MANÎSA - HDP’ê ji bo civînên gel ên li 3 herêmên Manîsayê pêk bîne, banga tev li bûnê kir.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Manîsayê, di 11’ê tebaxê dê li Taxa Fevzî Çakmak û Yûnûs Emre yên navendî û li navçeya Salîhliyê civînên gel pêk bîne. HDP xebatên xwe yên têkildarî civînên gel didomîne.
Rêveberên HDP’ê di çarçoveya xebatan de di saetên êvarî de li Taxa Yûnûs Emre û navçeya Şehzadelerê serdana qehwexaneyan kirin û gel vexwendin civîna gel a Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, parlamenter Mûrat Çepnî, Fîlîz Kerestecîoglû, Alî Kenanoglû û endamên Meclîsa Partiyê tev li bibin.