ÊLIH - Endamê HPG'ê Kemal Boral ê di şerê li gundê Smaîlka Hezoyê de jiyan xwe ji dest dabû, bi girseyî hat defînkirin.
Cenazeyê Kemal Boral ê di şerê li bejahiya gundê Smalîlka bi ser navçeya Hezoya Êlihê ve di 8'ê tebaxê de jiyana xwe ji dest dabû teslîmî malbatê hat kirin. Malbatê duh li morga Nexweşxaneyê Lêkolîn û Perwerdeyê ya Êlihê cenazeyê Boral teşhîs kir. Malbat piştî teşhîskirinê cenazeyê lawê xwe wergirt û ji bo definkirinê birin gundê Ceznê yê Hezoyê.
Cenazeyê Boral piştî wecîbeyên olî, duh şev bi awayekî girseyî hat veşartin.