ÊLIH - Hevserokê HDP’a Bajaroka Kaniyahenê Sezgîn Yavûz û Yûsûf Şahîn ê 75 salî hatin binçavkirin.
Li bajaroka Kaniyahenê ya bi ser navçeya Hezo ya Êlihê ve Hevserokê HDP’ê yê Bajarok Sezgîn Yavûz û Yûsûf Şahîn ê 75 salî hatin binçavkirin. Hat zanîn ku leşkeran Yavûz û Şahîn birine Fermandariya Leşkeriyê ya Êlihê. Derbarê hêceta binçavkirinê de agahî nehatin bidestxistin.