COLEMÊRG - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Geverê serdana esnafan kir.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan bi boneya serdana xelkê û esnafan bike çû bajarê Colemêrgê. Bûldan li Balafirgeha Selahattîn Eyyubî ya Geverê hat pêşwazîkirin û bi karwanek wesayîtan derbasî navenda navçeya Geverê bû. Bûldan bi germahî û kêfxweşiya xelkê navçeyê hat pêşwazîkirin. Bûldan li navçeyê serdana esnafan kir û li pirsgirêkên esnafan guhdar kir. Bûldan pişt re derbasî avahiya partiya xwe ya Geverê bû.
Bûldan paşê derbasî navenda Colemêrgê bû. Bûldan dê li bajêr serdana esnafan bike û pişt re jî li Qada Azadiyê xîtabî gel bike.