Rojnamevan Ermîş: Rûsya îstîxbaratê dide Tirkiyeyê ku bikare êriş bike

  • rojane
  • 09:04 14 Tebax 2022
  • |

RIHA - Rojnamevan Halît Ermîş, diyar kir ku piştî hevdîtinên li Soçiyê, êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûn û wiha got: “Sedema hebûna hêzên garantor ji holê radibe. Rûsyayê garantoriya Tirkiyeyê girtiye ser xwe. Îstîxbaratê dide Tirkiyeyê ku êriş bike.”

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn û Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di 5’ê tebaxê de li bajarê Soçiyê hevdîtinek pêk anîn. Piştî hevdîtinê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûn. Tirkiye ji bilî guhertina demografiya bajarên Cerablûs, Bab, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî ku di bin kontrola xwe de digire, tevî hêzên garantor ên li herêmê hewl dide her roj rast e rast bi rêya hêzên paramîlîter êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike.  
 
Tirkiye ji bo vê pêk bîne her rê diceribîne. Di vê çarçoveyê de piştî di navbera Enqereyê û Şamê de li Sûriyeyê şer derket, cara ewil hevdîtin pêk hatin. Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû, li paytexê Sirbîstanê Belgradê bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Faysal Mîkdad re hevdîtinek kir. Îdiaya ku Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan wê bi Serokê Sûriyeyê Beşar Esad re hevdîtinê bike, li gelek herêmên wekî Îdlib, Ezaz, Cerablûs, Marê, Raî, Bab, Soran û Serêkaniyê yên di bin kontrola Tirkiyeyê û komên paramîlîter ku piştevaniya wan dike de ne rastî bertekên mezin hatin. Kesên ku xwe pêşandan kirin ala Tirkiyeyê şewitandin û diyar kirin ku li hev kirina bi hikumeta Şamê re qebûl nakin.
Ligel van geşedanan, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku wan di 8'ê Tebaxê de li dijî êrîşên li dijî herêmê zêde bûne, li ser sînorê Mêrdînê 3 çalakiyên cuda li dar xistine û di encamê de 23 leşker hatine kuştin. Rojnamevan Halît Ermiş ku bi salan e li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojnamegeriyê dike, geşedanên awarte yên rojên dawî yên li herêmê pêk tên ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re nirxandin. 
 
Ermiş, anî ziman ku tiştên ku veşartî hatine axaftin ji tiştên ku li Soçiyê hatine ragihandin girîngtir in û destnîşan kir ku bandora vê yekê li qadan xwe dide nîşandan. Ermîş, destnîşan kir ku esas tiştê diyar ker tiştên ku li qadê tên jiyîn in û wiha got: “Zêdebûna êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya piştî hevdîtinê bi awayekî zelal dide nîşandan ku her du aliyan di nava xwe de peymanek çêkirine. Di hin xalan de jî ev yek diyar dibe. Rûsya dixwaze hikumeta Şamê û Tirkiyeye bîne gelhev. Daxuyaniyên Mevlut Çavûşoglû di vê çarçoveyê de ne. Ji xwe Çavûşoglû got ‘di nava îstîxbaratan de hevdîtin hene’. Bi daxuyaniyên tên dayîn bingeha hevdîtina Erdogan û Esad tê amadekirin.”
 
Ermîş, bi lêv kir ku pêvajoya şer a li Sûriyeyê bi hevdîtinên hatin kirin ketiye asteke nû û wiha berdewam kir: “Hevsengiyên hêz di nava xwe de pêvajoyekê dide diyarkirin. Hêzên navnetewî yên koalîsyonê hene. Tevî ku têkiliyên Tirkiyeyê yên bi wan re baş in jî têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re baştir kirin. Tirkiyeya Suriye bi deh hezaran çeteyan dagirkir, rêya ku ji nû ve bi hikumeta Şamê re hevdîtinan bike digere.”
 
