AMED - Li Amedê endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê jî di nav de hebûn 40 kesên ku bi îxbarên bêbingeh hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Li Amedê di 13’ê tebaxê de nîvê şeve li ser hev 3 caran îxbar hatin kirin. Di encama van îxbaran de polîsn bi ser malan de girt û 40 kes kirin binçavan. Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê jî di nav de 40 kesên du rojan di binçavan de man, duh êvarê li Midûriyetat Polîsan a Amedê îfadeyên wan hatin girtin. Piştî îfadegirtinê 40 ciwan hatin berdan. Ciwanan di îfadeyên xwe de diyar kirin ku îxbarên hatine kirin bêbingeh in.