DBP’ê, HDP’ê û TJA’yê ‘li dijî şer û mêtingeriyê’ civîna gel li dar xist

  • rojane
  • 16:50 17 Tebax 2022
  • |
img
RIHA/ŞIRNEX - Di pêşengtiya DBP’ê, HDP’ê û TJA’yê de li Rihayê bi dirûşmeya “li dijî şer û mêtîngeriyê civaka azad” bi gel re civîn hate lidarxistin. Parlamenter Omer Ocalan ê di civînê de axivî, wiha got: “Ji bo desthilata xwe bidomînin xwîn dirijînin. Li dijî vê em bi gelê Kobanê re ne.”
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad bi dirûşmeya “li dijî şer û mêtîngeriyê civaka azad” li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî bi gel re civiyan. Parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Ayşe Surucu Û Omer Ocalan, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, endamê Meclîsa DBP’ê Salîh Mevalî û gelek kes tev li civînê bûn. Cîvîn bi rêzgirtina ji bo bîranîna kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir.
 
Endamê Meclîsa DBP’ê Salîh Mevalî yê di civînê de ewilî axivî, li dijî şer û mêtîngeriyê pêşkeşiyek kir û endamê berê yê Meclîsa DBP’ê Mehmet Candemîr (60) ku dema li Girtîgeha Tîpa L a Espiyeyê ya Gîresûnê dihat ragirtin, jiyana xwe ji dest da, bi bîr anî.
 
‘BERXWEDAN MEZIN DIBE’
 
Hevseroka HDP’a Rihayê Aliye Kizildamar a du re axivî jî destnîşan kir ku li dijî şer û metîngeriyê kevneşopiyeke berxwedanê heye û diyar kir ku kurt bi dostên xwe re her tim li ber xwe didin. Kizildamar, qal kir ku siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk a nexweşiya demansê pê re nehate berdan û wiha got: “Jin her roj rastî bêhiqûqiyê tên. Emîne Şenyaşar ev 527 roj in li ber edliyeyê li benda edaletê ye. Hiqûqa li vî welatî di nava rondikên Dayika Emîne de veşartî ye. Navê vê hiqûqê çi ye? Ji bo ku ku kurd xwe bi xwe bi rê ve bibin her tişt tê kirin. Di 19’ê tebaxa 2019'an de li şaredariyên ku vîna gel in, qeyûm hatin tayînkirin. Berxwedana li dijî van qewimînan roj bi roj mezin dibe . Bêguman wê azadî were ser vê axê.”
 
‘KURD ŞER NAXWAZIN’
 
Piştî axaftinan sînevîzyona li dijî şer û metîngeriyê ku hate amadekirin hate pêşkeşkirin. Dû re parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan ê axivî, destnîşan kir ku gelê kurd li dijî neheqiyên ku pê re rû bi rû dimîne her tim li ber xwe daye û wiha got: “Berxwedan di dîroka gelê kurd de xwedî cihekî girîng e. Kurd her tim hatine înkarkirin, asîmîlasyon li wan hat ferzkirin. Zarokên vî gelî li dijî zilma ku Plana Islahata Şark pêk anî serî hildan. Ji bo ku dawî li mêtingeriya li dijî kurdan were berxwedanek dane destpêkirin. Em şer naxwazin. Bêtehemuliya kesên li Rojava şer dikin, kurdbûna wan e. Ma mafê gelê Kobanê nîne ku bi ziman û statuya xwe bijî? Dibêjin em ê statûya kurdan qebûl nekin. Kurd û dostên wan şer naxwazin. Divê helwesta vî gelî bê qebûlkirin. Dostên Kurdan jî hene. Tevgera azadiyê xwedî polîtîkayeke gerdûnî ye. Îdîayên wan hene, berdêla demokrasiyê ji bo hemû gelan didin. Ciwanên vî gelî ji bo vê jiyana xwe ji dest didin. Em ê xwedî li têkoşîna wan derkevin.”
 