‘HEVDÎTINA BI ŞAMÊ RE WÊ HESAN NEBE’
 
Ermîş, bal kişand ser xwepêşandanên li bajarên di bin kontrola komên Tirkiye piştevaniya wan dike de çêbûn û wiha lê zêde kir: “Tirkiyeyê heta niha hebûna xwe ya li Sûriyeyê bi ser van çeteyan pêk anî. Bi taybetî jî çeteyên bermayiyên DAIŞ û El Nûsrayê li gelek deveran bikaranîn. Tirkiyeyê li cihên ku dagir kirine polîtîkayên pişaftinê xistin meriyete. Pereyên xwe xistin dewrê. Pergala posteyê pêş ve bir. Saziyên dewletê li Sûriyeyê ava kir. Van komên çeteyan jî weke ‘em heta hetaye li vir in, em ê di bin garantiya Tirkiyeyê de bimînin, hikumeta Şamê nikare me ji vir derxîne’ fikirîn. Niha garantiya ku bi pergaleke federe dikarin wir kontrol bikin dane wan. Heke ew qas hesan nedibû ev qas çeteyan ber bi şer ve bişîne. Hin soz hene. Guhertina politikaya Tirkiyeya ku hebûna xwe bi vî awayî li Sûriyeyê ava kirî ya bi nişka ve, hevdîtina bi hikumeta Şamê er dide nîşandan ku wê ewqas hêsan nebe.”
 
BANDORA SOÇIYÊ YA LI SER IDLIBÊ WÊ ÇAWA BE?
 
Ermîş, bal kişand ku daxuyaniya nivîskî ku li ser navê SMO’yê der barê kiryarên li dijî Tirkiyeyê de li Enqereyê hatiye amadekirin û diyar kir ku bi daxuyaniyê hewl hatiye dayîn ku xwepêşandan weke asayî bên nîşandan. Ermîş, anî ziman ku bandora hevdîtinên Soçiyê wê li Idlibê bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêzên paramîlîter dikarin bên bikaranîn lê hêzên selefî yên weke Nûsrayê jî hene. Armancên van hêzan hene, bi Tirkiyeyê re di vê çarçoveyê de têkilî danîne. Ev hêz wê hevdîtinê qebûl bikin? Ev kom wê çekan danin? Van koman hebûna xwe li ser şerê 11 sal in didome avakirine. Hemû cîhan van koman weke çete dibîne. Dema şer nebe hûn ê van çeteyan danin ku dere? Ev yek xisûs, xisûseke ku serê Tirkiyeyê biêşîne ye. Hikumeta Şamê heke hevdîtina bi van koman re qebûl bike wê serê xwe bêxe belayê.”
 
‘XETEREYA ESASÎ EW BI XWE NE’
 
Ermîş, bi bîr xist ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di 8'ê Tebaxê de li dijî êrîşên li dijî herêmê zêde bûne, li ser sînorê Mêrdînê 3 çalakiyên cuda li dar xistine û di encamê de 23 leşker hatine kuştin û wiha pê de çû: “Tirkiye wê mirinê bîne herêmê, wê komkujiyan pêk bîne, hêzên li herêmê jî wê dest û lingên wan girêdayî bisekinin. Tiştekî wiha nabe. Heta niha li ser sînorê Tirkiyeyê çalakiyeke ku ji aliyê HSD’ê ve hatiye kirin nîne jî lê Tirkiyeyê ji êrişên xwe re ev kir hincet û gotin ‘li dijî me gef û xetere hene’. Lê esas xetere ew bi xwe ne. Li wan herêman tu êriş nebûn. Rûsya hêzêke ku li herêmê ye, dema êrişî herêmê hate kirin wê hebûna xwe girêdayî çi bike?”
 
‘XWEPARASTIN MAF E’
 
Ermîş, destnîşan kir ku HSD’ê li dijî êrişan mafê xwe yê parastinê bikaranî û wiha domand: “Ev tişta herî însanî ye. Soçî ne peymaneke ku tenê di nava Tirkiyeyê û Rûsyayê de çêbûye ye, di nava hemû hêzan de peymaneke veşarî heye. Li dijî van êrişan ji tu dewletan dengekî cidî dernakeve. Diyar e ku pêvajoyeke pir alî û biaktor tê birêvebirin. Gelê herêmê van êrişan qebûl nake. Dixwaze xweparastinê bike. Tişta herî meşrû ku were kirin bersivdayîn e û ev jî maf e.”
 
