ocalan li Amed û Stenbolê bi dirûşmeya “Çareserî em in! Ji şer û dagirkeriyê re na” miting li dar xist. Di mitîngên bi deh hezaran kes tev li bûn de daxwaziya azadiya Ocalan hate bilêvkirin. Kesên tev li mitînga li Qada Kartal a Stenbolê hate lidarxistin bûn, diyar kirin ku ji bo tecrîd bi dawî bibe li qadê bûn. 
 
BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Yek ji welatiyan Tûran Mehmetoglû, xwest ku zextên li ser girtiyan bi dawî bibin û bi Ocalan re demildest hevdîtin bê kirin. Mehmetoglû, destnîşan kir ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê îro li hemû civakê belav bûye û destnîşan kir ku ji bo tecrîd bê rakirin divê têkoşîna hevpar bê meşandin.
 
‘EM ÇARESERIYÊ DIXWAZIN’
 
Netîce Taşdemîr jî bi lêv kir ku divê Ocalan bi malbata xwe re hevdîtinê bike, ev mafekî mirovî ye û wiha got: “Em hemû dixwazin Ocalan bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Ev tecrîd wê heta kengî bidome.” Taşdemîr, bal kişand ser binpêkirinên mafan û mirinên di demên dawî de li girtîgehan zêde bûne û wiha axivî: “Em çareseriyê dixwazin. Bila tecrîd rabe aştî pêk were.”
 
‘HÊVIYA ME OCALAN’ 
 
Munevver Korkmaz a got “Abdûllah Ocalan ruhê me, rûmeta me, cîhana me û serokê me ye” bi lêv kir ku dema Ocalan azad bû wê aramî were li welat. Korkmaz, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Tayyîp Erdogan ji bo şer û komkujiyê tecrîdê ranake. Dixwaze leşker û gerilla bimirin, bi xwînê dijî. Naxwaza gel azad bibe. Ocalan hêviya me ye. Ji ber ku Ocalan ne komkujiyê aştiyê dixwaze. Çima tecrîd tê sepandin?”
 
‘DIVÊ RAYAGIŞTÎ BÊ AVAKIRIN’
 
Îsmaîl Tohûmcû jî bi bîr xist  ku li gorî hiqûqê mafê hemû girtiyan heye ku bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin û got: “Mafê herî xwezayî yê Ocalan e ku bi malbata xwe re biaxive. Bi vê pêkanînê hewl didin têkiliya Ocalan a bi civakê re qût bikin. Ji bo ku nehêlin Ocalan bibe rojev serî li tecrîdê didin. Hemû kesên muxalîfên desthilatê ne di bin tecrîdê de ne. Lê zêdetir li gelê kurd tê kirin. Ji ber vê yekê tecrîda li ser Ocalan û gelê kurd rabe wê bandorê li hemû beşên civakê bike. Ji bo ku tecrîd rabe divê biawayekî topyekûn têkoşîn bê dayîn. Çi hewce bibe divê ew bê kirin û divê girseyeke gel bê avakirin. Divê têkildarî vê xebat bên kirin û rayagiştî bê avakirin.”
 
‘OCALAN GEL, SERWER BERJEWENDIYÊN XWE DIFIKIRIN’ 
 
Welatî Sûat Erturk jî ev tişt gotin: “Li Kurdistanê yekane aktor serokatî ye. Serokatî hem xwe bi gelê kurd hem jî bi gelê tirk daye qebûlkirin. Dizanin ku rola serokatî çiqas mezin û girîng e. Serokatî ji xwe ji bo xwe tiştekî naxwaze. Ji bo gelê kurd ji bo hemû cîhanê dixwaze. Lê ji bo berjewendiyên xwe serokatî tecrîd dikin. Sedemê hatina me ya vê mitîngê tecrîd e. Me tu car tecrîda li ser serokatî qebûl nekir û me tu car serokatî ji bîr nekir.”
 