‘EM LI CEM GELÊ KOBANÊ NE’
 
Ocalan, ê got ‘em ê li dijî şer bisekinin’ wiha berdewam kir: “Em li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest da. Ji bo aştiyeke birûmet divê şer bi dawî bibe. Kes ji şer hez nake. Îdiaya me ye mezin e. Ji bo ku desthilata xwe bidomînin xwînê dirijînin. Li dijî vê em bi gelê Kobanê re ne. Divê em bi gelê Kobanê re bibin yek. Em li dijî aştiyeke birûmet têkoşîna xwe mezin bikin. Serkeftin wê bibe ya gelan.”
 
‘BIJÎ BERXWEDANA ROJAVA' 
 
Civîn bi gerandina govendê ya bi stranên Hozan Şervan bi dawî bû. Di dema gerandina govendê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” , “Bijî berxwedana zîndanan” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
 
ŞIRNEX
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê bi dirûşmeya "Li dijî mêtingeriyê azadiya civakî” li hêwana dewatê ya Mîr şahiyek li dar xist. Parlementerên HDP’ê yên Şirnexê Nuran Îmîr û Huseyîn Kaçmaz û Meclîsa Dayikên Aştiyê, TJA, rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan û gelek welatî tev li şahiyê bûn.
 
Bername bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
 
Piştre Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Abdullah Gungen axivî. Gungen anî ziman ku ew ê li her qadên jiyanê têkoşina xwe mezin bikin û wiha got: "Roj di bin em xemgîn in, roj dibin em keyfxweş in. Têkoşina me ya azadiyê wisa ye. Em vê kelacana xwe ji dayikên xwe û ciwanên xwe digirin. Bedela wê çi dibe bila bibe em ê dev ji daxwaza azadiyê bernadin.”
 
‘TÊK ÇÛN’
 
Piştre parlementerê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz axivî. Kaçmaz jî bal kişand li ser politîkayên ku dewlet li ser gelê kurd dide meşandin û wiha axivî: "Hişmendiya metingeriyê beriya niha gotibû 'me xeyala azadiyê binerd kiriye’ lê bila vê coşê bibinîn. Xwestin ziman û nasnameya kurd tune bikin. Di çarçoveya vê konseptê de bi dehan komkujî pêk anîn. Lê vî gelî li hemberî dagirkeriyê serê xwe netewand. Îro polîtîkayên wan ê şer dibe sedema mirinan. Bi salan e gelê kurd aştiyê dixwaze. Lê ew aqlê ku beriya niha dixwest gelê kurd tune bike di şer de israr dike. Ew hişmendiya ku dixwest gelê kurd tune bike hê bi heman daxwazê tevdigere. Ew ên dixwestin ku gelê kurd tune bikin îro di dîplomasiyê û aboriyê de têk diçin. Gelê kurd bi serketî ye û wê bi ser jî bikeve. “
"
 
‘POLÎTÎKAYÊN ŞER ARAMIYÊ NAYNE’
 
Kaçmaz diyar kir ku wê gelê kurd li hemberî polîtîkayên şer serê xwe netewîne û wiha domand: "Bi Peyama Lozanê gelê kurd wekî nasnameyekê qebûl nakin. Ew ê ku dixwestin gelê kurd di zindana Amedê de bêhêvî bihêlin têk çûn. Gelê kurd her tim xwedî li vîna xwe û tekoşîna xwe derdikeve. Di polîtîkayên şer de israr dikin. Em jî dibêjin em jî israr dikin û heta ku hûn gelê kurd qebûl nekin em ê nesekinin. Heger gelê kurd nebûya wê DAIŞ çi bikira? Wê hişmendiya metinger çi qas di tunekirinê de israr kiribe, gelê kurd jî ew qas serkeftî ye. Israra di polîtîkayên şer de  aramiyê nayine Tirkiyeyê."
 
Piştî axiftinan şahî bi govendgirtinê bi dawî bû.
 
