ŞIRNEX - Li bajarokê Sêgirkê cenazeyê jina bi navê Fîrdevs Babat ku ji duh ve windayî bû, hat dîtin.
Li bajarokê Sêgirkê yê girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê cenazeyê Fîrdevs Babat a 18 salî ku ji duh ve winda bû di Çemê Hêzilê de hat ditin.
Cenazeyê Babatê ji bo rapora otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.