NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameyên zarokên keç ên ku di encama êrişa Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê navên zarokên ku roja pêncşemê di êrişa balafira bêmirov (SÎHA) a Tirkiyeyê li ser navenda perwerdeyê ya keçan a li gundê Şemokê ku 2 km dûrî baregeha Koalîsyona Navneteweyî ye û li ser rêya Til Temir-Hesekê ye, eşkere kir.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Xweser navên her çar zarokan wiha ne: Raniya Eta, Zozan Zêdan, Dîlan Izedîn, Diyane Elo.