 
 

Sernavên din

22/08/2022
09:03 'Pêdivî bi pergaleke alternatîf a perwerdehiya wijdanî, exlaqî heye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2022'YAN
21/08/2022
19:55 Ji Amedê bang kirin: Em ê li dijî tiştên li girtîgehan diqewimin bêdeng nemînin
18:50 Zarokê ku kete germavê jiyana xwe ji dest da
18:40 HDP li Feraşînê bi gel re civiya
16:48 Şandeya DBP’ê û HDP’ê çûn şîna malbatên Dêrikê
16:02 Dîmena danasînê ya şeva piştevaniya çapemeniya azad hat weşandin
15:55 Gardiyanan gef li girtiyên ku hejmartina li ser piyan qebûl nekirin xwarin
15:37 HDP çû şîna Bazo Yilmaz
15:24 Şandeya HDP’ê li Dêrikê ye: Kujerê 21 kesan Cengîz Holdîng e
15:13 20 kesên li Dêrikê jiyana xwe ji dest dabûn hatin veşartin
14:04 Sê welatiyên ku leşkeran ew girtibûn, hatin berdan
14:03 Li herêma Zozanên Şênê şer qewimî: Gelek ambûlans şandin cihê bûyerê
13:29 Şahidên qezayê vegotin: Bergirî nehatin girtin, barê TIR’an zêde bû
12:26 Piştî civînên Soçî û Tehranê 8 zarok hatin qetilkirin, 24 jî birîndar bûn
11:58 Li Dîlokê karkerên fistiqan qeza kirin: 2 kes mirin 7 kes birîndar bûn
11:43 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 531’emîn de ye
11:26 Jinên siyasetmedar bang kirin: Divê em bibin qêrîna Aysel Tûglûk
10:40 Kesên li Dêrikê jiyana xwe ji dest dan tên veşartin
10:26 Hewza Firatê di bin xetereyê de ye: Têkoşîna ekolojiyê têkoşîna mafê jiyanê ye
09:13 Li Dêrikê wek qetlîamê qeza pêk hat: Heya niha 20 kes mirin
09:06 'Her ku tecrîda li Îmraliyê kûr dibe binpêkirinên mafan zêde dibin'
09:04 Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi hinceta 'tadîlat'ê hêwan neda hunermend Evîn
09:03 Qeyûmê Êlihê bajêr parsêl bi parsêl difiroşe
09:02 Afîşa HADEP'ê ya 23 sal berê hatiye daliqandin li ber xwe dide
09:01 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2022'YAN
20/08/2022
22:50 Akdenîzê tecrîda li Îmraliyê şermezar kir
22:37 Tevegra Iraqa Demokratîk serdana KNK'ê kir
22:34 Rêveberiya Xweser: Di mehekê de 39 kesan jiyana xwe ji dest da
22:04 Cenazeyê jina windayî hat dîtin
21:00 Di qezaya li Dêrikê de 16 kes jiyana xwe ji dest dan
20:19 Rêvebiriya Xweser bi Wezareta Karên Derve ya Norwecê re civiya
18:24 HDP'ê li Botanê serdana gundan kir
18:00 Bûldan ji Colemêrgê bang kir: Dijminatiya li hemberî kurdan wê we têk bibe
17:35 Xizmên girtiyan ji Qada Kartalê bang kirin: Em li çareseriyê digerin
16:21 Sancar roja duşemê serdana Qersê dike
15:12 56 qurbaniyên qetlîama DAIŞ’ê hatin bibîranîn
15:01 ÎHD: Girtiyên nexweş Amaç, Kose û Oktar berdin
14:08 Nasnameyên her çar zarokên di êrişa Tirkiyeyê de hatin qetilkirin, eşkere bû
13:58 Dayikên Şemiyê li kujerên Cemal Kavak pirsîn
13:41 Li Cizîrê ciwanekî xwe kuşt
13:28 Li aqûbeta Demîr û Gunduz hat pirsîn
13:05 Li Dîlokê qeza: 16 kesan jiyana xwe ji dest da
12:31 Bûldan li Geverê serdana esnafan kir
12:29 Şandeya HDP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: AKP bêedaletiyê diafirîne
11:02 Şaredariya Westanê wesayîta cenaze neda ku cenaze bê rakirin!
10:24 Xelkê Qoserê 3 roj in li dijî tiryakê nobedê digire
10:04 AKP’ê di kêliya nimêja înê de deriyê Mizgefta Hz. Omer mohr kir
09:48 Hatîp Dîcle: AKP dê di vî şerî de têk biçe
