BEDLÎS - Ciwanê 18 salî Yûsûf Ulug dema li Bedlîsê pezê xwe diçêrand, alaveke leşkerî teqiya û bi giranî birîndar bû.
Ciwanê bi navê Yûsûf Ulug (18) duh di saetên êvarê de li gundê Hêvrês ê Bedlisê dema pezê xwe diçêrand, alaveke leşkerî teqiya û di encamê de bi giranî birîndar bû. Bi bûyerê re komên tenduristiyê ber bi herêmê ve hatin şandin û Ulug rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê. Piştî destwerdana ewil a li nexweşxaneyê, Ulug sewqî Rihayê hate kirin.
Hat zanîn ku di teqînê de destê Ulug ji zendika wî qut bûye û xetere heye ku çavekî wî jî kor bibe. Xetereya li ser jiyana Ulug didome.