NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişên artêşa tirk ên li dijî navçeya Til Temirê de kesek hate qetilkirin.
Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), Tirkiyeyê gundê Selmase yê li başûrê rojavayê Til Temirê bombebaran kir.
Di encama êrişê de welatiyê bi navê Îbrahîm Mihemed Heşê (55) bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.