Xizmên girtiyan ji Qada Kartalê bang kirin: Em li çareseriyê digerin

  • rojane
  • 17:35 20 Tebax 2022
  • |
img
STENBOL - Xizmên girtiyan ku di hefteya 22'yan a çalakiya Nobeda Edaletê de li Qada Kartalê hatin cem hev diyar kirin ku di hefteyekê de 3 cenaze ji girtîgehan derketine û gotin: "Em li çareseriyê digerin."
 
Xizmên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatin şewitandin di hefteya 22'yan a Nobeda Edaletê de li Qada Kartal a Stenbolê hatin cem hev. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê, parlementer û endamên Meclîsa Ciwanan, nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER) û Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Xinda Kirine a Anatolyayê (ANYAKAY-DER) jî piştgirî Nobeda Edaletê.
 
Girse ku li Qada Kartalê kom bû, beriya daxuyaniyê li vir ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Polîsan biryara qedexeyê ya qeymeqamtiyê derpêş kir û nehiştin daxuyanî bê dayîn.
 
Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay bertek nîşanî astengkirinê da. Kemalbay anî ziman ku dayikên ku her hefte bi daxwaza edaletê dixwazin daxuyaniyê bidin tên astengkirin û got: “Ev dayik dê li ku derê daxuyaniyê bidin? Dayik dê li ku û dengê ragihînin?"
 
Kemalbay bibîr xist ku di girtîgehan de hezar û 600 girtiyên nexweş hene û got: “Di hefteya dawî de cenazeyên 3 girtiyan ji girtîgehan derket. Dayik dê dengê xwe li ku derê bidin bihîstin? Dê çawa dengê xwe bigihînin saziyên mafên mirovan û demokrasiyê? Em ji bo vê yekê li çareseriyê digerin. Li şûna ku hûn her hefte dayikan îşkence bikin û binçav bikin, cihekî nîşanî dayikan bidin û dawî li van zextên faşîst bînin.”
 
HÛN Ê HESAB BIDIN'
 
Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Alî Kenanoglû jî diyar kir ku dayikên ku îro dixwazin lI Qada Kartalê îtîraza xwe bînin ziman û mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin her hefte tên astengkirin. Kenanoglû got: “Dixwazin bertek nîşanî mirinên bi guman ên li girtîgehan û nedermankirina girtiyên nexweş bidin. Desthilat ji bo bi dayikan re rû bi rû nemîne her hefte hewl dide çalakiyê asteng bike. Dayik dê dengê xwe bidin bihîstin. Em ê hemû pêkanînên xerab, îşkence û komkujiyên tên kirin bînin ziman. Hûn nikarin rastiyê veşêrin û roj bê teqez wê di şert û mercên demokratîk de hesap bê pirsîn. Ên van pêkanînan dikin jî teqez dê hesab bidin."
 
Girseyê bi çepikan astengiya polîsan protesto kir û çalakiya rûniştinê li dar xist. 

