COLEMÊRG - Wezareta Parastinê ragihand ku li Şemzînanê leşkerekî jiyana xwe ji dest daye, 3 leşker jî bi “qezayekê” birîndar bûne.
Wezareta Parastinê, ragihand ku di lêgerîna erd a navçeya Şemzînan a Colemêrgê leşkerê bipeyman Atakan Çakir bi “qezayekê” jiyana xwe ji dest daye û 3 leşker jî birîndar bûne.
Çavkaniyên herêmî jî ragihandin ku li herêma Garê hefteyeke lêgerînên mayînê nayên kirin, bûyera qewimî dibe ku pevçûnek be.