09:29 Li Silopiya cerdevanekî întîhar kir
09:08 Mûtlû: Hezar sedem hene ku jin li hev kom dibin
09:00 Dayikên Aştiyê: Em dixwazin xeberekê ji Îmraliyê bistînin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2022'YAN
19/08/2022
22:52 Îtiraza ji bo berdana 16 rojnamevanan hat redkirin
20:14 Li Şehbayê yek jê zarok 2 kes birîndar bûn
19:42 Şermezakirina qeyûman: Divê têkoşîna li dijî desteserkirina îradeyê bê bilindkirin
16:25 Li Girtîgeha Şakranê 13 girtî hatin sirgûnkirin
16:16 HDP’ê serdana Ûlûg ê ji ber teqîna bermayîyên leşkerî birîndar bûbû kir
15:54 Endamên ESP'ê û MYK'a SKM'ê hatin binçavkirin
15:49 Ozturk: Ruhê berxwedana Agiriyê li Îmraliyê berdewam dike
15:37 Xwest mirinên li girtîgehan bên lêkolînkirin
14:38 Cenazeyê Bazo Yilmaz e li girtîgehê hatibû qetilkirin bi girseyî hat veşartin
14:00 Li Golên Satê amadekariya operasyonê tê kirin
13:47 Ji bo silametiya lawê xwe çalakî li dar dixe
13:41 'Bila girtiyên nexweş bên berdan’
13:26 OHD di Nobeta Edaletê de ye
13:08 Di êrişa Tirkiyeyê de li Til Temirê 4 zarok hatin qetilkirin
12:37 Qebûlnekirina tedawiya bikelemçe bûye sedema cezayê hucreyê
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Mizrakli: Em ê fitikekî li yên ku şaredarî kirine saziya rantê bixin
11:54 Ji bo şeva piştgiriya bi çapemeniya azad re bang kirin: Piştevanî şert e
11:28 Ji LaWje klîbek nû: Keçikê
10:26 Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ û stranên kurdî kirine delîlên sûc!
10:19 Ji Wanê bertek nîşanî êrişan dan: Çi karê Tirkiyeyê li Rojava heye?
09:55 Li Silopiyayê bi derketina jinan a kolanan re navçe paqij bû
09:45 ‘AKP-MHP êrişên derveyî sînor wekî amûrên siyasî bi kar tîne'
09:26 Cenazeyê girtiyê nexweş Yilmaz ê hate qetilkirin hat wergirtin
09:04 'Dewlet êdî nikare pêşiya têkoşîna kurdan bigire'
09:04 Rojnamevana feminîst Duzkan: Tevgera rizgariya jinê divê bibandortir be
09:03 Cara duyemîn berdana Guven ê ku 30 sal in girtiye hat taloqkirin
09:00 Navê şîrketên îhaleyên qeyûm digirin diguherin, lê xwedî heman kes in
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:02 Girtiyê nexweşê giran Yilmaz hate qetilkirin
18/08/2022
23:59 Gundên Dirbesiyê û Til Temirê hatin bombekirin
22:50 HRW: Êrişa li ser Rojavayê dê zirarê bide sivîlan
18:11 6 roj in daristanên li Colemêrgê dişewitin
17:04 Li Geverê şahiya gel: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
16:50 Polîsan pankarta ku navê qurbaniyên komkujiyê li ser dinivîsî daxist
16:00 ‘Tecrîda Îmraliyê bi awayek sîstematîk belav bûye, bêdengî sûc e’
15:36 Ji Girtîgeha Şakranê 9 girtî hatin sewqkirin
15:11 Li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 7 leşker hatin kuştin
14:42 Malbatên girtiyan li Wanê banga ‘Edaletê’ kirin
14:42 Li Mêrdînê 3 cenaze li Goristana Bêkesan hatin veşartin
14:27 TUM BEL-SEN: Em qeyûmên ku îradeya gel desteser kirine naxwazin
14:22 Qurbaniyên Komkujiya Şirnexê hatin bibîranîn
14:04 Nobeda Edaletê: Yên ku mirinê rewa dikin wê hesab bidin
13:57 Du zarokên ku ketin golê jiyana xwe ji dest dan
13:39 Hejmara Demokratîk Modernîteyê ya 40’an derket
12:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdana kirin
12:16 Jin îro bi Emîne Şenyaşar re Nobeda Edaletê digirin