WAN - Ji ber nexweşiya tebeqê ya li Payîzava ya Wanê belav bûyî, bazara sewalan ji bo du hefteyan hate girtin.
Li gorî agahiyan; li du taxên navçeya Payîzava ya Wanê nexweşiya tebeqê derket. Her du tax jî xistin karantînayê û bazara sewalan a li navendê jî ji bo du hefteyan hate girtin. Komên girêdayî Midûriyeta Çandinî û Daristanê li her du taxan dest bi lêkolînê kirin.