‘DAIŞ XELAS NEBÛ’
 
Ermîş, qal kir ku DAIŞ hêj li herêmê heye û got: “HSD’ê bi operasyonan gelek hucreyên DAIŞ’ê têk birin. Li dijî vê daxwaza Rûsyayê an jî hêzeke din a ji holê rakirina DAIŞ’ê heye? Ev hêz ji bo hebûna xwe bidomînin dixwazin DAIŞ jî hebe. Di îfadeyên hin DAIŞ’iyên piştî êrişên li Girtîgeha Sîna ya li Hesekê hatin girtin bi awayekî zelal nîşan dide ku kê araste kirine. Ev çete ne bi veşartî bi awayekî zelal di bin kontrola Tirkiyeyê de ne. Divê em matmayî neminin ku DAIŞ bi Tirkiyeyê êrişî herêmê dike.” 
 
‘RÛSYA TALÛKE DILÎZE’
 
Ermîş, destnîşan kir ku hêzên navnetewî li herêmê “siyaseteke dur û” bi rê ve dibin û wiha bi lêv kir: “Sedemê hebûna hêzên garantor ji holê radibe heta bi xeter dibe. Rûsya bixeter dilîze. Hincetê hebûna wê astengkirina kûrkirina krîzê ye lê Rûsya peywîra garantoriya xwe bi cih naîne. Şer piştî 2019’an de jî qet nesekinî. Gelo garantoriya Rûsyayê li ku ma. Rûsya agahiyên HSD’ê yên navenda Qamişloyê bi Tirkiyeyê re parve dike ku Tirkiye êriş bike. Ev garantoriyeke çawa ye? Rûsya garantoriya Tirkiyeyê girtiye ser xwe. Heke wisa berdewam bike di salên pêşiya me jî dikarin şahidiniya pêvajoyeke bi şer bikin. HSD’ê mafê xwe yê herî xwezayî yê xwe parastinê bikaranî. HSD hêzeke nîzamî ye, zarokên gelekî ku bedel dayî ne. Ev gel wê teslîmî Rûsyayê ne jî teslîmî Tirkiyeyê bibe.”
 
‘ŞOREŞA ROJAVA DIBE HÊVÎ’
 
Ermîş, anî ziman ku gelen Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwesta li ber xwe danê nîşan didni û diyar kir ku wê li dijî tundiya êrişan teslîm nebin. Ermîş, qala girîngiya Şoreşa Rojava ya ji bo hemû cîhanê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “DAIŞ’ê ji gelek cihan êriş kir û xwest dewletekê ava bike. Li her derê hewl dan komkujiyan pêk bînin. Kesên ku ev lîstîka bi xwîn vala derxist bûn gelên li Rojava. Kesên teror sekinandin bûn gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Heke van gelan hemû cîhan ji vê xetereyê parastibe, dive hemû cîhan jî li dijî êrişên Tirkiyeyê bisekine. Li dijî êrişên tên kirin tenê niyeta baş têre nake. Divê bi îlankirina Roja Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji mirovan dîwarek were lêkirin li derdora Rojava. Encax peymanên bi vî awayî hatine kirin, dikarin êrişan vala derxînin. Heke Şoreşa Rojava ya were fetisandin tê wateya fetisandina hemû mirovahiyê. Ev dê were wateya fetisandina demokrasiye. Rojava dibe hêviyek, rê nîşanî gelan dide. Dixwazin vê hêviyê bişikînin. Armanc ne tene qirkirina fizîkî ye, dixwazin hêviyên têkildarî pêşerojê vemirînin. Divê herkes li dijî vê derkeve.”
 
MA / Emrûllah Acar
 
 