Sernavên din

11/08/2022
21:11 Li Enqereyê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût hate astengkirin
18:52 Yûsûf Şahîn ê 75 salî hate girtin
18:42 Cenazeyê Mîngsar birin Qersê
18:30 Girtî Yildirim li nexweşxaneyê tena serê xwe tê ragirtin
17:02 NÇM şahiya piştevaniyê ya bi çapemeniya azad re li dar dixe
16:22 HSD: Li ser sînorê Mêrdînê 23 leşker hatin kuştin
16:20 TGS’ê serdana DFG’ê kir
16:00 Talebanî: Heke krîza li Silêmanî bidome wê YNK xwe ji hikûmetê vekişîne
15:54 Nobeta Edaletê: Bila êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin
15:36 Li Girtîgeha Kurkçulerê malbatên girtiyan li ser pêya hatin sekinandin
15:36 Di êrişa Qamişlo de 2 şervanan jiyana xwe ji dest da
15:20 OHD: Di dema binçavkirinê de îşkenceyên dermirovî li Mehdî Mihçi hatin kirin
14:49 Ji bo lawê xwe li ber girtîgehê çalakî da destpêkirin
14:27 Li Edeneyê kesek hate girtin
14:20 Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê hat binçavkirin
13:59 Di êrişa pasdarên Îranê de kolberek birîndar bû
13:24 Ji bo Aysel Tugluk li Kadîfe Kaleyê çalakî hat lidarxistin
13:04 Derheqê girtiyên ku lêgerîn qebûl nekirin de lêpirsîn dan destpêkirin
12:28 Ji Emîne Şenyaşar bang: Me bi tenê nehêlin
12:27 Malbatên girtiyan bang li partiyên siyasî kirin: Dengê me bibihîzin
11:41 Şaredariya Rezanê veguherî ofîsa maldariyê!
11:07 Mehmet Emîn Yalçinkaya li ser gora xwe hat bibîranîn
10:48 Seyrangeha ku ji bo wê 5 milyon TL hatibûn xerckirin didin îhaleyê
10:39 Ji Komeleya Rosa ji bo jinên tundî li wan tê kirin bang: Em hene û li cem we ne
09:14 Bi wêneyên peykê qirkirina daran a li Şirnexê hatiye kirin
09:06 Baran: Pirsgirêk dikarin bi azadiya birêz Ocalan bên çareserkirin
09:05 'Polîtîkayên dewletê di tenduristiyê de jî tundiya li ser jinan derxist holê'
09:04 Lêpirsîna derbarê Ferhan Yilmaz de bi biryara dozvenekirinê bi encam bû
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2022'YAN
10/08/2022
20:12 Li Girtîgeha Rihayê 10 girtî 3 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
19:17 Sancar bi karkerên çandiniyê re hate gelhev
19:08 Sancar li Cîhanbeyliyê ye: Çareserî heye, gotina me heye
18:36 Nivîskar Mizgîn Ronak piştî 30 salan hate berdan
17:54 Rojnamevanê girtî Ataman sewqî Girtîgeha Erziromê hate kirin
17:11 KODAR û PJAK’ê ji bo Cavîd daxuyaniyeke hevpar dan
16:58 Cezayê protestokirina Peymana Stenbolê hat betalkirin
16:57 ‘Dawî li polîtîkaya tecrîdê bînin’
16:36 Di 2 rojan de Tirkiyeyê zêdetirî 30 caran êrişî Rojava kir: 5 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn
15:38 Sancar serdana navçeya Kuluyê kir: Çareserî em in
15:22 100 roj cezayê hucreyê dan 8 girtiyan
15:19 Ekîn Wan li ser gora xwe hat bibîranin
14:40 Girtiyê ku penceşêra wî di merhaleya 4’an de ye nayê berdan
14:37 Li quntara Çiyayê Cûdî şewat derket
14:31 Li Silopiya 3 kes hatin binçavkirin
13:53 Ji ber ‘niyeta baş’ mudaxileyî Malbata Şenyaşar nehatiye kirin!
13:28 Biryar hat dayîn ku rewşa girtî ya 16 rojnamegeran bidome
12:21 Malbatên girtiyan ev 9 meh in li edaletê digerin: Zarokên me berdin
12:18 Qeyûm neguhêzbar derxistin ber firotinê
12:14 Di meha 82’yemîn a qetlîamê de daxwaza ‘dîtina faîlan’ kirin
11:59 Leşker dixwazin ku cerdevanan bişînin tunelên şer