Sernavên din

22/08/2022
09:05 Bersiva pêşniyara ku rêya qêza lê çêbû ji TIR’an re bêsînorkirin nedane
09:04 Bi mijarên jin, xweza û aştiyê dîwaran dixemilîne
09:04 Rêxistinên Rojnamevanan: Divê em nîşanî rojnamevanên girtî bidin ku ne bi tenê ne
09:03 'Pêdivî bi pergaleke alternatîf a perwerdehiya wijdanî, exlaqî heye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2022'YAN
21/08/2022
19:55 Ji Amedê bang kirin: Em ê li dijî tiştên li girtîgehan diqewimin bêdeng nemînin
18:50 Zarokê ku kete germavê jiyana xwe ji dest da
18:40 HDP li Feraşînê bi gel re civiya
16:48 Şandeya DBP’ê û HDP’ê çûn şîna malbatên Dêrikê
16:02 Dîmena danasînê ya şeva piştevaniya çapemeniya azad hat weşandin
15:55 Gardiyanan gef li girtiyên ku hejmartina li ser piyan qebûl nekirin xwarin
15:37 HDP çû şîna Bazo Yilmaz
15:24 Şandeya HDP’ê li Dêrikê ye: Kujerê 21 kesan Cengîz Holdîng e
15:13 20 kesên li Dêrikê jiyana xwe ji dest dabûn hatin veşartin
14:04 Sê welatiyên ku leşkeran ew girtibûn, hatin berdan
14:03 Li herêma Zozanên Şênê şer qewimî: Gelek ambûlans şandin cihê bûyerê
13:29 Şahidên qezayê vegotin: Bergirî nehatin girtin, barê TIR’an zêde bû
12:26 Piştî civînên Soçî û Tehranê 8 zarok hatin qetilkirin, 24 jî birîndar bûn
11:58 Li Dîlokê karkerên fistiqan qeza kirin: 2 kes mirin 7 kes birîndar bûn
11:43 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 531’emîn de ye
11:26 Jinên siyasetmedar bang kirin: Divê em bibin qêrîna Aysel Tûglûk
10:40 Kesên li Dêrikê jiyana xwe ji dest dan tên veşartin
10:26 Hewza Firatê di bin xetereyê de ye: Têkoşîna ekolojiyê têkoşîna mafê jiyanê ye
09:13 Li Dêrikê wek qetlîamê qeza pêk hat: Heya niha 20 kes mirin
09:06 'Her ku tecrîda li Îmraliyê kûr dibe binpêkirinên mafan zêde dibin'
09:04 Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi hinceta 'tadîlat'ê hêwan neda hunermend Evîn
09:03 Qeyûmê Êlihê bajêr parsêl bi parsêl difiroşe
09:02 Afîşa HADEP'ê ya 23 sal berê hatiye daliqandin li ber xwe dide
09:01 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2022'YAN
20/08/2022
22:50 Akdenîzê tecrîda li Îmraliyê şermezar kir
22:37 Tevegra Iraqa Demokratîk serdana KNK'ê kir
22:34 Rêveberiya Xweser: Di mehekê de 39 kesan jiyana xwe ji dest da
22:04 Cenazeyê jina windayî hat dîtin
21:00 Di qezaya li Dêrikê de 16 kes jiyana xwe ji dest dan
20:19 Rêvebiriya Xweser bi Wezareta Karên Derve ya Norwecê re civiya
18:24 HDP'ê li Botanê serdana gundan kir
18:00 Bûldan ji Colemêrgê bang kir: Dijminatiya li hemberî kurdan wê we têk bibe
17:35 Xizmên girtiyan ji Qada Kartalê bang kirin: Em li çareseriyê digerin
16:21 Sancar roja duşemê serdana Qersê dike
15:12 56 qurbaniyên qetlîama DAIŞ’ê hatin bibîranîn
15:01 ÎHD: Girtiyên nexweş Amaç, Kose û Oktar berdin
14:08 Nasnameyên her çar zarokên di êrişa Tirkiyeyê de hatin qetilkirin, eşkere bû
13:58 Dayikên Şemiyê li kujerên Cemal Kavak pirsîn
13:41 Li Cizîrê ciwanekî xwe kuşt
13:28 Li aqûbeta Demîr û Gunduz hat pirsîn
13:05 Li Dîlokê qeza: 16 kesan jiyana xwe ji dest da
12:31 Bûldan li Geverê serdana esnafan kir
12:29 Şandeya HDP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: AKP bêedaletiyê diafirîne
11:02 Şaredariya Westanê wesayîta cenaze neda ku cenaze bê rakirin!