Sernavên din

15/08/2022
09:03 Hejmara 5’an a Kovarê Destarê derçû
09:02 Temûr: Îdianame nîne, dosya di erebeya marketê de tên gerandin
09:02 Ji Aryen Komê projeya ‘Konserên Tamarayê’
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2022'YAN
14/08/2022
23:58 Destûr nedan ku Babayîgît ê di bin çavan de bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike
21:03 Mîhrîcana Şano û Zarokan bi eleqeyeke mezin didome
20:56 Li Amed û Tekîrdagê tundiya zilaman
20:42 Kesên di bîranîna Alankûş de hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:27 Di şahiyên gel de banga şikandina tecrîdê hate kirin
17:09 Qeymeqamê ku bi wesayîta fermî li zarokekê dabû weke Muşawirê Hiqûqê hate tayînkirin
16:51 Li Misrê di şewata li dêrê de 40 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:33 Cerdevanê di şer de birîndar bûyî mir
15:51 Li Mêrdînê bang kirin: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:18 Aydenîz: Hemû cîhan deyndarê Rojava ye
15:15 Endamên NÇM’ê çûn serdana malbata Nûdem Durak
13:53 HSD: Sîxûrekî MÎT’ê hate kuştin û 2 jî hatin girtin
13:43 Li Mêrdînê 3 cenaze di morgê de tên sekinandin
13:42 Kizil ê ku digot ‘li pişt min dewlet heye’ û gefa kuştinê li Îpek dixwar hate girtin
13:17 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:39 Girtiyê nexweş ku bo berdana wî 10 roj mabûn jiyana xwe ji dest da
12:35 Li Bab û Mareyê 6 leşker û endamên komên paramîlîter hatin kuştin
12:02 Ezmûna qeyûm sê caran da betalkirin lê dîsa jî venegerandin kar
11:44 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 524’an de ye
11:26 Li ser sînorê Kobanê liv û tevgera leşkerî: Li şûna leşkerên peyadar, çawişên pispor hatin bicihkirin!
11:12 Rêya astengdaran a Rêya Armûşê tije astengî ne
10:59 Ji bo Komkujiya Dîgorê muze hate avakirin
10:50 Li Amedê ‘qeyûmê nepen’ 4 mûçeyan werdigire
10:01 Li Silopiyayê çalakiyên şano û zarokan dest pê kirin
09:36 Gundê Gundikremo cara duyemîne tê hilweşandin!
09:05 Li pêş OPCW’yê çalaki: Biraziyên min bi çekên kîmyewî hatin kuştin
09:04 Rojnamevan Ermîş: Rûsya îstîxbaratê dide Tirkiyeyê ku bikare êriş bike
09:03 Gelê Wanê: Em êdî nikarin nan û avê jî bikirin
09:02 Komkujiya Dîgorê: Ne zîhniyet, faîl hatin guhertin
09:01 ‘Azadkirina Ayselê deynê stûyê me hemûyan e’
09:00 ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2022’YAN
13/08/2022
19:33 Cenazeyê Guneş piştî 64 rojan hate dîtin
19:18 Sancar: Divê yekitiyeke berfireh ku planên şer vala derxîne ava bikin
18:32 Hevserokê MED-DER’ê Ronî: Ziman mifteya azadiyê ye
16:57 Hat xwestin ku Ergîn Aktaş ê du destên wî tune ne bê berdan
16:40 Sancar serdana Antakyayê kir
16:34 Li Til Temirê 2 şervanên suryan jiyana xwe ji dest dan
15:27 Li Sêrtê şahiya gel: Berxwedana kurdan dê îktidara AKP-MHP’ê hilweşîne
15:00 Ji bo girtiyê nexweş Ayik banga berdana lezgîn hat kirin
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Şakar pirsîn
13:29 Sancar li Samandagiyê bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin
13:06 Di bîranîna Ûlaş Alankûş de gelek kes hatin binçavkirin
12:59 Li Kirmanşahê kolberek hat kuştin
12:16 Li aqûbeta Kartay, Er û Ceylan hat pirsîn
11:47 Li Santrala Akkuyu cînayeta kar: Abdî Adiguzel mir
11:26 Di hefteyekê de li Efrînê 11 kes hatine revandin
11:06 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
11:06 'Li cihê ku edalet lê nebe, ew der tarî ye'