11:58 Bêrîvan Xalid: Divê hêzên koalîsyonê li dijî êrişan xwedî helwestekî zelal bin
11:25 Kurê 'rûspiyê' tecawizkar jî tecawizkar derket!
11:11 Li herêma Anîtosê şer berdewam dike
11:04 Got ‘li pişt min dewlet heye’ û hewl da tecawiz bike
10:34 Boral ê ku li Hezoyê jiyana xwe ji dest dabû, hat veşartin
10:34 Ozturk: Rêya hevrûbûn û helalbûnê di Îmraliyê re derbas dibe
09:53 Di teqînê de leşkerek hat kuştin
09:49 Du bira û heman çîrok: Me terorîst kuştin
09:32 Em li Şirnexê ketin pey şopa qirkirina daran: Di 2 salan de 500 hezar ton dar hatin birîn
09:06 Şaredariya Silopiyayê ku heqê rê kiriye 50 qirûş: Em ê her derfetê ji gel re seferber bikin
09:05 Bertek nîşanî bihakirina Nanê Gel dan: Em nikarin nan jî bikirin
09:04 Li Weranşarê mala şînê ji tiryakkêşan re hatiye hiştin
09:03 Siyasetmedarê kurd ku MÎT dixwaze were îadekirin û DAIŞ’î di heman qawişê de ne
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2022'YAN
09/08/2022
22:00 Ji bo civînên gel ên HDP’ê yên Manîsayê banga tev li bûnê hate kirin
21:49 Li Colemêrgê şerekî dijwar qewimî
18:38 Êrişî Dirbêsiyê û Tirbêspiyê kirin: 2 kes birîndar bûn
18:28 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
17:46 ‘Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin’
17:21 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:53 Cenazeyê Alankûş ku polîsan revand hat veşartin
16:34 OHD: Bila Aysel Tûglûk tavilê bê berdan
16:00 ‘Bila êdî ev zilm biqede’
14:36 ÎSÎG: Di tîrmehê de herî kêm 169 karker mirin e
14:19 Atmaca ku dihat îdiakirin li girtîgehê întîhar kiriye, jiyana xwe ji dest da
14:14 Tirkiyeyê êrişî deverek Qamişlo kir: Birîndar hene
14:06 ‘Divê wezaret daneyên rasteqîn eşkere bike’
14:04 Binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin kete rojeva Meclisê
12:46 Hevserokê HDP’ê û welatiyê 75 salî hatin binçavkirin
12:23 Malbatên girtiyan: Em bi du zimanan bangî wan dikin lê dîsa jî fêm nakin
12:13 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê em ê ji ber vî deriyî neçin
12:06 HDP dê li Manîsayê bi gel re bicive
11:53 308 kesan ji bo Sûriyeyê bang li muxalefetê kirin: Nebin şirîkên sûc û bi wêrekî bibêjin na
11:19 Li Şirnexê jinekê hewl da ku xwe bikuje
10:59 Nûnerên saziyên elewiyan ji serdana Erdogan a cemxaneyê nerazî ne
10:28 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Amûdê kir
10:20 Şaredarê AKP’ê Beyoglu soza ‘tamîrkirinê’ bicih neanî
09:55 Tirkiyeyê êrişî Til Temirê kir: Kesek hate qetilkirin
09:55 Biryara AYM’ê ya ji bo Alî Îsmaîl Korkmaz: Polîs dê careke din were darizandin
09:12 Rojnameger Îbrahîm: Di êriş û qetlîaman de hevkariya PDK’ê heye
09:11 Li dijî tecrîdê banga têkoşînê: Li Kurdistanê yekane aktor Ocalan e
09:08 Jinan bang kir: Divê her kes li ber îşkenceya li girtîgehan rabe
09:07 Garis li zeviyan ziwa bû!
09:06 Temellî: Li dijî neçareserkirina netew dewletê pêdivî bi rêbaza konfederal heye
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:32 Leşkerê li Zapê birîndar bûbû, mir
08/08/2022
21:34 Li Mêrsîne Aram Tigran bi stranan hate bibîranîn
19:32 Yanik a AKP’î îtîraf kir: Em li Sûriyeyê ji bo ku kurd statuyekê bi dest nexin şer dikin
18:17 5 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:48 KESK: Bila peymana promosyonê bê nûkirin