10:24 Xelkê Qoserê 3 roj in li dijî tiryakê nobedê digire
10:04 AKP’ê di kêliya nimêja înê de deriyê Mizgefta Hz. Omer mohr kir
09:48 Hatîp Dîcle: AKP dê di vî şerî de têk biçe
09:29 Li Silopiya cerdevanekî întîhar kir
09:08 Mûtlû: Hezar sedem hene ku jin li hev kom dibin
09:00 Dayikên Aştiyê: Em dixwazin xeberekê ji Îmraliyê bistînin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2022'YAN
19/08/2022
22:52 Îtiraza ji bo berdana 16 rojnamevanan hat redkirin
20:14 Li Şehbayê yek jê zarok 2 kes birîndar bûn
19:42 Şermezakirina qeyûman: Divê têkoşîna li dijî desteserkirina îradeyê bê bilindkirin
16:25 Li Girtîgeha Şakranê 13 girtî hatin sirgûnkirin
16:16 HDP’ê serdana Ûlûg ê ji ber teqîna bermayîyên leşkerî birîndar bûbû kir
15:54 Endamên ESP'ê û MYK'a SKM'ê hatin binçavkirin
15:49 Ozturk: Ruhê berxwedana Agiriyê li Îmraliyê berdewam dike
15:37 Xwest mirinên li girtîgehan bên lêkolînkirin
14:38 Cenazeyê Bazo Yilmaz e li girtîgehê hatibû qetilkirin bi girseyî hat veşartin
14:00 Li Golên Satê amadekariya operasyonê tê kirin
13:47 Ji bo silametiya lawê xwe çalakî li dar dixe
13:41 'Bila girtiyên nexweş bên berdan’
13:26 OHD di Nobeta Edaletê de ye
13:08 Di êrişa Tirkiyeyê de li Til Temirê 4 zarok hatin qetilkirin
12:37 Qebûlnekirina tedawiya bikelemçe bûye sedema cezayê hucreyê
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Mizrakli: Em ê fitikekî li yên ku şaredarî kirine saziya rantê bixin
11:54 Ji bo şeva piştgiriya bi çapemeniya azad re bang kirin: Piştevanî şert e
11:28 Ji LaWje klîbek nû: Keçikê
10:26 Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ û stranên kurdî kirine delîlên sûc!
10:19 Ji Wanê bertek nîşanî êrişan dan: Çi karê Tirkiyeyê li Rojava heye?
09:55 Li Silopiyayê bi derketina jinan a kolanan re navçe paqij bû
09:45 ‘AKP-MHP êrişên derveyî sînor wekî amûrên siyasî bi kar tîne'
09:26 Cenazeyê girtiyê nexweş Yilmaz ê hate qetilkirin hat wergirtin
09:04 'Dewlet êdî nikare pêşiya têkoşîna kurdan bigire'
09:04 Rojnamevana feminîst Duzkan: Tevgera rizgariya jinê divê bibandortir be
09:03 Cara duyemîn berdana Guven ê ku 30 sal in girtiye hat taloqkirin
09:00 Navê şîrketên îhaleyên qeyûm digirin diguherin, lê xwedî heman kes in
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:02 Girtiyê nexweşê giran Yilmaz hate qetilkirin
18/08/2022
23:59 Gundên Dirbesiyê û Til Temirê hatin bombekirin
22:50 HRW: Êrişa li ser Rojavayê dê zirarê bide sivîlan
18:11 6 roj in daristanên li Colemêrgê dişewitin
17:04 Li Geverê şahiya gel: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
16:50 Polîsan pankarta ku navê qurbaniyên komkujiyê li ser dinivîsî daxist
16:00 ‘Tecrîda Îmraliyê bi awayek sîstematîk belav bûye, bêdengî sûc e’
15:36 Ji Girtîgeha Şakranê 9 girtî hatin sewqkirin
15:11 Li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 7 leşker hatin kuştin
14:42 Malbatên girtiyan li Wanê banga ‘Edaletê’ kirin
14:42 Li Mêrdînê 3 cenaze li Goristana Bêkesan hatin veşartin
14:27 TUM BEL-SEN: Em qeyûmên ku îradeya gel desteser kirine naxwazin
14:22 Qurbaniyên Komkujiya Şirnexê hatin bibîranîn
14:04 Nobeda Edaletê: Yên ku mirinê rewa dikin wê hesab bidin
13:57 Du zarokên ku ketin golê jiyana xwe ji dest dan