10:53 Festîvala Xweza û Baweriyê: Bila însan biz iman û baweriy xwe bijîn
10:39 Li Çiyayê Tendurekê operasyon û şer diqewime
10:13 4 meh in DEDAŞ’ê wan di tariyê de hiştiye!
09:48 Li Herêma Kurdistanê leşkerek serpel hat kuştin
09:46 Li sê bajaran destûra lêgerîna petrolê hat dayîn
09:33 Li gundê Hesena birîna daran berdewam dike
09:03 Şev û roj dixebite: Di navbera kirîna derman û erzaq de tercîhê dike
09:03 ‘Aysel ji ber ku siyasetmedareke jin a kurd e nayê berdan’
09:03 Midûrê ku digot ‘Ez Esat Oktay im’ careke din şandin Girtîgeha Tekîrdagê
09:02 ‘Şaredarên AKP’yî ku hatine cezakirin ji aliyê Soylû ve tên parastin’
09:02 Kameraya qereqolê kêliya têqîna ku H.E. giran birîndar bûbû ‘nekişandiye’!
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2022'YAN
12/08/2022
21:53 Midurê girtîgehê bi şandeya ji bo çalakiya greva birçîbûnê hatiye avakirin re hevdîtin nekir
21:37 Sancar: Em dixwazin aştiyeke rast û birûmet were welat
19:49 AYM’ê derbarê Tûglûkê de biryara tedbîrê da
19:16 Îlker a ji bo kurê xwe yê nexweş di çalakiyê de: Hûn sûc dikin
18:52 Dayîka Rêzan Cavîd: Serê wî qasî daristanên Qendîlê bilind e
17:09 Li Mêrdînê şerê bi çekan: Cerdevanê ku tê îdiakirin bi zorê fihûşê dide kirin birîndar bû
16:39 10 karker û rojnameger Kuray hatin binçavkirin
16:08 Li Girtîgeha Amedê ya Jinan korona belav dibe
15:55 20 kesên di serdegirtina ESP'ê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
15:45 Bertek nîşanî revandina cenazeyê Alankuş dan: Em ê gilî bikin
15:02 Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya Girtîgeha Denîzliyê di roja 2’yan de didome
14:54 Hevseroka HDP’a Şirnexê hat berdan
14:29 Rapora Çavdêriyê: Ji bo peşkê li Nobeda Edaletê bixin zextan dikin
13:49 NY: Di êrişa Îsraîlê de 19 zarokên filistînî hatin kuştin
13:49 Wezareta Karê Derve derbarê Sûriyeyê de daxûyanî da
13:45 Encumenên HDP’yî giliyê şaredarê AKP’yî, dozger û polîsan kirin
13:38 Qeyûmê Şaredariya Êlihê 11 parselên erd da ber firotinê
13:33 OHD: Di binçavan de li nexweşxaneyê îşkence li miwekîlên me hatiye kirin
13:12 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:06 Girtiyê nexweş Polat: Ji ber ku ez kurd im gefan li min dixwin
12:57 Ferît Şenyaşar: Dema edalet pêk hat dê kesên qedexe li ber me danîn hesabê bidin
12:52 Baroya Mêrdînê dest bi lêkolîna bûyera tecawizê ya li Dêrikê kir
11:12 Bi daxuyaniya Çavuşoglû re herêm tevlihev bû
10:36 Kartal: Divê bi şerê gel ê şoreşger bersiva êrişan bê dayîn
10:02 Dozgerê bêyî ku ji ber mirina Atmaca îfadeya karmendan bigire derket betlaneyê
09:44 Cihê wezîfeya 329 qeymeqam û 11 midûrên polîsan hat guhertin
09:04 Deriyê sînor ku AKP 11 sal in propagandaya wê dike hêj nehatiye vekirin
09:04 Rapora Nobeda Edaletê ya 522 rojan: Divê Meclis wezîfeya xwe pêk bîne
09:03 Tedawiya rojnamevan Ayik ê ji sedî 76 astengdar e, tê astengkirin
09:03 Hevdîtina dayik û law: Ewqas zeîf bibû ku min nikaribû maç bikim
09:03 Bi cerdevan re bazara daran: Ev çend sal in em her tim dibirin, leşker me diparêzin
09:00 ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2022'YAN
11/08/2022
23:56 Bûldan: HDP hêviya vî welatî ye
23:24 Ronak piştî 30 salan li bajarê xwe bi kulîlkan hate pêşwazîkirin
21:41 Bûldan li Manîsayê tev li civîna gel bû: Vaye gelê me vaye HDP!
21:21 Polîsan bi ser avahiya ESP’ê de girtin: 21 kes hatin binçavkirin